Pêveberên Kompleks ên Nav+Kar di Kurmancîyê da
Geoffrey HAİG
Wergêr: Ümran ALTINKILIÇ
wergera ji Zimanê Inglîzî
=KTML_Bold=Kurte=KTML_End=
Pêveberên kompleks (PK) ku ji navekê (N) û karekê (K) pêk tên taybetmendîyeka berbelav a kurdîyê ye ku bi giştî taybetmendîya zimanên îndo-îranî û îndo-aryan e. Mohananê (1997) ji bo PKyên bi vê tîpê yên zimanê hindî analîza argument parvekirinê pêşnîyaz kirîye ku li gor wê hem nav hem kar tevkarîyê li binyada PKyê dikin. Di vê xebatê da boçûna argument parvekirinê li ser dataya kurdîyê tê bicihkirin, lê aşkera dibe ku ew bi tenê binkoma PKyên N+K rave dike. Herweha ji bo tîpeka taybetî ya PKyê analîzeka ji hêla pevketina sîntaktîk hêsantir e û ji hêla empîrîk ve besendetir e. Ez digihîjim wê encamê ku tu model bi tena serê xwe temamê çêbûna PKyê di kurdîyê û zimanên têkildar da rave nake. Di dawîyê da ez amaje bi vê pirsê dikim bê ka çima PKyên N+K di zimanên rojhilatî yên îndo-ewropî da hene, lê hema hema qet di zimanên îndo-ewropî yên Ewropayê da tune ne.[1]
=KTML_Link_External_Begin=https://www.kurdipedia.org/docviewer.aspx?id=479718&document=0001.PDF=KTML_Link_External_Between=انقر لقراءة Pêveberên Kompleks ên Nav Kar di Kurmancîyê da=KTML_Link_External_End=
Kurdîpêdiya ne berpirsê naverokê vê tomarê ye, xwediyê/a tomarê berpirs e. Me bi mebesta arşîvkirinê tomar kiriye.
Ev babet 1,995 car hatiye dîtin
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!