Hişkkirina gola Urmiyê ji bo berjewendiyên aborî!
Kanî Merîwan
Gola #Urmiyê# beriya zuhabûnê mezintirîn gola Kurdistana mezin bû û di rêza bîst golên herî mezin ên cîhanê de bû û piştî deryaya Mirî (Behir El-meyt) jî gola herî şor a cîhanê bû.
Dirêjahiya golê di demên normal de 130 heta 146 kîlometre û firehiya wê jî 58 kîlometre heta 15 kîlometreyan (di navbera çiyayê Zenbîlê û dûrgeha Îslamî de) diguherî. Qebareya ava gola Urmiyê 31 milyard metreya sêcî bû ku rûbera wê 5 hezar û 822 kîlometreya çargoşe û kûrahiya wê jî 5.4 metre bû. Rûbera navçeya avrêjiya gola Urmiyê 52 hezar û 47 kîlometra çargoşe ye ku ava baran, çemên parêzgeha Urmiye, Tewrêz, Sine û beşeke gelek kêm ji Bakurê Kurdistanê diherikine nava vê golê. Berê di golê de 27 cure candarên şîrdar, 212 cure balinde û 7 cure xijik û 26 cure masî dijiyan. Gola Urmiyê xwediyê 102 dûrgeh bû ku hemû jî ji aliyê UNESCOyê ve wek mîratên cîhanî hatine tomarkirin.
Piroseya zuhabûna gola Urmiyê
Zuhabûna golên wekî Urmiye, gola Xwê ya Qomê, Bextigan, Hamûn û Cezmûriyan di dawiya dehika 70an a Rojî de li Îranê derketine holê. Gelek sedemên jinavbirina van golan hene, lê li gor raporên medyayî, dibe ku hebûna lîtiyomê di gola Urmiyê de, sedema herî girîng a zuhabûn û paşguhavêtina vejîna vê golê be.
Wêneyên ku di rojên derbasbûyî de li ser torên civakî ji hereketa çend barhilgiran di naverasta gola Urmiyê de hatine belavkirin, carek din gotegotên derxistina madenên girîng ên weke lîtiyomê zêde kirine. Di demekê de berpirs vê yekê wekî gotegotê binav dikin û vê yekê red dikin.
Pênc sal beriya niha berpirsên Îranê hebûna titaniyomê di gola Urmiyê de red kiribûn û gotibûn ku ew nerast e ku tîtaniyom di bin golê de heye, lê hêmanên din ên wek klor, sodiyom, lîtiyom û menziyom di vê golê de hene. ku sodyom klorîd heman xwêya xwarinê ye. Yek dinê ji wan madên bi nirx ku di vê golê de heye, lîtiyom e ku egera wê heye qasa wê zêde be û ji bo derxistina wê gav têne avêtin. Divê ev qasa ku tê hilgirtin zêde be ku dabînkerê aborî be, lê rêjeya lîtiyoma gola Urmiyê 30 heta 35 ppm ye, ku rêjeyeke pir kêm e û ji aliyê aborî ve guncaw nîne.
Divê derxistina lîtiyomê ji hêla aborî ve ji 1000 ppm zêdetir be. Eva di demekê de ye ku di 17ê Îlonê de nûçegihaniya IRNAyê nivîsîbû: “Hebûna çavkaniyên lîtyomê li binê gola Urmiyê dibe ku yek ji sedemên girîngînedan bi vejandina golê û paşguhxistina zuhabûna golê be”.
Lîtiyom di cîhana îroyîn de bi yek ji pêdiviyên teknolojiyê tê hesibandin. Lîtiyom kaneke tiftiya spî ya zêvî û nerm e û hejmara wê ya etomê 3ê ye. Ev madeye siviktirîn kan e. Ev madeye gewherek e ku ji ber nirxa wê ya bilind û girîngiya wê di pîşesaziya nû de, bi gelemperî di pêşeroja aborî ya cîhanê de wekî hêmanek girîng tê hesibandin. Bi berfirehbûna bikaranîna lîtiyomê di pîşesazî, batriyên têlefonan, batriyên trombêlê, dermansazî û bolbirîngên çerxa şemendeferê de, ji neftê girîngtir e. Lîtiyom di bazarên cîhanî de her kîloyek bi qasî 160 Dolarî tê firotin. Di bingeh de, lîtiyom yek ji wan kanên herî bi nirx e ku di heyama çend salên borî de li bazarên cîhanê tê xwestin, bi curekê di heyama heşt mehên borî de nirxê vê kanê di bazara Şanghayê de %400 geşe kiriye. Welatê Şîlî bi qasî 8 mîlyon ton lîtiyom, xwediyê zêdetirîn lîtiyom di cîhanê de ye. Ustraliya bi 2.8 mîlyon ton lîtiyom di pileya duyemîn de ye û Arjantîn jî bi 2 mîlyon ton sêyemîn e. Îranê 8.5 milyon ton kevirê lîtiyom peyda kiriye, lê hêşta ev welate neçûye qonaxa berhemanînê.
Derencama hişkbûna gola Urmiyê
Gola Urmiyê ji sedî 3ê rûbera Îranê li xwe digire û di demekê de ji sedî 15ê bendavên Îranê jî li navçeya gola Urmiyê hatine çêkirin. Berê berhema stratejîk a Urmiyê tirî bû ku li şûna wê sêv hatine çandin. Gav bi gav û her ku şitil mezin dibûn, hewcedariya wan a avê jî zêdetir bû. Ava rûyê erdê qediya û neçar man berê xwe bidine kolandina bîr û avên bin erdê. Dema ku avên bin erdê jî bi dawî hatin dest avêtin bi çêkirina bendavan. Çêkirina bendavan herikîna avê bo nava gola Urmiyê rawestand. Ev hemû bûne sedema wê ku gola Urmiyê zuha bibe û ji nav biçe. Li gorî pisporên jîngehê, tevî kêmbûna rûbera gola Urmiyê û hêdî hêdî zuhabûna vê golê, deştek xwê ya 8 milyard tonî tê serhildankirin ku dibe sedema jinavçûna ekosîstema mirovî ya herêmê û di dawiyê de dibe sedema koçberiya nexwestî û jinavçûna beşên girîng ên zeviyên derdorê.
Hikûmet bi xwe û pisporên hikûmetê li Wezareta Wize û Wezareta Cîhadî ya Çandiniyê dibêjin, eger xwêya gola Urmiyê ji ber ba û bahozan bilind bibe û li herêmê belav bibe, 20 milyon kes li parêzgeha Urmiye, Tewrêz, Sine, Zencan, Erdebîl, Gîlan, Qezwîn, Elborz û Tehranê avare dibin. Ji ber bahoza xwê rê nayê danê ku di van parêzgehan de jiyan bê kirin. Divê ev yeka jî bê berçavgirtin ku li gorî helsengandina Korra Aborî ya Cîhanî, guherîna keşûhewa û lêkevtên jîngehê yek ji pênc metirsiyên sereke yên paşeroja aboriya Îranê ne.[1]