Pirtûkxane Pirtûkxane
Lêgerîn

Kurdîpîdiya berfrehtirîn jêderê zaniyariyên Kurdîye!


Vebijêrkên Lêgerînê





Lêgerîna pêşketî      Kilaviya


Lêgerîn
Lêgerîna pêşketî
Pirtûkxane
Navên kurdî
Kronolojiya bûyeran
Çavkanî - Jêder
Çîrok
Berhevokên bikarhêner
Çalakî
Çawa lê bigerim?
Belavokên Kurdîpêdiya
Video
Sinifandin
Babeta têkilhev!
Tomarkirina babetê
Tomarkirina Babetê nû
Wêneyekê rêke
Rapirsî
Nêrîna we
Peywendî
Kurdîpîdiya pêdivî bi çi zaniyariyane!
Standard
Mercên Bikaranînê
Kalîteya babetê
Alav
Em kî ne
Arşîvnasên Kurdipedia
Gotarên li ser me!
Kurdîpîdiyayê bike di malperê xuda
Tomarkirin / Vemirandina îmêlî
Amarên mêhvana
Amara babetan
Wergêrê funta
Salname - Veguherîner
Kontrola rastnivîsê
Ziman û zaravayên malperan
Kilaviya
Girêdanên bikêrhatî
Berfirehkirina Kurdîpêdiya ji bo Google Chrome
Kurabiye
Ziman
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami)
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin)
هەورامی - Kurdish Hawrami
Zazakî - Kurdish Zazaki
English
Français - French
Deutsch - German
عربي - Arabic
فارسی - Farsi
Türkçe - Turkish
Nederlands - Dutch
Svenska - Swedish
Español - Spanish
Italiano - Italian
עברית - Hebrew
Pусский - Russian
Fins - Finnish
Norsk - Norwegian
日本人 - Japanese
中国的 - Chinese
Հայերեն - Armenian
Ελληνική - Greek
لەکی - Kurdish Laki
Azərbaycanca - Azerbaijani
Hesabê min
Çûna jûr
Hevkarî û alîkarî
Şîfre ji bîr kir!
Lêgerîn Tomarkirina babetê Alav Ziman Hesabê min
Lêgerîna pêşketî
Pirtûkxane
Navên kurdî
Kronolojiya bûyeran
Çavkanî - Jêder
Çîrok
Berhevokên bikarhêner
Çalakî
Çawa lê bigerim?
Belavokên Kurdîpêdiya
Video
Sinifandin
Babeta têkilhev!
Tomarkirina Babetê nû
Wêneyekê rêke
Rapirsî
Nêrîna we
Peywendî
Kurdîpîdiya pêdivî bi çi zaniyariyane!
Standard
Mercên Bikaranînê
Kalîteya babetê
Em kî ne
Arşîvnasên Kurdipedia
Gotarên li ser me!
Kurdîpîdiyayê bike di malperê xuda
Tomarkirin / Vemirandina îmêlî
Amarên mêhvana
Amara babetan
Wergêrê funta
Salname - Veguherîner
Kontrola rastnivîsê
Ziman û zaravayên malperan
Kilaviya
Girêdanên bikêrhatî
Berfirehkirina Kurdîpêdiya ji bo Google Chrome
Kurabiye
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami)
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin)
هەورامی - Kurdish Hawrami
Zazakî - Kurdish Zazaki
English
Français - French
Deutsch - German
عربي - Arabic
فارسی - Farsi
Türkçe - Turkish
Nederlands - Dutch
Svenska - Swedish
Español - Spanish
Italiano - Italian
עברית - Hebrew
Pусский - Russian
Fins - Finnish
Norsk - Norwegian
日本人 - Japanese
中国的 - Chinese
Հայերեն - Armenian
Ελληνική - Greek
لەکی - Kurdish Laki
Azərbaycanca - Azerbaijani
Çûna jûr
Hevkarî û alîkarî
Şîfre ji bîr kir!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 Em kî ne
 Babeta têkilhev!
 Mercên Bikaranînê
 Arşîvnasên Kurdipedia
 Nêrîna we
 Berhevokên bikarhêner
 Kronolojiya bûyeran
 Çalakî - Kurdipedia
 Alîkarî
Babetên nû
Wêne û şirove
Kinyazê Îbrahîm, Çerkezê Reş, Hecîyê Cindî 1985
25-08-2024
Burhan Sönmez
Jiyaname
Erdal Kaya
24-08-2024
Sara Kamela
Jiyaname
Xelîlê Çaçan Mûradov
22-08-2024
Burhan Sönmez
Jiyaname
Sîsa Mecîd
22-08-2024
Burhan Sönmez
Jiyaname
Mecîdê Silêman
22-08-2024
Burhan Sönmez
Jiyaname
Şêrko Fatah
20-08-2024
Sara Kamela
Cih
Talek
18-08-2024
Aras Hiso
Pirtûkxane
KURDGALNAMEK (KURDBÊJNAME) GENCÎNE Û ŞAHKAREKE HÊJA YA DÎROKA KEVN A KURD Û BELUÇAN، Cild: I
16-08-2024
Burhan Sönmez
Jiyaname
Resul Geyik
16-08-2024
Burhan Sönmez
Pirtûkxane
TEORÎYA HÎNKIRINA KURDÎ-KURMANCÎ
16-08-2024
Burhan Sönmez
Jimare
Babet
  534,207
Wêne
  108,814
Pirtûk PDF
  20,105
Faylên peywendîdar
  102,593
Video
  1,497
Ziman
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
305,322
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
89,570
هەورامی - Kurdish Hawrami 
65,915
عربي - Arabic 
29,949
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
17,520
فارسی - Farsi 
9,221
English 
7,458
Türkçe - Turkish 
3,662
لوڕی - Kurdish Luri 
1,691
Deutsch - German 
1,627
Pусский - Russian 
1,140
Français - French 
340
Nederlands - Dutch 
130
Zazakî - Kurdish Zazaki 
90
Svenska - Swedish 
64
Español - Spanish 
50
Հայերեն - Armenian 
50
Polski - Polish 
47
Italiano - Italian 
47
لەکی - Kurdish Laki 
37
Azərbaycanca - Azerbaijani 
24
日本人 - Japanese 
21
中国的 - Chinese 
18
Ελληνική - Greek 
14
עברית - Hebrew 
14
Norsk - Norwegian 
14
Fins - Finnish 
12
Тоҷикӣ - Tajik 
6
Português - Portuguese 
6
Ozbek - Uzbek 
6
Esperanto 
5
ქართველი - Georgian 
3
Catalana 
2
Čeština - Czech 
2
Kiswahili سَوَاحِلي 
2
Srpski - Serbian 
2
Hrvatski - Croatian 
2
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
Lietuvių - Lithuanian 
1
Cebuano 
1
балгарская - Bulgarian 
1
हिन्दी - Hindi 
1
Pol, Kom
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin)
Peyv & Hevok 
41,089
Pend û gotin 
24,936
Kurtelêkolîn 
5,048
Şehîdan 
4,217
Enfalkirî 
3,221
Pirtûkxane 
2,745
Çand - Mamik 
2,631
Navên Kurdî 
2,603
Jiyaname 
1,244
Cih 
1,151
Belgename 
290
Wêne û şirove 
150
Weşanên 
115
Cihên arkeolojîk 
61
Partî û rêxistin 
28
Vîdiyo 
19
Helbest  
10
Nexşe 
3
Pêjgeha kurdî 
3
Karên hunerî 
2
Wekî din 
2
Ofîs 
1
Li Kurdistanê hatine berhemdan 
1
Hilanîna pelan
MP3 
323
PDF 
31,003
MP4 
2,455
IMG 
199,009
∑   Hemû bi hev re 
232,790
Lêgerîna naverokê
Kurtelêkolîn
DI Çarçoveya Teoriya Perfor...
