$Jînameya helbestvan û nivîskarê kurd Selah Mislim$
Selah Mislim kurê Elî di sala 14.03.1974'an de li gundê Şêranê ya #Kobanî#ya ser bi Rojavayê Kurdistanê ji dayîk bûyer. Her wiha xwendina xw ya seretayî, navîn û amadehî li kobanî borandiye û di sala 1998'an de ji fakulteya wêjeya erebî derçûye û di sala 2007'an de dilblom di warê perwerdehiyê de wergirtiye.
$Kar û xebatên Selah Mislim:$
- Mamosteyê Zimanê Erebî li Kobaniyê ji sala 2001'ê de.
- Nivîskarê kovara Sorgul di sala 2000'î de
- Endamê desteya edîtoriyê di kovara pênûs ya sala 2000'î de
- Ew yek ji damezrînerê malpera yaneya ciwanên Kobanîyê di sala 2007'an de bû.
- Ew ji damezrînerê malpera Kobanî kurd di sala 2010'an de bû.
- Ew ji salên 2005'an ve nivîkarên rojnameya Ronahî ye ta niha.
- Ew ji salên 2003'an ta salên 2007'an nivîskarê rojnameya Yekîtiya Demokratîk e.
- Ew endamê desteya edîtoriyê ya kovara Rojhilata Navîn a Demokratîk e, ji hejmara 34'an ve di sala 2016'an de.
- Ew serokê edîtoriya kovara Rojhilata Navîn a Demokratîk e, ji hejmara 38'an di sala 2017'an de ta hejmara 58'an di sala 2022'an de.
- Ew ji damezrîner û serokê yaneya El-Firat ya lêkolînên zanistî ye.
- Ew ji damezrînerê navenda sûrî ya lêkolîn û diyalogan bû di sala 2018'an de.
$Berhemên Selah Mislim:$
Berhemên çapkirî:
- Komek çîrokên hevpar, biryarên şaş, bi erebî, 2003
- Komek çîrokên hevpar, Çirûskek ji berxwedana kobanê, bi kurdî, 2016
- Komek helbet, Kobanî rêwîtiya spî û reşahiyê, bi erebî, 2016
- Komek helbest, bav û welatê evînê, bi erebî, 2021
- Komek çîrok, Decîc Elmewiyîn ele Sefîh El-Zakîra, bi erebî.
Berhemên li ber çapkirinê:
- Berhemeke bîrdozî, kapîtalîzma Rojhilatî, bi erebî.
- Roman, ''Roza-Itûr El-Seba we Zimhirîd El-Şîta'', bi erebî.
[1]