Pirtûkxane Pirtûkxane
Lêgerîn
  

Kurdîpîdiya berfrehtirîn jêderê zaniyariyên Kurdîye!


Vebijêrkên Lêgerînê


Lêgerîna pêşketî      Kilaviya


Lêgerîn
Lêgerîna pêşketî
Pirtûkxane
Navên kurdî
Kronolojiya bûyeran
Çavkanî - Jêder
Çîrok
Berhevokên bikarhêner
Çalakî
Çawa lê bigerim?
Belavokên Kurdîpêdiya
Video
Sinifandin
Babeta têkilhev!
Tomarkirina babetê
Tomarkirina Babetê nû
Wêneyekê rêke
Rapirsî
Nêrîna we
Peywendî
Kurdîpîdiya pêdivî bi çi zaniyariyane!
Standard
Mercên Bikaranînê
Kalîteya babetê
Alav
Em kî ne
Arşîvnasên Kurdipedia
Gotarên li ser me!
Kurdîpîdiyayê bike di malperê xuda
Tomarkirin / Vemirandina îmêlî
Amarên mêhvana
Amara babetan
Wergêrê funta
Salname - Veguherîner
Kontrola rastnivîsê
Ziman û zaravayên malperan
Kilaviya
Girêdanên bikêrhatî
Berfirehkirina Kurdîpêdiya ji bo Google Chrome
Kurabiye
Dark Mode
Ziman
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی
Kurmancî
هەورامی
Zazakî
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Fins
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
Hesabê min
Çûna jûr
Hevkarî û alîkarî
Şîfre ji bîr kir!
Lêgerîn Tomarkirina babetê Alav Ziman Hesabê min
Lêgerîna pêşketî
Pirtûkxane
Navên kurdî
Kronolojiya bûyeran
Çavkanî - Jêder
Çîrok
Berhevokên bikarhêner
Çalakî
Çawa lê bigerim?
Belavokên Kurdîpêdiya
Video
Sinifandin
Babeta têkilhev!
Tomarkirina Babetê nû
Wêneyekê rêke
Rapirsî
Nêrîna we
Peywendî
Kurdîpîdiya pêdivî bi çi zaniyariyane!
Standard
Mercên Bikaranînê
Kalîteya babetê
Em kî ne
Arşîvnasên Kurdipedia
Gotarên li ser me!
Kurdîpîdiyayê bike di malperê xuda
Tomarkirin / Vemirandina îmêlî
Amarên mêhvana
Amara babetan
Wergêrê funta
Salname - Veguherîner
Kontrola rastnivîsê
Ziman û zaravayên malperan
Kilaviya
Girêdanên bikêrhatî
Berfirehkirina Kurdîpêdiya ji bo Google Chrome
Kurabiye
Dark Mode
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی
Kurmancî
هەورامی
Zazakî
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Fins
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
Çûna jûr
Hevkarî û alîkarî
Şîfre ji bîr kir!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 Em kî ne
 Babeta têkilhev!
 Mercên Bikaranînê
 Arşîvnasên Kurdipedia
 Nêrîna we
 Berhevokên bikarhêner
 Kronolojiya bûyeran
 Çalakî - Kurdipedia
 Alîkarî
Babetên nû
Pirtûkxane
Dîroka kurdistanê 2
12-12-2024
Sara Kamela
Jiyaname
Hasan Bîter
26-11-2024
Aras Hiso
Pirtûkxane
NÎQAŞÊN FELSEFEYÊ 48
24-11-2024
Sara Kamela
Pirtûkxane
RÊZIMANE KURMANCÎ
10-11-2024
Sara Kamela
Pirtûkxane
Dîroka Kurdistanê 1
10-11-2024
Sara Kamela
Pirtûkxane
NÎQAŞÊN FELSEFEYÊ 47
10-11-2024
Sara Kamela
Pirtûkxane
Osman Sebrî 1905-1993 (Jiyan, Têkoşîn û Berhem)
07-11-2024
Aras Hiso
Pirtûkxane
Rewan
07-11-2024
Aras Hiso
Pirtûkxane
QÎRÎNA MIRINÊ
07-11-2024
Aras Hiso
Pirtûkxane
Zanhaweya Pêxember (Mewlûda Pêxember)
07-11-2024
Aras Hiso
Jimare
Babet
  532,247
Wêne
  113,380
Pirtûk PDF
  20,697
Faylên peywendîdar
  109,362
Video
  1,743
Ziman
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
292,337
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
91,114
هەورامی - Kurdish Hawrami 
66,430
عربي - Arabic 
32,851
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
20,387
فارسی - Farsi 
11,712
English - English 
7,833
Türkçe - Turkish 
3,690
Deutsch - German 
1,811
لوڕی - Kurdish Luri 
1,690
Pусский - Russian 
1,144
Français - French 
349
Nederlands - Dutch 
131
Zazakî - Kurdish Zazaki 
91
Svenska - Swedish 
72
Polski - Polish 
56
Español - Spanish 
55
Italiano - Italian 
52
Հայերեն - Armenian 
52
لەکی - Kurdish Laki 
37
Azərbaycanca - Azerbaijani 
27
日本人 - Japanese 
21
中国的 - Chinese 
20
Norsk - Norwegian 
18
Ελληνική - Greek 
16
עברית - Hebrew 
16
Fins - Finnish 
12
Português - Portuguese 
10
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Ozbek - Uzbek 
7
Esperanto - Esperanto 
7
