$Agahiyên şehîd:$
Nasnav: Adil Gabar
Nav paşnav: Yakûp Kizilaslan
Cihê jidayikbûnê: Wan
Dayik-Bav: Sakîne-Abdullah
Dem û cihê şehadetê: 10-10-2021 / Avaşîn
$Kurtejiyana şehîd:$
Hevrêyê me Adil li Wanê li nava malbateke welatparêz ji dayik bû. Di temenekî zû de Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê nas kir û weke gerîlayekî li ser bingeha bicihanîna xewn û xeyalên xwe yên azadiya gelê me tevlî nava refên têkoşînê bû.
Ji nêz ve şahidî ji hewldanên dejenerekirin û asîmîlekirina ciwanên Kurd re kir ku ji aliyê dagirkeran ve dihate kirin. Weke gelek gerîlayên ciwan li gelek qadên cuda ma û di demeke kurt de li ser xeta gerîlatiya pêşeng a Modernîteya Demokratîk bû pispor. Hevrêyê me Adil bû fermandar û di asta pêşengiyê de tevlî bû. Di gelek branşan de bû pispor û tiştên hîn bû hînî hevrêyên xwe kir. Bi zîrekiya xwe berê xwe da armancên herî zehmet û mohra xwe danî binê gelek çalakiyên serketî. Hevrêyê me Adil li dijî operasyona dagirkeriyê ya ku dewleta Tirk a dagirker 23'ê Nîsanê da destpêkirin li qadên Mamreşo, Aris Faris, Dola Mara û herî dawî li qada bexwedanê ya Werxelê berxwedaneke dîrokî nîşan da. Li gel êrişên teknîkê yên dagirkeran bi kêliyekê jî teredût nekir û bi ser dijmin ve çû. Li gel êrişên bi çekên kîmyewî û gazên bi jehr ên dewleta Tirk a sûcdarê şer, bi îradeya Apoyî tevlî berxwedana bêeman a Berxwedêrên Werxelê bû û di dîroka berxwedanê ya gelê me de tevî hevrêyên xwe bû efsane. Hevrêyê me Adil bû milîtanekî mînak ku milîtanên Apoyî di nava şert û mercên herî giran de çawa bi îradeyê şer dikin û teslîmiyetê ti carî qebûl nakin û heta serketinê wê li ser xeta berxwedanê bimeşin. Bi rûkenî, kedkarî, fedakarî û sekna xwe ya fedayî wê timî weke banga serketinê bê bîra hevrêyên xwe.[1]