=KTML_Bold=Mîrê Ribabê ango #Miradê Kinê# =KTML_End=
Mihemed Kurdî
Gelek dengbêjên Kurdistanê yên navdar hene, bêgûman yek ji wan dengbêjên navdêr jî Miradê Kinê ye.Miradê Kinê di sala 1941 ê de li gundê Gêra Cehferê ê li herêma Torê hatiye cihanê. Ji ber ku Mirado ji mala kinê ye, ew jî bi vî navî( Miradê kinê) tê naskirin. Di malbata Mirado de gelek dengbêjên hêja hene, lewre Mirad di piçûkatiya xwe de ji bavê xwe û ji apê xwe hînî ribab ,çîrok û sitranên kurdî dibe û êdî ku digêje bîst saliya xwe dibe hunermendekî hêja yê sitran û ribabê.
Piştî derketina wî ya ji gund nav û dengê wî li herêmên wek Mêrdîn ,Sêrt, Êlîh, Kerboran, Kercews, Nisêbîn, Mîdyad û li gelek deverên Kurdistanê yên din belav dibe. Ji ber ku şêweya sitranên Mirado ji yên dengbêjên din ên kurd cuda tir e, çi dawet û şahî û şevbûhêrkên ku diçê bi coş tê pêşwazîkirin û dengê wî yê zelal û zîz bandorê li gelek kesan dike. Her çiqas tomar kirina kasêtên kurdî qedexe bû jî lê piştî salên heftê yî bi tomar kirina kasêtan dengê Mirado li hemî kurdên cihanê belav dibe û bi vî awayî gelek kes bi dengê Miradê Kinê dihese. Êdî gelek kesan hêvî dikirin ku di şahî û dawetan de biçine ber deng û ribaba Mirado, ji ber ku Mirado gelekî xweş li ribabê dide wek ”Mîrê Ribabê” jî tê pênase kirin.
Ji aliyê darayî ve qedera Mirado jî wekî ya hemî dengbêjên din ên kurd bû, ango lawaz bû. Mirado ji bo ku karibe debara mala xwe bike ji aliyê wezîrê avadaniyê yê wê demê Şerefettîn Elçî ve wek karmend li Sêrtê tê bicîhkirin. Mirado piştî ku bû karmend jî dev ji hûnera xwe bernade û her wekî berê sitranên xwe dibêje. Ji ber ku wê serdemê gotina sitranên kurdî qedexe bû Mirado jî wekî gelek dengbêj û hûnermendên kurd ji aliyê dewleta tirk ve gelek caran tê binçavkirin û îskencekirin. Mirado di gotareka xwe de wiha dibêje : Berî ku ez karmendiyê bikim dema ku polîsan ez digirtim û îşkence li min dikirin û ji min re digotin çima tu bi kurdî sitranan dibêjî û kasêtan tomar dikî, piştî ku ez bûm karmend îşkenceya ku wan ji bo gotina sitranên kurdî li min dikirin zêde tir dibû û digotin , tu him nanê dewletê dixwî û dîsan jî bi kurdî sitranan dibêjî.
Gelek sitranên Mirado yên navdar wekî Seyrê û Eliyê Mamed,Xirabo, siwaro, Cîranê hene, lê di nav sitranên wî de sitraneke bi navê ”Firman e” heye ku li ser serhildana Mala Eliyê Ûnis bi xwe gotiye çi kes nikare wekî wî xweş bistirê. ka kerem bikin em bi hev re ii beşeka sitran mêzînin
Firman a…
Xalo li me firman a..
Bira bila kesekê zirtê xwe nedê
Li ser Mala Eliyê Ûnis wa Qewmê Çiyan a
Û lê belê sond xwarina bi şêx Evdilqadirê Gêlanî
Maz û Evdiyê nava Nisêbînê
Û bi perda wî Weysel Qiranî
Sond xwarine wî sî salê Siltan şêxmûs
Bi wê qûbê û perda wan a
Û jin û namûs û pîrekên xwe
Bi sê telaqan berdana
Go emê serê xwe nakin şewqana
Emê destê xwe nakin kelemçana
Emê berê xwe nadin tu hepisxanê giran a
Bira emê tu cara destê xwe nakin
Destê van bêbavên tirkan a
Bira bila heçiyê ew in ew qisasê serê
Me bixwe na
Bira bîra we nayê wextê ko şêx Seîd
Li devê Ûlû Camiya Diyarbekirê
Û stûyê wî avêtina şerîtê
Bûkên serbizêrî
Bi serê mala xwe ve dageriyana……
Wek xuya dike dema mirov evê sitranê guhdarî dike, mirov gelekî hestiyar dibe û xwe di nîveka şer de dibîne.
Piştî evê sitranê Miradê Kinê ji aliyê dewleta tirk ve tê girtin û îskencekirin.
Bi rastî jî bandora dengbêjan li ser civata me kurdan geleke, Miradê Kinê ji xwe li heremê ”Mîrê ribabê” tê pênasekirin. Bikaranîna ribab û deng gelek li hev tên ku tesireke mezin li nava dil dike. Bêgûman Miradê Kinê jî bi deng û sitran û ribab û bi şêweya xwe ya nûjen bandorek gelek mezin li gelê kurd kiriye, heta niha jî gelek stranên wî tên guhdar kirin.Her wiha tesîr û bandora Miradê Kinê li ser gelek hunermendên wek Şivan Perwer û Ciwan Haco jî çêbû ye û gelek sitranên wî ji nûve ji aliyê hûnermendan ve tên şîrovekirin.
Miradê Kinê di dumahîka temenê xwe de nexweş dibe û ji ber nexweşiyê 17’ê kanûna 1984’an de li Sêrtê ji ber qeyranê rehmet dike. Gora Miradê Kina li Sêrtê ye.
Mihemed Kurdî
[1]