$Agahiyên şehîd:$
Nav û paşnav: Yûsûf Malgaz
Nasnav: Rêber Kiçî
Cihê jidayikbûnê: Şirnex
Dayik-Bav: Xezal-Abdulkerîm
Dem û cihê şehadetê: 20'ê Kanûna 2022 / Cûdî
$Kurtejiyana şehîd:$
Cizîra Botan di dîrokê de yek ji girîngtirîn navendên berxwedanê yên Kurdistanê bû û her tim karîbû çanda berxwedanê zindî bihêle.Bi hatina gerîla ya li herêmê re tevgera me ya azadiyê pejirand, bawer kir, bi zanebûn bû û ji berdêla azadiya xwe dudilî nebû.Eşîra me ya welatparêz Kiçî, ku yek ji eşîrên herî qedîm ê Cizîra Botan e, weke gelê me yê herêmê, bi partiya me re dilsoz û bi PKK’ê bawer bû û ji bo vê yekê dudilî nebû ku ewladên xwe yên herî bi nirx li refên têkoşînê zêde bike. Hevrêyê me Rêber di nava malbateke welatparêz a ji eşîra me ya qedîm a Kiçî de ji dayik bû û mezin bû. Hevrê Rêber ji zarokatiya xwe ve bi welatparêziya malbat û derdora xwe PKK nas kiriye. Hevrêyê me Rêber ku bi çîrokên lehengiya hevrêyên me yên tevlê têkoşînê bûne mezin bû, di temenê xwe yê biçûk de timî wê rojek bibe gerîla xeyal dikir. Hevrêyê me Rêberji zarokatiya xwe ve şahidê polîtîkayên înkar û tinekirinê yên dewleta Tirk a faşîst û mêtînger a li dijî gelê Kurd e, bi taybetî jî li hemberî gelê me yê Cizîra Botan, kîn û hêrseke mezin li dijmin hîs kiriye. Hevrêyê me Rêber ê ku dixwaze li dijî van polîtîkayên dewleta Tirk a qirker têbikoşe û mîrateya berxwedanê ya ji malbata xwe girtiye bidomîne, ferq kir ku têkoşîna herî bê stemkar a ku dikare were meşandin di nava refên gerîla de ye û biryar da ku tevlê gerîla bibe.
Hevrêyê me Rêber di sala 2014’an de ji warê ku lê hatiye dinê, Botanê tevlê nava refên gerîla bû, di rojên destpêkê de ku bi kesayeta xwe ya kedkar û fedekariya xwe tevlê bû, ji bo xwe adepteyî jiyana gerîla bike tu zehmetî nekişand. Piştî demekê li Botanê ma, ji bo perwerdehiya şervanên nû bigire, weke gerîlayekî gihiştî û profesyonel vegere, derbasî Herêmên Paratinê yên Medyayê bû. Hevrê Rêber ê ku her roj zêdetir xwe di warê leşkerî de bi pêş dixe, ji bo ku ji tecrûbeyên hevalên xwe sûd werbigire, timî pirs kiriye û lêkolîn kiriye.Di vê pêvajoyê de hevrêyê me Rêber di berxwedana Kerkûkê de ku yek ji berxwedanên herî bi heybet ên dîrokê ye li hemberî êrîşên qirkirinê yên çeteyên DAÎŞ'ê yên li ser gelê me bi lehengî şer kir, tecrûbeyek mezin bi dest xist. Hevrêyê me Rêber yê ku ev peywîra xwe bi serkeftî bi cih anî, dîsan berê xwe da çiyayên Kurdistanê. Hevrêyê me Rêber ê ku di warê leşkerî de gihiştiye asteke girîng, ji bo ku xwe bigihîne asta gerîlatiya profesyonel û pisporiyê perwerdehiya branşê dît. Hevrêyê me Rêber ê ku pêvajoya perwerdehiyê baş nirxand û ne tenê di warê leşkerî, di warê îdeolojîk de jî xwe bi pêş ve bir, bi helwesta xwe ya jiyanê û serkeftinên xwe yên di perwerdehiyê de bi ser ket, lewma erka perwerdekirina hevrêyên xwe girt ser milê xwe. Hevrêyê me Rêber ji bo vê erka ji bo wî hatiye dayîn bi awayek şayan bi cih bîne, têkoşînek mezin daye. Li gel tecrûbeyên xwe yên leşkerî ji hevrêyên xwe re radigihîne, bi zanîst û tecrûbeya xwe pêşengtî ji hevrêyên xwe re dikir û hevrêyên xwe perwerde dikir. Hevrêyê me di dema perwerdekirina hevrêyên xwe de her roj hînî tiştekî nû dibe, bi dilnizmîbûna xwe hezkirin û rêzdariya hevrêyên xwe bi dest xistiye. Hevrê Rêber ê ku di pêvajoya perwerdehiyê de li ser şêwaz û taktîkên gerîlatiyê yên serdema nû lêhûrbûna xwe bi hevrêyên xwe re parve kir û hewl da ku wan bixe pratîkê. Hevrêyê me Rêber piştî ku ev erka xwe bi serketî bi cih anî, ji bo tecrûbeyên xwe yên jiyanî û leşkerî bike pratîkê û xeyalên xwe pêk bîne derbasî qada Botanê bû.
Hevrêyê me Rêber ku ew kelecana gerîlatiyê ya li xaka wî lê peyda bûbû, roja çû Botanê ew bi xwe re bir û vê kelecanê li hevrêyên li cem xwe jî peyda kir. Li qada Botanê, pêşengtiya gelek çalakiyan kir û derbe li ser derbeyê li dijmin xist. Vê lêhûrbûna xwe ya derba li dijmin, di hemû kêliyên jiyanê de berfireh kir. Hevrêyê me Rêber ku gerîlatiya profesyonel di pêvajoyên perwerdehiyê de wergirtibû, ji xeynî pûçkirina gelek operasyonên dewleta Tirk a dagirker, di pratîkkirina taktîk û şêweyê gerîlatiya nû de jî ku derbên giran li hêzên operasyonê dixe, rol û risteke pêşengiyî wergirt. Hevrêyê me Rêber ku ji xeynî kedkarî û dilnizmiya xwe, bi rêxistinbûyîna xwe û biryardariya xwe ya di şer de jî ji bo hevrêyên xwe bûye mînak, bi van taybetmendiyên xwe moral û hêza berxwedanê li hevrêyên xwe bar kir.[1]