Kurd û Kurdistan “Kurtedîrok”
“Navê yekemîn ji #Kurdistanê# re, ji aliyê Someran ve lê hatiye kirin, ku “Sû –kî” jê re digotin, ew jî tê wateya (Welatê Sûyiyan), piştre ji ber xweşikbûna xwerista wê navê “Sobêr/Bêr” lê bû, ku destpêkê dihate wateya (Behiştê), paşê wateya wê bû (Kanton). Ji aliyê Akadiyan ve navê wê bû “Sobarto û 'Elyatim”, ku ew jî tê wateya (Welatê Jorîn ji başûrê Mozpotamyayê) re. “Sobêr” çiyayê Zagros û Torosan her wiha herêmên derdora çemên Ava Mezin (Dîcle) û Feratê di nav xwe digire. Îraniyan navê “kohistanê” lê kirin, ku tê wateya (Welatê Çiyayan) û Ereban jî wergerandin erebî û kirin “Herêma çiyayî”, ew herêma ku îro em navê Rojhilatê Kurdistanê lê dikin, lê Başûr û Bakurê Kurdistanê navê “Herêma Cezîrê” li wan hate kirin. Piştî dagirkirina erebî-îslamî navê “Diyar Bekir” lê hate kirin, ku bi biryara ’Umer kurê Xetab êla (Bekir kurê Wayil) li Amedê hate bicihkirin û navê wê bi navê êla Ereb re guhertin, ev tişt li Rihayê jî pêk anîn ku êla (Kurên Meder ên Qeysî) li wir bi cih kirin û navê wê kirin “Diyar Meder”, ji Mûsil ta bi Nisêbînê jî, navê “Diyar Rebî'e” lê kirin ku ew jî xwe dispêre navê êla (Rebî'a kurê Nîzar). Di sedsala 12'an de cara yekem bû ku Sultanê Selcûqî “Singer” navê Kurdistanê lê kir, ev jî li gorî pirtûka “Nizhet Elqulûb (Geşta Dilan)” a nivîskarê persî “Hemdelah Elmestûfî Elqezwînî” sala 740'K (1339 Z), ku dibêje: “Kelha Biharê ya ku dikeve başûrê rojavayê Hemedanê paytexta wê bû –Kurdistanê–, piştre bajarê “Sultan Ebadê” (Çemçemal) dikeve şûna wê de. ”Gelek nav ji aliyê welatên derdor û dagirkeran ve li Kurdistanê hatine kirin, piraniya dîroknivîsan navê “Kurdoyîn” lê dikirin û dinivîsandin. Çerkezan navê “Kurdçîko” ango “Erda Kurdan” lê kirin, Ermeniyan navê “Kurçêx” ku tê wateya (Kurdistana Ermenan) û Asûriyan navê “Namirê” lê kirin. Di pirtûka “Dîroka Rojhilata Kevn” de hatiye gotin ku: “Malên gelê Kurd ji kendava Persan ta bi çemê Qizwînê ye.” Osmaniyan jî ji ber serhildan û berxwedana Kurdan a li Dêrsimê, ji Kurdistanê re tenê digotin “Dêrsim.”
Kurdistan dikeve dilê Rojhilata Navîn de, li ser hêlên dirêjahî (30–40) rojhilatî û hêlên firehî (38–37) bakurî ye. Firehbûna wê ya giştî li gorî piraniya pisporan bêtirî 500,000 km² e. Mirov kurt û kurmancî dikare li ser cihê Kurdistanê wiha bibêje: Ji rojava ve; erdê di navbera Deryaya Spî ya Navîn û hêla nependî ku bajarên Îskenderon û Sîwasê pev girêdide, ji bakur ve; Deryaya Reş û herêma çiyayên Qoqazê, ji rojhilat ve; çemê Qizwîn û bejiyên Îranî û ji başûr de; Sûrî û Mezopotamyaya jêrîn.
“Kurdistan gotineke kurdî (Arî) ye, ji du kiteyan pêk tê, (Kurd) tê wateya yê leheng an jî yê mêrxas, ev jî navlêkirinek ji gelê Arî re bû, ku berî Îslamê birek ji 4 biran bû, ku pev re koma gelên Îranî “Kurd, Pers, Dêlim û Cîl” çêdikirin. Kurd ji mêj ve li quntarên çiyayê Zagrosê xuya bûne, cîranên gelek miletan e, mîna Ereb, Pers, Asûr, ‘Îlam, Ermenan û hwd... û ta roja îro jî bi wan re li herêmên xwe yên berê dijîn, ew herêmên ku koçî wan bûne û bûne welatên gelin din, ku erda wan ji wan hate revandin û di navbera gelek dewletan de hate parvekirin. Lê (stan) tê wateya erd û cihê niştecihbûnê, herdu gotin pev re tên wateya “Erdê Kurdan” an jî “erdê lehengan”, ku ew bixwe jî çê li welatê Kurdan dike. Lewre em dibêjin: Kurdistan, Ermenistan, Gurcistan, Tirkistan, Erebistan, Hindistan, Efganistan, Belocistan û hwd... wiha gotina Kurdistan, navlêkirina erdnîgarî ya welatê Kurdan e yan jî deverên ku ji serdemên kevn ve lê belav bûne. Hin lêkolîner dibêjin ku Kurd kevntirîn gelê li ser rûyê erdê ne û koka wan vedigere Gûtiyan; niştecihên çiyayên Zagrosê û yên ku dîroka wan vedigere 4000 sal B.Z. Pê re jî Şerefxanê Bedlîsî, sînorên Kurdan xêz dike û erdên wan destpêkê ji peravên kendava Persan yan jî kendava Hirmizê û ta bi peravên deryaya Navîn diyar dike, ku dikeve nîveka Ereb, Pers, Ermen û Roman (Tirk) de.”
“Giringtirîn belgeya dîrokî ya nêrîna Kurdan di eslê wan de pirtûka “Şeref–Name” ye, Mîr Şerefxanê Bedlîsî di sala 1596’an de ew bi zimanê persî nivîsandibû. Danerê pirtûkê efsaneya zorkar “Zehaq” vedibêje û tîne ziman ku ew padîşahekî îranî bû, bi nexweşiyeke nedîtî ket, ku li her milekî wî, marek şîn hat, pizîşkan nikarîbûn wî derman bikin, radibe Ehrîman (Iblîs) şîretekê lê dike ku ji bo êşa milên xwe bikuje, divê ku hetwanekê ji mejiyê xortan bi kar bîne. Radibe padîşah fermana qurbankirina rojane ya du xortan dide, lê celad dilovan bû, tenê xortek qurban dikir û yê din jî bi mejiyê berxekî riha dikir. Wiha xortên rihabûyî bidizî direviyan û xwe li çiyayên ku kesî pêlê nekiriye diparastin. Li wir geş û zêdê bûn heya bûne gelek ku ew bixwe gelê Kurd bû, yê ku ji çandinî û xwedîkirina sewlan dijiya, her wiha bi lehengî û mêrxasî bi nav û deng bû. Hin nivîskarên Ereb ên kevn xwedê giravî digotin ku Kurd zarokên aceniyan in, lê nivîskarên Kurd ên hemdem û ji wan Mihemed Elî ‘Ewnî û Hisên Hisnî hewl dan biçespînin ku mîna Îraniyan ew jî ji nijadeke Hind-Ewrûpî ne û çespandina wan xwe dispêre ku zimanê wan zimanekî Îranî ye. Lê zanista nijadên mirovan diyar kir ku Kurdên Rojhilat ne mîna Kurdên Rojava ne. Kurdên Rojhilatê di rengê xwe yê esmer û teşeyê kiloxê xwe de tam mîna mirovên Persî ne û ew ji cûreya “Brachyéphale” e. Lê Kurdên Rojavayê bi rengê xwe yên boz, çavên xwe yên şîn û teşeyê kiloxê xwe ji wan cudatir in, ew ji cûreya “Dolichacéphale” e. Her wiha lêkolînên zana Fon Loşan çespandin ku ew gel ji gelên Ewrûpaya Bakur in.
Lê bedena Kurdan a derve; nivîskar “Siwan” ê ku demeke dirêj di nêv Kurdan de jiyabû, wiha dibêje: “Kurdên li bakur, bejna wan dirêj e, devê wan piçûk e, zirav in, rûyê wan girover e û pozê wan dirêj û xwar e. Simbêlên dirêj xwedî dikin û hemû riyên xwe kur dikin. Piraniya wan boz, çavşîn û gewr in. Lê li başûr, Kurd bi giştî nesivik in û rûyên wan pehntir in. Xwedî taybetiyên xelkê çiyê ne: Çermê wan ji kar re bilîmet e, rûyên wan hişkî û rûmetdariyê dide der. Rûyê wan paqij e, rûyê mirovê Anglo-Saksoni derbas dike.”
Lê heger ev şayes li hin Kurdan bê, nabe li ser wan hemûyan were sepandin. Piraniya wan nêzîkî Samiyan e, her wiha nêzî Anglo-Saksoniyan in. Bi rastî lêkolînên D.Hamî dan xuyakirin ku Kurd têkeleke gelekî tevlihev bûye, di navbera êlekê ta êleke din, jev cuda ne. Puxteya gotinê ew e ku; eslê Kurdan nepenî û tevlihev e, ta niha dîroknas derbarê vê mijarê de li hev nekirine û hîna jî meydan fireh e ji lêkolîn, xwendin û teoriyên di vî warî de.
Kurd dabeşî gundî, koçer û bajarî dibin. Aniha jî jimara koçeran biberdewamî kêm dibe, hêdî hêdî dibin bajarî. Di werzê zivistanî de, li deştan di xêniyên kelpîçî de niştecih dibin û di biharan de erdê diçînin. Dema havîn tê, bi keriyên xwe re vedigerin zozanên bilind li çiyayan, piştî ku hin zilamên xwe li zeviyan dihêlin da ku biparêzin.
