DÎROKA KURDISTANÊ KRONOLOJÎYA BÛYERÊN SEREKE YÊN DÎROKA KURDAN JI DEMÊN KEVINARE HETANÎ DESTPÊKA SEDSALA XX
Kirill Vertyaev
KURD: Efsaneya Rohilate, Moskova, 2020
Reng û rûyê etnîkî yên gelê kurd bi tevahî ji demên kevnare û heya roja îro hatîye parastin. Bandora gelek gelên Asîya Roavayê û Rohilata Nêzîk li ser avabûna kurdan wek netewe hebûye, ku piranîya wan di zû da ji rûbarê dinyayê hatine hilanîn, nemane. Di dîroka esilê kurdan da, wek ku di dîroka gelek dewletên Mesopotamîyayê da, hela gelek deqên sipî hene. Zanyar gerekê li ser bingehê lêgerînên arkêologîyê û wergerandina dest- xetên kevinare wê kêmanîyê bidine hilanîn. Paytextê dewleta Mîtanîyan a kevinare (sedsalên XVI — XIII berî Zayînê) bajarê Vaşşûkannî (Kurdistana Rojava) hetanî niha jî li benda lêkolînan e, kompleksa megalîtîk Göbekli Tepe (Tirkîye) ya di serdema neolîtîk da, rind nehatîye lêkolanê. [1]
Kurdîpêdiya ne berpirsê naverokê vê tomarê ye, xwediyê/a tomarê berpirs e. Me bi mebesta arşîvkirinê tomar kiriye.
Ev babet 2,050 car hatiye dîtin
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!