Catalana - Catalana 
6
Čeština - Czech 
5
ქართველი - Georgian 
5
Srpski - Serbian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
Hrvatski - Croatian 
3
балгарская - Bulgarian 
2
हिन्दी - Hindi 
2
Lietuvių - Lithuanian 
2
қазақ - Kazakh 
1
Cebuano - Cebuano 
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
Pol, Kom
Kurmancî
Peyv & Hevok 
40,899
Pend 
24,978
Kurtelêkolîn 
5,686
Şehîdan 
4,308
Enfalkirî 
3,604
Pirtûkxane 
2,773
Çand - Mamik 
2,631
Navên Kurdî 
2,603
Jiyaname 
1,748
Cih 
1,164
Belgename 
291
Wêne û şirove 
184
Weşanên 
115
Cihên arkeolojîk 
61
Partî û rêxistin 
28
Vîdiyo 
19
Helbest  
10
Nexşe 
3
Pêjgeha kurdî 
3
Karên hunerî 
2
Wekî din 
2
Ofîs 
1
Li Kurdistanê hatine berhemdan 
1
Hilanîna pelan
MP3 
518
PDF 
32,582
MP4 
2,883
IMG 
208,919
∑   Hemû bi hev re 
244,902
Lêgerîna naverokê
Kurtelêkolîn
JI MÎTOLOJÎYÊ BER BI TARÎXÊ...
Kurtelêkolîn
DI ZARGOTINA KURDÎ DE HESP
Kurtelêkolîn
Eyyûb Subaşıya 6 sal û 3 me...
Kurtelêkolîn
Parlamenterên Ewropayê koma...
Kurtelêkolîn
KCK: Li Sûriyeyê çareseriya...
Alî Bor - Gever Zafer
Em xemgîn in ku Kurdîpêdiya li bakur û rojhilatê welêt ji aliyê dagirkerên tirk û farisan ve hat qedexekirin.
Pol, Kom: Şehîdan | Zimanê babetî: Kurmancî - Upper Kurdish (Latin)
Par-kirin
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
Nirxandina Gotarê
Bêkêmasî
Gelek başe
Navîn
Xirap nîne
Xirap
Li Koleksîyana min zêde bike
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Dîroka babetê
Metadata
RSS
Li googlê li wêneyan girêdayî bigere!
Li ser babeta hilbijartî li Google bigerin!
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
Alî Bor
Şehîdan

Alî Bor
Şehîdan

Nav û paşnav: Alî Bor
Nasnav: Gever Zafer
Cihê jidayikbûnê: Feraşîn
Navê dayik û bav: Sînem -Mehmet
Dem û cihê şehadetê: #28-10-2018# /Rojhilatê Kurdistanê
GEVER ZAFER
Hevrê Gever piştî ku tevlî nav refên PKK'ê bû, mîna fermandarekî xwe perwerde kir û bi pêşket, di îdeolojiyê de xwe kûrtir kir û zanabûna xwe ya dîrokî û civakî bihêztir kir. Hevrêyê me Gever di raporeke berfireh de ku ji partiya me PKK'ê re nivîsî, civaka ku jê hatiye, taybetmendî, kesayetî û pratîka xwe bi hevokên bi cewher vegotibû. Hevrê Gever xwe bi pênûs û gotina xwe wisa dabû nasîn:
‘Eşîra me eşîra Gewdan girêdayî konfederasyona eşîra Ertûşê ye. Eşîra Ertûşê ji 12 eşîran pêk tê û li herêmên Wan û Colemêrgê bi cih bûne. Di dîrokê de destek dane gelek serhildanan û bi rêxistinên ku nasnameya wan a Kurdayetî li pêşe re têkilî danîne. Eşîra Gewdan bi giştî ji xizmên nêz pêk tê û gelek girêdayî hev in. Malbata min yek ji pêşengên vê eşîrê ye û peyva wê di nava eşîrê de derbasdar e. Bi pêşketina Têkoşîna Rizgariya Netewî ya Kurdistanê re, weke li tevahiya Kurdistanê eşîra ku ez tê de jî di gelek aliyan de hat guhertin. Bi pêşketina tevgera PKK’ê re, nûbûnên mezin çêbûn. Avaniya eşîrtî û malbatî ku berê ji bo yên din dixebitî û dihat lîstikên dewletê, îro gihaştiye asteke pêşketî ku ji bo xwe, welatparêzî û netewperestiyê bixebite. Malbata me ji Feraşînê ye. Ez li Feraşînê weke zaroka pêncemîn a malbatê ji dayik bûm. Piştre hem ji ber nakokî û şerên di navbera eşîran de û hem jî ji ber êrîşên dijmin ên li dijî Kurdistanê û şewitandina gundan, me ji Feraşînê koçî navçeya Geverê kir. Ji ber ku malbata min li Geverê bi cih bû, taybetmendiyên min ên ewil li vir pêş ket. Gever ji aliyê erdnîgarî ve yek ji niştecihbûna mirovahiyê yê destpêkê ye, ji şaristaniyê re dayiktî kiriye û li ser erdekî deşta mezin a li ber quntarê çiyayê Zagrosê ye pêş ketiye. Çiyayên bilind ên li çar aliyên deştê bi hemû heybeta xwe mîna ku nobedariya deştê bikin disekinin. Li başûr Çiyayên Cîlo û li rojhilat jî berdewamiya çiyayên Zagrosê hene. Ev li dora deştê di çemberekê de digihêjin hev. Min zarokatiya xwe li erdnîgariyeke bi vî rengî derbas kir.
