Nivîskar Hesenê Metê” Ku her tişt baş û bêqisûr bûya, sond dixwim min ê tiştek nenivîsanda”
#Hesenê Metê#
Hevpeyvîn:Ferîd Mîtan
_Li rojavayê Kurdistanê bi qasî sê mehan li Qamîşloyê û demeke kurt jî li Şamê mame.
_Mam Celal Talabanî û Hêro Xan jî ji wan du ezîzên cema’eta hazir bûn ku temaşeyê evê piyesa(Şano) min kirin.
_Ehmed Huseynî, Fewaz Husên, Jan Dost, Helîm Yusif, Şahînê B.Soreklî… di asteke bilind de ne
_Sê salan li Îran û Iraqê (li navçeyên Kurdistanê) bûme pêşmerge.
-Hûn dikarin kurtejiyana xwe ji xwendevanan re bidin nasîn ?
Jiyaneke min î zêde dewlemend nîne ku xwendevan marîfetekê jê werbigirin.
Lê ji Erxeniya Diyarbekirê me. Di zaroktiyê de li zikê Diyarbekir û Nisêbînê mame û dûre jî heft salan li Mersînê.
Di xortaniyê de şoreşgerî û zîndan bûne para min û dûre jî rêya pêşmegetiyê li ber min vebûye. Sê salan li Îran û Iraqê (li navçeyên Kurdistanê) bûme pêşmerge.
Û dûre jî li rojavayê Kurdistanê bi qasî sê mehan li qamîşloyê û demeke kurt jî li şamê mame.. Di sala 83’an de derketime, û ev sî û pênc 35 sal in li Swêdê me.
-Tu çawa û kengê bi ser şopa nivîsînê ve bûyî?
Nivîsîn hebû, lê ne bi maneya gotinê.Piştî ku ji welêt derketim, pirsa nivîsandinê her di ruhê min de hebûye û min gelek nivîsandiye jî, gername û bîranîn in… lê ne bi maneya ku ew ê weke kitêb çap bibin. Çap nebûne… naxwazim ew çap jî bibin.1
Lê nivîsandina berhemên edebî û hunerî, ez bawer dikim di sala 1980-81’ê de bû. Piyesek(Şano) bû… wê çaxê li Başûr pêşmerge bûm, min nivîsand û weke piyesekê min ew li sahneyê jî raxist… Mam Celal Talabanî û Hêro Xan jî ji wan du ezîzên cema’eta hazir bûn ku temaşeyê evê piyesa(Şano) min kirin. Te jî weke gelekan pirsa destpêka nivisîna min kir, loma min behsa evê yekê kir… û ev yeka hîn jî ji bo min weke bîranîneka xweş e. Lê berdewamiya evê nivîsandina hunerî min li Swêdê kir.
– Çîroka nûjen li nik Kurdan (Kurteçîrok-Kurtenovel) dîroka wê vedigere kengê?
Dibêjin di salên 1912, 1913, 1916’an de (Ev jî xemgîniyeke bêdezgehî û bêdewletiya me Kurdan e) ezîzekî bi navê Fû’ad Temo bi forma kurtenovelê tiştek nivîsîye. Lê baştir e lêkolînerên edebiyata Kurdî bahsa vê yekê bikin, ne ku ez bahs bikim. Ez ne lêkolîner im.
– Sedemên bijartina te ji novel û romanê re çi bûn?
Ne roman, lê novelên kurt û dirêj… ez lê hizirîm ku forma herî baş û çêtir ji bo derbirîna min forma novelê ye. Dibe ku ji ber evê yekê be min ev forma edebî hilbijartiye.
– Zimanê Kurdî têra wê yekê dike ku kurteçîroka Kurdî bigihîne asta yên cîhanî?
Ez bawer dikim di nivîsandinê de kêmasiya tu zimanekî nîne. Hemî ziman dikane derd û daxwazên xwe bi rêya edebiyatê bi şêweyekî bilind jî der bike. Di edebiyata kurdî de jî gelek berhem hene ku ji asta edebiyata dunyayê ne kêmtir in. Pêwîst nake em xwe ji xelkê kêmtir bibînin.
– Her zimanekî taybetmendiyên wê hene, li gorî te xweşî û nasnameya zimanê Kurdî çi ye?
Di dîrokê de merivên mezin, merivên zana, merivên çê û maqûl ji nava kurdan derketine… û hukumdarî jî kirine. Lê bi daxewe, tu wextekê jî rûmet nedane zimanê xwe yî kurdî. Naxwazim têkevim hûrguliyên vê yekê. Lê li gel gelek astengî, yasax û şertên dijwar jî zimanê kurdî xwe li ber evê kaos(Tevlihevî), krîz û felaketa dîrokî girtiye û heta roja îro hatiye. Dibêjim dibe ku taybetmendî û pîroziya zimanê Kurdî jî tenê ev be.
– Ta niha çend berhemên we hatine çapkirin, û çi li ber destên we heye?
Çar berhemên bi forma dirêj û çar berhem jî ji kortenovelan hene… û gernameyek. Nivîskar weke mirîşkên bi hêk in (li ser navê xwe dibêjim), kengî û li çi wextê ew ê hêka xwe bike meriv nizane. Li ber destê min jî tişt hene… lê anuha naxwazim bahs bikim.
– Rexnevan dibêjin ku di romana Labîrenta Cinan de, Hesenê Metê di hizr û ramanên xwe de radîkal û reşbîn e, ji bo vê yekê tu çi dibêjî?
