Ji bo parastina kurdî dema ceribandinên nû hatiye
#Samî Tan#
Bi vê çalakiyê me xwest ti?tekî nû biceribînin, mijara parastin û pê?vebirina zimanê kurdî bi awayekî nû gotûbêj bikin. Armanca me ev bû nûnerên saziyên kurdan têkiliyên xwe yên bi kurdî re nîqa? bikin. Me xwest ew çîroka xwe vebêjin, bidin zanîn ka têkiliyê wan kurdî li ku dest pê kiriye, li ku derê qut bûye û em dikarin çawa vê têkiliyê ji nû ve saz bikin.Lê mixabin ji ber be?dariya qels û ji ber ku me jî nekarî armanca vê forûmê ba? bidin fêmkirin, hem ji aliyê çendaniyê ve hem jî ji aliyê çawaniyê ve forûm bi qasî ku me dixwest ba? derbas nebû. Me dixwest bi kêmanî nûnerên deh saziyên me tê de be?dariyê bikin, çîroka xwe û ya saziya xwe vebêjin. Em jî (Ez û hevalê Zana) bi tenê moderatoriyê, ango hêsankariyê û rênî?andariyê bikin. Lê ji ber sersariya saziyan, xe?îmiya me û kêmasiyên organîzasyonê ji bilî Tevgera Demokratîk û Azad a Jinan, Navenda Çanda Ciwanan (GKM) û NÇM’ê tu saziyan nûnerên xwe ne?andin. Her wiha tema?evanên ku be?darî forûmê bûn jî ji ber heman sedeman, li ?ûna ku bi pirsên xwe nîqa?ê kûrtir bikin, an jî bi çîrokên xwe dewlemend bikin, wekî her carê nirxandinên propagandayî kirin. Ligel vê yekê jî hinek xalên balkê? derketin holê. Em dikarin wan xalên balkê? li vê derê jî rêz bikin.- Têkiliya min a bi tirkî re pi?tî 14 saliyê dest pê kir. Heta wê demê min ji bilî kurdî bi zimanekî din nedizanî. - Ez 8 salan di girtîgehê de mam, li wê derê hemû jiyan bi tirkî bû, dersên hînkirina kurdî hebûn, em be?darî wan dersan jî dibûn, lê pi?tî ku ders diqediya, têkiliya me bi kurdî re jî diqediya, jiyanê dîsa bi tirkî dom dikir.- Em bi tirkî perwerde bûne, xwendina bi tirkî ji me re hêsantir tê.- Em ditirsin ku bi kurdî bipeyivin, baweriya me bi kurdî nemaye, em dibêjin belkî kesê/a li hemberî me ji kurdiya me fêm neke, lewre jî em bi tirkî dipeyivin.- Baweriya me bi kurdî ?ikestiye.- Em ji zimanê xwe hez nakin, ev yek dîwarekî stûr û bilind di navbera me û zimanê me de çêdike.- Ez li metropolan mezin bûme, malbata min kurdî hînî min nekiriye. Asîmîlasyonê di nav malbatê de dest pê kiriye. Malbata min ji Êlihê ye, lê min bi xwe Êlih nedîtiye.Ji bilî vê yekê kesên be?dar, hinek sedemên mîna pirsgirêkên zimanê kurdî (nebûna zimanekî yekgirtî), nebûna perwerdehiya bi kurdî, bitirkîbûna siyaseta me, bitirkîbûna lîteratûra siyasî, derûniya ku kurdîtiyê wekî gundîtiyê dibîne destnî?an kirin. Her wiha hate gotin ku em kurdî layîqî xwe nabînin. Hinek be?dar da zanîn ku berê kurdan axaftina bi zimanekî biyanî ?ermezar dikir, niha jî gelek kurd ji axaftina bi kurdî dikin. Her wiha be?daran bal ki?and ser têkiliya ziman û bazar û aboriyê re. Hate gotin ku heta ku ziman nebe zimanê bazarê û lê razemenî neyê kirin, ew bi pê? nakeve.Her wekî min li wê derê jî diyar kir, êdî dem hatiye ku em nîqa?ên li ser parastin û bipê?vebirina zimanê kurdî gurtir û kûrtir bikin. Hewce ye ku em pê?î rew?a xwe analîz bikin, bi hemû aliyan li ber çavan raxin, li ser wê bingehê rê û rêbazên parastin û pê?vebirina zimên pê?kê? bikin. Nirxandinên me jî êdî divê ji sînorê ajîtasyon û propagandayê derbas bibe, heta ku em bi çavekî zanistî û bi hûrbînî bala xwe nedine meseleyê, em nikarin ji navê derkevin. Herwiha divê em di xebatên xwe de ti?tên nû biceribînin.Kaynak: Ji bo parastina kurdî dema ceribandinên nû hatiye - Amîda Kurd
[1]