Bi rêya vê strana xweş û bi têlên dengê mûzîka ribabê re em ê berê bernama xwe bidin li ser stranbêj û dengbêjekî din û bi hev re bi xeleke nû, wî dengî xweş û nazenîn nas bikin.
Di nava amûrên mûzîkê de ribab jî di nav çanda kurdî de xwedî cihekî taybet e. Gelek berhemên giranbuha bi amûra ribabê re bi dengên nemir derketine pêş. Bi hezarên sala kurdan li ber vî dengî govend gerandine û stranên herî xweş gotine. Û hestên xwe yên şîn û şahiyan bi lerizîna têlên ribabê re vejandine û hîştine ku em îro li ber wan dengan serxweş û mendehoş bibin. Em ji bîr nekin ku dengbêjî û stranên kurdî zegilê sibeha kurdan e. ji ber vê yekê dengbêjên me yên nemir bi amûrên xwe yên cur be cur hestên xwe ji kûrahî û tenikiya wan têlên lerizî anîne ziman.
Dema ku di mûzîka kurdî de ribab tê gotin, yekser mîrê ribabê û hunermendê bi nav û deng Miradê Kinê tê bîra mirov.
Di navbera dengê wî û ribabê de elaqeyeke gelek xweş û nêz heye. Bi dengê wî re awaza ku ji têlên ribabê olan dida, dibû xwedî rihekî bilind. Qey te digot dengê ribabê bêyî dengê Miradê kinê nabe. Nexwe hostetî û afirîneriyek jê re lazime.
Mîrê ribabê di sala 1942'an de Gera Cehfe ya bi ser Batmanê ve ji dayîk dibe. Piştî jidayîka wî heta bi 14 saliya xwe ve li vê herêmê dijî. Ew di nav gel de bi nasnavê Mirado dihat naskirin. Di nasnameyê de [1]bi navê Murad Gezîcî tê naskirin.
Ji ber ku bavê wî Ferho û apî wî Reşîd bi mûzîk û dengbêjiyê re eleqdar bûn, lewma di temenê biçûkaniyê de hestên wî bi ser mûzîkê ve vejîn dibe û fêrî stran, dîlok û destanên kurdî dibe. Bi taybet ribaba ku bav û apên wî bikar dianîn gelek bala wî dikşîne û dest bi hewildana xwefêrkirina ribabê dike. ev eleqadariya wî ya bi ribabê re di salên ciwantiyê de vediguhere karekî hostetî û hunermendiyê. Miradê Kinê di wan salan de bêhtir mijûlê mûzîkê dibe û ji wir û şûn ve rêya xwe ya hunerî nas dike.
Tê gotin ku rojekê Mirad bi Apê xwe re beşdarî civatekê dibe. Apê wî bi dengbêjiya xwe dihat naskirin, lê belê kesên li civatê Mirad nas nedikirin. Di wê civatê de ji Apê wî dixwazin ku ew ji wan re kilamekê bibêje. Lê belê Apê wî dibêje bila vê carê biraziyê min Mirad ji we re kilamekê bibêje. Li ser van gotinan Miradê ciwan ribaba xwe dixe destê xwe û dest bi kilama bi navê ''Bavê Seyrê'' dike. bi destpêkirina stranê civat li hemberî dengê wî matmayî dimînin. Heya wê demê tu deng wek bi qasî dengê Apê wî tune bûn. Lê Mirêd dengê Apê xwe jî derbas kir. Ji wê çaxê û şûn ve bi rêya wê stranê re nav û dengê wî belav dibe.
Piştî nav û dengbûna wî di salên 1970'î de li dawet, şahî û civatan de huner û mûzîka xwe pêşkêşî gel dike. her çiqas derxistina kasêtên hunermedên Kurd qedexe jî bûn, lê bi şêwazên dizî dengên wî dihatin qeytkirin.
Bi derbasbûna salan re Miradê Kinê di hunera xwe de gelek pêşketinan çêndike. Di muzîkê de şêwazekî nû diafirîne û gelek gotinên kilaman bixwe dinivîsîne. Di heman demê de her ku diçe tê nas kirin û her ku diçe ji aliyê gel ve tê hezkirin. Şahiyên civatan bi dengê wî zegîn dibin û her kes dixwaze wî vexwîne şahiyên xwe.
Rêwîtiya wî ya bi mûzîka kurdî re di temenê 25 saliya xwe de, wekî gelek hunermendên din berê xwe dibe radyoyaya Êrîvanê û dengê wî jî hin bêhtir li hemû deverên kurdistanê belav dibe. Di wan salan de rastî dengêjê navdar Mihemed Arifê Cizîrî tê. Ev hevnasîn dibe sedem ku Miradê Kinê hawirdoreke hunerî di warê pisporiyê de nas bibe, hîn bêhtir xwe pêş bixîne û bi vê yekê re nav û dengê wî belav bibe.
Miradê Kinê di rêwitiya xwe ya bi muzîka kurdî re, di kilamên xwe de bi awayekî afrênerî û wêrekî gotinên ku di çanda kurdî de eyb tên naskirin bikartîne. Û bi vê rêbaza xwe ya hunerî di navbera muzîka kevin û ya nû de dibe pireke balkêş û xwedî şêwazekî cuda.
Dengbêjê kurd heya sala 1984'an de kedeke mezin dide mûzîka kurdî, di her kêliyên jiyana wî de di destê wî de ribab û di dengê wî de awaz mîna du zarokên cêwî bi hev re mezin bûn û rengê xwe dan jiyanê.
[1]Lê belê çawa ku dawiya her jiyanekê heye, di 17'î kanûna 1984'an de di nav bêdengiyeke kûr û xizanî û dibêwariyê de dengê xwe xatir ji vê jiyanê dixwaze.
.