$Agahiyên şehîd:$
Nasnav: Cûdî Botan
Nav paşnav: Nîmet Bozkûrt
Cihê jidayikbûnê: Şirnex
Dayik-Bav: Leyla-Omer
Dem û cihê şehadetê: Zap 05-02-2017
$Kurtejiyana şehîd:$
Hevrêyê me Cûdî li Şirnex a welatparêz ji dayik bû, ku bi kevneşopiya xwe ya berxwedan û serhildanê li dijî dagirkeran ti carî ji xeta berxwedanê tawîz nedaye. Ji zarokatiya xwe ve şahidî ji çanda berxwedanê re kir û zilma ku dewleta Tirk a mêtinger li gelê me dike bi xwe dît. Gerîlayên garantiya azadiyê ya gelê me ku cara destpêkê li Botanê dît, qet ji bîr nekir û bêsebir li benda roja tevlîbûna li nava refên gerîla sekinî. Sala 2014'an li Botanê beşdarî nava refên gerîla bû û bi vî rengî xewn û xeyala xwe ya zarokatiyê pêk anî, piştî ku demekê li xaka lê ji dayik bû gerîlatî kir, derbasî qada Heftanînê bû. Hevrêyê me ku xwe da têkoşînê, di temenê ciwantiyê de ji bo xewn û xeyalên azadiyê yên gelê me pêk bîne, bê sekin xebitî û her kêliya jiyana xwe bi têkoşînê derbas kir. Bi enerjiya xwe ya ciwantiyê pêşengî ji jiyanê re kir û bû çavkaniya hêz û moralê ji hevrêyên xwe re. Hevrêyê me ti carî tawîz ji sekna xwe ya jiyana şoreşgerî neda, bi tevlîbûna xwe ya samîmî û kedkar ji bo hevrêyên xwe hemûyan bû cihê hezkirin û hurmetê. Hevrêyê me Cûdî ku li gel temenê xwe yê ciwan jî xwedî danheviyeke kûr a îdeolojîk bû, her tim hewl da vê danheviya xwe zêde bike û bi hevrêyên xwe re parve bike. Hevrêyê me Cûdî ku tevlî nava lehengên me yên nemir bû, di têkoşîna me ya serketinê de wê timî pêşiya me ronî bike.[1]