Mikail BÜLBÜL
Di #kurmancî# de navdêr hem bi awayekî pêşnavdêrî hem jî paşnavdêrî tên modîiyekirin. Ligel rengdêr, temamker, çendîker û frazên daçekî risteyên peywendiyê jî bi awayekî paşnavdêrî navdêran modîiye dikin û ji ber ku risteyên peywendiyê gelek taybetiyên risteyeke resen di xwe dihewînin, rewşa wan bêtir komplîke ye. Bi taybetî dema ku di risteyên peywendiyê de dercihî û navdêrandin pêk tê, peyvrêziya wan jî diguhere û li gor rewşa fokûs, promosyon û demosyonê hin formên nû peyda dibin. Risteyên peywendiyê û ev rewşên peyvrêziya frazên navdêrî di vê xebatê de bi daneyên ji devoka #Mêrdîn#ê û bi perspektîfeke tîpolojîk hatine vekolan.[1]
Kurdîpêdiya ne berpirsê naverokê vê tomarê ye, xwediyê/a tomarê berpirs e. Me bi mebesta arşîvkirinê tomar kiriye.
Ev babet 1,266 car hatiye dîtin
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!