#Helîm Yûsiv#
Bizava kurdan a ber bi serxwebûna welatê wan ve bizaveke kevn e. Eger em hewildanên şoreş û serhildanên berê, Komara Kurdistan li Mehabadê jî di nav de, deynin aliyekî û behsa van pêncî salên derbasbûyî tenê bikin, em li Bakur û Başûr rastî du bizavên sereke tên. Girîngtirîn tevgera kurdan li Başûr doza otonomiya başurê Kurdistanê dikir, her wisa li Bakur doza serxwebûna Kurdistana mezin hate holê. Bi derbasbûna demê re û di encama pêşveçûnên herêmî û cîhanî de, li seranserê Kurdistanê sê nimûneyên berbiçav yên birêvebirina desthilatdariya siyasî li ser lingan man. Nimûneyê Partiya Demokrata Kurdistanê, nimûneyê Yekîtî Niştimanî Kurdistan ku heta bidawîhatina sedsala derbasbûyî xwedî projeyê otonomiya başûrê Kurdistanê bûn. Nimûneyê sêyem yê Partiya Karkerên Kurdistanê ye ku heta berî çend salên dawiyê yên sedsala derbasbûyî xwedî projeyê serxwebûna Kurdistanê bi her çar perçeyên xwe ve bû. Di van bîst salên dawiyê de hêdî hêdî rol hatin guhertin. Nimûneyê yekem serdestiya xwe li ser Hewlêr û Duhokê bi cih kir, nimûneyê duyem li ser Silêmaniyê û vê dawiyê Kerkûkê, wisa jî nimûneyê sêyem desthilatdariya xwe rasterast li Rojava û bi awayekî ne rasterast be jî, li Bakur jî bi cih kiriye. Di encama berfirehkirina desthilatdariya her nimûneyekî de, nimîneyê sêyem li kêlekê ma û îro roj reqabet, nakokî û şer û pevçûnên desthilatdariyê di navbera her du nimûneyên din de heta vê kêlîka ku ev nivîs tê nivîsandin carinan bi tundî û carinan sergirtî berdewam dikin. Gava em bi vî awayê zelal behsa sê nimûneyan û dûre jî du nimûneyan dikin, ev nayê wê wateyê ku nimûneyin din tune ne, lê mebest jê ew e ku ev nimûne xwedî bandoreke mezin û berfireh in di nav civaka kurd de li her çar perçeyên Kurdistanê. Ji ber vê, di baweriya min de, qedera kurd û Kurdistanê di asta jihevnêzîkbûn û jihevdûrbûna van her du nimûneyan de tê destnîşankirin. Her aliyek aliyê din bi ajanî û xiyanetê tawanbar dike. Her aliyek têkiliyan bi dijminê aliyê din re datîne. Her alî xwe wekî xwediyê rasteqîne yê Kurdistanê dide nîşandan. Kîjan alî heta çi radeyê rast dibêje, mijara me ne ev e, lê rastiya ku -ji bilî mirîdên her du aliyan- her kes dizane ew e, aliyek bê aliyê din wê nikaribe hemû kurdan bigihîne qonaxa azadî û serxwebûnê. Di vê çarçovê de çûna xelkên Başûr ser sindoqên referandûmê ji bo serxwebûna Kurdistanê, di bîstûpêncê êlûna îsal de, gaveke pir girîng e di çûna ber bi pêkanîna xewna dîrokî ya hemû kurdan ve, ku ew jî serxwebûn e. Tevî ku ev referandûm tenê ya perçeyekî, lê ne ya hemû Kurdistanê ye. Wisa jî bikaranîna mafê referandûmê nayê wê wateyê ku wê roja din başûrê Kurdistan serbixwe bibe. Tevî van hemû gelemşeyan biryara pêkanîna referandûmê bixwe tirseke mezin xiste dilê dijminên stratejîk yên kurdan ku bi taybetî di helwesta Tirkiyeyê û Îranê de bi gewde bû. Wisa jî bi awayekî rasterast nimûneyê sêyem ku reqîbê nimûneyê xwediyê referandûmê bi xwe ye û li Rojava pêre di nav şer û pevçûnên desthilatdariyê de ye, bi awayekî zelal û bi hemû baskên xwe ve li Bakur û Rojava destek da pêkanîna referandûmê. Ev pêşveçûn rastiyeke zelal tîne holê ku ew jî ev e, hevalbend û dostê stratejîk yê tevgera başûrê Kurdistanê ku me ew wekî nimûneyê yekem bi nav kiribû ne Tirkiye û ne jî Îran e, lê belê tevgera bakur û rojavayê Kurdistanê ye, ku me ew wekî nimûneyê sêyem binavkiribû. Eger ji roja referandûmê û pê ve her du nimûne, li ser bingeha girtina berjewendiyên neteweyî di ser berjewendiyên desthilatdariya rêxistinî û hizbî re bigrin, wê karibin kurd û Kurdistanê bigihînin qonaxa azadî û serxwebûnê. Eger ji vê dersê jî destvala derkevin, wê dîsa me vegerînin şer û pevçûnên li ser berfirehkirina desthilatdariyên xwe yên hizbî û wê serxwebûna Kurdistanê ji berê dûrtir bibe û bimîne xewn. Ji lew re, ez neçarim ku vê nivîsa xwe bi hêviyê bi dawî bikim. Bi hêviya ku referandûma başûrê Kurdistanê bibe destpêka lihevkirina hemû hêzên kurdan yên sereke û ji qonaka jihevdûrketin û derîlihevgirtinê derbasî qonaxa birina kurdan ber bi xewna mezin ve, ber bi serxwebûna Kurdistanê ve.
Ev nivîs di Basnewsê de jî hatiye weşandin[1]