$Agahiyên şehîd:$
Nasnav: Rojbîn Agirî Serhed
Nav û paşnav: Sara Saglam
Cihê jidayikbûnê: Agirî
Navê dê û bav: Mihrîcan - Şakir
Dîrok û cihê şehadetê: 25’ê Gulana 2022’an / Zap
$Kurtejiyana şehîd:$
Hevrê Rojbîn li Agiriyê ji dayik bûye. Dewleta Tirk a mêtinger li Geliyê Zîlan bi hezaran mirovên me qetil kirine û ev jî bûye sedem ku hêrsa malbata hevrê Rojîn li hemberî dewleta Tirk gelek be. Hevrê Rojbîn hê di zaroktî de ji malbata xwe çîrokên li ser Gelîyê Zîlan guhdarî kiriye û rûyê rastîn ê dijmin di hişê xwe de bi cih kiriye. Ji malbata hevrê Rojbîn jî şehadet û tevlêbûna nav refên gerîlayan çêbûye û vî tiştî ji kûr ve bandoreke xurt li ser meşa jiyanê ya hevrê Rojbîn kiriye.Di ciwantiya xwe de wê zilm û êrişa dijmin bi awayekî şênber dîtiye. Bi taybetî jî wê li dibistanên pergalê ev rastî dîtiye û li hemberî rola jinê ya ku di civakê de winda dibe, wê dest bi lêgerînan kiriye. Bi van nakokiyan re ji ber ku têkoşîna azadiyê ya gelê me jî roj bi roj geştir bûye, hevrê Rojbîn tevlî nav xebatên ciwanan bûye. Di nav xebatên ciwanan de bûye wesîle ku bi dehan ciwanên Kurd bîr bibin û tevlî nav refên têkoşînê bibine. Wê jî di sala 2013’an de dev ji zanîngehê berdaye û tevlî nav refên gerîlayan bûye. Piştî ku tevlî nav refên gerîlayan bûye, wê piştî perwerdehiyan xwe pêş xisitye. Dema ku DAÎŞ’ê êrîşî Kobanê kir, wê jî ji çiyayên Kurdistanê berê xwe da Kobanê û li vir bi qehremanî şer kir û birîndar bû. Ligel birîndar bû jî wê dev ji têkoşîna xwe berneda, li Rojava heta ku çeteyên DAÎŞ’ê têk çû, di gelek xebatan de cih girt.
Di her xebatê de bi tarz û tempoya xwe bûye milîtaneke mînak. Hevrê Rojbîn dîsa vegeriyaye çiyayan. Heval Rojbîn di warê leşkerî de bûye gerîlayeke jîr, demekê perwerdehiya îdeolojîk stendiye û xwe li ser xeta PKK û PAJK’ê kûrtir kiriye. Dema ku dewleta Tirk a dagirker êrîşî Zapê kir wê jî li qada Kurojahro li hemberî dijmin tevlî gelek çalakiyan bûye. Di 23-25’ê Gulanê de li hemberî dijmin şer kiriye û gelek dagirker ceza kiriye. Di şer de heta nefesa xwe ya dawîn bi awayekî fedaî şer kiriye û piştre şehîd bûye. Em soza xwe dubare dikin ku em ê bîranîna heval Rojbîn di têkoşîna xwe de bidin jiyîn.[1]