Ji bo sivikkirina bar û azarên şêniyan ên peydakirina ava vexwarinê ku di encama qutkirina avê de ji aliyê dewleta Tirk ve pêk hatiye, Meclisa Kantona #Hesekê# ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê hejmara sahrîcên ku avê ji şêniyan re peyda dikin zêde kir û kir 48 sahrîcan.
Di encama qutkirina ava stasyona Elok de ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve pirsgirêka peydakirina ava vexwarinê li bajarê Hesekê der ket holê. Ji bo wê û ji bo ku azarên gel di vî warî de sivik bike, Meclisa Kantona Hesekê hejmara sahrîcên ku avê ji şêniyan re peyda dikin, zêde kir û 13 sahrîc radestî Gerînandetiya Avê ya bajêr kir.
Bi vê yekê hejmara sahrîcên li bajêr gihaşt 48`an.
https://www.hawarnews.com/ar/uploads/files/2022/09/03/141505_1-28medium29.jpg
Cîgirê hevserokatiya Meclisa Kantona Hesekê Farûq Tozo dema sahrîc radestî Gerînandetiya Avê dihatin kirin, diyar kir ku meclis hewl dide azarên şêniyên Hesekê sivik bike û ava vexwarinê peyda bike ku ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve bi awayekî domdar tê qutkirin.
Tozo destnîşan kir ku sahrîc dê di çend rojên bê de avê ji şêniyan re dabîn bikin, piştî ku pêdiviyên wê werin peydakirin.
Meclisa Kantona Hesekê di 22`yê Tebaxê de hişyarî da ku berdewamkirina qutkirina ava stasyona Elok ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve, armanca wê valakirina herêmê û pêkanîna projeyên wê yên mêtinger e.
Tozo daxuyand ku rêxistinên mafên mirovan ên navneteweyî berpirsên azarên welatiyan e ji ber ku li hember sûcên dewleta Tirk a dagirker bêdeng e û got: “Ji bêdengiya wan tê fêmkirin ku şirîkê dagirkeriya Tirk in.”
Meclisê bang li civata navneteweyî, rêxistinên mafên mirovan kir ku bilez mudaxele bikin û azarên gelê Hesekê bi dawî bikin, rê li pêşiya rûdana karesateke mirovî ya rasteqîn bigirin ku jiyana zêdetirî milyonek û nîv milyon şênî û zêdetirî 500 hezar koçber û penaberên di nav kampan de dixe xeter
[1]