Diyardeya biserketina Kobanî
Riyad Elî
Sê Heyv li ser lêdana Emerîkî ya fedok, bi ser bargehên rêxistina Dewleta Îslamî de, li #Kobanî# û gundewarê wê, derbas dibin, û rojane Dewleta Îslamî bi hêztir dibe, Belkî armanca topbaranê, ew be, ku zext li ser rêjîma Esed sivik bibe, û vegerandina Esed bo gotubêjan, herweha reşkirina wêneya rikberiya Sûrî, li hemberî raya giştî, û li gorî kirîza Kobanî be.
Ma ev tiştekî normal e ? ku piştî êrîşên firokeyên lihevkirina navnetewî, çi li hindirî Îraqê û çi li Sûriyê, giropek teror dikaribe bighe Hewlêrê, û teqînek xwekujî li pêşiya şaredariya bajêr bike!
Lê hin alî dibêjin, ku eger Emerîka û welatên Ewropî, bi rastî dixwezin DAIŞê birûxînin, ev mijar û wê 3 demjimêr, têra wê bikin, ku li Rojhilata Navîn neyîn bike, lê wek ku tê xuyanîkirin, armanca zelal ji vê yekê, ew e ku agir li deverên Kurdî û Erebî , neyê vemirandin.
Îstiratîciya Emerîkî di çend salên dawî de, gelek caran hate guhertin, û tê ragihandin ku ne dûr e, ku ew hêzên leşkerî careke din, bişînê Îraqê, û di heman demê de, Emerîka wê bi vê yekê ragihandina xwe ya ku tê de dibêje, ku derbasbûna Îraqê berî Deh salan, şaştiyek dîrokî bû, neyîn dike.
Lê di heman demê de, eger Emerîka bi Îranê re bi lihevkirinekê gihîne, Îran wê bibe hêzeke mezin, li Rojhilata Navîn, û ev yek ne ligorî xwestek û armancên Emerîkî yên eşkerekirî ye, lê hema helwesta wê ya veşartî, diyar dike, ku divî hêzek mezin, leşkerî, û “Newewî” Rojhilata Navîn bihejîne, da ku Emerîka karibe, derbasî deverê bibe, û danûstandinan bi yek aliyekî ku nûnerîtiya Îslama Şî’î dike re, bike.
û li hêleke din Emerîka dizane ku Aliyê ku nûnerîtiya Îslama Sinî dike, Erebistana Siûdî ye, û ev welat helwesta Emerîkî li welatên Erebî, bi awayekî eşkere diyar dike.
Hin Dîplomasiyên Emerîkî dibêjin, ku Tirkiyê jî, ketiye vê kirîzê, û nema dikare xwe jê bikşîne, ji ber ku bendên Natiyê li ser wê, vê yekê dike erkekî dijwar, û divê Tirkiyê li pêşiya raya giştî şerê Rêxistina DAIŞê bikê, û ji ber vê yekê, gelek têkiliyên nû di navbera Emerîka, Tirkiyê, hin ji welatên kendavê, Îran, Sûriyê û Ewropayê têne kirin, da ku çareseriyekê ji kirîza ku bi destê wan hatiye çêkirin, bibînin, û rewşa van aliyên di avakirina DAIŞê de beşdar, bûye wek rewşa wî kesî yê ku “Cin” li xwe komkirin, û nema dizana çawa ji ser xwe bidûr bixwe.
Li gorî rojnameyên Emerîkî, ku Kobanî li ba Emerîka wek qelsbûn an hêzbûna Dewleta Îslamî ye, Herweha Kobanî li ba hemî aliyên ku ketine vî şerî, bûye deverek girîng, û ew li benda serkeftinekê bi destê kîjar aliyan be bila bibe,çi PYDê, çi Artêşa Azad, û çi lihevkirina Navnetewî be, lê bi taybet dive serkeftin di hindirî Kobaniyê de be.
Lê û ji bilî giringiya Kobanî û şerê tê de, Tirkiyê ta niha, hêzên YPGê wek aliyekî teror dibîne, û ew ji avakirina welatekî Kurdî tirsiye, û Enqerê ta niha û ji bilî operesyona Aştiyê bi Ocalan re, doza şerê PKKê dike, û di heman demê de, xwe li paş şerê Dewleta Îslamî vedişêre, û li ser alavên ragihandinê yên xwecihî, diragihîne ku ewê şerê herdu aliyan bike, ji ber ku PKKê û DAIŞê – û di nerîna Tirkiyê de – aliyên teror li Rojhilata Navîn in.[1]