Fermandar û Nivîskarê Kurd #Polat Can# : ” Min tenê dikarîbû şervanî bikira, lê min fêm kir ku şervaniya herî mezin ji bo kurdan, hilgirtina PÊNÛSê ye”
Hevpeyvîn: Ferîd Mîtan
Jiyana di nava çiya û xwezaya Kurdistanê de, asoyên afirandin û behremendiyê ji xudanê her pîşeyekî re berfirehtir dike. Şervanekî şoreşger, li lutkeya çiyayên Zagrosê, li raserî gelî û newalên bisaw û li ber bayê buharê; peyv û bêjeyên xweş li hev civandine, da ku bi rewanbêjî û bi zimanekî petî hestên xwe derbibire.
Polat Can, di 1980‘yî de li Kobana Rojavayê Kurdistanê ji dêya xwe bûye. Di destpêka salên ciwaniyê de tevlî tevgera azadîxwaziya Kurdistanê bûye. Polat yek ji damezrînerên Yekîneyên Parastina Gel e. Ji 2011’ê ve û hetanî îroj, li Rojavayê Kurdistanê dixebite. Hejmarek ji navend û dezgehên ragihandinê li gel hevgirtineke xwendekaran ava kirine.
Nivîskarê şervan Polat Can li pirî deverên Kurdistanê geriyaye û di nava civaka her perçeyekî Kurdistanê de jî jiyaye .
Bi zimanên kurdî, erebî û farisî dinivîse. Her berhemeke wî, naverokeke cihê vedihewîne; wekî: dengbêjî, helbest, serpêhatî, pexşan, ziman û hwd…
Sernivîskariya gelek rojname û kovarên kurdî kiriye û di gelek rojname û kovaran de jî nivîsiye.
Bi rêya evê hevpeyvîna ku li Qamişloyê pê re hatiye kirin, bawerî û şîroveyên Polatî bixwînin.
-Babeta şervanî û nivîskariya te bi hevûdin re, bala mirovan dikişîne. Di atmosfer û seqaya şer de, tu çawa şervanekî nivîskar ji me re pênase dikî?
Gelê kurd gelek bûyerên cihêreng bi serê wî de hatine; çi bûyerên qehremanî û trajedî bin, çi jî bûyerên ku qet hemtayên wan li dunyayê tune ne bin. Lê mixabin edebiyat û dîroka gelê kurd herî zêde ji aliyê kesên biyanî ve hatine nivîsîn, an jî ji aliyê neyaran ve hatine nivîsîn. Ji bo ku em bikaribin dîroka xwe binivîsin, pêwîst e kesê ku evan kêlî û bûyînan dijî, bi xwe binivîse. Ji zaroktiya xwe ve ez di vê baweriyê de me.
Dema ku tevlî şoreşê bûm û wekî şervanekî tevgeriyam, gelek bûyer, çîrok, serpêhatî, ken, bilindbûyîn, êş, berxwedan, serkeftin û qehremanî rû dan. Êdî min pêwîstî bi wê yekê dît ku tevahiya van tiştên navborî binivîsim, da ku ji kesên nedîtine re veguhêzim; da bizanin me çi kiriye? Em çawa jiyane? Gelo şoreşên Kurdistanê tenê hilgirtina çekê ye?
Ez bi vî rihê berpirsyariyê nêzîkî mijarê bûm. Min tenê dikarîbû şervanî bikira, lê min fêm kir ku şervaniya herî mezin ji bo kurdan, hilgirtina PÊNÛSê ye.
14457275_1646729495617441_3683804867618931512_n
Min dixwest ku hestên şervanekî kurd ku di şer de dijî, binivîsim
-Ta çi astê te kariye dîmenê bûyîn û kêliyên kêmpeyda zevt bikî û bi xama pênûsê li ser pelê bi cih bikî?