Kurtelêkolîn
Salnameya Zerdeştî
Kurtelêkolîn
Bûn an nebûn - pirsa hebûna...
Kurtelêkolîn
Şarî Antîk Pirîn(Perre/Pere...
Pirtûkxane
TU BI MAFÊN XWE ? DIZANÎ BI...
Destpêka Rojnamegerîya Kurd; Rojnameya Kurdistan û Ummid
Hevalên Kurdîpêdiya ji bo kurdîaxêvên xwe agahiyên girîng arşîv dikin.
Pol, Kom: Kurtelêkolîn | Zimanê babetî: Kurmancî - Upper Kurdish (Latin)
Par-kirin
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
Nirxandina Gotarê
Bêkêmasî
Gelek başe
Navîn
Xirap nîne
Xirap
Li Koleksîyana min zêde bike
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Dîroka babetê
Metadata
RSS
Li googlê li wêneyan girêdayî bigere!
Li ser babeta hilbijartî li Google bigerin!
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish1
English0
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami)0
هەورامی - Kurdish Hawrami0
لوڕی - Kurdish Luri0
لەکی - Kurdish Laki0
Zazakî - Kurdish Zazaki0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana0
Cebuano0
Čeština - Czech0
Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Kiswahili سَوَاحِلي0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
Тоҷикӣ - Tajik0
Հայերեն - Armenian0
ترکمانی - Turkman (Arami Script)0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0

Destpêka Rojnamegerîya Kurd; Rojnameya Kurdistan û Ummid

Destpêka Rojnamegerîya Kurd; Rojnameya Kurdistan û Ummid
Destpêka Rojnamegerîya Kurd; Rojnameya Kurdistan û Ummid
Di vê nivîsê de, ez dê behsa destpêka rojname û kovaragerîya kurd di dema dawî ya Împeratorîya Osmanî de bikin. Li gor dokument û belgenameyên berdest ên îroyîn, rojnameya yekemîn a kurdan, Kurdistan e. Pirranîya rojname û kovarên wê demê yên kurdan, bi girêdayî cemîyet-rêxistinên kulturî û sîyasî yên kurdan hatine çapkirin û belavkirin. Ev dewra ku tête behskirin, divê ji du alîyan ve bête nirxandin; ji alîyek ve çapemenîya bi girêdayî rêxistinan û ji alîyê din ve jî rojname û kovarên ku ji alîyê rewşenbîrên wê demê ve hatine derxistin. Weşana pirranîya van rojname û kovaran demdirêj nebûye, weşanêna wan di demên kurt de ji alîyê desthilatdarîya sîyasî ve hatine rawestandin û ragirtin.
Çapemenî û medya, berhem û wesîteyê dema modern ango dema netewedewlet in. Medya kurd jî, bi tevî pêşketina fikra neteweyî ya kurd dest pê kirîye. Dema em dibêjin medya, bêguman qesta me tenê kovar û rojnameyên wê demê ne; çimkî wê demê radyo û televîzyonên kurdan tune bûn. Dewra destpêka medya kurd, rastê salên dawî yên dema împeretorî tê. Dewra piştî ragehandina Cimhûrîyetê yan jî dewra netewe-dewletê jî berdewamîya vê pêvajoyê ye. Ji bo lêkolîn û nirxandina vê demê jî, divê xebatên cuda bihêne kirin.
Bêguman di navbera medya dema împeratorî û medya dema netewe-dewletê ferqên girîng hene. Medya dema împeratorî û medya dema neteweyî newekhev bû; bi tevî hemû tengasî û zixtên îstibdadê, di nav împeratorîyê de gelek qewm û unsirên cûda hebûn, hebûna wan nedihat înkarkirin, dewleta împeratorîyê bi navê etnîsîteyek nedihat pênasekirin, sentralîzmek pirr dijwar tune bû, bi giştî nebe jî her qewmekî karibû bi zimanê xwe perwerdeyî bikin, rojname û kovaran derbixin. Bajarê Îstenbulê paytextê împeratorîyê bû û ji bo hemû qewmên nava împeratorîyê wek metropolek bû û navendekê sîyasî, îlmî û rewşenbîrî bû. Ji ber vê yekê, xebatên çapemenî û rewşenbîrî, bi pirranî û giranî li wê derê çêdibûn. Di dema netewe-dewleta Cimhurîyetê de, êdî bi her awayî hebûna miletê kurd û yên din jî hate înkarkirin, her cure xebatên kulturî, sîyasî û medyayê jî hatin qedexekirin.
Wek beşekê medyayê, rojnamegerîya kurd, li dervayê welat û ji dûrê civak û coxrafya Kurdistanê dest bi weşanê kirîye. Bi vî alîyê xwe ve destpêka rojnamegerîya kurd, rojnamegerîya dervayê welat û sirgûnê ye. Lewra rojnameya Kurdistanê (1898) ku wek yekemîn rojnameya kurd tête qebûlkirin, li dûrê bajarên Kurdistanê, li bajarê Qahîreya Misrê û li dervayê paytexta Împeratorîya Osmanî ku wê demê beşekî mezin ê Kurdistanê di bin hukma wê de bû, hatîye çapkirin. Bêguman Mîdhed Mîqdat Bedirxanê xwedîyê rojnameya Kurdistanê bi xwestina dilê xwe neçûye Misrê. Ji bo ku rojname li Îstenbulê çap bibe, bi awayekî fermî serî li meqam û dezgehên împeratorîyê daye, lêbelê rêvebirên îstibdada Ebdulhemîd rê nedane ku bi navê “Kurdistan”ê rojnameyek li Îstenbulê bête çapkirin. Ji ber bêgavîyê Mîdhed Mîqdat berê xwe daye Qahîreya paytextê Misrê.
Wê demê Misir, di bin hukma Brîtanyayê de bû û herweha cîyê sirgûnîya (nefîkirina, dûrxistina) mixalifên îstibdadê bû. Mîdhed Mîqdat Bedirxanê xwedîyê rojnameya Kurdistanê jî, mixalifekî dijwar ê îstibdadê bû. Lewma wî jî wekî gelek mixalifên wê demê, berê xwe daye welatê Misrê. Divê em vê rastîya dîrokî jî bînin bîra we ku Îstenbul jî ji bona wî cîyekê nefîkirinê bû û vegera wan a ji bo Kurdistanê hatîbû qedexekirin. Wê demê li Kurdistanê jî, ji xeynî çapxaneyên fermî yên wîlayetan, çapxaneyek taybet jî nebû ku têda rojname û kovarên kurdî bêne çapkirin. Di nav hidudên wîlayetan de jî, ji alîyê rewşenbîrên wî bajarî ve hinek rojnameyên herêmî hatine çapkirin. Wekî; “Peyman”a Ziya Gökalp, “Dicle”ya Etarzade Hakkı, rojnameya “Diyarbekir”ê, “Amid-i Sevda” ya Şükrü Amidî ku her çar jî li bajarê Dîyarbekirê û li Elezîzê jî “Seda”ya Mehmed Abdullah Cevdet û wd. Me kovar û rojnameyên bi vî rengî, nexistine nav çarçoveya vê xebatê.