Ji ber ku xwişk û birayên min ên mezin neçûn dibistanê û di malbatê de ez yekemîn bûm ku diçûm dibistanê, eleqeyek mezin ji bo min hat nîşandan. Ji bo min dihat gotin ku mirovekî dihat hezkirin û xweşbîne. Cara pêşî dema ku ez çûm dibistanê, ewil li wir min zimanê Tirkî nas kir û hîn bûm. Ji ber ku bendewariyên malbatê jî hebûn, bi keda xwe derketim pêş, bi awayekî cidî nêzî dibistanê bûm û ji aliyê mamoste û hevrêyên xwe ve hatim hezkirin. Lê belê piştî qedandina dibistana seretayî, zarokatî û hawirdora civaka xwezayî hîn bêhtir bala min kişand û min dev ji dibistanê berda. Ez li ser lingên xwe sekinîm û ez di hin karan de xebitîm ev yek jî di kesayeta min de pijandinek çêkir.
Dema ku mezin bûm, nayê bîra min ku ji bilî tevgera PKK'ê li Geverê ti tevger an jî îdeolojiyeke din hebû. Gel li ser îdeolojiya PKK'ê û şerê ku dida meşandin nîqaş dikirin. Ji ber zexta dewletê, ev mijar bi awayekî veşartî dihat nîqaşkirin. Min dizanîbû ku ev têkoşîn ji bo Kurdistanê ye. Piştî salên 1989-1990'î şerê gerîla li hemû herêmê belav bû, serhildan li her derê destpêkirin û ji derdora min yekser mirov tevlî gerîla bûn. Ev geşedan min xist nava lêgerînan. Çend caran derfeta min çêbû ku yekser hevalan bibînim û ligel wan sohbetê bikim û ev yek bandor li ser min kir. Hevalên min ên nêz tevlî Partîbûyînê bûn. Ciwanên ku tevlî gerîla dibin û bêyî tirs li dijî dijmin şer dikirin, biryardariya min a tevlîbûnê xurtir kir. Li ser vê bingehê, di bihara sala 1993'yan de bi komeke ji 20 hevalan li Zagrosê tevlî nava gerîla bûm.
Pêşî ji ber tevlîbûna xwe ya hestyarî pir bi kelecanî bûm. Ez ji bo perwerdeya xwe ya şervaniya nû çûm Xakurkê. Ez bi kêfxweşî beşdarî perwerdeya leşkerî bûm. Helwest, pratîk, tevger û axaftina hevalan bandor li min dikir û pêş dixist. Min di dawiya sala 1994’an de li herêma Gerdiyan dest bi pratîka xwe ya yekem kir. Di yekîneya ku ji hevrêyên kevin û bi tecrûbe yê ARGK’ê pêk tê de, di demeke kurt de têkiliyên min pêş ketin. Di nîvê sala 1995’an de şerê bi PDK re pêş ket û min di wê serdemê de erka alîkarê fermandarê mangetiyê kir. Di êrîş û pevçûnên xayîn ên PDK de parçe li herdu lingên min ketin û ez birîndar bûm. Di dawiya sala 1995’an de me li Xakurkê 3 mehan perwerdeya bîrdozî dît û di bihara sala 1996’an de ferza min ji bo herêma Elbakê çêbû û li vir min dest bi pratîka xwe kir. Her çend zor û zehmetiyên giran hebûn jî min karî derbas bikim û di sala 1997'an de weke fermandarê mangê hatim erkdarkirin. Sê salan min li herêmên Colemêrg û Elbakê yên Botanê xebat meşandin.
Di bihara 1998'an de li navçeya Peyîzava ya Wanê di çalakiya li dijî qereqola polîsan de bi 6 guleyan ji her du lingên xwe ve birîndar bûm. Ji bo tedawiyê çûm eyaleta Kelareş. Li vê derê hem min tedawî dît û hem jî alîkarî dida perwerdekirina hevrêyên nû yên li nava gerîla. Bi pêvajoya vekişandinê ya sala 1999'an re min berê xwe da herêma Qendîlê û piştî perwerdeya bîrdozî weke fermandarê tabûrê li herêma Şehdan min erk girt ser milên xwe. Du salan min ev erka fermandariya tabûrê domand.’
