Desteya Jinan a herêma Cizîrê rêzeçalakiyên ji bo zaroan bi boneya Roja Zarokan a Cîhanê bi diruşma Bi hev re parastina zarokatiyê bikin, dest pê kirin.
Desteya Jinan a herêma Cizîrê bi boneya Roja Zarokan a Cîhanê ku dikeve 20′ê Mijdarê şahiyek ji zarokan re li dar xist. Di şahiyê de zarok û malbatên wan, endamên Navenda Geşkirina Zarokan Ehlen Simsim, malbatên şehîdan kom bûn. Şahî li Yarîgeha 12′yê Adarê ya li #Qamişlo#yê hate lidarxistin.
Şahî bi gelek çalakiyên hunerî dest pê kir, mîna belavkirina napox, çîrok û kurteçîrokan û lidarxistina pêşbirkan.
Di şahiyê de Seroka Desteya Jinan a herêma Cizîrê Evîn Başo axivî û bixêrhatina beşdaran kir û bal kişand ser êrişên dewleta Tirk ên li dijî zarokên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û bêdengiya hêzên navneteweyî rexne kir û wiha got: Ruxmî hebûna gelek rêxistinên mafên zarokan ên NY′yê, lê zarokên me rastî sûcan li pêş çavên cîhanê tên.
Evîn Başo ragihand ku hemleyeke hevbeş bi gelek rêxistinan re (Rêxistina Smart, Komeleya Îhsan a Xêrxwazî, Rêxistina Sûriyê ya Xêrxwazî, Zemîn a Geşkirin û Aştiyê û Navenda Aştî ) dest pê kirine. Dê ev hemle 5 rojan li ber xwe bide, tê de çalakiyên hunerî û 700 zarok beşdarî pêşbirkan bibin û dê serdan ji hin navendên taybet bi xwediyên behreyan re werin kirin.
Evînê di dawiyê de wiha got: Dê hemleya me bi encamnameyekê li Mala Parastina Zarokan li Hesekê bi dawî bibe. Armanca me ji hemleyê ew e ku em hewl didin hezkirin û aştiyê di nava zarokan de belav bikin, desteka derûniya bi rêya bernameyên cuda bidin wan.
Şahî bi belavkirina diyariyan li zarokan, mîna Kovara Mizgîn a Zarokan, kurteçîrok û alavên rengîn dawî bû.[1]