Bi tevî ku rojnameya Kurdistanê li Misrê dihate çapkirin, hêzên ewlekarî û polîsên împeratorîyê nedihiştin ku rojname li bajarên Kurdistanê û cîyên din ên împeratorîyê bête belavkirin. Rêvebir û dezgehên wê demê yên împeratorîyê, li ser rojnameya Kurdistanê biryarnameyekê weha belavkirine: “Li ser navê Mîqdad Mîdhad Bedirxan Paşazade, bi navê Kurdistan rojnameyekê li Misrê tête çapkirin, divê pêşî lê bête girtin ku ev rojname hîç nekeve nav wîlayetên me.”[1] Herweha rojnameya Kurdistanê bi kê ra bihata dîtin, ew dihat derdestkirin û tehdîdkirin. Ev mînakan didin dîyarkirin ku ji roja destpêkê ve li ser medya kurd astengî û zixtên giran hehûne. Ji ber ku medya kurd, dibû wesîteyek pêşxistina fikra neteweyî ya kurd, desthilatdarîya sîyasî nedixwest ku ev xebat di nav civaka kurdan de geş û gurr bibe.
Bi tevî hemû zixt û astengî û tehdîdên desthilatdarîya sîyasî ya wê demê, ji ragehandina Meşrûtîyeta Duyemîn (1908) bigre hetanî nîvê sala 1914an rojnameya Serbestî, Rojnameya Teawûn û Teraqîya Kurdan, Şerq û Kurdistan, Kovara Rojî Kurd û Hetawî Kurd li Îstenbulê hatin çapkirin û belavkirin. Ji bo çapkirina hinek rojnameyan jî serdanên fermî çêbûne lêbelê destûra çapkirinê nedane yan jî çapkirina wan mimkûn nebûy; wekî rojnameya bi navê “Aşiret”2 a Sureya Bedirxan û rojnmameya “Marifet ve İttihad-ı Ekrad”3 a Bedîûzeman Seîdê Kurdî, û “Füyuzat-ı Kurdiye”4 ya Mehmed Halil Efendi. Di Temûza sala 1914an de Şerê Dinya yê Giştî (Umumî) dest pê kirîye. Di pêvajoya çar salên şer de, weşana hemû rojname û kovaran, xebatên rewşenbîrî û sîyasî yên kurdan hatine rawestandin û betalkirin. Piranîya kadroyên medya kurd, daxilê leşkerîya mecbûrî dikin û wan rêdikin cepheyên şer. Dema ku em bala xwe bidin naverok û fikrîyata kovar û rojnameyên berîya Şerê Giştî, xuya dibe ku nêrînên wekî “Ummetparêzî” û “Îtihadparêzîya Osmanî”, meylên serdest û girantirin.
Ji dawîya sala 1918an şûn ve yanî piştî bidawîhatina Şerê Giştî, rojname û kovarên ku têne çapkirin, bi temamî girêdayî xebata cemîyet û rêxistinên wê demê ne. Bi taybetî jî rojnameya Serbestî, kovara Jîn û kovara Kurdistan bi girêdayî xebata Cemîyeta Tealîya Kurdistanê hatine çapkirin û belavkirin. Di vê pêvajoyê de, pirranîya rojnamevan û nivîskarên kurd jî endamên CTKê û rêxistinên bi wê ve girêdayî bûn.
Piştî ku bajarê Îstenbulê di dawîya sala 1922an de dikeve bin bandora hikumeta Anqerê, em dikarin bibêjin ku êdî hemû xebatên rewşenbîrî û sîyasî yên kurdan têne rawestandin. Pirranîya rojnamevan û sîyasetmedarên kurd ji bêgavîyê terka bajarê Îstenbulê dikin. Ji wê demê şûn ve, heta destpêka sala 1930ê, bi navê rojname li bakurê Kurdistanê, tenê rojnameya Agirî hatîye çapkirin wek organa fermandarîya leşkerî ya Tevgera Netewî ya Kurd li Agirîyê.
Piştî damezrandina Cimhûrîyeta Tirkiyê, nêzîkê çil sal, her cûreyê nivîsîna li ser kurdan, çanda kurd û zimanê kurdî û herweha hebûna miletê kurd hate qedexekirin û înkarkirin. Vê dema Cimhûrîyetê, ku bi her awayî ve bakurê Kurdistanê bêdeng kiribû, li başûrê Kurdistanê, di bin mandaterîya (hîmayeya) Brîtanyayê de, ji salên 1920an heta 1932an kovar û rojnameyên wekî Bangî Kurdistan, Rojî Kurdistan, Bangî Heq, Umîdî Îstiqlal, Jîyanewe û Zarê Kurmancî hatine çapkirin û belavkirin. Di 15ê gulana sala 1932an de, li Binxetê û di bajarê Şamê de kovara Hawarê dest bi weşanê kirîye û ji wê şûn ve di wê şopê de Ronahî, Roja Nû û Stêr hatine çapkirin.
Dawîyê ku em bala xwe bidin xebat û bandora van sîh û pênc salên medya kurd an jî rojnamegerîya kurd, dîyar dibe ku para medyayê, di hişyarkirin û pêşxistina fikra neteweyî û komelîya kurd de gelek girîng e. Herweha xebatên kulturî û bi taybetî jî ziman û edebîyata modern a kurd, bi pêşketina xebatên çapemenî û medyayê, berhemên nû dane û gihiştîye kutleyek hîn mezin. Di vê çarçoveyê de ku em bala xwe bidin naveroka rojname û kovarên piştî Şerê Giştî, em dibînin ku fikr û bandora nasyonalîzma kurd, hîn bi zelalî û xurttir xuya dibe. Eger em asta nasyonalîzma dema berê Şerê Giştî û piştî wî miqayese bikin; em dikarin fikra netewî ya di nav rûpelên weşanên berîya Şerê Giştî de, wek fikra nasyonalîzma kulturî û piştî wî jî bi navê nasyonalîzma sîyasî, pênase bikin.
Rojnameya Kurdistan (21/22 Nîsana 1898)
Di roja 22yê Nîsana vê salê de, li ser çapkirina rojnameya Kurdistanê, 123 sal derbas dibin. Bêguman di nav vê dema dirêj de ku ji esrekî bêtir e, li çar alîyên Kurdistanê û herweha li dervayê Kurdistanê jî gelek rojname û kovarên kurdî hatine çapkirin û belavkirin. Ku em bibêjin bi munasebeta vê rojê, em dê behsa van hemû kovar û rojnameyan bikin, ev yek ne mimkun e. Ew dem û qonaxa ku ez dê bi giranî li ser rawestim, 25 salên dawî yên dema Împeratorîya Osmanî ye.
Hûn dizanin ku wê demê Kurdistan du parçe bû. Beşekî di bin desthilatdarîya Osmanîyan û beşê din jî di bin desthilatdarîya Îranê de bû. Li vê derê, ez dê li ser rewşa rojnamegerîya kurdî ya dema dawîya Împeratorîya Osmanî rawestim. Ew dem, ji çapbûna yekemîn jimara rojnameya Kurdistanê dest pê dike û hetanî dawîya sala 1922yan dewam dike.
