Aheng û Mûsîqî di Helbestên Melayê Cizîrî De
Abdurrahman ADAK
Kurte: Aheng, di edebiyatê de hêmaneke bingehîn a şêwaz û estetîka edebî ye. Aheng li ser du beşan dikare bê dabeşkirin: Ahenga rîtmîk (kêş) û ahenga dengan (serwa, paşserwa hwd). Di nav hemû cureyên edebî de herî zêde helbest xwedî aheng e. Ahenga helbestê di heman demê de mûsîqiya helbestê ye jî. Di tarîxa #edebiyata Kurdî# de aheng û mûsîqî di helbestên Melayê Cizîrî de gihîştiye lutkeyê. Mela di tarîxa edebiyata Kurdî de yekem kes e ku kêşa erûzê bi hemû regezên xwe û bi awayekî serkeftî bi kar aniye. Mela di di Kurmanciya sade ya rojane de jî erûz bêqusûr tetbîq kiriye. Serwaya hundurîn yek ji taybetiyên xweser ên şêwaza Melayê Cizîrî ye. Mela di 31 helbestên xwe de bi şeş şêweyan serwaya hundurîn bi kar aniye û wek şêwazeke taybet behra recezê ji bo serwaya hundurîn terxan kiriye. Mela di helbestên xwe de hunerên bedî’î yên bi ahenga dengan re têkildar jî bi kar anîne ku ew jî hunerên wek î’ade, ‘eks, tekrîr û alîterasyonê ne. Di encamê de Mela di helbestên xwe de aheng û mûsîqiyeke bihêz bi dest xistiye, hin şêwazên taybet şopandine û di vî warî de bûye pêşeng.Peyvên Sereke: Melayê Cizîrî, aheng, mûsîqiya helbestê, kêşa erûzê, dubarekirina dengan.[1]
Kurdîpêdiya ne berpirsê naverokê vê tomarê ye, xwediyê/a tomarê berpirs e. Me bi mebesta arşîvkirinê tomar kiriye.
Ev babet 2,366 car hatiye dîtin
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!