#Efrîn# di bin dagîrkeriyê de (237): Gundekî niştecîkirinê bi pereyên Felestînî, alîkariyin bi dizînê belawela dibin, destdanîna ser erdina û baceyine nû, qutkirina darine zeytûnê.
Li vê dawiyê El’şêx “Elî Qeredaxî – emîndarê giştî ya Yekîtiya Cîhanî ya Zanyarên Misilman” û bi hevaltiya El’şêx “Usame El’rîfa’î – serokê Encûmena Islamî ya Sûrî – Istanbûl” û hin din seredana Bajarê Cindirêsê kir, weke hewildan ji xweşikirina rûyê Hikometa Anqerê re, ya ku di perçevîdiyokê de bi “Hikometeke fermî niştîmanî Islamî bi erka xwe di Turkiyê de radibe” dayî salixdan, lê ji bîr kiriye ku beşdarbûna wê hikometa Efrînê dagîr dike di rûbirûbûna karvedanên erdhejê de tunebû.
= Pirojeya gundekî niştecîkirinê yî nû:
Roja Şemiyê 11.3.2023an. Z, li ser rûpela wê ya Fêsbokê, “Komela El’eyş bî Keramê/jiyankirina bi rûmet – Felestîn/48/” pirojeya avakirina “gundekî niştecîbûnê ji /100/ malî pêk tê bo sêwî û jinebiyan ragîhand, li Bakurê Sûriyê(Herêma Efrînê)…Li ser erdekî ji aliyê binevahiyê ve gerantekirî û alavên kolandin û amedekirinê jî ji aliyê komeleyeke Turkiyê ye pêbawer…Rûbera her malekê /40/ mitir çarkoşe…Û lêçûna her malekê /6700/ Şîkil = /1900/Dolar Emrîkî“, û got “bi bereketa Xweda li ser tewawkirina pirojeyê hate erêkirin, bi ser de jî bi dehan donim erd ji bo avakirina malan li gund hatin bidestxistin”; Herweha jî “çalakvanê Islamî El’nefesî Ibrahîm Xelîl – ji hemwelatiyên (Qudsê) û yê ku piştî erdhejê seredana Bakurê Sûriyê kirî û berztirîn kesên pirpogandayê ji pirojeyê re dikin” li ser rûpela xwe diyar kir, ku gund ê li ser “rûbera deh doniman” bê avakirin, û di navboriya kêmtirî deh katan –îro 11.03.2023- ji ragîhandina pirojeyê re lêçûna avakirinê (li ser hesabeke xercgehî/mesrefî yî Isra’îlî) ji camêriyên “Felestînên /48/ an” hate komkirin.
“Pirojeya “Komela Jiyankirina bi Rûmet/ El’eyş bî Keramê” ya niştecîkirinê.”
Weha, cîbicîkirina vê pirojeyê di karnava çewsandina encamên erdheja ku li welêt xistiye re tê, bi serpereştiya “Hikometa Dad û Geşepêdanê/El’edalê we El’tenmiyê – Turkiyê” û Toreyên “Birayên Misilman/El’ixwan El’mislimîn”, ji bo avakirina bêtirîn gundên niştecîkirinê yên nimûneyî li Hêrêma Efrînê ya dagîrkirî, weke hewildan ji kûrkirin û ferekirina guhertina demografî li dijî Kurdan – nişteciyên wê yên resen.
Bi bîr were jî ku “Komela Jiyankirina bi Rûmet/El’eyş bî Keramê” di avakirina Gundê “Besme” yê niştecîkirinê de – Başûrê Gundê “Şadêrê” – Şêrewa li Efrînê camêriyeke diravî kir, û hewil dide ku bi zêdetirîn pirojeyên din re bibe alîkar.
= Karvedanên erdhejê:
– Milîseyên “Feyleq El’şam” çadirgeheke çêkerî (dora /350/ konî) bi beşdarbûneke wêneyî ji anîndeyan li cihekî di navêna herdu gundên “Tilsilorê û Midê” de – Başûrê Cindirêsê -ji bo alîkariyan bi dest bixe- ava kir, bi ser hewcedariya rasteqîn a hezaran malbatên wêranbûyî di radeya yekê jî ji çadiran re; Lê piştî hate riswakirin, li vê dawiyê ji holê rakir.
– Ji heftakê ve, “Komela Şefeq” hate Gundê “Celemê” – Navça Cindirêsê ji bo alîkariyan li ser dora /350/ malbatên ku ziyan ji erdhejê dîtine belav bike, lê ji ber kombûna çekdar û anîndeyan li gund û çêkirina tevliheviyê, komelê belavkirin rawestand.
