Komkujiyên li Geliyên Zîlanê – Beşa 1em
#Zeynelabidin Zinar#
Çendî ku behsa Komkujiya Geliyê Zîlanê dihat bihîztin jî, lê belê Kurdên Bakûr zêde ageh ji Komkujiyê nebûn. Tenê çend stran li serê hatine gotin û wekî din nivîs, belge û agehdarî bi dest nediketin. Lê pîştî sala 2000î hinbihin gotarên bi Zimanê Tirkî li ser Komkujiyê hatine weşandin.
Piştî sala 2010an û bi vir ve, êdî gelek gotar û hinek jî filîm, xasma di qada Internetê de gelek gotar û vîdyo li serê hatine weşandin. Lê mixabin hema bêje tev bi Zimanê Tirkî bûne.
Ez di dawiya salên 1958-59an de bi Komkujiya Geliyê Zîlanê agehdar bûme. Ji ber ku bavê min li herêma Serhedê Meletî dikir û feqiyên ku li ba wî dixwendin, ji gelek herêmên cuda bûn, di nava wan de hertim behsa komkujiyên ku li Kurdan çêbûne dihatin axaftin.
Çendî ku ez tenê li ser Ziman û Çanda Kurdî kar dikim, lê belê hin car ez di lêkolînên xwe de pêrgê tiştên balkêş jî dibim. Îcar bi bêgavî ez li ser hinekê wan radiwestim, dinivîsim û ji mêjûyê re dikim belge. Yek ji wan jî Komkujiya Geliyê Zîlanê ye:
Roja 21ê Nîsana 2016an, ez li navçeya Qeremursela bajarê Îzmîtê, bi Ehmed Taştan ê ji gundê Hesenevdalê re (ji eşîra Celaliyan) hevnas bûm. Pêşî min hin peyvên kurdî yên ku li herêma Serhedê têne bikaranîn jê pirsî. Wî di nava xeberdanê de behsa ”Komkujiyên li Geliyên Zîlanê” jî kir. Ji ber ku wî bi dehê caran ji devê xezûrê xwe ”Mihê” bihîztibû, agahdariya wî zêde li ser komkujiyê hebû. Mihê di Komkujiyê de bi birîndarî ji kuştinê rizgar bûye, piştre wî birine Girtîgeha Edeneyê û piştî girtîgehê jî wî sirgûnê Tiraqyayê kirine.
Dema Ehmedî got ku komkujî li pir cihan çêbûne, bala min pir kişand. Êdî suhbeta me kete ser komkujiyan û min pê re çend car hevpeyvîn çêkir.
Rêzdar Ehmedî bi dirêjî hem jî bi rijandina stêrkên çavan, dema behsa komkujiyan dikir, min jî dengê wî tomar dikir û ez gelek car pê re peyivîme. Herwekî ew bi xwe jî di nava komkujiyê de bûye, wisa bi kelecan û bi rêkûpêkî ji min re şirove dikir.
Piştre jî ji bo wergirtina agahdariyên zêdetir, min têkelî bi hin kesên ji herêma Geliyê Zîlanê re jî danî. Piştre ez ketin nava Googleyê û bi sedan gotar, wêne û wekî din berhem derketin ber çavên min. Tevek min 249 gotar, filîm û pirtûk li ber çavan re derbas kirine.
Gelek notên rojane yên leşkerên Tirkiyê yên di Komkujiyê de jî, bi destên min ketin. Herweha min sûd ji gotinên milîsên dewletê, yên rojnamevanên ku li dijî Kurdan nivîsîbûn û yên serbazên leşkeran jî wergirt.
Agahdariyên zêdetir û balkêş, ji wan kesên ku xwarin ji leşkerên ku komkujî dikirin re dibirin cihê Komkujiyê, bi destên min ketine.
Tirkiye, herêma Geliyê Zîlanê ji 1930 hetanî sala 1953an li Kurdan qedexe kiribûn. Lê belê ew kesên ku ji Efxanistanê anîbûn û li wirê bi cih kiribûn herweha zeviyên Kurdan dabûne wan, li herêmê serbest kar dikirin.
Komara Tirkiyê çewlikeke mezin jî li wê herêmê çêkiribû û niha jî ew çewlik heye, karmendên wê jî li wirê di avahiyên ku ji wan re hatibûne çêkirin de dijîn.
Bi kurtî ger bêjim, niştecihên 200 gundî, li gelek cihên cuda ji aliyê Leşkerên Tirkiyê ve hatine kuştin. Piştre jî ew 200 gund, bi 80 balafirên cengê hatine şewitandin. Piştî komkujiya Kurdan, leşker îcar li çol û çiyan geriyane û kesên wek şivan, gavan û rêwî dîtine jî, yekser li wirê kuştine.
Leşkerekî gotiye ku revdeya wî li çol û çiyan, hezar Kurd kuştine. Lê ji bo xwedîkirina pez û dewarên Kurdan ku ji xwe re desteser kiribûn, hin şivan û gavan nekuştine û bi wan pez û dewarên Kurdan ji wan re xwedî kirine.
Ev nivîsa min a li ser Komkujiyan, a pêşî ye û jimar 1 e.
Ez ê vê babetê wek rêzenivîs wek jimar 2, 3, 4 û wisa berdewam heta dawiyê binîvsim. Bi hêviya ku ev nivîs zextê bidin ser wijdana mirovatiyê û deriyê komkujiyan li Neteweyê Kurd bêtin radan.
[1]