=KTML_Bold=#Beşîrê Mele Newaf# : Divê em vê fersendê ji dest nedin=KTML_End=
Nivîskar Beşîr Mela Newaf destnîşan kir ku li pêşiya Kurdan ji bo bidestxistina mafên xwe fersendek dîrokî heye, lewma divê vê fersendê ji dest nedin û bi yekrêziyê helwesta xwe nîşan bidin, xwe bi cîhanê bidin nasîn.
Endamê Yekîtiya Rewşenbîran a Herêma Cizîrê Beşîr Mela Newaf, derbarê rewşa Suriyeyê ya dawî û sekna Kurdan de ji ANHA’yê re axivî.
Beşîr Mela Newaf diyar kir ku pêwîste Kurd baş li serdema borî binêrin, li gorî wê nêzîkahiyek rast were nîşandan û got: “Eger em vegerin serdema Lozanê, Kurdistan kirin çar parçe. Di şerê cîhanê yê duyemîn de nexşeya herêmê gelek hat guhertin. Piştî demek dirêj Sovyet hilweşiya, rejîma Sedam hilweşiya. Li van deran gelek guhertin çêbûn.”
Mela Newaf destnîşan kir ku lîstikvanên di van pêvajoyan de cîh digirin, biryara parçekirina welatan an jî guhertinan di destê xwe de digirin û wiha dom kir: “Niha li Suriyeyê jî guhertin heye. Lê bila misliman an jî welatên ereban nebêjin, ‘vaye me rejîmek herî faşîst hilweşt, biryar di destê me de ye’ û bikevin wê serxweşiyê. Eger wisa difikirin xewnan dibînin.”
=KTML_Bold=‘EGER ME EV FERST JI DEST DA EM Ê DÎSA WINDA BIKIN’=KTML_End=
Li ser rewşa Kurdan û sekna wan jî Beşîr Mela Newaf anî ziman ku baweriya wan heye dê li Suriyeyê nexşeyek baş were çêkirin û ev nirxandin kir: “Pêwîste yekrêziya gelê Kurd hebe. Mixabin Kurdan di 13-14 salên dawî de nekarîn yekrêziyekê ava bikin. Niha hinek hêzên devre ji Kurdan yekrêziyê dixwazin. Pêwîste Kurd rewşa niha baş binirxînin û vê fersendê ji dest nedin. Eger me ev fersend ji dest da, wê rewşa Lozana duyem çêbibe, em ê dîsa winda bikin.”
=KTML_Bold=‘DIVÊ KURD TÊKOŞÎNA XWE JI CÎHANÊ RE BAŞ BIDIN NASÎN’=KTML_End=
Beşîr Mela Newaf got divê hemû kesên têkildar, pêşengên civakê zextê li partiyên siyasî bikin ku gav bavêjin û wiha dom kir: “Em sibe nekevin bin berpirsyariyek dîrokî ku nifşê bê nifrînan li me bike. Ev gelekî girîng e, em yekrêziya xwe çêbikin. Em di bin sîwaneya şandeyekê de bên cev he, em xwe gelekî erzan jî nekin. Dema em wisa bikin, hêzên din jî wê mecbûrî me bin. Rêveberiya Xweser aliyekê wê yê taybet heye. Li ser navê Rêveberiya Xwere şandeyek dikare biçe Şamê. Divê em bihêz bin û nîşan bidin ku Kurdan di vê pêvajoyê de karê herî giran û aqilane kiriye, parastina herêmê kiriye, nehiştiye komkujî û talan çêbibe. Divê Kurd nîşan bidin ku wan rêxistineke herî tundiraw ku hîn jî xeteriya wê heye, şikandine.”
Beşîr Mela Newaf di dawiya axaftina xwe de xwest ku ragihandin jî di vê guhertin û veguhertinê de rolek çêker bilîze.
(a)
ANHA
[1]