Di destpêkê de Xwedê bawer kir ku Wî ka’înat bêqisûr afirandiye. Lê dema ku di afirandina xwe de hay ji qisûr û kêmasiyekê bû, rabû gotin belav kirin û got: ez peşîman bûm.(Tewrat)
Ku ez bêm ser pirsa te: Ne tenê di Labîrenta Cinan de, belbî di hemû nivîsên xwe de jî reşbîniya min heye û ev jî rastiyek e. Ku min bawer bikira ji çêbûna ka’înatê, ji pergala çerxa dunyayê heta evê roja ku ez lê dijîm… ku her tişt baş û bêqisûr bûya, sond dixwim min ê tiştek nenivîsanda.
Lewra wê çaxê min ê pêdivî bi nivîsê nedaya. Nivîs û nivîsandin ji qisûrekê, ji kêmasiya tiştekî û ji reşbîniyekê afiriye. Ku her tişt li gor dil û daxwaza Xwedê bûya, Wî yê gotinên xwe di kitêbên pîroz de ji me re neşanda. Ez wusa difikirim, dibêjim nivîs ji ber qisûr û kêmasiyekê afiriye.2
– Di barê zimanê Kurdî de, herî zêde hûn çi astengiyan di nivîsînê de dikêşin?
Di nivîsandina zimanê kurdî de ez tu astengiyê nabînim. Lê astengiyeke zimanê Kurdî ew e ku Kurdan bi xwe qedir û rûmeteke pêwîst nedane zimanê xwe. Astengiya herî mezin ev e.
– Te zêdetir ji carekê gotiye ku sedemên lipaşmayîn an jî rabernebûna giraniya wêjeya Kurdî her xwendekar e, gelo ji bilî xwendekar çi sedemên din hene?
Dema ku dibêjim xwendevan, bêguman qesta min ne ew tişt e ku bibêjim keç an jî xortekî xwendevan.
Li vir qest û mebest miletek e, kulturek e, hukumek e, dewlet û îdareyek e, mal û malbatek e. Tunebûn û kêmasiya evan mefhmên civakî hiştiye û hîn jî dihêle ku edebiyata Kurdî jî weke gelek marîfetên kurdî nav û deng venede û negêhîje cîhê xwe yî pêwîst.
– Tê zanîn ku Hesenê Metê nivîskarê êşê ye, ji ber çi êş?
Ez baş nizanim bê ew çima welê dibêjin. Lê ez bawer dikim, ez tiştên rast, rojane û rasyonel (Mentiqî) dinivîsim: jiyana rastîn.
Dibe ku ew kes êşeke xwe, êşeke der û cîranên xwe di nivîsên min de hîs dikin ku loma welê dibêjin.
– Li gorî şopandina we, rewşa nivîs û edebiyata Kurdî li Rojavayê Kudistanê gihaye çi astê?
Derfetên min û şopandina edebiyata rojavayê Kurdistanê bi sînor e. Û bêguman edebiyata parçeyên din jî bi awayekî pêwîst nikanim bişopînim. Lê li gor agahiyên min û ew berhemên ku bi dest min dikevin, dibînim ku asta edebiyatê li rojavayê Kurdistanê jî baş e: Navên weke Ehmed Huseynî, Fewaz Husên, Jan Dost, Helîm Yusif, Şahînê B.Soreklî… (û bêguman hinekên ku min hay jê nine jî hene) di asteke bilind de ne.
-Gelo Xwendevanê Romanê bi zimanê Kurdî hene?
Weke îstatîstîk(Amar) ez nizanim ka çiqas xwendevan hene, lê çi qas be jî li gor rewşa heyî, min qebûl e.
-Der heqê van kesayetan dikarin çi bêjin : Helîm Yûsiv – Seydayê ceger Xwîn – Kon Reş – Mihemed Uzun – Yaşar Kemal?
Di warê edebî de her yek ji van kesan maqûl û ezîzek e, her yek ji wan şerabeke bi reng û lezeteke xwe yî xas e. Lê ez naxwazim bahsa kesayetiyan û şexsiyetan bikim.
-Tu xwe di çîrok, helbest, gotar, lêkolîn, şano, yan romanê de dibînî ?
Wek ku min got, bi şanoyê destpêkeke min a amatorî an jî mejbûrî çêbû. Lê bêtir xwe bi novelê bilî dibînim.3
-Bajarê Amedê, bîranîn, ax, pêsîrên dayê û şîr… Ev gotin, ji bo te çi ne?
Ji bo min her tişt xewn, her tişt xeyalên demekê ne. Xewn û xeyalên xweş, lê baş dizanim ku anuha nemane. Ne ew lazet, ne ew marîfet.
-Ji bîranên te yên pêşmergetiyê, herî zêde çi li bîra te ye?
Min gelek bîranînên pêşmergetiyê hene: xweş û naxoş… lê dixwazim bila di dilê min de bimîne.
-Di jiyana xwe de tu li çi poşman bûyî?
Bila ev jî li ba min bimîne, xêra bersiva vê pirsê jî ji kesekî re tune ye.
–Eger tu li welat bimaya, tu yê nivîskar bûya yan na?
Nizanim… ez ne pêxember im ku bizanim.
-Der barê şer û bûyînên ku aniha li Rojavayê Kurdistanê li dar in, hûn çi dibêjin?
Ez tiştên baş nafikirim, lê dibêjim: Hêvî dikim rojek ji rojan aramiyek çêbe, ev hemû êş û azar sivik bibe, bi dawî bibe.
-Gotina Dawî…
We hemêz dikim, sipas û silametiya we hemûyan dixwazim.[1]