$Agahiyên şehîd:$
Nasnav: Şevger Germikî
Nav paşnav: Emrah Avci
Cihê jidayikbûnê: Şirnex
Dayik-Bav: Saniye-Haci
Dem û cihê şehadetê: 26'ê Adara 2017 / Cîlo
$Kurtejiyana şehîd:$
Hevrêyê me Şevger li yek ji navendên berxwedanê Şirnexê ji dayik bû ku li dijî dagirkerî û dagirkeran bi serhildana xwe hêz da gelê me. Hevrêyê me li nava malbateke dilsozê nirxên Kurdistanî mezin bû, derfet dît ku Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê zû nas bike. Li ber êrîşên îmha, înkar û asîmîlasyonê serê xwe netewand, li gel zext û zordariyê jî her timî xwedî li xeta welatparêziya xurt a partiya me PKK'ê derket û bi çanda berxwedanê ya gelê me mezin bû. Li hemberî êrîşên bêrehm ên dewleta Tirk a mêtinger ên li dijî gelê me, bû xwedî hêrseke mezin û kete nava lêgrîna li têkoşînê. Hevrêyê me Şevger sala 2008'an tevlî nava karên ciwanan bû, ji bo ciwanên Kurd ji pençeyên polîtîkayên asîmîlasyonê rizgar bike gelekî hewl da. Hevrêyê me li nava refên têkoşînê felsefeya Rêber Apo û partiya me PKK ji nêz ve nas kir, bi enerjiya ciwantiyê bêsekin xebitî û bandoreke mezin kir. Hevrêyê me Şevger ku dewleta Tirk a dagirker ew kir hedef, tevî ku gelek caran hate destgîr-kirin ti carî ji têkoşîna xwe venegeriya. Di sala 2011'an de ji aliyê dagirkeran ve hate girtin, têkoşîna xwe li zindanên dagirker dewam kir. Hevrêyê me Şevger qada zindanê tevî hevrêyên xwe kir zemîna têkoşîneke bi bandor û perwerdeyê. Timî xwe bi pêş ve bir û di xeta azadiyê de her tim meşiya.
Piştî ku ji zindanên mêtingeran derket, têkoşîna xwe bênavber dewam kir û gihîşt wê baweriyê ku gelê me tenê bi têkoşîna gerîla ya dîrokî ya PKK li çiyayên qedîm ên Kurdistanê dimeşîne dikare azad bibe û sala 2014'an tevlî nava refên Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê bû. Hevrêyê me Şevger perwedeya xwe ya gerîlatiyê ya bingehîn bi serketî qedand, derbasî Zagrosan bû û li vê derê pratîka xwe ya destpêkê ya gerîlatiyê kir. Bi tevlîbûna xwe ya bi daxwaz û kelecan, zû hînî şert û mercên zehmet ên gerîlatiyê bû. Ji roja ku tevlî gerîla bû û pê ve ji aliyê leşkerî û îdeolojîk ve hewl da xwe bike milîtanekî pêşeng. Bi taybetî di fêhmkirina Rêber Apo de û di jiyana bi felsefeya Rêbertî de hesasiyeteke mezin nîşan da, li her qada ku lê ma bû milîtanekî hêja yê PKK'ê. Dema ku dewleta Tirk a dagirker ji bo dagirkirinê êrîş bir ser qada Cîloyê, hevrêyê me Şevger bû xwedî wê firsendê ku hesab ji mejiyê faşîst bipirse û tola gelê me hilîne. Lewma di asta pêşengiyê de tevlî gelek çalakiyên li dijî dagirkeran bû. Di nava hevrêyên xwe de bi kesayetiya xwe ya kedkar û dilnizm dihate naskirin. Bi hezkirina xwe ya mezin a hevrêtiyê, bi tevlîbûna xurt a li nava jiyanê, bi hewldana xwe ya parastin û pêşvebirina nirxên partiyê li nava hevrêyên xwe hemûyan bû cihê hurmetê. Di temenê xwe yê ciwan de tevlî nava refên têkoşînê bû, li nava refên berxwedanê yên dîrokî cihê xwe li eniya herî pêş girt û bi têkoşîna xwe bû mînak ji ciwanên Kurd re. Hevrêyê me Şevger di têkoşîna me de wê timî pêşiya me ronî bike.[1]