Em Li Navçeyên Xelkê Çi Dikin?
Behzad Dawûd
Dagirkirin û xwesepandina bi ser gelên biyan ve ne tolhildan e û ne jî ji kultûra Kurdan e , lê dibe ji neçarî û takebijarde be.
Em û Reqa?
Ji destpêka fertona Sûrî ve û ta vê rojê, tu alîyekî pêşbînîyeke rast pêşkêş nekiriye çi şîrovekar be, lêkolîner be yan jî pispor be….
Sedema binkeftina wan hemû alîyan, rastîyek derxist holê ew jî ev e: Hemû navendên lêkolînan, peymangeh û zanîngehên ku bi hezaran pispor berhem dane, tenê bo serinkêşî û mijûlkirnê ne; û cîhan di dest du mirovan de ye ku nûnertiya du zilhêzên serbazî li riwê zeviya me ya biçûk dikin.
Yek ji her du hêzan ku bêhtir bandora xwe li ser deverê û Kurdan heye Emrîka ye, ku serpereştiya Hevpeymana Navneteweyî dike, wê hêzê berê Kurdan daye wan navçeyên dewlemend.
Kurdan li gel hin Erebên wannavçeyan, pêşveçûnên ber bi çav li ser qadê encam dan, lê nayê wateya hemahengiyeke pak û bêguman di navbera Kurd û Ereban de, ji ber ku her alîyekî hebûna di çarçoveya Hevpeymanên Navneteweyî de, destkefteke mezin dibîne.
Mînaka nepakbûna wê hevpeymaniyê, li başûrê Kurdistanê diyar e, û zêdebarî ku Pêşmerge rêk ji hêzên “Heşd” re vekir, hêsankarî bo wan pêşkêş kirin, heman hêzê dest danîn ser çend bajarokên kurdistanî (Li derdora Şengalê ) û gefan li tevahiya Kurdistanê dixwin.
Ne dûr e ku heman pirsgirêk li rojavayê Kurdistanê jî derkeve holê.
Eger Kurd qurbaniyan bidin û wan bajaran kontrol bikin , bi hêsanî radestî Ereban nakin, çimkî qelenekî giranbuha bi bêberamber nîne, û dê Kurd di wî şerê nexwestî de bi bin bikevin û ji ber gelek sedeman, di serî de jî biyaniya wan ji deverê û tunebûna alîgiran e .
Bi pirçekirina YPG’ê re, dê Reqa û Dêra Zorê bên rizgarkirin, û pilana Emerîkayê bo destdanîna ser jêderên petrol, gaz û avê , dê bi ser bikeve.
Qezenca Kurdan çi ye ? Gelo rast e dê bihevguhertineke navçeyan çê bibe ?
Mînak : Reqa û Dêra Zorê beramber navçeya Şehbaa?
Emerîka zêrê reş, av û gaza Dêr û Reqayê nake qurbana nexşeya kurdan, û girêdana herêmên Kurdî ne di rojeva Trump de ye.
Dibe ku Kurdan (Dimyat) û (Hetîn) ji bîr kiribin, lê Reqa, Dêra Zorê û qurbaniyên mezin bo rizgarkirina wan dê neyên jibîrkirin.Çimkî bawerî di navbera pêkhateyan de lawaztir bûye û dê gef û bêaramî para wan navçeyan bin (Ji bilî deverên gaz û petrolê).
Rewş li her du beşên Kurdistanê hestyar e, derfeta li ber dest degmen e û bi hêsanî dûbare nabe. Roj bi roj ragihandinên her du aliyan bi xirabtirîn tomet reftarê li gel hev dikin û ber bi nimûneya her du Kûryayan ve diçin; çarenivîsa melyonan ji Kurd jî piştguh kirine, lê tenê ya qezenc hebûna berhemên jêrzemînê ye, ku bi wê sedemê ev gel ji bal Emerîka ve parastî ye.
Wisa ye dîroka Kurdan.Her dem berxên ber kêrê ne, nexasim ku rêber û serkirde ne di asta birêvebirina taxekê yan gundekî de bin.
Efrîn jî Kurdstan bû….Li wêneyên wê herêma bedew temaşe bikin û sitranan li serê biafirînin.
Behsa Deryaya sipî ji millet re nekin, da ku hûn nebin pêkenok.
Sûdê ji çekên Emrîkî wer bigrin, lê di rê û resmên pakrewanan de xerç nekin, ji ber tenê ew in û bi qasî wan jî çend caran têra dujminên we nakin.
[1]