Ji malbata Bedirxanîya Mîdhad Mîqdat, Hesen, Kamil û Abdurehman Bedirxan di Mekteba Sultanîya Îstenbulê de xwendibûn. Di destpêkê de ji bo ku rojnameya Kurdistan li Îstenbulê bête çapkirin, çend caran murecat ji bo wezareta daxilî hatîye kirine, lakin desthilatdarîya Ebdulhemîdê II. musade nekirîye ku rojnameyek wisa bête derxistin. Ji ber ku hikumeta Îstenbulê rê nedaye çapkirinê, ji ber bêgavîyê Mîqdad Mîdhet Bedirxan berê xwe daye Qehîreya paytextê Misrê û rojnameya Kurdistan li wê derê hatîye derxistin. Du sebebên esasî yên pêşîlêgirtina çapkirina rojnameya Kurdistanê li Îstenbulê hebûn: Ê yekem, desthilatdarîya împeratorîyê nedixwest bi rêya rojameya Kurdistanê hişyarî û fikra neteweyî di nav miletê kurd de peyda bibe; Yê duyem jî, Mîqdad Mîdhet Bedirxan, bi fikir û ramanên xwe, dijraberê rejîma îstibdadê û desthilatdarîya Ebdulhemîdê II. bû. Lewma, Padîşah Ebdulhemîd musade nedikir ku rojnameyek wisa di hundirê sînorên desthilatdarîya Împeratorîya Osmanî de bête çapkirin û belavkirin. Wê demê li Misrê tesîra Ebdulhemîd lawaz bû û bêtir giranîya Îngilizan hebû. Ji ber vê, wek alternatîfekê duyem, Mîqdad Mîdhet Bedirxan ji bo weşana rojnameyê, Qehîreya paytextê Misrê tercîh kiribû.
Bi vî awayê, yekemîn jimara rojnameya Kurdistanê, di roja 22 Nîsana 1898ê li Qehîreya paytextê Misrê hatîye çapkirin û xwedîyê wê jî Mîqdad Mîdhet Bedirxan bû. Lê belê padîşahê Osmanî, ji bo ku ev rojname li Misrê jî neye çapkirin, giranîya xwe ya li wê derê jî bikaranîye. Di encama mudaxele û tehdîdên (gefxwarinên) Padîşah Ebdulhemîd û dezgehên wî de, piştî çapkirina 5 jimaran, Mîqdad Mîdhat Bedirxan mecbûr dimîne ku dest ji xweyîtî û rêvebirîya rojnameyê berde û vegere Îstenbulê. Piştî ku Mîqdad Mîdhet Bedirxan vedigere Îstenbulê, ji bo ku ew ji Îstenbulê dûr nekeve, rêvebirên împeratorîyê ji bo wî biryarnameyek derdixin da ku ew dest bi karê memûrîyetî bike di şaredarîya Îstenbulê de. Ji vegera wî şûn ve, Abdurehmanê birayê wî şuna wî digre û herweha ciyê rojnameyê ji Misrê vediguhezîne ji bo Cenewreya Swîsreyê. Dema ku rojnameya Kurdistanê dest bi weşanê kiribû, “Ebdurehman Bedirxan serkatibê îdareya Mekteba Îdadî bû.” li Îstenbulê.
Li ser bergê pêşîn ê jimara yekê hatîye lêkirin ku rojnameya Kurdistan “Di pazdeh rojan de carekê tête nivîsandin, cerîdeya kurdî ye; xwedî û nivîskarê rojnameyê Paşazade Mîqdad Mîdhet Bedirxan e.”[6] Herweha xwedîyê rojnameyê li ser bergê pêşîn nivîsandîye: “Ez dê her car du hezar cerîdeyan bêpere rêkim Kurdistanê.” Ji bo adres û ciyê çapkirina rojnameya Kurdistanê, weha hatîye nivîsandin: “Li Misrê, Metbeet El Hîlal”. Li ser bergê pêşîn bedêlê abonetîya salane jî hatîye dîyarkirin û dibêje: “Ji bo her cîyê li dervayê Kurdistanê bedêlê abonetîya salane 80 quriş e, ku taybet ji bo nava Kurdistanê bête xwestin, bedewa tête rêkirin.”
Her jimarek Kurdistanê ji 4 rûpelan pêk hatîye û zimanê wê yê weşanê bi kurdî û tirkîya osmanî ye û çend nivîsên erebî jî tê de hatine belavkirin. Di 3 jimarên pêşîn ê rojnameya Kurdistanê de, hemû nivîs bi tîpên erebî û xwerû kurdî hatine nivîsandin, ji jimara çaran (4.) û pê ve hin nivîsên bi zimanê osmanî jî di nav rûpelên wê de hatine nivîsandin û belavkirin. “Jimarên 8, 9, 11, 15 û 16 dîsa tenê bi kurmancî hatine nivîsîn û ji wê pê ve jî bi kurmancî û tirkîya osmanî hatine nivîsandin.”
Pênc (5) jimarên pêşîn li Misrê têne çapkirin. Di çapkirina jimara 6ê û ji wê şûn de, hem cîyê çapkirinê û hem jî xwedî û perpirsyarê rojnamê diguhere. Mîqdad Bedirxan vedigere Îstenbulê û di ciyê wî de Ebdurehman Bedirxan ê birayê wî dibe xwedî û midurmesûlê rojnameya Kurdistan. Rojnameya Kurdistan, li Cenewreyê di bin mesûlîyetîya Ebdurehman Bedirxan de, 14 jimar têne çapkirin. Wî, ji ber sedemên nedîyar, dîsa rêvebirîya rojnameyê ji Cenewreyê birîye Misrê û li wê derê 4 jimarên din çap bûne. Ji jimara 24 û ji wê şûn ve, cîyê rêvebirin û çapkirina rojnameyê dîsa hatîye guhartin. Vê carê rêvebirîya rojnameya Kurdistan berê xwe daye Londona Îngilistanê. Dema ku ew li Londonê amadekarîya çapkirina rojnameyê dike, rêvebirên Împeratorîya Osmanî, wî gav bi gav dişopînin. Di belgenameyekê veşartî yê wê demê de li ser vê cî guhartinê dibêje: “Bedirxanpaşazade Ebdurehman dixwaze li Londrayê bi navê Kurdistan rojnameyekê çap bike…” Bi tevî ku cerîdeya Kurdistan ji panzdeh rojan carekî dihate çapkirin, di navbera jimarên 23 û 24an de nêzîkê deh mehan mudetekî dirêj ketîye navberê. Evdirehman Bedirxan sebebê vê yekê weha dîyar dike: “Ev pêleke min ji Cenewreyê neqlê Londrayê kir. Loma min nekarî cerîda xwe neşir bikim.” “Li Londonê jimara 24an tête çapkirin û ji wê şûn ve dîsa cîyê rêvebirî hatîye guhestin ji bo bajarê Folkstonê. Hetanî jimara 29an li wê derê tête çapkirin û paşê dîsa cîyê wê hatîye guhestin, vegeryane Cenewreyê. Jimarên 30 û 31an li Cenewreyê hatine çapkirin; jimara 30ê di 14ê Adara 1902yê û jimara 31ê jî, di 14ê Nîsana 1902yê hatine çapkirin.” Di jimara dawî (31an) de, ji bo rawestandina weşana rojnameya Kurdistanê, hîç agahîyek nehatîye belavkirin. Lewra baş nayê zanîn ku gelo jimara 31an, jimara dawî ya cerîdeya Kurdistanê ye? Rêvebirîya împeratorîyê, “Di dawîya sala 1905an de ji Abdurehman Bedirxan re efûyek derdixe da ku ew vegere Îstenbulê.”
Îlankirina Meşrûtiyeta Duyemîn û encamên wê, bîlhesa li ser rewşa xebatên weşangerî, ronakbîrî û sîyasî yên kurdên li Îstenbulê tesîrek girîng kirîye. Piştî îlankirina Meşrutîyetê, ji alîyê rewşenbîrên kurd ve ji bo derxistina rojname û kovarên cûr bi cûr, gelek caran ji bo midurê matbuatên daxilîye muraceat hatine kirin lê musade nedane hemû xwedîyên muraceatan. Hinekan jî musadeya weşanê girtine. Mînak; di vê demê de Ahmed Sureya Bedirxanê lawê Mihemed Emîn Bedirxan, ji bo neşirkirina rojnameyên bi navê “Kurdistan” û “Aşiret”, serdana rêvebirîya matbûatê dike. Li gor nivisîna daxwaznameyê; rojnameya ku bi navê “Kurdistan” bête çapkirin, alîyekê wê bi zimanê tirkî û alîyê din jî bi zimanê kurdî be û dê hefteyê carekî bête çapkirin. Rojnameya bi navê “Aşiret” jî, dê hefteyê du car bi zimanê tirkî bête çapkirin.
