Xwendekarê Zanîngeha Concordia ya Kanadayê îsmaîl Talîb bi hevalên xwe re li ser ewlekariya dron û roketên fezayê dixebite. Malbata wî ku li Herêma #Kurdistanê# dijî bi serkevtina Talîb serbilind in.
Îsmaîl Talîb li Zanîngeha Concordia ya li bajarê Montrealê di Beşa Endezyariya Fezayê de xwendekar e. Talîb di heman demê de endamê du rêxistinên zanîngehê Space Concordia û UAV Concordiayê ye.
Talîb ku bi hevalên xwe re li ser pergalên avyonîk dixebitî, ji Rûdawê re beha xebatên xwe kir:
Xwendekarê Kurd ê pola sêyemîn li Zanîngeha Concordia dibêje: “Em niha li ser ewlekariya dronan dixebitin, em çawa dikarin xwe ji wan biparêzin. Ew yekem tişt e. Ya duyemîn leza Dronan e. Em çawa dikarin hişê çêkirî bikar bînin da ku drone bileztir bikin? Xebata me ya din li ser rokêta fezayê ye. Hemû roket nikarin herin fezayê. Tiştê ku em bikin dikarin biçin fezayê. Ez li ser meji û kompîtura rokêtê dixebitim.
Serokê Space Concordia George Defo jî got ku ew plan dikin ku roketa ku amade kirine di dawiya vê salê de bişînin fezayê û wiha pê de çû: “Projeya me herwiha li ser pêşxistina sotemeniya baş e ku bibe alîkar roket bigihêje fezayê. Armanca me ew e ku em bigihîjin leza çend sed kîlometreyan. Îsmaîl hevalê min ê nêzîk e, mirovekî jîr e. Ji van mijaran pir baş fêm dike û di vê mijarê de pêşiya wî vekerî ye.”
Îsmaîl Talîb ku ji Koleja Navdewletî ya Cambridge ya li Hewlêre qedandiye, diyar dike ku gelek zanîngeh perwerdeya Endezyariya Fezayê didin, lê tenê çend zanîngeh, di nav de Zanîngeha Concordia, derfeta aviyonîkê pêşkêş dikin, û herweha ligel perwerdeyê derfeta ezmûna kar jî dide xwendekaran.
Bavê wî Talîb Riza jî wiha behsa heza kurê xwe ya ji bo fêrbûna tiştên nû kir: “Ew bi saya tiştên bike dikare bibe alîkariyek mezin ji bo xwe, me, civaka me û Kurdan. Hêvîdar im ji bo her kurdekî bibe cihê şanaziyê. Her tim digot , ti tiştekê min ji ya Elon Musk kêmtir nîne. Ez jî dixwazim di pîşeya xwe de bigihêjim lûtkeyê.”
Xwişka wî Necla Taîb jî got ku ew dê bi kêfxweşî beşdarî xebatên hevpar ên bi birayê xwe re bibe.
Derbarê armancên xwe de jî Talîb got: “Armanca min ew e ku teknolojiyên nûjen biafirînim ku bandorek erênî li ser civakê bike. Ez dixwazim di pîşesaziya asmanî de de şoreşê bikem. Ez dixwazim di sala 2023an de zanîngehê bi pileyeke baş biqedînim û dûv re doktoraya xwe li ser teknolojiyê bikim. Xeyala min ev e ku ez balafireke dîzayn bikim û bi teknolojiyên nû bala xwe bidim lêkolînên derbarê fezayê de. Wekî din, ez ji fêrkirin û alîkariya kesên din kêfxweş im. Ji ber vê yekê ez dixwazim rêxistinekê ava bikim ku alîkariya xwendekarên Rojhilata Navîn bike ku di kariyera xwe ya akademîk de pêş bikevin.”[1]