Navê pirtûkê: RÊWÎTÎYA BERPÊYÎ BÊDAWÎTÎYÊ
Navê nivîskar: CIWAN SERWER
Navê wergêr: #Dilawer Zeraq#
Wergera ji ziman: Tirkî
Cihê çapkirina pirtûkê: Amed
Navê çapxaneyê: Lîs
Sala çapê: 2019
Di vê jîyanê de, gava êş, dilkovanî, mehrûmî, keser, gilî û gazinc, serîhildan, qîrîn, eşq û sewdaserî digel hev li dar dikevin, mirin bi hemû awayên xwe xwe tîne bîra me. Çendî ku em car bi car ji bîr dikin jî, tişta ku bêdawî ye tim û tim haya me pê dixe ku em berpêyî dawîya emrê xwe diçin.
Û di vî emrê ku em tenê diqedînin de; dê ev berhem we bi hemû êş û azar û keser û mehrûmî û qîrîn û serîhildan û çîya û banî û eşq û sewdayên gelekî ku di her kêlîya xwe de bi mirinê re dijî û têkoşîna azadkirina jîyanê dide, bide hisandin; û ew ê we ji vê rêwîtîya xwe re bike heval.
“Rêwîtîya Berpêyî Bêdawîtîyê”, di vê wateyê de, berhemek e ku bi hezkirina ku bo mirovan heye, bi hêvîya ku bo azadîyê heye, bi berxwedana ku li hember zilmê heye û bi qîrîna ku bo mirinê heye hatiye stirandin.[1]