Heta îro di arşîvên Osmanî de, rojnameya bi navê “Aşiret” derneketîye meydanê lêbelê du jimarên Kurdistana vê demê li ber destê me mewcud in. Ji dîroka “1313” ya li ser jimara yekemîn der tê ku ev Kurdistan jî berdewamîya Kurdistana sala 1898an e. Vê carê xwedî û midurê rojnameya Kurdistan, Ahmed Sûreyya Bedirxan e. Jimarên serke yên çapa Îstenbulê hetanî îro nehatine dîtin, “Tenê li ber destan jimarên 3 (12 Sibata 1324/ 25ê Sibata 1909) û 4an (5ê Adara 1325/ 18 Adara 1909) mewcud in. Çawa ku di daxwaznameya serdanê de hatîye nivisîn, ji hefteyê carek hatîye neşirkirin. Eger rojname li gor peryoda destnîşankirî hatibe çapkirin, bi îhtimala mezin jimara yekem di roja 25.01.1909an de hatîye çapkirin. Lêbelê nedîyar e ku li ser hev çend jimar hatine neşirkirin û weşana wê çi wext hatîye rawestandin. Li gor hinek agahîyan mimkun e ku weşana rojnameyê li piştî Vaka/Hedîseya 31ê Adarê hatîbe rawestandin û ragirtin. Piştî ku weşana vê rojnameyê tête rawestandin, sala 1917 wek berdewamîya wê, bi edîtorîya Sûreyya Bedirxan li Îskenderîyeya Misrê dîsa dest bi xebata weşanê kirîye.” Lê nedîyer e ku vê carê jî çend jimar hatine çapkirin û heta kengî weşana xwe dewam kirîye.
Çawa ku di destpêkê de serûwena rojnameya Kurdistanê hate dîyarkirin, herweha pirranîya kovar û rojnameyên kurd, li cîyên dûr û dervayê welatê Kurdistanê hatine çapkirin. Ji ber vê yekê di belavkirina wan de gelek astengî û zahmetî çêbûne; ji alîyê desthilatdarîya sîyasî û emnî ya Osmanî ve belavkirin û xwendina wan a di wîlayetên Kurdistanê de hatîye qedexekirin. Lê dîsa jî rojname bi veşartî gehîştine gelek cîyan û ji alîyê xwendevanan ve bi balkêşî hatine şopandin. Em ji nameyên xwendevanan derdixin ku rojname hem ji bo welatên Ewropayî hatîye rêkirin û hem jî gehîştîye hin wîlayetên Kurdistanê û bajarên wekî Îstenbul, Dîyarbekir, Mêrdîn, Bexda, Şam û Edeneyê ku li wê derê nifûsa kurd gelek hebûye. Ji nameyan dîyar dibe ku neşirbûna rojnameya Kurdistanê, di nav xwendevanên kurd de memnunîyet û xweşhalîyek baş peyda kirîye. Di yek ji wan nameyan de, vê xweşhalîyê bi zelalî dide dîyarkirin û weha dibêje:
“Ez li halê me kurdan dinêrim û bi şev û roj xemgîn dibim. Bi tevî ku pirranîya kurdan mêrçak û xwedî huner in, ji ber çi hemû ji zanîn û pîşekarîyê dûr in? Ji ber çi kurd ji perwerdeyî, xwendin û nivisînê mehrûm mane? Evan fikran ez xistim nav endîşeyê; ez xemgîn bûm û min ezîyet kişand. Lê şikur ji Xwedê re ku nûha rojnameya me Kurdistan heye û ji bo xizmeta milletê kurd dixebite.”
Naveroka rojnameya Kurdistanê pirr dewlemend nebe jî, li ser çand û dîroka kurdan, rewşa sîyasî û civakî ya wê demê gelek nivîsên balkêş û sereke têda hatine belavkirin. Mem û Zîn, wek çapa matbû cara yekemîn di nav rûpelên Kurdistanê de beş bi beş hatîye çapkirin; li ser dîroka Mîrên Botan rêzenivîsek dirêj ji alî Ebdurehman Bedirxan ve hatîye nivîsandin û belavkirin; li ser perwerdeyîya zarokan, hînbûna pîşe û hunerên nû û hişyarîya miletê kurd nivîsên cûr bi cûr hatine belavkirin; berdewamî behsa neheqî û zordestîya desthilatdarîya rejîma îstibdad a Ebdulhemîd kirîye û herweha miletê kurd hişyar kirîye ku bi teşwîq û fesadîya desthilatdarîyê êrîşên ermenan nekin. Çinku Ebdulhemîd û hikumeta wî, zulm û zordestî li kurdan û ermenîyan pêkve dikin.
Alîyekî girîng ê rojnameya Kurdistanê jî, li hemberê rejîma îstibdada Padîşah Ebdulhemîd muxalefeteke dijwar kirîye û herweha bang li kurdan kirîye ku li hemberê karbidestên padîşah, xwedî li welatê xwe yê Kurdistanê derbikevin. Ji bo vê yekê, sernivîskarê rojnameyê bang li milletê kurd dike û dibêje:
“Nuha Kurdistan di bin destê Ebdulhemîd de ye; karbidestên li serê we, Ebdulhemîd wan rêdike. Lê belê xwedîyê Kurdistanê kurd in! Eger neyarek hat ser Kurdistanê, kurd dê xwe li ser bidin kuştin! Erdê wê derê kurd dikolin, darên wê derê kurd diçînin; karbidestên ku padîşah rêdike serê we, pereyên wan kurd didin! Loma Kurdistan a we ye! … Eger we divê Kurdistan tim di destê we de bimîne, eger we divê jin û zarokên we reben û xizan nebin, divê hun karbidestên zalim ji welatê xwe derbixin.”
Di dawîyê de, ewên ku rojnameya Kurdistanê derxistine, ji fikir û ramanên Ewropayî û tevgera neteweyî agadar bûn, dixwestin bi van xebatan, di nav yekgirtina Împeratorîya Osmanî de mefhuma parastina welatê xwe û hişyarîyek neteweyî ya li ser bingeha kulturî, di nav miletê kurd de peyda bikin û li ser vê zemînê bi xwe jî bûne pêşengên sereke yê hişyarîya neteweyî ya miletê kurd.
Rojnameya Ummid (15ê Tebaxa 1990)
Mihemed Salih Bedirxan
Di dîroka rewşenbîrîya kurd de, dema behsa Bedirxanîyan bibe, pêşîyê rojnameya Kurdistanê tê bîra merivan. Dema ku rojnameya Kurdistanê hatîye weşandin, rojnameya duyemîn a ku ji alîyê Bedirxanîyan ve hatîye weşandin, rojnameya Ummid e. Rojnameya Ummidê jî li Misrê dest bi weşanê kirîye û ji panzdeh rojan carekî hatîye weşandin.
