SIRGÛN Û REWŞENBÎRÎ
DAWID YEŞİLMEN
Gava em behsa sirgûniyê dikin di #wêje# û dîroka #kurdan# de, ferheggeke berireh derdikeve pêşberî me. Helbet em vê weke encama dîrok û tecrubeyên mezin ên dîroka kurdan dibînin. Di sedsala 19 û 20 an de, di her gava sîyasî ya dîroka kurdan de, sirgûnî yek ji encamên wê buyerê ye. Nîşaneyên vê hene di berhemên nivîskî û devkî de. Sirgûnîya ku dûrxistineke bêyî vîna ferdî ye, xwedî gelek wateyên cihê ye. “Weke ceza, çaxa ku yek li derveyî deverekê dimîne an li deverekê tê sekinandinê, nefî ye.” Herwiha, “li gorî hukm an jî fermanekî ji welêt derxistina bi darê zorê ya kesekî; sirgûna cezayî yan jî qewirandin; rewş an jî wezîyeta ku mirov bi awayekî cezayî lê mişextkirî ye; li hin welatên xerîb îqameta bi darê zorê.” Di gelek mînakan de warê sirgûnîyê cîyê hepsgirtinê yan kuştin/daliqandinê jî digire. Ango bi rengekî din, sirgûnî; derxistina kesekî/ê ji bajarê/welatê wan û şandina wan a bi darê zorê bo cîyekî din e. Lê carna ev cî, ne cîyekî erdnîgarî lê cîyekî metaforîkî jî dibe; ku rewşenbîr/nivîskaran ev di mêjîyê xwe de airandibûn û xwe ji civakê û kevneşopîyên civakê bi dûr xistibûn. [1]
Kurdîpêdiya ne berpirsê naverokê vê tomarê ye, xwediyê/a tomarê berpirs e. Me bi mebesta arşîvkirinê tomar kiriye.
Ev babet 1,794 car hatiye dîtin
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!