Hevrêyê me Gever, ji Zagrosan heya Botan û Herêmên Parastinê yên Medyayê 9 salan li hemberî dagirkerî û îxanetê bi awayekî bênavber li ber xwe da û du caran birîndar dibe û bê navber têdikoşe. Di van salên ku pêvajoyên dijwar ên dîroka têkoşîna me îfade dikin de, hevrêyê me Gever bi wêrektî, biryardarî û xîreta xwe tevlî gelek çalakî û pevçûnan dibe. Ji van pêvajoyên dijwar tecrûbeyên mezin bi dest dixe. Di sala 2002’yan de tevlî pêvajoya perwerdeyê ya Dibistana Navendî ya Partiyê ya Mazlûm Dogan dibe, hem van tecrûbeyên xwe yên zêde bi hevrêyên xwe re parve dike, mihasebeya pratîka xwe dike û hem jî ya herî girîng guherîna paradîgmayê ya ku di nava PKK’ê de pêk tê, girêdayî parastinên Rêber Apo hewl dide, fêm bike. Hevrêyê me Gever di pêvajoya ku hêzên hegemonîk ên navneteweyî, netewedewletên herêmê û xaînên hevkarên wan dawiya PKK’ê plan dikin û ji bo ku nirxên PKK’ê dersteser û talan bikin bi awayekî nemerdane deq û dolaban pêş dixin de, bi dilsoziya xwe ya ji Rêber Apo û şehîdan re dibe milîtan û fermandarekî ku di xeta Apoyî de israr dike. Hevrêyê me Gever ê ku girêdayî parastinên Rêbertiya me mihasebeya kesayeteke dîrokî û gelekî bihêz dike û xwe li gorî vê yekê dişêwîne. Hevrêyê me Gever asta kûrbûn, îdîa û biryardariya xwe ya di pêvajoya vê perwerdeyê de bi van gotinan bilêv dike:
‘Dilsoziya ji Rêbertî re û nêzîkatiya herî rast, beriya her tiştî girêdayî rastfêmkirina parastinên Rêbertî û di warê îdeolojîk de dabînkirina kûrbûnekê û di ruh û fikrîyatê de bi jiyîna wê pêkan e. Bi xwedîderketina têkoşîn û nirxên wî, bi parastina wî û fêmkirina fikrên wî yên felsefîk û jiyîna li gorî wê dilsoziya ji Rêbertî re pêk tê. Divê kadro û rastiyên Partiyê baş werin naskirin, girêdayî teoriyê di nava pratîkê de li gorî wate û esasan wê were meşandin û ji bo vê yekê hewla wê were dayîn. Divê dilsoziyek hebe û mirov dirust be. Divê mirov li gel xwe şoreşa wijdan û zîhniyetê pêk bîne. Weke mîlîtanekî Apoyî ez amade me ku beşdarî pêvajoya nû bibim. Bi taybetî jî bi van perwerdeyan ez di wê baweriyê de me ku ez ê îdîa û biryardariya xwe zêdetir pêş bixim û ji bo ku awayekî êrênîtir û serkeftîtir tevlî pêvajoya pêş bibin hêza ku min ji perwerdeyê standî wê ji bo xizmetkirina ji bo partî û gel min li ser piyan bigire. Ez dikarim bibêjim ku min hem di warê tecrûbeyan de hem jî di warê hişmendiya îdeolojîk de astek bi dest xistiye. Girêdayî vê yekê ji bo pratîkbûna baştir û çalaktir, ez di wê baweriyê de me di hemû erkên ku partî guncav bibîne de bi awayekî baş kar bikim. Weke tercîh; min demeke dirêk li Bakur xebatên pratîkê bi rê ve biribûn. Hin tecrûbeyên min ên diyar hene. Ez dikarim li van qadan partîkê bi rê ve bibim. Weke din dikarim li her deverên ku Partî guncav dibîne, kar bikim. Tu tişt nikare li pêşiya xebat û pratîkê ji bo min bibe asteng. Ez soz didim Rêbertî, Şehîdan, Partiyê û hemû gelê xwe ku ez ê bibim mîlîtanekî xwediyê pratîkeke serkeftî.’
Hevrêyê me Gever ê ku bi van gotinan sekna xwe bi awayekî jidil û duris tîne ziman, di sala 2002’yan de weke fermandarekî HPG’ê yê serdema nû berê xwe dide Botanê. Di pevçûneke sala 2004’an a li gel dewleta Tirk de dîsa ji her du piyên xwe birîndar dibe, lê belê tevî birîndarbûna xwe jî li ber xwe dide û dorpêça dijmin perçe dike û dikare dijminî têk dibe. Hevrêyê me Gever, bi rastî jî bi vîn, birdaryarî û kesayet û sekna xwe ya xurt îspat kir ku îdeolojiya Apoyî milîtanên xwe çi qasî xurt dike. Hevrêyê me Gever, ji sala 2002’yan heya sala 2010’an li deverên cuda ên herêma Botanê bi awayekî bênavber têdikoşe, li hemberî dijminê dagirker gelek çalakiyan li dar dixe, ji bo têkoşîna me gelek çalakiyan bi rê ve dibe û dibe yek ji afirînerê serkeftinê.