Ez nikarim bibêjim ta çi astê, lê helbet em wekî kurd di milê nivîskî de pir kêm in. Em ne di asta tê xwestin de ne. Ez wekî şoreşgerekî kurd ku ji bo azadiya Kurdistanê ev qas sal ji temenê xwe terxan kiriye, ez dibînim ku tişta min di aliyê nivîskî de kiriye kêm e û çendî mirov bike, hêj kêm e.
Min dixwest ku hestên şervanekî kurd ku di şer de dijî, binivîsim. Dibe ku endamekî civaka kurd bibêje ku hema ev şervan însanekî ku çek hiligirtiye û çûye. Lê tenê ne wilê ye, ev şoreşek e. Şoreş bi xwe jiyaneke tekûz û kamil e. Di şoreşê de: evîn, qehremanî, bêrîkirin, êş, cudabûyîn; hezkirina kevir, çem, robar, ax, dar, fêkî, gul û pezkoviyên welat hene.
Dibe ku pirî caran jî pênûs û lênûskek peyda nedibûn ku meriv fikrekî binivîse.
-Tişta ku nivîskarekî şervan ji yekî sivîl cuda dike, çi ye?
Cudahiyeke pir mezin tune. Cudahî ew e ku: Nivîskarek bi rêya xeyala xwe dinivîse yan jî guhdar kiriye û dinivîse. Û nivîskarekî ku ew kêlî jiyan kiriye û di kûrahiya hestên xwe de hîs kiriye, dinivîse.
Kêliya ku berî tiving biteqe, dema ku tu di nava daristanên Kurdistanê de dimeşî û bêhna axê li pozê te dixe, gava ku tu wan gulên pirreng bêhn dikî; ancex tu van kêliyan bijî, da ku bikaribî rastî û dîmenên heyî binivîsî.
-Di vê şoreş û têkoşînê de şervanê ku bûye xwediyê çekeke azad, gelo bûye xwediyê pênûseke azad jî?
Pênûs bi xwe têrê nake; lê mejî û dilê ku pênûsê dide xebitandin, ew girîng e. Gelek kes hene ku pênûsa xwe xistine di xizmeta nokertiya dijmin de, an jî xistine di xizmeta çewisandin û pişaftina gelê xwe de.
Divê ku kesê şoreşger bibêje: Em ê bi çek û pênûsa xwe vê qederê biguherin. Divê ku em mejiyekî biafirînin ku jê re bibêjin ev ne qedera te ye ku tu bindest bimînî û neteweyên din ji te mezintir bin. Ev ne qedera te ye ku tu her timî peyayê xelkê bî. Wê hingê ew mejî dikare hem pênûs, hem jî tivingeke baş bide şixulandin.
Kerepêtê Xaço ji min re got: “Hûn kurmanc qîmetê dengbêjên xwe nizanin, hûn qîmetê insanên xwe nizanin”
-Te û H.Kerepêtê Xaço hevdîtin û suhbetek bi hev re kiribû. Di wê rûniştina we de, helbet kêm-zêde we pelên rabûrî û dîrokê pelandin. Kerepêtê Xaço çi digot?
Hevdîtina min bi Kerepêtê Xaço re, jiyana min guherand. Ez jî wekî hemî hevdemên xwe, bêhtir bandora sitranên modern û nûjen li min bûbû. Mixabin, pir caran ez ji dengbêjiyê aciz dibûm; mînak: Ez çûm gundekî min dît ku civatek li sitranên Baqî Xido guhdar dike. Ez jî aciz bûm û min got: “Ev çi ye hûn lê guhdar dikin!? “. Îcar kalekî ereb li civatê bû, lê belê zêdetir ji bîst salan di nava kurdan de mabû, ji min re got: “Xwarzê, hûn gêncên kurdan pêwîst e qîmetekî mezin bidin van dengbêjan, eger hûn qîmetê nedin wan, hûn ê biçin, bihilin”. Wê demê min tu wate neda gotina wî.
Piştî 10 – 15 salan, di 2002’yê de carekê li Êrîvanê bûm û ji min re gotin ku Kerepêtê Xaço heye. Min navê wî bihîstibû, lê min ew nedinasî.
