Li #Amed#, #Şirnex# û #Mêrdîn#ê hilbijartina saziyên sivîl hebû. Va ne ew hilbijartin...
AMED
Roja 2'yê mehê li Amedê civîna DTSO'yê (Odeya Sanayî û Bazirganî ya Amedê) hebû. Serokê heyî Mehmet Kaya ku bi Lîsteya Kesk ketibû hilbijartinê bi ser ket. Di hilbijartinê de lîsteyên Kesk, Hêşîn, Sor, Zer û Mor hebûn. Li Baroya Amedê 21 hezar hilbijêr hene. Di hilbijartina heyî de 7 hezar û 300 hilbijêrî deng da. Lîsteya Kesk a Serokê heyî Mehmet Kaya bi ser ket. DTSO di bin serokatiya Mehmet Kaya de 4 salên din dê peywira xwe bidomîne.
Li aliyê din ji bo DTB'yê (Odeya Bazirganiya Borsayê ya Amedê) jî hilbijartin hebû. Bi yek lîsteyê ya di bin serokê heyî Engin Yeşil de hilbijartin li dar ket û Yeşil hat hilbijartin. Yeşil di heman demê de endamê Lijneya Rêveberî ya TOBB'ê (Yekîtiya Odeyên Bazirganiya Borsayê) ye.
MÊRDÎN
Li Baroya Mêrdînê ji bo rêveberiya nû hilbjartin li dar ket. Serokê heyî İsmail Elik carek din hat hilbijartin.
2'yê mehê li kongre li dar ket. Serokê heyî İsmail Elik 229, parêzer Medeni Ayhan 158, parêzer Filiz Çiftçi 79, parêzer Mehmet Ulaş Atayoglu 7 deng girtin û Elik ji nû ve hat hilbijartin. Rêveberiya Baroyê jî bi vî awayî çêbû:
Parêzer İsmail Elik, Erkan Yavuz, Ali Kahraman, Ahmet Halil Duyan, Civan Ortaç, Berivan Çelik, Josef Goksun, Mehmet Salih Karaozan, Omer İpek, Rojhat Karaboga û Sercan Taş.
ŞIRNEX
Li Şirnexê 1'ê mehê hilbijartina Baroya Şinrexê hebû. Serokê heyî parêzer Rojan Dilsiz ji nû ve wekî serok hat hilbijartin.
Di Kongreya Asan a 10'emîn de Rojhan Dilsiz, Murat Dayanan û Şivan Halavrut berendam bûn. Dilsiz 150 deng girtin û ji nû ve hat hilbijartin.[1]