Piraniya van zozanan nêzîkî deverên ku werzê zivisatnê lê diqedînin. Çalakiya veguhastinê pirê pirtir li dirêjahiyên fireh û li gorî rêyên meşê ne, ku ev bixwe jî ji aliyê nifşên berê ve hatine diyarkirin, her weke hemû êlên ku zivistana xwe li quntara çiyayê Zagros ê rojavayî li Mezopotamyayê diqedînin, ku zivistanan jî bi çiyê ve ta bi sînorên Persê û ta bi hundirê wê jî ve hildikişin.
Em dikarin bibêjin ku Kurd ji veqetîna ji çiyê hez nake. Bi rastî em dibînin ku Kurd li deştan û li ber peravên gol û çeman li ber Ereb,Tirk, Pers û Ermenan kêm dibin.”
“Dîroka şaristaniyê; dîroka berberiya mirov bi xwerist û çalakiya wî pê re ye. Şaristanî; zaroka mirov û xweristê pev re ye. Tevî ku di jîngehên mirovî û xwezayî de jev cuda çêdibe, lê hin mercên hundirîn hene ku dihêle şaristanî geş bibe yan jî bi paş bikeve, mîna mercên erdnîgarî, aborî, siyasî, civakî, hizirî û hwd...
Şaristanî ne ji afrîneriya takekesan e, lê civakên mirovahiyê diafirîne, ji ber kombûna mirovan, keda wan, berhemên wan ên mayînde û çalakbûna wan a bi xweristê re, bingehê çêbûna şaristaniyan û pêşxistina wan e. Temenê takekes diyar e, lê yê şaristaniyê dirêj e, ew tim û berdewam bi pêş dikeve. Mercên derve jî hene ku şaristaniyan çêdikin, ên aştiyane ku xwe dispêrin bazirganî, koçberî, geştyarî û têkilîhevbûn, an jî yên şer ku xwe dispêrin vekirin, xezû yan jî ferweriya welatekî ser yekî din. Jixwe encam jî dê erênî; (Bandora çandan li ser hev) yan jî neyînî bin; (Wêrankirina Mexol û Teteran ji şaristaniyan re).
Li gorî agahiyan; meşîna yekemîn ji şaristaniya Mozopotmyayê[5] re, di qonaxa Neolotîk a dawîn ji bakur de bû, piştre ji ber hebûna erdên fireh û zengîn, ber bi başûr ve çû, da ku li wir şaristaniya Someran (3000 –4500) B.Z bê avakirin ku destpêka kevana zêrîn e.
Ev qonax navê geşiya dîrokê lê hatiye kirin û dabeşî sê serdeman dibe:
Serdema Uruk (3100–3500).
Serdema Cemde Nesir (2900–3100).
Serdema Mîzyîlîm (Yekem Sûrê bajar lê hate avakirin “Sûrê Uruk (Destana Gilgamêş).”
Gelên ku geşiya dîrokê çêkirin:
Gelên Çiyayî: Gelên rêzezincîra çiyayên Zagros û Torosan in, ji “Sobartî, Hûrî, Gûtî, Lûlûbî û Kaşiyan”; gelên erdnîgariya Kurdistanê yên aniha û koma êlên Arî ku ji rojhilat û başûrê rojhilatî çemê Qizwînê hatine, pev re bûn yek û Şahînşahiya “Medî” ava kirin.
Gelên Bejayî: Êlên Ereb ên koçer ku ji nijad û malbata Samî ne û ji ber zuhayî û birçîbûna ku bi ser nîvgirava Erebî û biyabana Şamî ya rojavayî Feratê de hat, berê xwe dan Mezopotamyayê û ew: “Akadî, 'Emorî, Aramî û Asûrî” bûn.
Someran: Xwediyên şaristaniya yekemîn bi gelên çiyayî û bejayî re li ser rûyê erdê û hevparên wan bûn. Ne Arî û ne Samî ne, ji başûr rojavayê Îranê “'îlamê” ne, lê gelek lêkolîner wan bi gelê Arî ve girê didin.
Li gorî pêşketinên şaristanî û destkeftiyên ku mirovê Mezopotamyayê bi dest xistine, mirov dikare serdemên dîrokê wiha dabeş bike:
Serdema Uruk (3200–3500) B.Z: Derketina nivîsandina Mîxî (3400) B.Z.
Serdema Somer (2334–3400) B.Z: Someran dewlet û bajar ava kirin. Mîna “Ûr, Erîdo, Kêş, Lagaş, Uruk, Nîpûr, Ûma...”
Serdema Akadî (2230–2334) B.Z: Koma gelên Samî ku dewleteke navendî li Akadê ava kirin û ferweriya herêmê bizordestî dikirin. Ji padîşahên vê serdemê “Sergon, Naram Sîn, Şar Kalî Şêrî.”
Serdema Gûtî (2112–2230) B.Z: Koma gelên rêzezincîra çiyayên Zagros û Torosan in, piştî hilweşandina pergala zordestiya dewleta Akadî hatine, li gorî belgeyên Someran, wan bêtirî 100 salî ferweriya Mezopotamyayê kirin. “Sobartî” (Nifşê Kurdan ê yekem e û gelê Kurdistanê yê kevnar e) ,“Gûtî, Lûlûbî, Kaşî, Hûrî” (Nifşê Kurdan ê duyem e), “Mîtanî–Aristokratîkên Kaşiyan–Medî” (Nifşê Kurdan ê Sêyem e).”
Serdema Or ê Sêyem (2004–2112) B.Z: Nijadeke Somerî ye, “Ornemo” ev dewlet ava kir û hemû zagonên berê bi yek kir.
Serdema Îsin–Larsa yan jî Serdema Babilî ya kevn (1794–2017 Îsin, 1763–2025 Larsa) B.Z: Ew jî du nijadên Samî 'Emorî ne.
Serdema Nijada Babil a yekem (1595–1761) B.Z: Nijadeke Samî 'Emorî ye, ji padîşahên wê “Hemorabî.”
Serdema Kaşî (1115–1761) B.Z: Gelekî Zagrosî ye, têkilî bi nijada Arî ya ku ji bakur-rojavayê Îranê ye bû û pev re nijada Babil a duyem çêkirin. 6'sedsalan Mezopotamya ferwer kir. Yekem gelê ku bi herêmê re aştî û jiyana hevbeş kirin, ew bûn.
Serdema Hûrî–Mîtanî (1200–2200) B.Z: Komeke hevgirtî û yek ji gelên Sobarto “Hûrî” bi komên Arî “Mîtanî” re ye. Şahînşahiyeke mezin ji Ava Mezin ta bi Deryaya Navîn ava kiribûn. Paytexta wan destpêkê “Orkêş” bû, piştre veguhezandin “Waşûkanî.”
Serdema Asûrî (612–1114) B.Z: Zagrosî ye, lê bûye Samî. Paytexta wan “Neynewa” bû ku kete destê Medan.
Serdema Medî–Babilî (538–612) B.Z: Hevgirtiyeke Arî û Medî ye, bi rêbertiya “Key Kesar” bi nijadeke Samî Babilî re bi rêbertiya “Niboleser” çêbû. Hukmê Asûrî hilweşandin û di sala 612 B.Z de “Neynewa” bi dest xisitn. “Akpatan”(Hemedan) paytexta wan bû.
Serdema Persî–Medî (331–150) B.Z: Herdû “Hindo–Cêrmanî” ne, piştî serhildana “Korşê Persî” li dijî “Asteyak” padîşahê dawîtirîn ê Medyayê xwe dan der.
Serdema Helinsî (331–150) B.Z: Bi destpêbûna dagirkeriya Îskenderê Mezin ji welatên Rojhilat re û li wan Kurdistanê xwe da der.
Serdema Persî–Romanî (230–130) B.Z: Ji dema bûyîna çemê Feratê sînor di navbera herdu padîşahiyan de “Persî û Romanî” derket.
Serdema Îslamî (1258–631) B.Z: Ji cem Ereban dest pê kir, piştre derbasî nava Kurd, Pers û vê dawiyê Tirk jî tev li wan dibin. Ji vekirina Mekayê dest pê dike ta ketina Bexdayê berdewam dike.
Asta wêjeyê di serdema beriya Avesta, Avesta, Şahînşahiya Medyayê de
“Çand: Em dikarin pênaseyeke giştî ji çandê re bihûnin ku ew: Bira wate û hîmên ku civaka mirovahiyê di herikîna xwe ya dîrokê de afirandiye. Pênaseya hîman: Ew bira saziyên li ser veguhertin û pêşketinê vekirî ye, dibe ku em pênaseya bira wateyê bidin ku ew: Ast an jî naveroka wateyên cûrbicûr û pevgirêdayî di wê saziya pêşxistî de ye.”
“Netewe; ji dîroka xwe ya nivîsandî bi dab, lehengiya padîşahên wê, serkeftinên wê yên di rêya çîrok, efsane, helbestên gelêrî û belgeyên fermî de xuya ne. Her wiha ji qerqode, neqşên li ser keviran û tabloyên heriyê jî tên naskirin, da ku biyanî û neviyên wan rojekê ji rojan karibin lê vegerin û tiştekî li ser wan û dîroka wan nas bikin, lê mixabin, bav û kalên me Kurdan ti şopeke nivîsandî bi zimanê xwe ji bo ku em wan, jiyana wan û şaristaniya wan nas bikin, li dûv xwe nehiştin, lê belê da ku em şaristaniya bav û kalên xwe binasin û bi rêya wê jî xwe nas bikin ku çi qasî em ji destpêka serdemên dergûşa mirovahiyê ve û li ser axa Kurdistanê, gelekî kevnar û dêrîn in, hiştin ku em di nav pirtûkxane, name û şopên neteweyên din de yên mîna “Mesrî, Hîtît, Asûr, Yonan û Romanan” de winda bibin. Tevî vê jî em bi şopên xwe yên rewanî ji nirx, raman, bawerî û têkiliyên xwe yên civakî yên nenivîsandî gelekî dilşa û bextewer in, ku ji tiştên heyberî buhatir in û hîn di nav xelk û dostên wan de ne, ji ber tiştên heyberî careke din tên avakirin, lê bingehê wê hizir û armanc e, piştre avakirin tê.