Di beşê kunyeya rojnameya Ummidê de, li ber rêza “xwedî û nivîskar”, Berdirxan Paşazade Mihemed Salih hatîye nivîsandin. Ji vê agahîyê dîyar dibe ku Mihemed Salih Beg di vê pêvajoyê de li Misrê ye. Di beşê kunyeya rojnameyê de hatîye nivîsandin ku ev “rojname ji panzdeh rojan carekî tête çapkirin.” Baş nayê zanîn ku rojnameya Ummid li ser hev çend jimar hatine çapkirin. Li ber destê me tenê jimara duyemîn heye. Li ser bergê wê, dîroka weşandina vê jimara rojnameyê, yekşema 6ê Cemaziyel-Evvela sala 1318 (1ê Eylûla 1900)î hatîye nivîsandin. Eger di perîyoda çapkirina wê de derengîyek çênebûbe, em dikarin bibêjin ku jimara yekemîn a rojnameyê, di 15ê Tebaxa sala 1900î de hatîye çapkirin.
Dema em bala xwe bidin naveroka van du rojnameyan, wisa dîyar dibe ku li gorî nivîsandina babetan û polîtîkaya weşandina wan, paralelîyek di navbera herdu rojnameyan de heye. Lêbelê di rastîyê de têkilîya rojnameya Ummid û Kurdistanê çi bû? Gelo mimkun e ku Ummid wek îlaweya Kurdistanê hatibe çapkirin an rojnameyek bi serê xwe bû? Vê gavê bersiveke rast û mitlaq a van pirsan nîn e. Di vê nivîsê de, ez dê wek rojnameyek serbixwe behsa Ummidê bikim. Dîroka weşandina jimara 2 ya Ummidê û jimara 24an a Kurdistanê, tê ser hev. Lêbelê ev jimara rojnameya Kurdistanê li Londonê û ya Ummidê jî li Misrê hatîye çapkirin. Alîyek girîng ê rojnameya Ummidê jî ev e, ku di beşê kunyeyê de li alîyê jor ê navê Ummidê amblema Masonan [wêneyê pergel û gonya] hatîye bicîkirin. Ev jî vê dide dîyarkirin, çawa ku têkilîya M. Salih Bedirxan bi mixalifên îstibdadê re hebû, herweha bi teşkîlata Masonan re jî hebûye û belkî jî bi piştgirîya wan ev rojname derketîye. Lewma amblema Masonan li ser rûpelê pêşî yê rojnameyê hatîye danîn.
Tenê jimara duyemîn a rojnameyê li ber destê me heye û hemû nivîsên vê jimarê bi zimanê
osmanî hatine nivîsandin, li gorî nivîsandin û agahîya sernivîskar, dê “Meqeleyên bi zimanê erebî jî bêne çapkirin.” Di jimara duyemîn a rojnameyê de li ser hev pênc nivîs hatine belavkirin û di binê her pênc nivîsan de jî îmzeya Ebûl Berekat heye. Ebûl Berekat, bi îhtimaleke mezin navê mexlasê M. Salih Bedirxan e. Rojnameya Ummid, li Qahîrê hatîye çapkirin feqet em nizanin ku M. Salih Bedirxan bi xwe kengî çûye Misrê. Ji ber ku Misir navendekî girîng ê mixalifên rejîma îstibdadê bû, rojnameya Kurdistan, Ummid û gelek weşanên mixalifên din jî li wê derê hatine weşandin û çapkirin.
Rojnameya Ummid jî wekî ya Kurdistanê, di xêzeke gelparêzî ya osmanî de li dijî îstibdada Ebdulhemîd weşanê kirîye. Xêz û polîtikaya weşana xwe bi van gotinan anîye ziman: “Rojnameya Ummid; di xizmeta memleket û milletê de ye û derdê milletê tîne ziman.” Herweha mixalefetkirina li hemberê îsibdadê, wek “cîhadek fazîletdar” pênase kirîye û di bergê pêşî yê rojnameyê de wek mottoyek bi cî kirîye û weha nivisandîye:
“Cîhada tewr (herî) fazîletdar (pakdaw); gotina peyvên rast û bi heq ên li hemberê Silatanê zalim e.”
Ji her du nivîsên Ebûl Berekat ên bi sernivîsa “Jubileye Yadigâr Yahut Utanmayan Kimdir? [Yadkirina Jûbîleyê Yaxud Bêşerm Kî ye?] û “Hakkı Açıklama [Aşkerekirina Heqê]” dîyar dibe ku rejîma îstibdada Ebdulhemîd bi tundî tête rexnekirin û ji bo wî, di jimara duyemîn de weha dibêje:
“Nêzîkê du mehan e ku her roj di rojnameyekê de ji bo yadkirina jûbîleya cilûsê [rûniştina ser text] dibêjin filan walî vana kir, bêvan miteserrifî vana kir, Ebdulhemîd li Îstenbulê Darûl-Fununek ava kir. Ji bo rûmetdana salvegera bîst û pêncan a Abdulhemîd dîlan têne gerandin. Jinên misilman didin reqisandin. Dê Qur’an bêne xwendin, ji wê şûn ve jî bîra û şerab bêne vexwarin, saz û tenbûr bêne jendin, govend bêne gerandin. Welhesil rezaletên ku ne li gorî navê însanîyet û şerefa Îslamîyetê ye…
Nûha ku em hewara dilsoj û girîna dilşewat a xuşkên bêkes ên ku birayên wan mirine; ji bo me, ji bo jinebîyan, ji bo sêwîyan, ji bo dayik û bavên bextreş ên ku zarokên wan mirine, bifikirin; gelo em dikarin wasîteyek kêfxweşîyê bibînin? Em çi mexlûqên bedbext in ku vê rewşa dilperritî ya ber çavan nabînin, em çawa namerdî û tenezulê vê xirabîyê dikin, ji bo rûmetdayîna berpirsê xedar ê van bûyeran kêf û şahîyê sazdikin.”[21]
Di jimara duyemîn a rojnameyê de bi navê “Jubileye Yadigâr Yahut Utanmayan Kimdir? ”[22], “Hadis-i Şerifler”[23], Hitab-ı Mur be-Süleyman[24], “El-kavl-i Ahlak” û “Hakkı Açıklama” li ser hev pênc nivîs hatine belavkirin. Lê mixabin çawa ku li jorê jî hate gotin, em nizanin li ser hev çend jimarên rojnameya Ummid hatine çapkirin.
BOA, 30-1685, H-08-12-1315 (31 Mart 1898)
BOA, 47-143, H-09-04-1294an (23 Nîsana 1877)
Li ser dîroka çapkirina yekemîn jimara rojnameya Kurdistanê nêrînên cuda hene. Ferhad Şakelî û mamoste Magded Sapan dibêjin; jimara yekemîn a rojnameya Kurdistanê, di roja 21ê Nîsana 1898an de hatîye çapkirin. (bn. Ferhad Şakelî: Rojnameya Aso, j.: 413, 22.04.2008, Magded Sapan: Malpera Demkurd.)
