Kobanê .. roja pişt re
Lava Derwêş
Paş rizgarkirina #Kobanî# gotebêjeke ne rêbazkirî li ser “ roja pişt re” di nav hin aliyên siyasî, rewşenbîrî û mirovperwerî de hate kirin.
Di navbera dagîrkirin û rizgarkirinê de sed û sî û çar rojên dirêj li ser Kobanê û kobaniyan derbas bûn. Kobanî hatin derbiderkirin û Kobanê hat wêran û kavilkirin, derfetên aramî û jiyanê li bajêr neman.
Berxwedana bêhevpa ya ku li Kobanè hate kirin dikarî Kobanî ji nav neperûşkên “dirindetiya nûjen” ya islama siyasî derxîne, û bibe nimûneyeke dîrokî li tevahiya cîhanê seyr û haykêş be. Bi qasî ku serkeftin bê hevpa û bê mînak bû, bi qasî ku bihayê serkeftinê giran û dijwar bû.
Miletê kurd, wek yekemîn car di dîroka xwe de, û tev hemû nakokiyên xwe yên navxweyî, di şerê dijî DAIŞê de yekdest û yekhelwest bû; loma serkeftin mezin û bê hevpa bû; bi yekîtî û yekdestiyê hêzên siyasî yên kurd dikarî bûn alîkarî û hevkariya cîhanê werbigirin û di nav Hevpeymaniya Navneteweyî de bibine hevbeş û hevkar.
Rizgarî gerekî peydabûna pir eger û pêwîstiyan bû da ku bigihêje pileya serkeftinê, Paş-Rizgarîkirin gerekî pirtirîn eger û pêwîstiyan e; da ku ancamên bêveger û yên dawî yên rizgarî û serkeftinê werin bidestxistin. Lidûhiştina dagîrkirinê dûndeyeke pir mezin e, bê rakirin û pakirina wê lidûmayînê serkeftin seqet dimîne. Bi ser de jî; dijmin bi yekcarî têkve neçûye, hîn li deverin din xwedan hebûn û hêz e, û hîn wek gefeke jîndeyî diyar dibe. Weha Paş-Rizgariyê vejîn û peydakirina pêdivên jiyanê li Kobanî û hemû deverên rizgarkirî mezintirîn rol e li pêş kurdan.
Paş rizgarkirina Kobanê gotebêjeke ne rêbazkirî li ser “ roja pişt re” di nav hin aliyên siyasî, rewşenbîrî û mirovperwerî de hate kirin.
Jimarek rewşenbîr û çalakvan, di daxuyaniyekê de, pêşniyar kirin ku Kobanê weke xwe bimîne da ku bibe mûzexane û bibe şahidek li ser berxwedana miletê kurd û hovîtiya DAIŞ; “da ku xelk ji seranserî cîhanê serdana bajarê wêrankirî bikin û nifşên dahatî berxwedana YPK, JPK, Pêşmerge û Artêşa Sûrî ya Azad bi çavên xwe bibînin”. Rewşenbîr û çalakvanan pêşniyar kirin ku cihek li rex Kobanê were hilbijartin da ku “kobani”yeke nû ava bibe.
Rewşenbîr û çalakvanan bo rewakirina pêşniyara xwe ya “mûzexanekirin”a Kobanê, ber bi mîtolojîkirina dastanên berxwedanê li Kobanê çûn! Û da ku ew efsaneyên lehengiyane werin bawerkirin pêwîstî bi “ Kobaniya mûzexane” heye, da ku bi çavan were temaşkirin!
Di dema îro de, bi saya peydabûna alav û dezgeyên ragihandin û belgekirinê, mirov nikare bûyer û rûdawan kêm an winda bike. Qehramaniya şervanên kurd li Kobanê li ber çavên tevahiya cîhanê bû, û hatiye belgekirin. Dû re; ma kar û rola rewşenbîr, hunermend û belgekeran çi ye?
Avahiyên hilweşyaî û kavilên Kobanê nikarin xweragirî û lehengiya kurdan bo cîhanê bidin nasîn, bi qasî ku rewşenbîr, hunermend û belgeker dikarin.
Di aliyekî din de, mirov dikare mifayê ji ezmûn û serpêhatiyên berê wergire; mîna Berlîn, Dresden û bêtirên bajarên Elmanya piştî Şerê Cîhanê yê Duwem!
Ew bajar ji nû ve hatin avakirin, û hin cihên taybet hiştin. Di rêya pêşangeh û mûzexane û belgefilman re dîrokê ji nifşên nû re dibêjin.
Gelo; ma ne zû ye; birîneke taze û vekirî were dîrokkirin, û bajarek ku nişteciyên wî li çolan e; kêmtirîn pêdivîyên jiyanê bi dest wan nakeve, were mûzexanekirin?
Kobaniyên ku hîn di bin şok û matmayîna bobelat û trajîdiya şer de ne, û holik û kon bi dest wan nakevin.. wê çawa bersiva vê pêşniyarê bidin?
Piştî şerê 1973ê, di navera Israîl û Sûriyê û Misrê de, û rizgkarkirina Quneytira ji bin destên Îsraîlê, rêjîma Sûriyê Quneytraya wêrankirî weke mûzexane hişt, da ku alavên ragihandinê û kesayetiyên fermî û dezgehên cihanê “ hovetiya dewleta Israîl”ê bibînin! Lê gelo ka çi sûde jê hate wergirtin? Xelkên Quneytira derbider û mişext man!
Vejînkirin û nejibîrkirina bobelatan, ne di kavil û wêrangehan tenê de dimînin, Bîranîn, serpêhatî û hestên mirovên êşkêş di kavil û wêrangehan de diyar nabin. Belgekirin û wênegirtin ji hest û serpêhatiyên êşkêşên jîndar re dikarin bêhtir akamdar bin, û bêtir bîranînê vejînin.
Baş e Kobaniyek “ nipî nû” were avakirin! Lê ya baştir û pêwîstir pêdiviyên bingehîn ên kobaniyên mişxt û penaber werin bicîhanîn; xwarin, av , gaz, elektrîk, rê û xanî. Û hîn baştir ku serpêhatiya Kobanê li Kobanî yan li deverek din dubare nebe. Tevî ku gefa li ser kurdan ne tenê ji DAIŞ tê, û tevî ku DAIŞ ji Kobanê û hin gundan hat qewirandin, lê ew hîn gefdar e û li gelek deveran hîn dagirker e. basnews
[1]