“Jêdera bingehîn ji huner û wêjeyê re li Kurdistanê, ji destan, efsane, çîrok û baweriyên olî yên herî kevn ên Mezopotamyayê ye. Dema em dibêjin Mezopotamyayê, bi gotina peyvê ya fireh em behsê dikin. Mîrata Hûrî, Mîtanî, Orarto, Xalidî, Hîsî, Babilî, Somerî, Asûrî û Suryayanên kevn jî di nav wan de, dikeve çarçoveya vê jêdera dîrokî ya huner û wêjeyê, ji ber evan gelan pev re jiyane û şopa xwe ya çandî li ser hiştiye. Lewma destana Gilgamaş, çîroka Pêxember Brahîm, efsaneya Komrabî, Zervan, Ristemê Zal, Ferhad û Şirîn û Memê Alan... hemû bi hev re bingehekê xurt çêdikin, kaniyin wêjeyî-hunerî ne, hemû tevlî Ava Mezin û Çemê Feratê dibin, ku ev herdu çem jî rehên dilên gelên vê herêmê ne, ku ji aliyê dîroka xwe ve merd in. Tevî van jî, ola Zerdeştî ku berdewamiya ola Zirvanî bû, giringtirîn kaniya huner û wêjeyê li Kurdistanê ye.”
“Wêjeya kurdî; weke hemû wêjeyên Cîhanê bi derketin û pêşketina mirovahiyê re derketiye holê. Wêjeya kurdî ya ku li ser çanda Neolotîk hatibû avakirin, xwediya gelek dewlemendiyan e. Evê wêjeya dewlemend beriya derketina Avestayê bi hezarên salan hebûna xwe bi awayekî devikî daye domandin. Piraniya berhemên wêjeyî yên wê demê, bi awayê hûnandî bûn. Bi derketina Avestayê re ev wêje bûye çavkaniya wêjeyên Rojhilata Navîn ên nivîskî, Avestaya ku bi zimanê Medî hatibû nivîsandin, bûbû mînak ji gelên Rojhilata Navîn re. Her çi qas wêjeya kurdî nebûye wêjeya deshilatdariyê jî, lê ji ber dewlemendiya xwe bandoreke mezin a erênî di Rojhilata Navîn û Cîhanê de pêk aniye. Bi taybet piştî hatina Îskenderê Mezin û êrîşa wî ya li ser nivîsînên wêjeyî yên kurdî; wêjeya kurdî birînên mezin girtine. Ew wêjeya ku di leza xwe ya pêşketinê de bû, piştî wê demê nema kariye hebûna xwe bi awayekî devikî biparêze.“
“Piraniyên helbest û stranên wê demê, li ser xweşikbûna xweristê û bûyerên girêdayî xwezayê bûn ku hema hema tevayî helbestên wan bi awayekî girêdayî xweristê (natûral) bûn. Piştî vê qonaxê, Wêjeya kurdî, gaveke mezin davêje û bi pirtûka pîroz Avestayê derbasî nivîsînê dibe. Her çi qas ev qonax, bi qirkirinê re rû bi rû mabe jî, lê xwerûbûna xwe heya hatina Îslamê domandiye.”
“Medya mîrata komên Arî; “Hûrî, Mîtanî, Orarto, Xalidî, Gûtî, Lûlû, Sobarto, Nayîrî, Kaşî, Hîtît û Anzan” tevî komên çanda Somerî bi herdû nijadên Samî û Arî di nav hev de kom kir û çandek ji xwe re pê ava kir. Ev kom piranî xwe di warên avakirina perestgeh, pût û kelhan de, her wiha endezyariya avasaziyê de xwe pêş xistibûn, jinên wan jî bi çêkirina tiştên xemlandinê mîna; bazin, guhar, gerdenî û alavên pêjxaneyan de deng dabûn, her wiha di wênexêzî, helbest û pexşanê de jî, mînaka wê ya herî berçav “Sîn Tikne Nonî” ye; (Helbestvanê ku destana Gilgamaşê hûnandiye). Gelên Medyayê tevî ku li ser çandekê rûniştin, lê belê wilo nehiştin û ew pêşxistin, bi taybet di aliyê avakarî û endezyariyê de, mînaka wê jî; “Akpatan” e (Hemedana aniha) ku ew di dema “Key Kesar” de hate avakirin û kelha wê bi heft sûran hate pêçandin. Çanda Medî bêtir xwe di ola Zerdeştî de aniye zimên, ango di gotinên Zerdeşt de yên ku di “Zendavestayê” de hatine nivîsandin.
“Zerdeşt” li bajarê “Belexê” di navbera salên 600 – 700'î de ji dayik bûye, destpêkê ew li dijî dayîna qurbanan ji xwedawend “Mîra” re derket, paşê rêgezên Zerdeşt ên olî û felsefî weke zargotin ango devikî li ser devê xelkê belav bûn û navê “Gata” ku tê wateya (Gotinên Zerdeşt) li wan hate kirin. Di serdema şahînşahiya [13]Sasanî de, ev gotin di bin navê “Zendavestayê” (Rêgezên jiyanê) de ji aliyê olperestên Zerdeştî (Marg) ve hatin komkirin. Mijarên sereke ji Zendavestayê re; jiyana mirov ji hemû aliyan ve bû, her wiha nakokiya di navbera başî û nebaşiyê de (Xêr û Şer) bû. Zerdeşt hewl dide ku vîna mirov a azad di naskirina çi jê re baş e û çi nebaş e derbixe, Zerdeşt şiyana mirov di xwestinê de derxist, ji ber ku mirov xwedan mejî û vîn e, ne ku hatiya afrandin da di planek ku xwedawendan jê re çêkiriye de bijî.
Mirov dikare mijara bingehîn a hizira Zerdeştî ya olî û felsefî di van herdu malikên pexşanî de binase:
“Destpêkê, du cureyên moralan li dinê hebûn. Weke cêwiyan bûn, a yekem qencî bû û ya din xerabî bû. Zanayan a rast hilbijart, lê nezanan ev tişt nekir”
Perestina ola Zerdeştî li ser huner, muzîk, stran û semayê yango dîlanê avakirî bû. Xeleka dîlanê li dora agirê pêketî yê di nêviyê xelekê de digeriya. Zerdeştî bi wêje û hunera xwe ta demeke baş dewam kir, ta di dema derbasbûna ola Îslamê de ji Kurdistanê re û dagirkirina wê jî dewam kir. Bandora huner û wêjeya Zerdeştî li civaka Kurd û bi taybet li cem Êzdî û 'Elewiyan bi rengekî îslamî û bi çanda Ariyê kevn re têkila xwe berdewam kirin. Dema di civaka Kurd de dabên ola Zerdeştî pêş ketin, helbesta gelêrî ya nivîsandî jî pê re gelekî li pêşket.
“Rojhilatnasê bi navê “Fliyamînf” dibêje: “Me du helbest, ji helbestên helbestvanê bi navê “Boraboz” li ser kevir dîtine. Ku ev helbestvan di salên 330’î berî zayînê de jiyaye.”
*Ew herdu helbest ev in:
“Xwazdî ez tu bi hev re bîn
Werdî bihîrîn qûtran bîn”
“Bi hîv ra hiring xurînî
Bangik dîn bi hîv ra narînî.”
*Zimanê Niha:
“Xweziya wextê ez û tu bi hev re bûn.
Em bi hev re diçûn çiyayan.”
“Were da ku em xurîniyê herin derve;
bi hev re stranekê bibêjin.”
“Helbesta kurdî û persî jî bi vî teşeyî bandor bû, mînaka wê jî helbestvanê Kurd “Baba Tahirê Hemedanî” û yê Pers “’Umer Elxeyam” e. Bi vê mînaka li jor tê xuyakirin ku helbesta kurdî di wê serdemê de, gelekî nêzîkî jiyana civakî ya pratîkî bû.”
Li gorî dîrokzanan [16]fabila despêkê ya bi navê “Panca Tantra” ku bi zimanê Sansikrîtî berî zayînê di navbera salên 600–300 de hatibû nivîsandin, li Rojhilat derketiye û Rojavayiyan jî sûd ji vê berhemê girtine û pêşxistine.
Piştî hatina Îskender (BZ. 330) qirkirineke mezin li ser ziman û nivîsîna kurdî pêk hat, di encama vê qirkirinê de 17 bergên li gel Avestayê, gelek nivîsînên din hatine tunekirin û gelê Kurd ji hev hat belavkirin. Girêdanên civakî di gelek aliyan de ji hev hatin birîn. Ev jî bû sedem ku zimanê kurdî di nava xwe de parçe bibe û zaravayên cûrbicûr derkevn holê. Heta hinek zana dibêjin ku Kurd ew qas belav bûbûn, êdî xwebixwe hev nas nedikirin.”
“Persan nivîsa Mîxî ya ku ji Babiliyan wergirtin bi kar anîn, lê wan nîşanên Mîxî yên zehmet veguhertin û kiteyên wê hêsan kirin, piştî ku “300” nîşan bûn, ew kirin “36” sembol û her tîpeke bilêvkirî Mîxî ku ew bixwe li cem Babiliyan kiteyeke temamker bû, hiştin ku bibe sembola tîpeke serbixwe. Li nik persî, wan zimanên Akadî û ‘Îlamî bi kar anîn, hin neqş û belge jî bi hersê zimanan hatibûn nivîsandin û ji wan: Neqşên ku serkeftinên Daryos ên li ser kevirên “Pihîston” li çiyayê Zagrosê sermedî dihêle. Piştre Persan nivîsên xwe bi zimanê Aramî ku li gelek welatan belav bûbû û bûbû zimanê rêveberiyê nivîsandin, deqên persî, yasa û fermanên wan wergerî zimanê aramî dibû û ji kantonên cûrbicûr re dihatin şandin da ku bi zimanê wan ê xwecihî bê wergerandin.