– Çadirgehek ji dora /100/ konî li Rojavayê Gundê “Mehmediyê – Başûrê Cindirêsê” bi navê “Çadirgeha El’kiwêtî” di nav zeviyeke zeytûna de û bi serpereştiya Milîseyên “Feyleq El’şam” hate avakirin, û piraniya nişteciyên wê jî piştî erdhejê ji Bajaroka “Etmê” – Idlibê hatin; Li vê dawiyê jî alîkarî ji ser çadirgehê hatin qutkirin û “Asayêşa Leşkerî li Cindirêsê” nikanî ew bo bajaroka wan vegerandana.
– Piştî pêşewazîkirina “Dezgeha Xêrxweziya Berzanî” bi rengekî şahiyane, li Roja Pêncşemê 23.2.2023an. Z, û belavkirina alîkariyan li ser nişteciyên Gundê “Bircebdalo” – Şêrewa, yekser li roja din “Sêf Ebû Bekir” – serkêşê Milîseyên “Firqit El’hemze” nivîsgeha encûmena xwecihî li gund girt, û lêkolîn bi endamên wê re “Umer Reşîd Kilo, Tahêr Kuleho, Cum’e Cum’e” ji aliyê “Asayêşa El’hemzat” li Bajaroka “Basûtê” ve hate vekirin, bi ser ku hemî malbatên çekdar û anîndeyan (dora /75/ an) alîkarî wergirtin, dora/30/malbatî ji Kurdan – nişteciyên gund ên resen (ji reseniya dora /90/ malbatî ku li gund rûniştine, /50/ jî zorane koçber bûne) û /10/ malbatên ku ji herdu bajarên Cindirêsê û Efrînê penaberî gund bûne alîkarî negihîştin wan, û beşek ji alîkariyan jî ketin embarên “El’hemzat”.
– Li dawiya heyva borî, dora /200/ kon weke alîkarî ji bo ziyangihîştiyên erdhejê gihîştin Bajaroka “Bilbilê”, lê serkêşê “Asayêşa Sivîl li Bilbilê” dest danî ser û li ser yên nêzî ji xwe ve (endam û meriv) dan belavkirin, û hewcedarên rasteqîn jê bêpar kirin.
= Li Navça Reco:
– Li vê dawiyê, “Nivîsgeha abortiyê ya Milîseyên Ehrar El’şerqiyê” û serkêşê wê “Ebû Hido/yê ji Xotayê” di bin gefgurên kuştinê de, dest danîn ser du perçeyên erdan (ên hemwelatî “Henîf Mihemed Cemîl“) li Bajaroka Reco, û ji bo avakirina yekîneyên niştebûnê ji xwe re şûnê dûz kirin; Perçê yekê dora (4000 M2) li rex Biryargeha “Asayêşa Sivîl li Reco” (avahiya post û çandiniyê ya berê) dikeve, û yê dudiyê dora (3000M2) li Başûrê Dibistana Reco ya Seretayî ya kevin dikeve.
“Perçe’erdek li kêlek Biryargeha “Asayêşa Sivîl li Reco”, desteserkirin û avakirina Milîseyên “Ehrar El’şerqiyê”.”
“Perçe’erdek li Başûrê dibistana seretayî ya kevin li Bajaroka Reco, desteserkirin û avakirina Milîseyên “Ehrar El’şerqiyê”.”
Herweha jî birayê “Ebû Hido” rabû li ser perçe’erdekî dora (500M2 – ê herdu biran “Mûrad û Ehmed Bekir”) li orta Bajaroka Reco – nêzik riya bazara keskahiyê çadirin vegirtin, weke rêdûzkirin ji desteserkirinê re, û dema xwediyan nerazîbûna xwe xuya kirin, wî li pêş komek ji sivîlan êrişî wan kir û çek kişande wan.
– Milîseyên “Ehrar El’şerqiyê” (yên ku Gundê “Hecxelîl” desteser dikin) tu stûnên hesinî yên taybet bi toreya elktirîkê ya giştî û yên din û daniştekên rûniştinê yên li ser serîfa derbasgeha gund nehîştin û tev dizîn, û herweha jî daniştek û heyînên gulistana gund ên hesinî û toreya hesinî ya hewşa avahiya şaredariyê – ya ku “El’şerqiyê” ji xwe re kiriye biryargeheke leşkerî, û bi xemsarî û tarûmatkirin bi kolan û derbasgên gund re dan û standin tê kirin – gundê ku berê bi xweşikî û xizmetguzariyên xwe yên şaredarî dihate naskirin.
“Avahiya şaredariya G. “Hecxelîl” – N. Reco, berî û piştî dagîrkirinê, dizîna toreya sûra wê ya hesinî.”
