Navê pirtûkê: NE BA MIN SIWAR DIKE NE AX MIN PEYA DIKE
Navê nivîskar: #Mueyed Teyib#
Navê Wergêr: Selîm Temo
Wergera Ji zimanê: Erebî
Cihê çapkirina pirtûkê: Stanbul
Navê çapxaneyê: Avesta
Sala çapê: 2014
Ez takebelgê zer û pêtî me
Vê payîza dereng
Bi gulpên vê darê ve mayim
Ne ba
Min siwar diket
Ne ax
Min peya diket
Rojên kurt û tarî
Şevên reş û bêdawî
Wek koremarekî
Di gerdena min aliyayî ne û
Ez mirim bo
Fireka bay û
Çengekê hetavê[1]