Pers; ji hin cûreyên helbest û efsaneyan gelekî hez dikirin, lê wan wêjeyek çênekiriye ku mirov navê wêjeyê lê bike, her wiha ti paşmayînên wêjeyî ji bilî pirtûkên olî, hin nameyên padîşah Daryos ê Yekemîn û hin deqên yasayî li dûv xwe nehiştine.”
“Aboviyan dibêje ku: Heger Kurdan jiyaneke pêşketîtir bijiyana, me dikarîbû navê wan bikirana “Şasiwarên Rojhilatê” bi hemû wateya ku gotin hildigire. Dirustî, rihê şerker, çelengî û dilsoziya bêsînor a mîrên wan, pêkanîna sozên xwe, mêvanperwerî, tolhildan û şerên êlan bi hev re tevî mervantiyê, her wiha hezkirina talankirinê û rêzgirtina bêhempa ya ji jinê re, taybetî û pesnê tevahiya gelê Kurd e.”
“Zimanê kurdî ne zaravayekî persî ye, ew zimanekî jê cuda ye, xweser e, rêzikên wê yên zimanî (Fonotîka) yên taybet heye, her wiha rêzimaneke taybet pê heye.”
Kurdistan û wêje bi hatina Îslamê re 16 –20 K/637–640 Z
*Çîroka derbasbûn û hatina Îslamê wiha dest pê dike:
“Û Hişt ku zilamê ‘Ecemî mirov û zarokên xwe bikuje û ji tirsa ku Ereb bi ser bikevn, bavêje Decîlê”
“Nameya Mihemed ji Kesra re:
“Ji Kesra re. Bi navê Xwedayê dilovan ê mihrîban. Ji Mihemed pêxemberê Xweda ta destê Kesra mezinê Persê. Silav li wî yê ku riya rast şopand û baweriya xwe bi Xweda û pêxemberê wî anî û govan e ku Xweda yekî tenê ye û ji bilî wî tune ye, bêhevpar e û Mihemed kole û pêxemberê wî ye. Bi vexwendina Xweda te vedixwînim, ez pêxemberê Xweda ji xelkê tevî re me, da ku saxan hişyar bikim û çêl gawiran bikim. Bibe Misilman tu yê sax bimînî, heger te got na, gunehê te gunehê Mecûsan e”
“Baweriya Zerdeştî li Medya û Persê berî zayînê bi şeş çerxan derketibû, piştî wê di dema “Kiştasib” de, ev ol bû ola fermî li hemû welatên Îranê, Kurdan jî bi vê ola nû bawer kirin. Piştî wê di sala 33'an P.Z'ê de, ola Mesîhî giha Ermenistanê, lê li wir negiha armanca xwe, piştî wê di rêya Sûriyê re li Ermenistan û Kurdistanê bi piştgiriya Romayê belav bû, lê belê tevî hemû hewldanên Keşan, dîsa Kurdên gund, koçerên deşt û çiyayan xwe li dora vê olê nepêçan û li ser baweriya xwe ya Zerdeştî man. Tê gotin ku hin gundiyên çiyayî bi vê olê bawer kirin.
Dema ku Îslam derket û Kurdan ew nas kir, êdî bi rêgezên vê ola nû hizirîn, pê bawer kirin û bi giştî ev ola nû ji xwe re pejirandin –Weke ku Sêr Mark Sykes dibêje–.”
“Di sala 8’an a koçî de, pêxemberê Îslamê Mihemed kurê Ebdelah nameyek ji Kesra padîşahê Persan re bi Ebdelah kurê Hûzafa re şand. Dema Kesra xwend, name qetand û got: “Heger agir nepîroz baya, min ê bavêta êgir”, piştre bihêrs ji karmendê xwe yê li Yemen û Hîcazê (Bazan) re şand ku: “Du zilamên dilkevir, bêdilovanî bişîne ji Mihemed re û bila jê re bibêjin ku were cem min.” Radibe Bazan du zilaman (Babo) û (Xerxesre), ku ew bêrih in û xwedî simbêlên levzîvirand ne, mirûzên wan tirsê belav dike û bi wan re nameyek ji Mihemed re şand tê de dibêje: “Ez dixwazim ku tu bi van herdu kesan re biçî cem Kesra, ez ê ji te re mehdervaniyê bikim, heger ku tu neçî, tu yê xwe û gelê xwe bidî kuştin.” Dema ev name ji Mihemed re hate xwendin, ji wan re got ku sibe werin cem min. Di wê şevê de mizgînî giha Mihemed ku (Şêrewêh) bavê xwe Kesra kuşt. Dema herdu zilam roja din sibehê hatin cem Mihemed, Mihemed ji wan pirsî: Ez ê herim cem kê? Jê re gotin: Tu yê herî cem padîşah Kesra (Eperwîz), radibe Mihemed nûçeya kuştina Kesra li ser destê kurê wî Şêrewêh ji wan re dibêje. Herdu zilam lal û bêdeng dibin û biryar didin ku vê gotinê jê re bikin ezmûn û dibêjin: Heger ev tişta te gotî rastî be, wê demê em ê zanibin ku tu pêxemberekî şandî yî. Piştî demekê nûçeya rasteqîn giha wan, wê gavê Îslama xwe ragihadin, di cih de Mihemed nameyekê ji Bazan re dişîne, dozê lê dike û ditirsîne, dibêje ku: “Heger tu Îslama xwe ragihînî, ez ê te li cihê te bihêlim û tiştê tu dixwazî ji te re pêk bînim.” Wiha Bazan Îslama xwe ragihand û Yemen bêşer kete bin ferwerî û desthilatdariya Mislmanan û Yemeniyan tevî leşkerên Îranî yên bi wan re, piştgiriya Mihemed kirin û ketin bin siya dewleta erebî ya îslamî û Bazan heta ku mir jî, hîn ferwerî dikir.”
“Peywendiya yekemîn di navbera Kurd û artêşa îslamî de, di dema vekirina “Hilwan” û “Tekrîtê” de di sala 18'an Koçî de bû. Hin gotin hene ku; berê hin Kurd ev ol ji xwe re pejirandibûn, ji ber ku rehmetî “Mihemed Efendî Elalûsî” di ravekera xwe ya binav û deng “Ruh Elme'anî (Rihê Wateyan)” de dibêje ku: “Di nav rêhevalên pêxember de rêhevalek navê wî “Çapan–Kaban ê Kurd” hebû, kurekî wî jî bi navê “Meymûn” hebû û jê re digotin “Bavê Bûseyir”, ku gelek hedîsên (axaftinên pêxember) vegotî li ser “Kabanê Kurd” hene.
Misilmanan piştî şerên xwînî li dijî Persan bi ser ketin û ew tar û mar kirin û “Qe'qa'ê Kurê ’Umer” ta bi kelha Hilwanê pey wan ket û bi ser ket. Hin dibêjin ku: Derbasbûna welatê 'Eceman (ê ne Ereb) ne gelekî bi dilê “’Umerê Kurê Xetab” bû. ’Umer “Xerzayê Kurê Qeys” ji Hilwanê şande Şarezorê da ku wê veke, lê ew bi bin ket, piştre “Utbeyê Kurê Ferqed” bi hêzeke mezin şande wir, piştî şerekî xurt, giran û xwîndar li vî bajarê kurdî, gelek qurbanî kevin û bajar desteser kir. Tê gotin ku gelek Misilman an li meydana şer an jî ji ber pêvedana dûpişkên Şarezorê tê de hatin kuştin.
Kurd bi Persan re bo parastina “Ehwaz, Fesa û Dara Bicirdê” li dijî artêşa îslamî bûn hevkar, kuştin û wêraniya ku bi serê Persan hat, bi serê Kurdan jî hat û şerekî giran û xwîndar bi wan re kirin. Di serdema “Ebdilmelekê Kurê Merwan” de, Kurdan alîkariya “Ebdilrehmanê Kurê Eş'es” kirin ku şerê xelîfe bike, ev jî bû sedem ku “Hecacê Kurê Yûsivê Seqefî” ji wan hêrs bibe û komkujiyan bi serê wan bîne.”
“Hinek Kurdên bazirgan jî ji Cizîrê çûne Mekê û bajarê Taifê, li wê derê bûne Misilman û vegeriyane Cizîrê da ku Misilmantiyê li wir belav bikin. Piraniya Kurdan berî Îslamê û heta dema şerê di navbera Sasanî û artêşa Misilmanan de çêbûbû, Zerdeştî bûn. Îslam di Sedsala Heftan de derketiye, wê demê Kurdistan di navbera şahînşahiya Sasanî û şahînşahiya Bîzansê de parçekirî bû, lewma her dem erdê Kurdan ji Sasanî û ji Bîzansê re dibû qada şer. Artêşa Îslamê di dema xelîfe “’Umer” de, di salên 637 –642'an de, Îslam li Kurdistanê belav kirin.”
“Piştî cenga (Qadisiyê) dema Erebên Misilman derbasî Kurdistanê bûn, civaka Kurd baweriya xwe bi ola Zerdeştî tanîn, ku rehên wê vedigerin çandeke kevnar di serdema Neolotîkê de. Zordarî û tundî di hemû aliyên jiyanê de ji destpêka pêngavên îslamîk ku armanca wê sepandina bawerî û pergala nû li herêmê bû, dihatin meşandin. Bikaranîna darê zorê di aliyê çandî û rewanî de û di nêv de huner û wêje, helbet dê Îslam di van mercên tund û berberiya hişk de ji aliyê civaka Kurd ve bê erêkirin.