“Dizîna stûn, daniştekên rûniştinê û heyînên gulîstanê yên hesinî, li G. “Hecxelîl” – N. Reco.”
= Qutkirina daran:
– Li gor jêdereke xwecihî û perçevîdiyûke ku li vê dawiyê hatiye weşandin û belavkirin, Milîseyên “Firqit El’hemzat” ên ku Gundê “Gewrika” – Navça Cindirêsê desteser dikin, dora /40/darî zeytûnê yên “Mihemed Tato” – bêwijdan û hin jî bi tevahî- û /35/ dar jî yên Malbata “Nefo” qut kirin.
“Qutkirina darên zeytûnê ji zeviyên hemwelatiyine ji xelkê G. “Gewrika” – N. Cindirêsê.”
= Binpêkirinine din:
– Li vê dawiyê, “Sibhî Bekûr – Ebû Sufyan/ê ji Xanşêxûnê/Idlibê” berpirsiyarê abortiya Milîseyên “Firqit El’hemzat” rabû malmewdanên çandiniyê yên hemwelatiyên ne li wir û xelkê gund û bajarokên “Endarê, Basûtê, Kifêrê, Bircebdalo û Keferzîtê” – Başûrê B. Efrînê serjimartin, lêkolîn bi yên rêdank/wekalet bi wan re û wan erdan bi rêve dibin re çêkirin, û ew bi ferzkirina vêrgiya 55% li ser berhemdana werzên/ mûsimên bên de agahdar kirin, û yê ku razî nebe dê dest ji ser were hilanîn û wê zevî radestî yekî ji aliyê xwe ve bike; Û ji du heyvan ve wî zeviyên zeytûna(dora /5/ hezar dar) li Gundê “Tilifê” jî serjimartibû, bi boyaxê bêlî kiribû û nîşan danîbû ser, da ku di werza bê de vêrgiyeke bilindtir li ser bide ferzkirin.
– Li 6.3.2023an. Z bi şev, çekdarine serçavgirtî mala Hemwelatî “Omer Qardêş” li Gundê “Xezîwê” – Şêrewa (yê ku Milîseyên “Feyleq El’şam” desteser dikin) bi behaneya lêgerîna malê basmîş kirin, gef dane endamên malê yên hene, û ji wan hezar Dolar Emrîkî, /5/ teneke zêtê zeytûna û xilyewîn dizîn.
– Ji heftakê ve, bi behaneya ku zaroyên wan li derveyî welêt in, “Asayêşa Firqit El’hemzat” li Bajaroka “Basûtê” lêkolîn bi hemwelatî “Elî Misto, Umer Elo, Hesenê Binefşê, Fadî Hesen” re (xelkê G. “Bircebdalo” yê hevcîwar) – Şêrewa çêkirin, ji bo serjimartina malmewdanên wan ên çandiniyê û desteserkirina li beşekî jê yan jî ferzkirina 55% li ser berhemdana werzên bên.
– Di çarçewa hewildanên Dagîrkeriya Turkiyê û sixûrên wê de, ji bo qoprandina bêtirîn erd û zeviyên çandiniyê û avakirina komelgehên rûniştinê yên niştecîkirinê li ser, da ku anînde werin bi malkirin û bi rengekî berdewam li herêmê werin mandin, û di vî warî de tevgereke kirînê ye çalak ji aliyê bazirganên biyan ve û bi alîkariya navbênciyên xwecihî yên çavkur li herêmê heye; Li vê dawiyê jî weke nimûne, bazirganin ji Bajaroka “Encarê” – Gundewarê Heleb ê Rojava zeviyeke zeytûna (350 dar) li Bakurê Riya Baflor – Yalanqozê dikeve û ye Hemwelatî “Nebîh Xelîl Mûrad” kirî, herweha jî zeviyeke din (200 dar) li berî goristana derbasgeha Bajaroka “Kefersefrê” – N. Cindirêsê dikeve û ye Hemwelatî “Ebid El’henan Mûrad Hac Ebdo”, û ew herdu jî ji koçberbûyên “Kefersefrê” ne.
Berdewamkirina avakirina gundên niştecîkirinê yên nimûneyî li Herêma Efrînê weke kûrkirin û ferekirin ji guhertina demografî ya rêbazkirî re, bê ku hewildana vegera anîndeyên ku ji parêzgehên Sûriyê yên din koçber bûne bo cî û warên wan ên resen re were kirin… Siyaseteke metirsîdar e li ser pêşeroja welêt û xelkê wê, û deriyek fitnê di navbera pêkhateyên wê de vedike.
Nivîsgeha ragihandinê- Efrîn
Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê[1]