$Agahiyên şehîd:$
Nav paşnav: Suheyla Çelîk
Nasnav: Nûda Sason
Cihê jidayikbûnê: Êlih
Dayik-Bav: Sabriye-Enver
Dem û cihê şehadetê: 04-08-2021 / Serhed
$Kurtejiyana şehîd:$
Hevrêya me Nûda li Êlihê li nava malbateke welatparêz û ji çanda Kurdîtiyê ji dyaik bû. ji temenê zarokatiyê ve şahidî ji êrişên dewleta Tirk a mêtinger û çeteyên wê yên kontra yên salên 1990'î yên li dijî gelê me kir. Her wiha bandora têkoşîna azadiyê ya gelê me ya bi pêşengiya partiya me PKK'ê di dilê xwe de hîs kir. Hevrêya me Nûda hîn di zarokatiya xwe de rastiya dijmin hem jî heqîqeta Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê nas kir, şaşitî û rastiyên dîrokî ji hev cuda kir. Li ser vê bingehê hewl da çareyê ji pirsgirêkên gelê me re peyda bike. Destpêkê baweriya xwe bi wê anî ku bi xwendinê dikare bibe jineke azad. Ji bo vê jî heta zanîngehê bû xwendekareke serketî û daxwaza xwe pêk anî. Lê belê li Qersê ku zanîngeh lê dixwend, kiryarên faşîzan ên dewleta Tirk û polîtîkayên hin rêxistiniyên paşverû yên ku ji bo ciwanên Kurd ji hişmendiya neteweyî dûr bixînin nas kir û ji ber vê yekê jî bêhtir xwe li nasnameya Kurd girt. Lewma kete nava lêgerîna hevalên ku karibe xwe hîn bêhtir li nava wan îfade bike. Hevrêya me Nûda di encama van lêgerînan de ciwanên Kurd ê şoreşger nas kir û vê yekê jî jiyana hevrêya me Nûda diyar kir. Rastiya partiya me PKK'ê û Rêber Apo ku berê bi hestewarî pê ve dilsoz bû, di encama nîqaşên li nava hevrêyên xwe baştir fêhm kir û hewl da taybetmendiyên milîtaniya Apoyî di kesayetiya xwe de bi cih bike. Ji bo pûçkirina polîtîkayên taybet ên dijmin ku li herêma Serhedê ji bo gelê me ji Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê dûr bixîne dimeşand, li vê qadê bi xurtî kete nava karên rêxistinkirina gelê me yê welatparêz ê li vê qadê. Bi taybetmendiyên xwe yên kedkar û fedakar di demeke kurt de bû şoreşgerek ku ji aliyê gelê me yê Serhedê ve dihate hezkirin. Di dema vî karê xwe de zext û zordariya sîstema kapîtalîst a li ser civakê bi taybetî jî li dijî jinê nirxand, biryar da ku jiyaneke bi vî rengî ti carî qebûl neke û tevlî nava refên gerîla bû.
Piştî ku tevlî nava refên gerîla bû, bi bandora kûr a têkiliyên hevrêtiyê û jiyana komunalîteyê di demeke kurt de hînî jiyana gerîla bû. Bi gavên ji xwe bawer, bi gerîlabûnê hewl da bibe milîtaneke jin a pêşeng. Tevî ku di gerîlatiyê de nû bû, bi berpirsyariyên mezin li her qadê xwest alîkariyê bide hevrêyên xwe û ji bo vê jî timî xwe bi pêş xist. Bi vê armancê xwe li qadên îdeolojîk, leşkerî û tenduristiyê bi pêş ve bir, bû fermandareke pêşeng a jinê. Bi taybetî ji bo pêşketina hevrêyên jin çi ji dest hat kir û di heman demê de hewl da hîn bibe. Hevrêya me Nûda her tim xwest biçe qadên herî germ ê şer; bi daxwaz û kelecana lêdana derbê li dijmin, ji bo hesabpirsîna komkujiyên çeteyên DAÎŞ'ê yên li Şengalê û Kobanê li gelê me kir, derbasî van qadan bû. Li van qadan demeke dirêj şoreşgerî kir, gelek caran sîng bi sîng li dijî dijmin şer kir û birîndar bû. Tevî vê yekê jî ti carî xwe venegirt, bi hişmendî û baweriya ji xwe ya nasnameya jinê ya azad hîn bêhtir kar kir, wezîfe û berpirsyariyên giran da ser milê xwe. Bi kûrbûn û kesayetiya xwe ya zîrek li her qadê serketî bû.
Ji bo hevrêya me Nûda gerîlatiya li herêma Serhedê bi gotina wê li herêma ku 'lê hînî jiyanê bû', xeyala herî mezin bû. Ji bo vê xeyala xwe pêk bîne gelekî hewl da û ev xeyala xwe bi cih anî. Tevî ku weke gerîla demeke kurt li qada Serhedê ma, bi sekna xwe ya bi pîvan a di nasnameya jinê ya azad de, bi dilnizmî û kedkariya xwe bû pêşeng. Weke fermandareke mînak a YJA Starê li qada Serhedê li dijî artêşa Tirk a dagirker pêşengî ji gelek çalakiyan re kir, wezîfeyên xwe yên demê bi cih anî.[1]