Ji vê qonaxê ve, guhertinên kûr û bibandor di terzê hizirîn û rewaniya civaka Kurdistanî de bi hêza şûrê îslamî çêbû. Lewma evê civakê û yekem car di dîroka wê de, hin hîmên bingehîn ji cîhana xwe ya rewanî û hundirîn ji dest da, her wiha şêweyê hişmendiya xwe yê felsefî û olî bi hev re ji dest da. Mînak: Bi pêşketina çanda îslamî ya nivîskî di herêmê de, zimanê kurdî ji ber mijûlbûna wê ya olî di perestinê de, li pêşberî zimanê erebî ku zimanê perestiya bingehîn ji ola Îslamê re ye, bi paş ket.
Piştî derbasbûna Îslamê ji Kurdistanê re, wêje û hunera kurdî li dibistanên olî bi teşeya wêjeyeke nivîsandî bû, lê ne ku wêjeyeke devikî bi pêş ketibû, ev jî li ser destê zilamên olê bû “Mele” ku di heman demê de wêjevanên wêjeya kurdî ya nivîskî bûn. Mîna: “Ehmedê Xanî, Melayê Cizîrî, Feqiyê Teyran, Melayê Bateyî û hwd.... Lewma helbesta vegotî, sofîk û pêşketina wêjeya devikî bi devê bêjer û dengbêjên gelêrî bû, her wiha Xecê û Siyabend, Memê Alan, Bodre Zerê, Zembîlfiroş, Mîrze Mehme û Dêwê heft serî ji berhemên vê wêjeya gelêrî ya vê qonaxê di serdemên navîn de ye. Hemû taybetî û ciyawaziyên ziman û çanda niştîmanî ya kurdî û hoşiya gelêrî ya rastdar di van destan û çîrokan de kom bûne.
Hemû dîroknivîs û ravekerên efsaneyê li hev dikin ku: Wêje û hunera hemdem a ku rehên xwe ber bi çanda efsane û destana kevn ve berdide, dikare gelek guhertinên li pêş di aliyên berhemdarî û cewherî de bike, lewma gelên Mezopotamyayê nikarin gavan di aliyê wêje û hunerê de bavêjin, ne ku xwe bispêrin rehên efsane û destana kilasîk, ji bo vê yekê divê ku em di dîroka wêjeya xwe ya kevn de kûr bibin û parçeyên ku piçûk jî bin li ser şop, navdar û destanên wê kifiş bikin.”
“Pêxemberê Îslamê mir û hîn Îslamê girava Erebî derbas nekiribû, wî dest pê kiribû ku neteweyên derdor vexwendî Îslamê dikir, piştî wê vekirin dewam kir, Iraq vebû û wê demê hin êlên Ereb ji “Rebî'a” û “Meder” niştecihên wê bûn, her wiha hin Pers –Ji bilî gelê wê yê resen– Nesara bûn, hin ji wan jî Mazdekî û Zerdeştî bûn.
Vekirina van welatan bi hev bandor kirin û têkileke mezin di navbera neteweyên vekirker û vekirbar de çêkir, têkilek di xwînê, bingehên civakî, nêrînên hişmendiyê û baweriyên olî de jî çêkir.
Dabên persî û romanî têkilî yên erebî bûn, zagona Pers û Romanan tekilî fermanên Quran û Sinetê bûn, pendên Persan û felsefeya Romanan têkilî pendên erebî bûn, her wiha terzê birêvebirina persî û romanî jî têkilî ya erebî bû. Ji ber ku ew welatên ku hatin vekirin, ji aliyê bajarbûn, şaristanî û rêzikên civakî ve ji yên erebî pêşketîtir bûn, Ereban ev tişt ji xwe re bir û ji ber ew vekirker bûn, ev rêgez li gorî xwe û mejiyê xwe sererast kirin.
“Ebû Henîfayê Eldeyînewerî” di pirtûka xwe de “Elexbar Eltûl (Nûçeyên Dirêj)” gotiye ku: “Misilmanan roja “Celewlayê” xenîmeyên ku wan wê rojê bi dest xisitin, ti rojan wiha bi dest nexistibûn û gelek keçên azad ên Persan sebî kirin (Dîl girtin).”
Dibêjin ku “’Umerê kurê Xetab” gotiye ku: “Xwedêyo tu me ji zarokên Sebiyên Celewliyan bistirînî (biparêzî)”, ji ber wî dizanîbû ku ne ji tuxmê Ereb in û xwedî baweriyên olî yên xweser in û wê rojek were û lê vegerin û li dijî Îslamê derkevn.
Ereban di du tiştên mezin de bi ser ketin: Yek Ziman e û ya din jî ol e; zimanê wan bû zimanê hemû welatan û zimanên resen li ber wê şikestin, her wiha zimanê erebî bû zimanê polotîk û zanistê. Di warê olê de jî ev tişt heman bû, ku ol li her derê belav bû û kêm kes li ser ola xwe ya resen man.
Xweserbûna Persan bi vekirina Îslamê re winda bû, ew bû herêmeke îslamî, gelek Pers jî ketin destê Ereban de, gelek ji wan dîl hatin girtin û li Ereban hatin belavkirin, gelek ji wan fêrî erebî bûn, heya ku nifşê duyem ji wan weke Ereban bi erebî daxivîn, lê di baweriya xwe de nebûn Ereb, neweke Ereban di çanda xwe de û neweke wan jî di mejiyê xwe de, lê belê bûn Misilman û ew Misilmantî xisitn kirasê persî de. Baweriyên ola xwe ya kevn û dabên wê ji dest xwe nedan, dema fêrî erebî jî bûn, aşopa xwe ya persî bernedan û helbest, metelok û pendên xwe jî ji bîr nekirin, ta asta ku wêjeya erebî bi ya persî û çîrok û çîvanokên wê kûr bibe. Wêje û ola persî navdar û berçav bû, rengekî nû da wêjeya erebî.”
“Serleşkerê bi navê “Hecac”, qirkirineke pir mezin li ser Kurdan da meşandin. Kurdên ku destê wan şûr digirt hemû kuştin, jinên Kurdan ji leşkerên xwe re bir û dest danî ser zarokên wan.”
Di vê serdemê de şer di navbera Sasanî û Bîzansiyan de berdewam dikir. Di sala 637'an de, artêşa îslamî di bin fermana “Se'idê Kurê Weqas” de li “Kadîşê” dawî li şahînşahiya Sasaniyan tîne û li Kurdistanê komkujiyeke mezin pêk tîne. Artêşa Îslamê piştî ku bi ser dikeve, Kurdan bi pêlên kuştinê re rûbirû dike û 20,000 jinên Kurdan bi leşkerên xwe re dizewicîne, zarokê Kurdan jî weke dîlan bi xwe re dibe. Li milê din li “Yermûkê” artêşa Îslamê Bîzansiyan têk dibe û heta Sûriyê dixe bin destê xwe de. Di sala 639'an P.Z de, kesê bi navê “'Iyadê Kurê Xenem” dikeve Kurdistanê û “Nisêbînê, Cizîrê, Hesekê, Rihayê, Farqînê, Bedlîsê û Xelatê” dixe bin destê xwe de û di bin navê xenîmê de, Kurdistanê talan dike. “Xalidê Kurê Welîd” jî dikeve “Amedê” lê berxwedaniyeke bêhempa ji Kurdan li pêş xwe dibîne. Artêşa Îslamê herî dawî di sala 653'an de heta bi “Melaltiyayê” dixe bin destê xwe de, wiha Kurdistan bi tevahî dikeve bin destê Îslamê de.
Helbestek ku di dema dagirkirina “Şarezor û Silêmaniyê” de hatiye nivîsandin, rewşa Kurdan a ku di wê serdemê de jiyane bi rêbazekî balkêş tîne zimên.
“Ev helbest a Pîr Şalyar e, tê gotin ku li şkefta “Cejanê” li Silêmaniyê û li ser çermekî hatiye dîtin û nivîsandin:
“Hormizgan riman, atiran kujan
Wêşan şerdew gewrey gewrekan
Zorkar Ereb kerdine xapûr
Ginew paley heya Şarezûr
Şîn û kenîkan we dîl û beşîna
Mêrd azar tilî wey rûy hiwêna
Rewişt Zertuştir emanewe bêdes
Bezêka nêka hormiz we hewîç kes”
Bi kurmancî:
“Perestgeha Hormizganê dagir kirin, agirê agirdankan vemirandin
Mezin û giregiran Xwe veşartin
Ereban bizor û setemê
Gund û bajar heta Şarezorê talan û wêran kirin
Jin û keç dîl birin
Mêrên çeleng di nav xwînê de hiştin
Rêz û rêçikên ayîna Zerdeşt bêbandor mane
Dilê Ahûramazda bi kesî neşewitî û gunehê wî bi kesî nehat.”
“Kurdan bi vekirinên erebî re piştî nepeniya dîrokî ya ku wan pêçabûn, derketin holê û pesnê veqetandinên siyasî ku her tim pê bi nav û deng bûn, xurt bû. Têkiliya yekemîn bi artêşa îslamî re çêbû di dema ku welatên di navbera herdu çeman de di sala 637’an de hatin vekirin. Êlên Kurdan xwedî roleke giring di şahînşahiya Sasanî de bûn, evan êlan handaneke xurt di dema hewldana berxwedaniya li hember artêşên îslamî de di navbera salên 639 –644’an de dan. Lê dema çarenûsa şahînşahiyê diyar bû, rêberên Kurd jî, yek li dû yekî xwe radestî artêşên erebî û ola nû kirin.”
“Agahî hene ku Ereban herêmên Kurdan bi darê zorê û hêza tivingê dagir kirin û hin dever jî bi çêkirina hevpeymanên aştiyê bi wan re ew der girtine dest û ev mijar dîroknivîsên “Teberî, Ibnû Kusir, Ibnû Xeldûn û gelekên din...” bi ziravî li ser nivîsandine.
