Piştî şehîdbûna Îsam Ebdullah û birîndariya Mihemed Ceradê ji ber bombebarana balafirên dewleta Tirk a dagirker, gerînendeyê Nivîsgeha Şerq El Ewset a Nûçegihanên Bêsînor kir ku bi çi bedelî dibe bila bibe rojnamvanan biparêzin.
Piştî êrişên dewleta Tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriye di 20'ê Mijdarê de ku di encamê de rojnemvanê ANHA'yê Îsam Ebdullah li Dêrikê şehîd bû û Nûçegihanê STÊRK TV Mihemed Ceradê li Kobanê birîndar bû, Rêxistina Nûçegihanên Bêsînor bang kir ku rojnamegerên dema nûçeyan di şerên çekdarî de dişopînin hedef negirin.
Têkildarî wê, gerînendeyê Nivîsgeha Şerq El Ewset a Nûçegihanên Bêsînor Jonathan Dagher wiha got: Îsam Ebdullah rojnamegerê sêyemîn e ku îsal bi sedema şer li Sûriyê tê qetilkirin. Rojnameger di vî şerê de di xetên pêş de ne. Em ji bo agahiyan li ser erdê wergirin pişta xwe didin wan û divê berdêl çi dibe bila bibe ew werin parastin.
Rêxistinê destnîşan kir ku nûçegihanê ANHA'yê Îsam Ebdullah ji sala 2013'an ve bûyerên li Rojavayê Kurdistanê dişopîne û di encama bombebaranên dewleta Tirk de dema ku bi şêniyên #Dêrik#ê re hevdîtin çêdikir, şehîd bû.
Nûçegihanê STÊRK TV Mihemed Ceradê (24) li Kobanê ku 300 kîlometre li rojavayê Dêrikê ye, birîndar bû.
Ceradê anî ziman ku ew bi zanebûn hatin hedefgirtin û ji Nûçegihanên Bêsînor re diyar kir ku armanca wan zelal bû. Ew rojnamegerên Kurd ên hovîteya wan li herêmê dişopînin hedef digirin. Dixwazin dengên dezgehên çapemeniyê ku kiryar û sûcên wan li Kurdistanê ji cîhanê re eşkere dikin, bê deng bikin. [1]