BOA, 1792-75, H- 04-05-1308 (16 Aralık 1890)
BOA, 398-2, H-10-01-1316 (31 Gulana 1898)
Kurdistan, no: 1, 22 Nîsana 1898
Kurdistan, no: 1, 22 Nîsana 1898
Kurdistan, no: 1, 22 Nîsana 1898
Kurdistan (Rojnameya Kurdî ya Pêşîn), Cild: 1, wergera M. Emîn Bozarslan, Wşanxana Deng, Çirîya Paşîn,1991, Sweden, r. 10
BOA, 36-22, H-15-04-1318 (5 Ağustos 1900)
Kurdistan, j.: 24, 6ê Cemadîlewel 1318 ((1ê Eylûla 1900)
J.b., r. 12
BOA, 2693-201928, H-26-08-1323 (26-10-1905)
BOA, 328-33, R-06-09-1324 (19 Kasım 1908)
Yener Koç, Kürt Tarihi Dergisi, Kürdistan Gazetesi [Rojnameya Kurdistan] (1908-1909) Üzerine Birkaç Not, jimar: 8, r. 39
Celîlê Celîl, Kürt Aydınlanması, Avesta Yayınları, İstanbul-2000, r. 28
Kurdistan (Rojnameya Kurdî ya Pêşîn), Cild: 1, wergera M. Emîn Bozarslan, Weşanxana Deng, Çirîya Paşîn,1991, Sweden, r. 39
Kurdistan (Rojnameya kurdî ya pêşîn), Cild: 1, wergera M. Emîn Bozarslan, Weşanxana Deng, Çirîya Paşîn,1991, Sweden, r. 38
Ummid, j.: 2, Pazar, 6 Cemaziyel Ewel 1318 (1ê Eylûla 1900)
Ummid, j.: 2, Pazar, 6 Cemaziyel Ewel 1318 (1ê Eylûla 1900)
Ummid, J.: 2, Pazar, 6 Cemaziyel Ewel 1318 (1ê Eylûla 1900), r. 1
Ummid, J.: 2, Jubileye Yadigâr Yahut Utanmayan Kimdir? [Yadkirina Jûbîleyê Yaxud Bêşerm Kî ye?], Pazar, 6 Cemaziyel-Ewel 1318 (1ê Eylûla 1900) 1900, Mısır, r. 1-2
Ummid, J.: 2, Hadis-i Şerifler [Hedîsên Şerîf], 6 Cemaziyel-evvel 1318 (Pazar, 1 Stember (Eylül) 1900 Şarkî), Mısır, r. 3
Ummid, J.: 2, Hitab-ı Mur be-Süleyman [Xîtaba Kurmûrî ji Silêman re], 6 Cemaziyel-evvel 1318 (Pazar, 1 Stember (Eylül) 1900 Şarkî), Mısır, r. 3
Ummid, J.: 2, El-kavl-i Ahlak [Qewlê Ehlaqê], Pazar, 6 Cemaziyel Ewel 1318 (1ê Eylûla 1900), r. 4
Ummid, J.: 2, Hadis-i Şerifler [Hedîsên Şerîf], 6 Cemaziyel-evvel 1318 (Pazar, 1 Stember (Eylül) 1900 Şarkî), Mısır, r. 3
Ummid, J.: 2, Hitab-ı Mur be-Süleyman [Xîtaba Kurmûrî ji Silêman re], 6 Cemaziyel-evvel 1318 (Pazar, 1 Stember (Eylül) 1900 Şarkî), Mısır, r. 3
Ummid, J.: 2, El-kavl-i Ahlak [Qewlê Ehlaqê], Pazar, 6 Cemaziyel Ewel 1318 (1ê Eylûla 1900), r. 4
Ummid, J.: 2, Hakkı Açıklama [Aşkerekirina Heqê] , Pazar, 6 Cemaziyel Ewel 1318 (1ê Eylûla 1900), r. 4

Seîd Veroj[1]
Ev babet 2,410 car hatiye dîtin
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Haştag
Çavkanî - Jêder
[1] Mallper | کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish | lalishduhok.com
Faylên peywendîdar: 3
Gotarên Girêdayî: 24
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Dîroka weşanê: 20-01-2022 (2 Sal)
Bajêr: Stembol
Cureya belgeyê: Zimanî yekem
Kategorîya Naverokê: Medya, Ragîhandin
Welat- Herêm: Tirkiya
Welat- Herêm: Bakûrê Kurdistan
Meta daneya teknîkî
Kalîteya babetê: 99%
99%
Ev babet ji aliyê: ( Burhan Sönmez ) li: 20-01-2022 hatiye tomarkirin
Ev gotar ji hêla ( Hawrê Baxewan ) ve li ser 20-01-2022 hate nirxandin û weşandin
Ev gotar vê dawiyê ji hêla ( ڕۆژگار کەرکووکی ) ve li ser 17-08-2024 hate nûve kirin
Navnîşana babetê
Ev babet li gorî Standardya Kurdîpêdiya bi dawî nebûye, pêwîstiya babetê bi lêvegereke dariştinî û rêzimanî heye!
Ev babet 2,410 car hatiye dîtin
Pelên pêvekirî - Versiyon
Cûre Versiyon Navê afirîner
Dosya wêneyê 1.0.162 KB 20-01-2022 Burhan SönmezB.S.
Kurdîpîdiya berfrehtirîn jêderê zaniyariyên Kurdîye!
Wêne û şirove
Kurdekî Batûmê bi cilûbergên neteweyî (sedsala 19an)
Kurtelêkolîn
Perestgeheke Zîarata Êzidiyan li şikeftên çiyê yên Tirkiyê hatiye vedîtin
Pirtûkxane
KURDGALNAMEK (KURDBÊJNAME) GENCÎNE Û ŞAHKAREKE HÊJA YA DÎROKA KEVN A KURD Û BELUÇAN، Cild: I
Jiyaname
Mihemedsalih Qadirî
Wêne û şirove
Kêliya ku rêberê şehîd “Simko Axa Şikak” berî 96 salan giheşte bajarê Silêmaniyê
Jiyaname
Resul Geyik
Jiyaname
Sîsa Mecîd
Pirtûkxane
TEORÎYA HÎNKIRINA KURDÎ-KURMANCÎ
Kurtelêkolîn
Êzdiyên Iraqê, cil û bergên wan çîn û eşîra wan nîşan dide
Wêne û şirove
Kinyazê Îbrahîm, Çerkezê Reş, Hecîyê Cindî 1985
Wêne û şirove
KURDÊN GURCISTANÊ di salê de 1971
Jiyaname
Mecîdê Silêman
Jiyaname
Şermîn Cemîloxlu
Pirtûkxane
FERHENGOKA NÛÇEGIHANIYA ZAYENDA CIVAKÎ
Cihên arkeolojîk
Qoşliyê
Jiyaname
Erdal Kaya
Jiyaname
AYNUR ARAS
Kurtelêkolîn
Êş bi rêya notaya - Simfonya li ser Şangalê
Cihên arkeolojîk
Temteman
Cihên arkeolojîk
Kereftû
Wêne û şirove
Di sala 1800`î de tabloya ku Kurdekî ji eşîra Caf'ê temsîl dike
Pirtûkxane
ROJNAMEGERÊN BÊKAR LI PEY NÛÇEYÊN XWE NE
Cihên arkeolojîk
Mezarê Padîşehê Kurd ê Mîdî (Kî Xosraw- Kawa) 632-585 BZ
Cihên arkeolojîk
Dalamper
Kurtelêkolîn
Hêza muzîkê: Erica Rumbley ya fêr penaberên êzîdî yên li Greeciê dike
Jiyaname
KUBRA XUDO
Kurtelêkolîn
Hedman Esaf bi cilekî kevnar cil û bergekî mîrata Êzidiyan diparêze
Jiyaname
Firîca Hecî Cewarî
Jiyaname
HURŞÎT BARAN MENDEŞ
Pirtûkxane
NÛÇEGIHANIYA ZAYENDA CİVAKÎ

Rast
Kurtelêkolîn
DI Çarçoveya Teoriya Performansê De Nirxandina Vegotinên Gelêrî
10-09-2022
Burhan Sönmez