Di jêderên Ereban de min dît ku têgîna “Kurd” xwedî wateyeke xuya bû, ku “koçer–şivan” dihate fêmkirin, ev di berhemên “Cahiz, Deynewerî, Teberî û Ibnû Kusir” de xweş dihate dîtin û carinan jî weke sixêf dihate bikar anîn.
Pêngavên leşkerî li herêmên Medyaya çiyayî dereng pêş diketin, astengiyên ku li pêş artêşa erebî derketin ne tenê ji bo erdnîgarî û avhewayê bûn, lê belê ji ber berxwedaniya gel a bêhempa ya li ber artêşê bû. Ji ber bêçarebûnê “[40]Yezkurd ê Sêyem” bixwe dakete şer û gel vexwendî berxwedanê li hember dagirkerên Ereb kir. Hêzeke mezin li “Nehawend” li nîveka “Medyayê” kom bû û ev şer hêviya dawîn ji Kurdan re, her wiha ji Ereban re jî bû. “Se'idê Kurê Weqas” nûçeya li ser kombûna hêzên persî li “Nehawendê” gihande serbazê giştî yê hêzên erebî “’Umerê Kurê Xetab” û bi biryara wî “Mihemedê Kurê Nu'man” bû serbazê giştî yê hêzê, wiha gihan kelha “Nehawendê” û xelk ji tirsan reviyan û li nêzîkî wir şerekî giran rû da, ”Mihemedê Nu'man” hate kuştin û birayê wî “Ne'îm” kete şûna wî de. Di dawî de hêza erebî bajêr girte xwe û berê xwe dan “Hemedanê” û ew dever jî dagir kirin. Dema artêş dikete çi bajarî de, [41]cizye li xelkê wê disepandin, gelek xelk reviyan çiyayan û yên ku vedigeriyan û nedibûn Misilman cizye didan.
Di navbera çerxa heftan ta çerxa dehan de, li gorî agahiyên li cem min heyî, ti wêjeyeke nivîskî ya Kurdan tune bû, berhemên wêjeyî yên ku gihane me vedigerin çerxên deh û yazdehan. Ew bi zimanê kurdî bûn, lê belê bi tîpên erebî hatibûn nivîsandin. Wêjeya devikî jî ketibû meryetê de û li şûna wêjeya nivîskî dihate bikaranîn.
Piştî dagirkirina erebî û di navbera sê çerxan de, gelek guhertinên kûr di jiyana kurdewarî de çêbûn, ev guhertin hemû beşên jiyanê yên civakî, polotîk û aborî di nav xwe de hewandin, sedema wê jî avabûna dewleta xîlafeta îslamî û belavbûna Îslamê bû.”
Piştî Îslamê
“Bi belavbûna Îslamê li Rojhilata Navîn û erdnîgariya Kurdistanê re, şaristaniyeke nû dest pê kir. Ev şaristanî, giraniya xwe da ser nivîsandin û xwendinê. Kurdan jî gelek dibistanên ku perwerde bi zimanê kurdî didîtin, ava kirin. Dibistana kurdî ya herî pêşîn di sadsala 10'an de sala 950'P.Z li Rojhilatê Kurdistanê li bajarê Hamedanê hatiye avakirin, her wiha:
Dibistana Sitrabasê (Amed)
Dibistana Sor (Cizîra Botan)
Dibistana Bazîdê
Dibistanên Bedlîsê; Îxlasiyê, Katibiyê, Şukriyê, Şerefiyê û Şemsiyê.
Dibistana Hîzanê
Dibistana Miksê
Dibistana Bêdarê
Dibistana Findika Botanê
Dibistana Axtepeyê
Dibistana Norşênê
Dibistana Hawêlê
Dibistana Heskîfê
Dibistana Amêdiyê û bi sedan dibistanên wisa yên din hatibûn avakirin.
Di dibistanên kurdî de piraniya pirtûkan bi zimanê erebî bûn, lê zanayên Kurdan ev pirtûk diguherandin zimanê kurdî û hînî xwendekarên xwe dikirin. Wiha zimanê kurdî pêş ket. Di dibistanên kurdî de, xwendekarên Kurd; kurdî, erebî û farisî hîn dibûn û waneyên Quranê, tefsîr, helbest, fiqih, kelam, mentiq, wêje, felsefe, astronomî, tendûristî, fîzîk, bîrkarî û hwd dihatin dayîn.
“Ev pirtûk bi taybet li dibistanên olî yên Kurdistanê dihatin xwendin:
Qurana Pîroz
Nûbuhara biçûkan–Ehmedê Xanî–kurdî
Mewlûda Kurmancî–Melayê Batê–kurdî
Nehucl Enam–Mele Xelîlê Sêrtî–kurdî
Eqîda Îmanê–Ehmedê Xanî–kurdî
Xayetul Ixtîsar–Ibin Qasim–kurdî
Tesrîfa Kurmancî–Emsîle–kurdî
Tesrîfa Zincanî–kurdî
Ewamila Guranî
Zirûf û Terakîb–Mele Yûnis Sa’edelahê Biçûk
Şerh Elmuxnî–Sa’ed Hilî, Sa’edelah Gewra
Netaic Siyûtî Camî
Şerha Elwelîd
Haşiya Ebdilwihab–Îsa Xocî
Qewlê Ehmed Ûsama, We’dê Ûsama Istî’arê
Haşiya Usam, Haşiya Ebdilkerîm
Şerha Şemsî (Muxteser)
Şerhul Eqîde, Cemû’l Cewam’ fî ûsûl eldîn
Sîret Elmilûk
Heft Qelemrû
Efsaneyên Serê Dêw
Cumcumê Sultan
Ilmûl Qiyas
Luqmanê Hekîm
*Pirtûkên Kurdî:
Ji van pirtûkan şeş bi kurdî bûn, ên dîtir hemû bi erebî bûn.
Ji bo qedandina xwendina dîploma olî pêwîst bû ku; Cemû’l Cewam’ a zimanzanîna serf û nehwê ya Mewlana Elcami’î bê xwendin.
“Wêjeya kurdî xuya ye ku ji wêjeyeke nivîskî û nivîsandî (Folklor) bêpar e, lê ev nayê wê wateyê ku qet wêjeyeke nivîskî li cem Kurdan tune ye, lê hindik e, tevî vê jî ev hindik baş e û pêwîst e. Qasimlo dibêje ku: “Tiştekî wêjeya kurdî ta niha nîne, ku bibe teşeyekî wêjeyî yekgirtî.”
Wêjeya kurdî ya nivîskî; meşa xwe ya hêdî ji çerxa 11’an Z li Bazîd, Hekarî û Botanê ji Bakurê Kurdistanê û bi zaravayê Kurmancî dest pê kiriye, piştre di çerxa 18’an de bi zaravayê Goranî li Sinê paytexta Erdelanê geş bûye, Pê re jî bi zaravayê Lorî, beşa wê yê Babanî li Koysinceqê û li Silêmaniyê paytexta Baban pêş ketiye.
Em dibînin ku piraniya nivîsên wêjeya kurdî; bi awayekî giştî xwe dispêre vejandin û mezinkirina nirxên bilind, dab û nerîtên kurdî yên dêrîn. Ev bixwe mijarên bingehîn ên helbest, destan, çîrok û efsaneyên gelêrî ne, ku her demê Kurd bûne bengiyên lêguhdarkirinê û di şevên zivistanê yên dirêj de ev wêje bi wan xweş dihat û xemrevîn dibûn.... Li wir, li çiyayên wan ên biberf û baran, kes ji dîsa lêguhdarkirin û dubarekirinê bêzar nedibû, bi taybet dema çûnûhatin dihatin birîn û gund vala dibûn, wê demê jiyan giran dibû û ji bilî xemrevînên bêguneh û qurtên çayê dema li wan çîrokên xweş, efsaneyên seyr û helbestên evîniyê guhdar dikirin, tiştek bisûdtir û xweştir tune bû.”
“Piştî derbasbûna Îslamê ji Kurdistanê re heya bi derketina xîlafeta Ebasî jî, civaka Kurdistanê di qirkirin û komkujiyên sor û spî pev re jiyaye, lewma çawa di aliyê siyasî de ti pêşketin çênebû, di aliyên wêjeyî û hunerî de jî, ti guhertinên kûr û berçav çênebûn.
Bi derketina xîlafeta Ebasî li Bexdayê û pêşketina wê, gihîna lutkeyê û ber bi têkçûyîna wê ve, xuhermend û mîrnişiyên herêmî li gelek herêmên kurdî derketin, bi vê pêşketina di warê civakî û siyasî de, pêşketineke wêjeyî û hunerî nû, xwedan ciyawazî ku derbirîna wê qonaxê dikir, derkete pêş.
Em dikarin bêjin: Valabûna desthilatdariyê (Siyasî –Leşkerî) ya di navbera çerxên 11’an û 16’an de, rewşeke azadî û serxwebûna xweser ji gelek mîrnişiyin li Kurdistanê re bi xwe re anî. Di vê qonaxa dirêj de, mîrnişiyên piçûk û navser li gelek herêman derketin. Mîna: Mîrnişiya Botanê, Erdelanê, Babanê, Behdînanê... û di ferweriya xwe de demin dirêj man. Li gelek bajaran mîna: Bedlîs û Cizîra Botanê... dibistanên olî û wêjeyî vebûn.