Têkoşîna hevrêyê me Gever, sekna wî ya ku cesaret, bawerî û hêvî dida gelê me û li hemû qadên ku pratîk dimeşand, bandoreke mezin li gelê me kir. Hevrêyê me Gever bi tevlîbûn û pratîka xwe li gel gelê me bandoreke mezin li eşîra xwe jî dike. Gelek xizmên nêz ên hevrêyê me Gever ên ku tevlîbûna wî mînak digirin, berê xwe didin nava refên gerîlayan. Hevrêyê me Gever demeke xwe di zîndanan de û demeke xwe jî li çiyayên Kurdistanê bi têkoşîneke bêhempa derbas dike. Keçmamên hevrêyên me Pîroze Bor di sala 1995’an de Evîndar-Aysel Bor di sala 2016’an de li Bestayê û kurmamê wî Boran- Agîd Bor di sala 2016’an de li Bestayê tevlî karwanê şehîdan dibin. Gelek jin û mêrên hêja û leheng ên ji malbata hevrêyê me hê jî di nava refên têkoşînê de li ber xwe didin. Ev hevrêyên me yên ku berê xwe didin nava refên têkoşînê û tevlî karwanê şehîdan dibin, bûn wesîle ku hevrêyê me Gever tevlîbûneke xurt pêk bîne û têkoşîna xwe mezintir bike.
Hevrêyê me Gever ê ku derbasî Herêmên Parastinê yên Medyayê dibe, di sala 2011’an de beşdarî perwerdeya Akademiya Leşkerî ya Mahsûm Korkmaz dibe. Di serdema ku şerê me yê şoreşgerî di astên herî bilind de ye, mihasebeya pratîka xwe dike, têkildarî pêşxistina rêyên gerîlatiyên serkeftinê zêde li ber xwe dide û li ser çareseriya pirsgirêkên di terz û taktîkê de hûr dibe. Di kêliyên perwerdeyê de bi awayekî wêrekî xeta û kêmasiyên xwe nîqaş dike, têkildarî van yekan rexneya xwe dide û hêzeke mezin distîne. Hevrêyê me Gever encamên ku ji perwerdeyê distîne, bi van gotinan tîne ziman: ‘’Weke kesayet min hemû caran ji bo xwe ya herî dijwar hilbijart û min xwest li qadên herî dijwar bimînim. Ji niha û pê ve jî wê ev nêzîkatiya min berdewam bike. Lê belê weke di paşerojê de; Li hemberî Rêbertî, gel û tevgerê ji nêzîkatiya hestiyarî ya ku wijdana xwe rehet bikim wêdetir; ez dikarim bibêjimku ez ê têkildarî esasên xetê yên zanedar, birêxistinkirî, kolektîf paratîka ku serkeftinê tîne, esas bigirim. Çimkî encama ku têkoşînê ber bi serkeftinê ve bibe, dikare bes bi vî awayî were bidestxistin.’’ Bi van gotinan û hêza ku ji perwerdeyê distîne bi armanca ku pêngava şerê me yê şoreşgerî yê gel pêş bixe, derbên giram li dijmin bixe û serkeftinên mezin bi dest bixe derbasî Zapê dibe. Li Zap û Zagrosan di pêşengtiya hevrêyên me Reşîd Serdar, Azad Sîser û Rojîn Gewdan de ku fermandarên pêşeng û leheng ên dîroka têkoşîname ne, tevlî pêvajoya pêngavçê dibe. Di salên 2011 û 2012’yan de li Zapê di çalakiyên gelekî girîng de weke pêşeng cihê xwe digire û weke fermandarekî ku bi cesaret û sekna xwe baweriyeke mezin dide hemû hevrêyên xwe, rola xwe lîst.
