$Agahiyên şehîd:$
Nasnav: Şiyar Azad
Nav paşnav: Samet Yuce
Cihê jidayikbûnê: Qers
Dayik-Bav: Rûken-Îsmaîl
Dem û cihê şehadetê: 26'ê Adara 2017 / Cîlo
$Kurtejiyana şehîd:$
Hevrêyê me Şiyar li Qers a welatparêz ji dayik bû, ku ev herêm yek ji cihên destpêkê ye ku Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê lê gihîşt gelê me yê welatparêz, girseyî bû û bi serhildanan xwedî li têkoşîna me derket. Hevrêyê me dis ala 1996'an de tevî malbata xwe koçî Çûbûk a Enqereyê kir, li metropolên Tirkiyeyê rastiya dijmin ji nêz ve nas kir û bi vî rengî mezin bû. Hevrêyê me encamên siyaseta dewleta Tirk a mêtinger dît ku çawa gelê Kurd ji cewhera xwe dûr dixîne û asîmîle dike. Li hemberî van êrîşên qirêj weke ciwanekî Kurd ê bi rûmet gihîşt wê baweriyê ku divê teqez têbikoşe. Li Enqereyê gava ku diçû zanîngehê, firsend dît ku felsefeya Rêber Apo û partiya me PKK'ê bêhtir nas bike û bi rengekî çalak tevlî karên ciwanan bû. Nêzî du salan gelekî hewl da ku ciwanên Kurd ji polîtîkayên înkar û asîmîlasyonê biparêze û her tim di nava lêgerîna bilindkirina têkoşînê de bû. Dema ku kar dikir gelek caran ahte destgîrkirin, tevî vê yekê jî ji biryardarî û xwesteka xwe ya têkoşînê paşve gav neavêt. Li gel zextên dagirkeran berxwedana dewam kir. Hevrêyê me Şiyar ti carî Komploya Navneteweyî ya 15'ê Sibatê ji bîr nekir ku li hemberî damezrînerê partiya me PKK'ê û hêviya azadiyê ya jin, ciwan û gelên bindest li hemberî Rêber Apo, di heman demê de di şexsê wî de li hemberî gelê me hate kirin. Li dijî mêtingeran û piştevanên wan, xwedîderketina li xeta Rêber Apo ji xwe re kir bingeha jiyana şoreşgerî. Hevrêyê me di Sibata 2006'an de derfetên sîstemê ku qaşo pêşkêşî wî kiribûn red kir, berê xwe da çiyayên azad ên Kurdistanê û tevlî nava refên Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê bû.
Hevrêyê me Şiyar perwredeya şervanê nû bi serketî qedand, bi perwerdeyên li nava refên PKK'ê wergirtî ji aliyê îdeolojîk û leşkerî ve timî xwe bi pêş ve bir û li ser vê bingehê ji bo bicihanîna pêwîstiyên pêvajoyê timî hewl da. Li her qadê têkiliyeke xurt bi hevrêyên xwe re danî, di têkoşîna dijî dijmin de ji bo têkiliyekê jî dudil nebû, di nava şert û mercên herî giran de karekî serketî kir. Hevrêyê me demekê li qada Ewropayê kar, piştre careke din li çiyayên Kurdistanê vegeriya û timî hewl da li qadên herî dijwar ên têkoşînê bimîne. Hevrêyê me Şiyar bi xurtî û ji dil ji jiyana gerîla ya pîroz hez kir, bi nêzîkatiyên xwe yên berpirsyarane li nava hevrêyên xwe hemûyan bû cihê hezkirin û kêfxweşiyê. Ji bo tola hevrêyên xwe yên şehîd hilîne bi biryardarî û îdîayeke mezin tevlî nava jiyan û têkoşînê bû, sekneke tûj a têkoşînê nîşan da. Sala 2016'an derbasî Zagrosan bû, li dijî dewleta Tirk a dagirker cihê xwe di nava têkoşîneke xurt û bi bandor de girt. Her tim xwe perwerde dikir, tecrûbeyên xwe bi hevrêyên xwe re parve dikir û hewl dida di gerîlatiyê de profesyonel bibe. Bi girîngiyeke mezin nêzî pergal û dîsîplînê dibû, bi vî rengî li nava hevrêyên xwe dihate naskirin, her kêliya jiyana xwe da Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê û mîrateyeke mezin a têkoşînê ji hevrêyên xwe re hişt.[1]