Navê pirtûkê: Memê Û Eyşê - Şano.
Navê nivîskar: Taharê Biro
Cihê çapkirina pirtûkê: Brukselê
Navê çapxaneyê: Acco - Leuve
Sala çapê: 1991
Navê tejiya Memê min Çîlê ye,
Selefê neçîrvana diçe tê ye.
Kuştina Memê destê dê ye,
Dayik gura çiya be lawo!
Memê min siyarê bozê zirav e,
Min nizanbû îşev pê ra Eyşê mêvan e,
Dayk gura çiya be lawo!
Rengê Helebê bi zebeş e,
Memê min syarê bozekî serxweş e,
Dayk gura çiya be lawo!
Dya te çima herdu diniya rûreş e, lawo
Dayk gura serê çiya be, lawo!
Dayk bi xwe Memê kuştiye,
Belkî bive hirçek geliya, lawo!
Dayk gura çiya be , lawo!
[1]