Mamosteyekî Edebiyata Ermenî di Zanîngeha Êrîvanê de hebû, navê wî Çerkesê Reş bû, mirovekî pir têr û tijî bû, ji min re got pêwîst e tu Kerepêtê Xaço bibînî. Ez çûm. Maleke wî ya xerabe hebû. Kalekî devliken û têkiliya wî gelekî xweş bû. Bi zarên xwe re bi kurdî diaxivî. Ji min re got: “Hûn kurmanc qîmetê dengbêjên xwe nizanin, hûn qîmetê insanên xwe nizanin”. Piştî suhbeteke dirêj, ez ji mala Kerepêt derketim û ez giham rastiyekê ku Dengbêjiya Kurdî Cîhaneke Cuda ye. Her wiha min nas kir ku dengbêjî û sazbendiya kurdî gelekî xurt e. Derketina pirtûka min a bi navê “Qulingên Rewanê”, ji encama hevdîtina min û Kerepêtê Xaço bû.
– Ji encama nivîsîna “Qulingên Rewanê”, êdî tu gihayî raz û nepenên dengbêjî û dengbêjên kurdan. Dengbêjê ku bi deng û hunera xwe ji bo te balkêş e, kî ye?
Kerepêtê Xaço dengbêjê sedsalê ye. Dengê wî pir xweş e. Şakiro, dengbêjekî pir biqîmet û naskirî ye. Mixabin, piştî ez çûm Êrîvanê min Baqî Xido keşif kir. Min li Êrîvanê nameyek ji Baqî Xido re hinart, lê belê bersiva min neşiyand, ji ber ku wê demê “Serhildana Qamişlo” li dar bû û ew xortên ku nameya min bi xwe re birin Rojavayê Kurdistanê, hatin girtin.
– Di dema îroyîn de, gelo li şûna dengbêjîyê navgîn û alaveke din peyda bûye ku dikare bigihîje kûrahîya raz û nepenên ziman, an jî tu navgîn nikare sitûbariya dengbêjiyê bigire xwe?
Na. Tu tişt û tu kesî nikariye şûna dengbêjiyê bigire.
Roleke pir girîng a nivîskariyê di nava kurdan de heye. Belku nivîskarî negihe asta dengbêjiyê, lê her yekî ji wan di milekî de roleke xwe lîstiye.
162272017_20226378
– Der heqê NavNameya te de ku ferhengeke navên kurdî ye, hin rexne hene û yek ji wan jî destnîşannekirina zayenda navan e…Ji bo vê yekê tu çi dibêjî?
Di sala 2000’î de birîndar bûbûm. Ez çend mehan li ser piştê mam û min dema xwe bi nivîsîna ewan navên kurdî dadigirt. Ev pirtûk wiha hat nivîsîn.
Îcar di sala 2003’yê de li Bakurê Kurdistanê “Kampanya Navên Kurdî” dest pê bû. Wê demê kurdan jî navên xwe diguhertin û dikirin kurdî. Îcar çavkaniya peydakirina navan gerek bû û me jî alîkarî kir. Paşê di 2006’ê de ev pirtûka min çap bû, lê ne bi awayekî ferhengzanî.
Di babeta zayenda navan de jî, hin nav hene li cihinan ji bo keçan, li cihine din jî bo kuran tên bikaranîn. Ji lew re me biryar da ku em di pirtûkê de zayendê nenivîsin. Bila her kes li gorî muzîka ewî navî û li gorî zewqa xwe ji hev cuda bike.
– Ji wan 6800 navan, herî zêde kêfa te ji kîjan navî re hat?
Gelek navên xweş tê de hene û yên kêfa min ji wan re tê, navên wekî: Barîn, Berfîn, Zîn, Rabûn,Nûbihar û Şeyda ne…
Cihê nivîskar û reweşnebîran di nava civakekê de, wekî cihê pêxemberan e
– Ev çend sal in ku tu ji civata rewşenbîr û nivîskarên Rojavayê Kurdistanê nêzîk î. Dengê behane, gilî û gazindan ji nava vê civatê bilind tê bihîstin. Ji bo nivîskarekî, tu ve yekê çawa dibînî?