Hevrê Gever ê ku xwedî pratîkekê serkeftî bû, ji bo berpirsyartiyên hîn mezintir bigire di sala 2012’an de tevlî pêvajoya perwerdeya Ocaxa PKK’ê bû. Hevrê Gever di Ocaxa PKK’ê de li ser hemû pirsgirêkên têkoşînê ya Partiya me lêhûr bû û riyên çareseriyê nîqaş kir, ji nirxandin û danahevên rêveberiya Partiya me sûd wergirt û vê perwerdeyê bi serkeftî temam kir. Wek fermandarek xurt a pêşeng di qada pratîkê de berpirsyartî girt ser xwe. Hevrê Gever piştî hikûmeta AKP’ê pêvajoya çareseriya demokratîk a ku Rêber Apo bi ked û sebrekê mezin dixwest biafirîne sabote kir, vala derxist, li her derê qerekol û kalekol çêkir, êrîşî gelê me kir û qetil kir û di siyaseta şer de israr kir û paşde vekişîna gerîla hat sekinandin û di sala 2014’an de wek fermandarê tabûra bi tevger derbasî Qada Botanê bû. Piştî ku dewleta Tirk a qirker-dagirker di 24’ê Tîrmehê 2015’an de biryara “çok danînê xist meriyetê û bi topyekûn êrîşî gelê Kurd kir, hevrê Gever jî wek fermandarek pêşeng a qada Botanê bi tabûra bi tevger re çalakiyên gelek girîng li dar xistin. Çalakiya di 24 û 25’ê Îlonê 2015’an de li Elkê hemberî hemû hedefên pêk hatî û di encama çalakiyê de 75 dagirker hatibû cezakirin de wek mîmarê operasyona şoreşgerî û fermandarê pêşeng rol lîst. Piştî wê li gorî pêwîstiyan wek endamê Fermandariya Eyaleta Wanê wezîfe girt ser xwe û kar û xebat meşand.
Hevrê Gever dema Gerîlayên Azadiya Kurdistan ket pêvajoya ji nû ve avabûnê û pêvajoyekî ku di terz û tektîkên demê ya tevgerê pêkanînê de pirsgirêk hebûn, ji bo li ser van hemûyan lêhûr bibe di payîza 2017’an de tevlî pêvajoya perwerdê ya Akademiya Mahsum Korkmaz bû. Ev perwerdeya ku di berxwedana serdemê ya Efrînê û têkoşîna li herêma Xakurkê di sala 2017-2018’an de dihat meşandin pêk dihat, hîşt ku hevrê Gever li ser pirsgirêkên têkoşînê û riyên çareseriyê hîn bandortit lêhûr bibe. Di akademiya leşkerî de hem xwe perwerde kir û rexnedayîna pratîka xwe da, him jî wek fermandarê akademiyê ji bo gerîlatiya serdema nû pêk bînê hevalên xwe amade kir. Hevrê Gever a ku vê perwerdeyê jî bi serkeftî temamkir, lêhûrbûn û îdîaya xwe ya perwerdeyê bi van gotinan anî ziman:
“Di herêmê me de pêvajoya ku di Însîyatîfa Rêber Apo de didome, bi her awayî wek têkoşîna rastî, başî û jiyana watedar pêş dikeve. Dîsa wek derbaskirina xitîmîna modernîteya Kapîtalîst û di pêkhateya heqîqeta civakî de jiyana nû avakirin û xistina meriyete pêş dikeve. Nakokiya modernîteya Kapîtalîst ku tu carî bi rastiya herêmê me re nebûye yek hîn zêdetir kûr dibe û qeyran her roja ku derbas dibe zêdetir mezin dibe. Ev rewş ji gelên herêmê re dibe ku êş bide jiyandin, lê ewqas jî dihêle ku çand li ser koka xwe şîn bibin û di vê wateyê de ji zîncîrên modernîteyê rizgar bibin û bingeha jiyana azad û watedar biafirînin. Di her hawirê qeyranê ya çareseriyê, îhtîmala rastî û çêkirinê jî heye. Lê çareserî û rastî bêyî ked û têkoşînê, beyî têkoşîna heqîqetê jiyanî nabe. Halê herî şênber û rojane ev e. Ji ber vê li hemberî qirkirina ku modernîteya Kapîtalîst dixwaze di şexsê gelê Kurd de li hemberî hemû gelên Rojhilata Navîn pêk bîne. Têkoşîna Azadiya Kurd bersiva herî mezin û bi adîa ye. Ev yek bi perspektîfa Neteweya Demokratîk û civaka exlaqî-polîtîk re ji qeyranê re dibe hêviya alternatîf û derketinê. Netew-dewleta ku hespê mahşerê ya Modernîteya kapîtalîst bi hişmendiya Rêbertiya me ya Neteweya Demokratîk û têkoşîna tevgera me ya azadiyê re têkçûna xwe ya dîrokî jiyan dike. Rêber Apo tespîta, ‘salên 2000’î wê bibin cejna gelan a azadiyê’ kir. Paradigmaya Modernîteya Demokratîk a ku Rêber Apo pêş xist pêk tê. Li hemberî vê jî çeteyên DAÎŞ’ê yên ku fîguranê modernîteya Kapîtalîst bûn, di şexsê rastiya Rojava û Başûr de têk çû û ket sergoyê dîrokê. Faşîzma AKP-MHP’ê ya ku wek çeteyên DAÎŞ’ê ne, her çiqas li Efrîn û Bakurê Kurdistanê serî li komkujî û êrîşan dan jî, wek DAÎŞ’ê wê ji têkçûnê nikarin birevin. Li ku derê dibe bila bibe serkeftina ku dewleta Tirk a faşîst destbixe wê bibe Serkeftina Pirûsê.”