DI Çarçoveya Teoriya Performansê De Nirxandina Vegotinên Gelêrî
Kurtelêkolîn
Salnameya Zerdeştî
04-08-2024
Evîn Teyfûr
Salnameya Zerdeştî
Kurtelêkolîn
Bûn an nebûn - pirsa hebûna Yazîdî
09-08-2024
Aras Hiso
Bûn an nebûn - pirsa hebûna Yazîdî
Kurtelêkolîn
Şarî Antîk Pirîn(Perre/Pere)-Semsûr
11-08-2024
Evîn Teyfûr
Şarî Antîk Pirîn(Perre/Pere)-Semsûr
Pirtûkxane
TU BI MAFÊN XWE ? DIZANÎ BIKAR TÎNÎ
11-08-2024
Sara Kamela
TU BI MAFÊN XWE ? DIZANÎ BIKAR TÎNÎ
Babetên nû
Wêne û şirove
Kinyazê Îbrahîm, Çerkezê Reş, Hecîyê Cindî 1985
25-08-2024
Burhan Sönmez
Jiyaname
Erdal Kaya
24-08-2024
Sara Kamela
Jiyaname
Xelîlê Çaçan Mûradov
22-08-2024
Burhan Sönmez
Jiyaname
Sîsa Mecîd
22-08-2024
Burhan Sönmez
Jiyaname
Mecîdê Silêman
22-08-2024
Burhan Sönmez
Jiyaname
Şêrko Fatah
20-08-2024
Sara Kamela
Cih
Talek
18-08-2024
Aras Hiso
Pirtûkxane
KURDGALNAMEK (KURDBÊJNAME) GENCÎNE Û ŞAHKAREKE HÊJA YA DÎROKA KEVN A KURD Û BELUÇAN، Cild: I
16-08-2024
Burhan Sönmez
Jiyaname
Resul Geyik
16-08-2024
Burhan Sönmez
Pirtûkxane
TEORÎYA HÎNKIRINA KURDÎ-KURMANCÎ
16-08-2024
Burhan Sönmez
Jimare
Babet
  534,207
Wêne
  108,814
Pirtûk PDF
  20,105
Faylên peywendîdar
  102,593
Video
  1,497
Ziman
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
305,322
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
89,570
هەورامی - Kurdish Hawrami 
65,915
عربي - Arabic 
29,949
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
17,520
فارسی - Farsi 
9,221
English 
7,458
Türkçe - Turkish 
3,662
لوڕی - Kurdish Luri 
1,691
Deutsch - German 
1,627
Pусский - Russian 
1,140
Français - French 
340
Nederlands - Dutch 
130
Zazakî - Kurdish Zazaki 
90
Svenska - Swedish 
64
Español - Spanish 
50
Հայերեն - Armenian 
50
Polski - Polish 
47
Italiano - Italian 
47
لەکی - Kurdish Laki 
37
Azərbaycanca - Azerbaijani 
24
日本人 - Japanese 
21
中国的 - Chinese 
18
Ελληνική - Greek 
14
עברית - Hebrew 
14
Norsk - Norwegian 
14
Fins - Finnish 
12
Тоҷикӣ - Tajik 
6
Português - Portuguese 
6
Ozbek - Uzbek 
6
Esperanto 
5
ქართველი - Georgian 
3
Catalana 
2
Čeština - Czech 
2
Kiswahili سَوَاحِلي 
2
Srpski - Serbian 
2
Hrvatski - Croatian 
2
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
Lietuvių - Lithuanian 
1
Cebuano 
1
балгарская - Bulgarian 
1
हिन्दी - Hindi 
1
Pol, Kom
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin)
Peyv & Hevok 
41,089
Pend û gotin 
24,936
Kurtelêkolîn 
5,048
Şehîdan 
4,217
Enfalkirî 
3,221
Pirtûkxane 
2,745
Çand - Mamik 
2,631
Navên Kurdî 
2,603
Jiyaname 
1,244
Cih 
1,151
Belgename 
290
Wêne û şirove 
150
Weşanên 
115
Cihên arkeolojîk 
61
Partî û rêxistin 
28
Vîdiyo 
19
Helbest  
10
Nexşe 
3
Pêjgeha kurdî 
3
Karên hunerî 
2
Wekî din 
2
Ofîs 
1
Li Kurdistanê hatine berhemdan 
1
Hilanîna pelan
MP3 
323
PDF 
31,003
MP4 
2,455
IMG 
199,009
∑   Hemû bi hev re 
232,790
Lêgerîna naverokê
Kurdîpîdiya berfrehtirîn jêderê zaniyariyên Kurdîye!
Wêne û şirove
Kurdekî Batûmê bi cilûbergên neteweyî (sedsala 19an)
Kurtelêkolîn
Perestgeheke Zîarata Êzidiyan li şikeftên çiyê yên Tirkiyê hatiye vedîtin
Pirtûkxane
KURDGALNAMEK (KURDBÊJNAME) GENCÎNE Û ŞAHKAREKE HÊJA YA DÎROKA KEVN A KURD Û BELUÇAN، Cild: I
Jiyaname
Mihemedsalih Qadirî
Wêne û şirove
Kêliya ku rêberê şehîd “Simko Axa Şikak” berî 96 salan giheşte bajarê Silêmaniyê
Jiyaname
Resul Geyik
Jiyaname
Sîsa Mecîd
Pirtûkxane
TEORÎYA HÎNKIRINA KURDÎ-KURMANCÎ
Kurtelêkolîn
Êzdiyên Iraqê, cil û bergên wan çîn û eşîra wan nîşan dide
Wêne û şirove
Kinyazê Îbrahîm, Çerkezê Reş, Hecîyê Cindî 1985
Wêne û şirove
KURDÊN GURCISTANÊ di salê de 1971
Jiyaname
Mecîdê Silêman
Jiyaname
Şermîn Cemîloxlu
Pirtûkxane
FERHENGOKA NÛÇEGIHANIYA ZAYENDA CIVAKÎ
Cihên arkeolojîk
Qoşliyê
Jiyaname
Erdal Kaya
Jiyaname
AYNUR ARAS
Kurtelêkolîn
Êş bi rêya notaya - Simfonya li ser Şangalê
Cihên arkeolojîk
Temteman
Cihên arkeolojîk
Kereftû
Wêne û şirove
Di sala 1800`î de tabloya ku Kurdekî ji eşîra Caf'ê temsîl dike
Pirtûkxane
ROJNAMEGERÊN BÊKAR LI PEY NÛÇEYÊN XWE NE
Cihên arkeolojîk
Mezarê Padîşehê Kurd ê Mîdî (Kî Xosraw- Kawa) 632-585 BZ
Cihên arkeolojîk
Dalamper
Kurtelêkolîn
Hêza muzîkê: Erica Rumbley ya fêr penaberên êzîdî yên li Greeciê dike
Jiyaname
KUBRA XUDO
Kurtelêkolîn
Hedman Esaf bi cilekî kevnar cil û bergekî mîrata Êzidiyan diparêze
Jiyaname
Firîca Hecî Cewarî
Jiyaname
HURŞÎT BARAN MENDEŞ
Pirtûkxane
NÛÇEGIHANIYA ZAYENDA CİVAKÎ
Dosya
Navên Kurdî - Zayend - Bêl alî Pend û gotin - Welat- Herêm - Bakûrê Kurdistan Peyv & Hevok - Welat- Herêm - Bakûrê Kurdistan Pend û gotin - Welat- Herêm - Rojawa Kurdistan Peyv & Hevok - Welat- Herêm - Rojawa Kurdistan Navên Kurdî - Ziman - Şêwezar - Kurmanciya Bakur Peyv & Hevok - Ziman - Şêwezar - Kurdî Kurmancî Bakûr - T. Latîn

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.83
| Peywendî | CSS3 | HTML5

| Dema çêkirina rûpelê: 2.406 çirke!