Di vê qonaxê de û tevî perwerdeya olî ya îslamî li van dibistanan, zimanê kurdî di berhemên wêjeyî yên helbest, pexşan û xîtabetê de, serwer û serperiştkar bû. Zimanê kurdî bi tîpên Aramî hate bikaranîn û ji ber perwerdeya olî ya îslamî (piraniya jêderan bi erebî hatibûn nivîsandin) wêjeya kurdî û xutbeyên olî yên kurdî bi gotinên erebî û têgînên ku di perestiyê de tên bikaranîn bandor bû, tevî wê, wêjeya kurdî ya pexşanî, helbestiya nivîskî, xîtabî û pê re zimanê kurdî, gavin mezin ji pêşketin û xwepêşxisitnê avêtin, ku îro em nav lê dikin “Kilasîka Wêjeya kurdî ya Nivîskî” ku ew bixwe keç û berhema vê serdemê ye. Her wiha pêşewayên wêjeya kurdî ya Kilasîk, piraniya wan ji van dibistanên wêjeyî ne. Em dikarin bibêjin ku: Rewşenbîrên Kurd sûdeke mezin ji çanda îslamî ya berfireh di nivîsên xwe de girtin. Tîpên erebî–îslamî di aliyê hizirî û rewanî de hatin bikaranîn, wiha wêjeya Kurdistanî ya nivîskî di bin bandora çanda olî, sofîtî û felsefeya Îslamê de bi pêş ket, lewma divê em vê qenciya ol û çanda îslamî di dîroka xwe ya wêjeyî, çandî û kilasîkî de nedin mandelayê.
Di rêya van nivîsên helbestî yên wêjeyî, carinan rasterast û carinan jî veşartî û bi şêweyekî diyar, rexne li sîstema desthilatdar di serdema navîn de dihatin kirin. Jiyana mîr, beg û birciwaziyan, mijara bingehîn ên van rexneyan di wêjeya kurdî ya wê serdemê de bûn. Tembelî, gewîbûn, xerckirin, fermandan û şêwazê zordar ên mîran mijarên sereke yên vê wêjeyê bûn ku bi şêweyekî sembolî ew rexne dikir. Her wiha evê wêjeyê ji romansiyetê ne bêpar bû, romansiyeke sofîtî bû ku dixwest jiyana rewanî ya sofîtiyê li şûna xweşbûn û gewîbûna di koşkên mîran de derxîne holê. Wêjevanên Kurd, pêşniyar kirin ku li şûna vê jiyana heyberî ku tije arezûyên lawiran e, dê jiyaneke rewanî tije arezûyên hişmend bijîn û navê evîna xwedayî lê kirin.
Evan wêjevanan, di piraniya helbestên xwe de, xwe spartin felsefeya yekbûna hebûnê ya hiziriya îpiqoriya Girîkî ya li ser jiyanê. Her wiha evan wêjevanan hizira yekbûna civaka Kurdistanî li şûna mîrnişiyên teng derxistin holê. Lewma gelêrî bûn û nêzîkî cemawerên kedkar di jiyana wan a rojane ya sivik û xweristî de bûn. Rexneyên cûrbicûr li Orostokratan dikirin, ev jî bûbû sedem ku gel xwe li dora wan bipêçe û cihê vegem, rêzgirtin û hezkirinê bin, ku çîrok û çîvanokên berefsaneyî li ser wan derketin û gihan rêjeya ocax û lehengên bilîmet.
Em dikarin bibêjin ku: Feqiyê Teyran, Ehmedê Xanî, Baba Tahirê Hemedanî, Melayê Bateyî û Melayê Cizîrî, pêşeng û serekên vê behremendiya wêjeyî di dîroka me ya navîn de bûn.
Zaravayê Avestayî û şêweyê nivîsîna wê, nûnertiya zimanê ol û felsefeya pêxember Zerdeşt dike, heta roja me ya îro jî bandora wê mayîde ye, tevî vê bandora neyînî ya ku ola Îslamê lîst jî, lê ziman û çanda kurdî resenî û zengîniya xwe ya wêjeyî û folklorî ji aliyê devikî û nivîskî ve di navbera çerxên 10 û 17’an de parast. Di vê qonaxê de dibistanên olî yên neteweyî û sofîtî bi pêş ketin û helbesta destanî û çîrokî li van dibistanan belav bûn. Mînaka herî berçav a vê serdemê, dîwanên Melayê Cizîrî, Feqiyê Teyran, Ehemdê Xanî, Baba Tahirê Hemedanî û Eliyê Herîrî ne. Evan karibûn mîrata destana kurdî ya Kilasîk a devikî veguherînin destanên nivîskî, mîna: Mem û Zîna Ehmedê Xanî, Zembîlfiroşa Mele Hisênê Bateyî, Şêx Senanê Feqiyê Teyran... Evan şopan çandeke neteweyî, felsefî, sofîtî û helbestiyeke resenî hildigire.
Bêguman wêjeya devikî ya kurdî xwedî rola sereke di parastina zimanê kurdî de bû, ku di civat û şevbuhêrkên gund ên êvarê de belav dibûn. Evan helbestvanên gelêrî rola çîrokbêj û zanayan di nav gel de lîstin, di nav birên gel de navê wan “Dengbêj” bû, ji wan navan “Evdalê Zeynikê” ye, yê ku di dema xwe de bûbû “Homîros” ê Kurd.
Kurdan Alfebaya ZendAvesta di qonaxa Medî de bi kar anîn, her wiha alfebaya erebî (aramî) di serdemên Navîn de dema belavbûna Îslamê bi kar anîn. Lê divê ku em bînin zimên ku şoreşa nûjen a herî mezin di vî warî de sala 1928’an çêbû, dema Celadet Bedirxan alfebayeke kurdî–latînî di zimanê kurdî yê nûjen de çêkir. Ev tişt veguherî êstgeheke belavbûna tîpên latînî li Bakurê Kurdistanê û bû sedem ku tevgera wêjeyî û çandî ya ku Celadet Bedirxan di rêya kovarên “Hewar û Ronahiyê” de pêk anîn, pêş bikeve, her wiha li qada Rojavayê Kurdistanê, Sûrî û Libnanê jî, bi helbestvan û wêjevanên mîna: Cegerxwîn, Osman Sebrî û Seydayê Tîrêj dewam kir.”
Encam
Evê lêkolînê ronahî avêtiye ser serdemeke veşartî ji dîrokeke tijî xwîn û hilandinê re, ku her yek li gor aliyê ku xwe pê ve girêdaye vê serdemê dinirxîne û şîrove dike. Min jî hewl da gelek jêderên dîrokî ku behsa Kurdistanê di serdema berî hatina Îslamê û piştî wê de dike bidim hev û lêkolîn bikim.
Di lêkolîna xwe de min behsa Kurd û Kurdistanê kiriye, ku çawa, ji çi nijadî, ji ku derê hatine û bi hatina Îslamê re çi bi serê Kurdistanê hatiye? Kiriye.
Her çi qasî hindik be jî, lê dê sûdekê bigihîne we.
Çend encamên berçav:
Dîroknivîsên durû û desthildaran nexwestine ku Kurd dîrok û şaristaniya xwe rast û dirust binasin, her wext hewl dane ku wê winda bikin û bi navên cuda cuda binivîsin da ku wê ji reseniya wê ya dîrokî dûr bixin.
Wêje û hebûna kurdî–kurdewarî berî Îslamê xwedî nasnameyeke pir xurt û kevnar bû, ew bi pend, çîrok, destan, efsane û helbestên gelêrî tijî bû, ta hatina Îslamê jî, ev behre ji dest xwe berneda û bi rengekî kurdî-îslamî hûnand.
Li ber dagirkerî û guhertina bi darê zorê, Kurdan her li ber xwe daye û serî li hember bişaftinê rakirine, ta asta ku wan bingehên çanda xwe ya resen ta niha ji dest nedane.
Biserketina Misilmanan a li ser Persan di cenga “Celewlayê” de sala 16’K/637’Z de, destpêka vekirina herêmên kurdî bû û “Qa’qa’ kurê ’Umer”; serbazê yekemîn bû ku derbasî herêma kurdî bû. Her wiha “Iyad kurê Xenem” serbazê yekemîn bû ku di sala 19’K/639’Z derbasî nîvê dilê Kurdistanê bû.
Tevî ev qas xwîna ku hatiye rijandin, canên ku bûne qurbanî, jinên ku hatine sebîkirin, zarokên ku hatine sêwîkirin, samanên ku bûne xenîme, bajarên ku hatine wêrankirin û malên ku hatine şewtandin, hîn gelek Kurd hene bawer dikin ku Îslamê bi aştî, bêşer û kuştin belav bûye. Kurd ne bixweşî û ne bikêfa xwe derbasî Îslamê bûne, lê belê bi darê zorê li wan hate sepandin. Li gorî gelek dîroknivîs û jêderên erebî û ewrûpî, wan gelekî li ber xwe daye, hatine kuştin û çem bi xwîna wan herikîne, ta ku hêzên îslamî derbasî Kurdistanê bûne û kelhên wan ên mîna “Celewlayê, Hilwanê, Amedê, Ehwazê û hwd..” dagir kirine. Piştî derbasbûnê jî, wan Cizye li Kurdan sepandine û li gorî nameya (Ayeta) wan ê ku cizye nedida û nedibû Misilman, dihate kuştin.
Dagirkerên îslamî berî her tiştî berê xwe didan wêje û nivîsên gelê Kurd, ew dişewitandin û carinan jî berî şewtandinê, agahiyên heyî werdigerandin zimanê xwe û paşê tune dikirin. Dijmin ji ber ku hizir û çanda Zerdeştî bingeh, hebûn û reseniya Kurd û Kurdistanê bû, berê xwe didan wê da ku tune bikin.
Dewlet û mîrnişiyên cûrbicûr ên ku ji destpêka çerxa 3’K/9’Z li gelek deverên Kurdistanê derketin, ti arasteyên wan ên neteweyî li ser asta çandî tune bûn, lê belê xwe bi sîwana çanda erebî ya îslamî ve girêdan, lewma piraniya berhemên wan qonaxan bi erebî û carcaran jî bi persî dihatin hûnandin.
Siyaseta aborî ya ku dewletan bi serê civaka Kurd anî, hişt ku jiyana Kurdewarî tenê di wî teşeyê xwedîkirina sewalan û çandinyê de bimîne û li deşt, çiya û newalan teng bimînin û ji herkîna pêşketina şaristanî bêpar bimînin. Lewma nepêkan e ku wêje di rewşên nearam de pêş bikeve.