Li gorî min cihê nivîskar û reweşnebîran di nava civakekê de, wekî cihê pêxemberan e.
Rewşenbîr an jî nivîskar, dibin wekî mûm û findan û rêya neteweyê xwe ronak dikin. Ji navê xwe jî diyar e; anku wekî mûmekê ye û da ku civaka wî bikaribe di rêyeke ronî de bi rê ve biçe, ew jî dihile.
Mûm nikare gazindan bike û bibêje ji ber çi ez dihilim? Jixwe erk û peywira mûmê ew e ku bihile û ronakbûnê çêbike. Eger ez neşewitim û tu neşewitî, kî yê rêya me ronî bike?
Rast e guhdana bi rewşenbîrên kurd ne di asta ku tê xwestin de ye û ev cihê rexneyê ye, lê gerek e li bendî vê jî nemînin. Wezîfeya nivîskar ne ku gazindan bike, wezîfeya wî ew e ku êşên heyî bi rengekî wêjeyî û fêmkirî bîne ziman û jê re çareyan bibîne.
Yê ku divê gazindan bike, miletê kurd e. Çima nivîskarekî kurd ê cîhanî îro tune? Çima Ehmedekî Xanî di roja îroj de derneketiye?
PolatCAN
Roman û kurteçîroka kurdî li nava kurdên Sovyetê li pêş ket
– Ji serdema “Kovara Hawarê” ve û hetanî wekî aniha, pirî nivîskarên kurd ji helbestê dest pê dikin û êdî di nivîskariya xwe de ji bilî helbestê tiştekî din nanivîsîn. Sedemên vê yekê çi ne û tu çawa vî dîmenî dinirxînî?
Helbet ev kêmasî ye. Gelek caran dibêjin “nivîskarê kurd”, lê ez dibêjim “helbestvanê kurd”. Helbest tiştekî xweş e, lê hêsan e. Ji aliyekî din ve jî kurdên Rojava bi ereban bandor bûne; ereb qehremanên axaftinê ne û tê de pir zîrek in.
Roman û kurteçîroka kurdî li nava kurdên Sovyetê li pêş ket.
Kurdînî û wêjevanî ne tenê di helbestê de ne, helbest tenê beşekî wêjeyê ye.
Gelek ciwanên Rojava hene, evîn û hezkirinekê dijîn, dîwaneke helbestan çap dikin û çawa ku dizewicin û dikevin nava rastiya jiyanê, êdî dest ji nivîsînê berdidin. Ev ne nivîskarî ye, ev bayek bû li serê wî xist û hew. Nivîskarî berdewamî ye.
– Eger li pêşber te, çek û pênûs bêne danîn, tu yê kîjanê hilbijêrî?
Yeke tenê nabe, min tu caran xwe nekiriye di navbera du bijardeyan de.
Gelek kesan ev yek da pêşiya min, lê min nivîskarî û şervaniya xwe bi hev re dikir.
Ez nivîskarekî şoreşger im. Belku çek heta hetayê nebe, lê dê nivîskarî her timî hebe.
– Qehremanê te kî ye?
Qehremanê min ew kes e yê ku di demekê de ku hêvî qet tune bû, her kesî digot êdî her tişt çû, lê ew kes derket û got “ez ê tiştekî ji bo vî gelî bikim”; qehremanê min ew e. Qehermanê min ew e yê ku di demekê de hêvî tune be, gotiye ez heme.
– Gotina herî xweş?
Eger hêvî hebe, her tişt dibe.
– Gotina herî ne xweş?
Ez nizanim. Ez nikarim. Ez naxwazim.
– Hevpeyvîna me qediya. Sipasiya cenbaê te dikim ji bo dana evê derfetê…
Em sipasiya we dikin ku bi rêya rojnameya we me karîbû beşekî biçûk ji axaftinên xwe bigihînin miletê xwe. Her timî li ser şopa evê rastiyê bin, her timî gelê me ronî bikin.[1]