Hevrê Gever bi vê bawerî û lêhûrbûnê perwerdeya xwe bi dawî kir û di bihara 2018’an de wek fermandarê Eyaleta Wanê wezîfe girt û berê xwe da Bakurê Kurdistanê. Hevrê Gever ê ku bi danaheva xwe ya 25 salan re wek fermandarê gerîla vegerî ax û zozanên Faraşînê ya ku çavên xwe lê vakiribûn, bi awayek lez ket pratîkê. Li hemberî Rêber Apo, şehîdan û gelê me xwe deyndar dît, pir zêde kar kir û hewl da berpirsiyariyên xwe yên şoreşgerî bi cih bîne. Hevrê Gever dema bi van fikir û hestan tevdigeriya de êrîşa hewayî ya ku di Kato Ortê çêbûyî de gihîşt şehadetê.
[1]
Ev babet 47 car hatiye dîtin
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Haştag
Çavkanî - Jêder
[1] Mallper | Kurmancî | https://anfkurdi.com/ - 07-11-2024
Gotarên Girêdayî: 2
1. Dîrok & bûyer 28-10-2018
1. Şehîdan علي بور
Pol, Kom: Şehîdan
Zimanê babetî: Kurmancî
Dîroka Şehadetê: 28-10-2018
Cureyên Kes: Leşkerî
Dereceya leşkerî: Leşker
Netewe: Kurd
Sedema mirinê: Bombebarana Balafiran
Welat - Herêm (Şehîd): Rojhelatê Kurdistan
Welatê jidayikbûnê: Bakûrê Kurdistan
Zayend: Nêr
Ziman - Şêwezar: Kurmanciya Bakur
Meta daneya teknîkî
Mafê telîfê ji xwediyê gotarê bo Kurdîpêdiya hatiye veguhestin
Kalîteya babetê: 99%
99%
Ev babet ji aliyê: ( Evîn Teyfûr ) li: 07-11-2024 hatiye tomarkirin
Ev gotar ji hêla ( Ziryan Serçinarî ) ve li ser 27-11-2024 hate nirxandin û weşandin
Ev gotar vê dawiyê ji hêla ( Evîn Teyfûr ) ve li ser 26-11-2024 hate nûve kirin
Navnîşana babetê
Ev babet li gorî Standardya Kurdîpêdiya bi dawî nebûye, pêwîstiya babetê bi lêvegereke dariştinî û rêzimanî heye!
Ev babet 47 car hatiye dîtin
Kurdîpîdiya berfrehtirîn jêderê zaniyariyên Kurdîye!
Wêne û şirove
Di sala 1800`î de tabloya ku Kurdekî ji eşîra Caf'ê temsîl dike
Kurtelêkolîn
Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê: Em weke PKK li Rojava nîn in
Cihên arkeolojîk
Kereftû
Cihên arkeolojîk
Dalamper
Jiyaname
Resul Geyik
Jiyaname
Hasan Bîter
Cihên arkeolojîk
Mezarê Padîşehê Kurd ê Mîdî (Kî Xosraw- Kawa) 632-585 BZ
Cihên arkeolojîk
Qoşliyê
Jiyaname
Sîsa Mecîd
Jiyaname
Diya Ciwan
Kurtelêkolîn
Ji Kampanyaya Çetir banga Jiyana rojnamevanan biparêzin
Wêne û şirove
Kurdekî Batûmê bi cilûbergên neteweyî (sedsala 19an)
Jiyaname
Narin Gûran
Jiyaname
Mîna Acer
Pirtûkxane
Dîroka Kurdistanê 1
Pirtûkxane
NÎQAŞÊN FELSEFEYÊ 48
Jiyaname
Nesim SÖNMEZ
Jiyaname
Erdal Kaya
Pirtûkxane
Dîroka kurdistanê 2
Cihên arkeolojîk
Temteman
Wêne û şirove
Kinyazê Îbrahîm, Çerkezê Reş, Hecîyê Cindî 1985
Kurtelêkolîn
Hêlîn Umît: Di kaosa Rojhilata Navîn de gelê Kurd xwedî wezîfeya pêşengiyê ye
Kurtelêkolîn
JI MÎTOLOJÎYÊ BER BI TARÎXÊ Û JI LEHENGÎYÊ BER BI EVÎNÊ DESTAN WEKU ÇEMKEKE SÎWAN DI VEGÊRANA GELÎ DA
Wêne û şirove
Kêliya ku rêberê şehîd “Simko Axa Şikak” berî 96 salan giheşte bajarê Silêmaniyê
Kurtelêkolîn
Ji bo piştgiriya Rojava, şandeyek ji Bakur serdana Başûrê Kurdistanê kir
Jiyaname
Mecîdê Silêman
Wêne û şirove
Xwendekarên dibistanên kurdî li rojhilatê Kurdistanê, di sala 1965an de
Kurtelêkolîn
‘Rojava rûmeta me ye’
Pirtûkxane
RÊZIMANE KURMANCÎ
Jiyaname
Rojîn Hac Husên

Rast
Kurtelêkolîn
JI MÎTOLOJÎYÊ BER BI TARÎXÊ Û JI LEHENGÎYÊ BER BI EVÎNÊ DESTAN WEKU ÇEMKEKE SÎWAN DI VEGÊRANA GELÎ DA