Wêjevan û civaka Kurd, çi bûyerên ku diqewimîn, di cî de stranek ango helbestek, çîrokek û gotineke pêşiyan li ser dihûnandin û weke belge ji me re dihiştin.
Bandoreke mezin a ziman û wêjeya erebî û îslamî li ser Kurd û Kurdistanê hebû, herdû wêjeyan jî bi hev bandor bûbûn û têkilî hev bûbûn, ta giha qonaxa “Wêjeya kurdî ya îslamî.”
Ji dema ketina şahînşahiya Medyayê ve sala 550 B.Z û ta roja me ya îro, Kurdan xuhermendên wan ên neteweyî û niştîmanî ku pûtedanê bi zimanê kurdî, hewaya pêşxistina çanda kurdî û handana berhemdayîna wêjeyeke niştîmanî bi zimanê kurdî bikin, çênebûne.
Raman Hesê
Ebdelah Qereman-Weten Elşemis (Welatê Rojê) – R- 31
Cegerxwîn-Tarîx Kurdistan (Dîroka Kurdistanê)-beşê 1 – R-9
Basîl Nêktîn-Elkurd (Kurd) – R-26-27-28-34-35-36
Dr.Ne’îm Fereh-Tarîx Hedarat Elalaem Elqedîm wema qebel-ettarîx (Dîroka şaristaniyên cîhana kevn û berî dîrokê)– R-3
Mezopotamya: Naveke ku Yonanan li welatên Rojhilata Navîn kirin, piştî dagirkeriya wê ji aliyê Îskenderê Mezin ve sala 331 B.Z û bi taybet erdên di navbera çemên Ava Mezin û Feratê de . li cem Aramiyan navê wê “Bês Nehreyîn“ e û di dema dagirkeriya îslamî de navê welatê Rafîdên–welatê Cezîrê” jê re digotin.
Abdullah Öcalan-Elqediye ElKurdiye we Hel Eluma Eldîmoqratiye (Doza kurdî û çareseriya neteweya Demokaratîk) – R-24-25
Ebdelah Qereman-Weten Elşemis (Welatê Rojê) – R-81
Hisên Şawîş-Fî Tarîxune Elfen û Eledeb (Di dîroka me de huner û wêje) – R-20
M. Şîrîn ÇETİN, Mazlûm TEKİN, Hewar GUNGEN, Sedîq BENEK, M. Elî Spêrtî-Wêjeya Kurdî-Amadeyî-1– R-29
M. Şîrîn ÇETİN, Mazlûm TEKİN, Hewar GUNGEN, Sedîq BENEK, M. Elî Spêrtî-Wêjeya Kurdî-Amadeyî-1– R-32-33
Herekol Koçer-Elfen we Eledeb Qeble Mîdiya we Keyîfe Tetewere fî ehid ElMîdiyîn (Huner û wêje berî Medyayê û çawa di serdema wan de pêş ket)– Kovara-Dengê Kurdistan.
Zerdeşt: Navê wî yê rast Dexza ye, li Ûrmiyê ji dayik bûye, pêxmberê Kurdan e. Beriya zayînê di sedsala 6’an de jiyaye. Ola wî bûye ola fermî ya Med û Persan. Nêzîkî 1000 salî ji beriya Îslamê jiyaye. Piştvanên Zerdeşt gelek sincbilind û giranbuha ne. Di Quranê de navê kesê girêdayî wî weke “Mecûsî” derbas dibe.
Sasanî: Şahînşahiya çaran ji desthilata nijada îranî re berî hatina Îslamê bû, ku ji sala 226'an heta 651'an B.Z desthilatdarî kiriye.
M. Şîrîn ÇETİN, Mazlûm TEKİN, Hewar GUNGEN, Sedîq BENEK, M. Elî Spêrtî-Wêjeya Kurdî-Amadeyî-1– R-61-62
Herekol Koçer-Elfen we Eledeb Qeble Mîdiya we Keyîfe Tetewere fî ehid ElMîdiyîn (Huner û wêje berî Medyayê û çawa di serdema wan de pêşket)– Kovara-Dengê Kurdistan.
Fabil: Çîrokên ku li ser zimanê lawiran hatine gotin.
D.Ne’îm Fereh-Tarîx Hedarat Elalaem Elqedîm wema qebel-ettarîx (Dîroka şaristaniyên cîhana kevn û berî dîrokê) – R-232
B.Lêrix-Dîrasat hewl Elekrad we Eslafuhum Elxalidiyîn Elşemalyîn (Lêkolînin li ser Kurdan û bavkalên wan ên Xalidî yên Bakurî) – R-21
Dr.Ezedîn Mistefa Resûl-Elwaqiya fî Eledeb ElKurd (Jîwarî di wêjeya kurdî de) – R-9
Bilazrî-Fitûh Elbuldan (Vekirina bajaran) – R-337
Decîl: Bajarokekî Başûrê Kurdistanê ye, 60 Km dûrî Bexdê ye. Çemek lê heye navê wî yê resen “Karwan” e, lê Ereban navê wî guhertin û kirin “Decîl”. Dema Mislmanan êrîşî Kurdan kirin, Kurdan mirov û zarokên xwe davêtin çemê Decîlê da ku nekevn destê Erebên Misliman de.
Teberî-Tarîx Elrusul we Elmilûk (Dîroka pêxeber û padîşahan) – R-528
Ev name di Sehîh Elbuxarî, Muslim, jînnîgariya Kurê Îshaq, Kurê Haşim û pirtûkên din de hatiye.
Mihemed Emîn Zekî Beg-Xulaset Tarîx Elkurd we Kurdistan (Puxteya Dîroka Kurd û Kurdistanê) Kurdistanê – R-121
Cegerxwîn-Tarîx Kurdistan (Dîroka Kurdistanê)-beşê 1 – R-181
Mihemed Emîn Zekî Beg-Xulaset Tarîx Elkurd we Kurdistan (Puxteya Dîroka Kurd û Kurdistanê) – R-121
Gelek caran navê Kurdan weke Persan” di jêderên îslamî û erebî de derbas dibe, ku mebesta wan ji Persan Kurd” bixwe ne, her wiha Ereban li her kesê ku di bin sîwana şahînşahiya “Persî” de dijiyan, navê “pers” li wan dikirin, pê re jî di wan deman de hîna rasterast netewe û nijad xweşik derneketibûn, lewma ew bi şaristaniyan ve girê didan û bi wan dinasîn.
https://ku.wikipedia.org/wiki/Belavbûna_Îslamê_li_Kurdistanê. (Rûpela Internêtê – Wîkîpîdiyakurdî”– Belavbûna Îslamê li Kurdistanê).
Hisên Şawîş-Fî Tarîxune Elfen û Eledeb (Di dîroka me de huner û wêje) – R-35-21.
Ehmed Emîn-Fecir ElÎslam (Berbanga Îslamê) – R-84
Vekirin/Fetih: Bi zimanê îslamî vekirin” tê wateya derbasbûna welatekî ne Ereb, dagirkirina wî û ew kirina Misilman, heger bixweşî yan jî bi darê zorê be.
Nesara: Koma gelên Xiristiyan in û Quranê jî ev nav li şopdarên riya Îsayê Mesîh ê Nasirî kir.
Mazdekî: Bawermendên ola Mazdek in; fîlozofekî Îranî bû, di salên 487 P.Z de ola xwe çêkir û li cem Persan belav kir, ew jî nêzîkî Zerdeşt bû ku baweriya wî xwe dispart Tarî û Ronahiyê” û doza wekheviya her tiştî dikir.
Xenîme: Mal û milkên – Pere, jin – ku Misilmanan di şerên xwe de bi dest xistine.
Medyar-Dîroka Kurdistanê – R-49.
M. Şîrîn ÇETİN, Mazlûm TEKİN, Hewar GUNGEN, Sedîq BENEK, M. Elî Spêrtî: Wêjeya Kurdî-Amadeyî-1”– R-67-68
Pîr Şalyar: Wêjevanê beriya Îslamê Pîr Şalyar an Pîr Şehriyar”e , ku bi Pîr Şalyarê Hewramî” navdar bû, yek ji pîr û mezinên ola Yarsaniyan”bû. Navê wî Xudadadê kurê Camaspeyî” ye. Ew di sala 1006-ê de li Hewramanê” ji dayik bûye. Ew di zanista gotin û mentiqê de pispor bû û di sala 1098’ê de mir. Hinek wî wek rêberê Zerdeştiyan ê herî dawî li Hewramanê bi nav dikin.
David McDowell -Tarîx Elekrad Elhedîs (Dîroka Kurdan a nûjen) – R-59
Arşek Poladiyan-Elekrad (Kurd ji çerxa heftan ta çerxa dehan P.Z li gorî jêderên erebî) – R-12
Yezkurd: Yezkurdê Sêyem”e (651-631), ew Yezkurd kurê Şehreyar kurê Perwêz Kurê Anûşerwan”e . Dawîtirîn padîşahê şahînşahiya Sasanî”bû .
Cizye: Pereyên ku “Mislmanan” ji “ne Mislmanan” distandin heger ola xwe neguhertana.
https://ku.wikipedia.org/wiki/Belavbûna_Îslamê_li_Kurdistanê. (Rûpela Internêtê – Wîkîpîdiyakurdî”– Belavbûna Îslamê li Kurdistanê).
Salihê Heydo-Rola dibistanên olî di parastina çanda Kilasîk de-Semînerên Wêjeya Kilasîk – Zanîngeha Roajava.
Munzir Elmûseylî-Ereb we Ekrad, Ruya Erebiye llqediya Elkurdiye (Ereb û Kurd, xwendineke erebî ji doza kurdî re) – R-344
Hisên Şawîş-Fî Tarîxune Elfen û Eledeb (Di dîroka me de huner û wêje) – R-37-38-39-94-95[1]