24-11-2024
Sara Kamela
JI MÎTOLOJÎYÊ BER BI TARÎXÊ Û JI LEHENGÎYÊ BER BI EVÎNÊ DESTAN WEKU ÇEMKEKE SÎWAN DI VEGÊRANA GELÎ DA
Kurtelêkolîn
DI ZARGOTINA KURDÎ DE HESP
24-11-2024
Sara Kamela
DI ZARGOTINA KURDÎ DE HESP
Kurtelêkolîn
Eyyûb Subaşıya 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê hat birîn
01-12-2024
Sara Kamela
Eyyûb Subaşıya 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê hat birîn
Kurtelêkolîn
Parlamenterên Ewropayê koma ‘Dostên Gelê Kurd’ ava kir
23-12-2024
Evîn Teyfûr
Parlamenterên Ewropayê koma ‘Dostên Gelê Kurd’ ava kir
Kurtelêkolîn
KCK: Li Sûriyeyê çareseriya pirsgirêkan bi feraseta neteweya demokratîk dibe
23-12-2024
Evîn Teyfûr
KCK: Li Sûriyeyê çareseriya pirsgirêkan bi feraseta neteweya demokratîk dibe
Babetên nû
Pirtûkxane
Dîroka kurdistanê 2
12-12-2024
Sara Kamela
Jiyaname
Hasan Bîter
26-11-2024
Aras Hiso
Pirtûkxane
NÎQAŞÊN FELSEFEYÊ 48
24-11-2024
Sara Kamela
Pirtûkxane
RÊZIMANE KURMANCÎ
10-11-2024
Sara Kamela
Pirtûkxane
Dîroka Kurdistanê 1
10-11-2024
Sara Kamela
Pirtûkxane
NÎQAŞÊN FELSEFEYÊ 47
10-11-2024
Sara Kamela
Pirtûkxane
Osman Sebrî 1905-1993 (Jiyan, Têkoşîn û Berhem)
07-11-2024
Aras Hiso
Pirtûkxane
Rewan
07-11-2024
Aras Hiso
Pirtûkxane
QÎRÎNA MIRINÊ
07-11-2024
Aras Hiso
Pirtûkxane
Zanhaweya Pêxember (Mewlûda Pêxember)
07-11-2024
Aras Hiso
Jimare
Babet
  532,247
Wêne
  113,380
Pirtûk PDF
  20,697
Faylên peywendîdar
  109,362
Video
  1,743
Ziman
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
292,337
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
91,114
هەورامی - Kurdish Hawrami 
66,430
عربي - Arabic 
32,851
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
20,387
فارسی - Farsi 
11,712
English - English 
7,833
Türkçe - Turkish 
3,690
Deutsch - German 
1,811
لوڕی - Kurdish Luri 
1,690
Pусский - Russian 
1,144
Français - French 
349
Nederlands - Dutch 
131
Zazakî - Kurdish Zazaki 
91
Svenska - Swedish 
72
Polski - Polish 
56
Español - Spanish 
55
Italiano - Italian 
52
Հայերեն - Armenian 
52
لەکی - Kurdish Laki 
37
Azərbaycanca - Azerbaijani 
27
日本人 - Japanese 
21
中国的 - Chinese 
20
Norsk - Norwegian 
18
Ελληνική - Greek 
16
עברית - Hebrew 
16
Fins - Finnish 
12
Português - Portuguese 
10
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Ozbek - Uzbek 
7
Esperanto - Esperanto 
7
Catalana - Catalana 
6
Čeština - Czech 
5
ქართველი - Georgian 
5
Srpski - Serbian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
Hrvatski - Croatian 
3
балгарская - Bulgarian 
2
हिन्दी - Hindi 
2
Lietuvių - Lithuanian 
2
қазақ - Kazakh 
1
Cebuano - Cebuano 
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
Pol, Kom
Kurmancî
Peyv & Hevok 
40,899
Pend 
24,978
Kurtelêkolîn 
5,686
Şehîdan 
4,308
Enfalkirî 
3,604
Pirtûkxane 
2,773
Çand - Mamik 
2,631
Navên Kurdî 
2,603
Jiyaname 
1,748
Cih 
1,164
Belgename 
291
Wêne û şirove 
184
Weşanên 
115
Cihên arkeolojîk 
61
Partî û rêxistin 
28
Vîdiyo 
19
Helbest  
10
Nexşe 
3
Pêjgeha kurdî 
3
Karên hunerî 
2
Wekî din 
2
Ofîs 
1
Li Kurdistanê hatine berhemdan 
1
Hilanîna pelan
MP3 
518
PDF 
32,582
MP4 
2,883
IMG 
208,919
∑   Hemû bi hev re 
244,902
Lêgerîna naverokê
Kurdîpîdiya berfrehtirîn jêderê zaniyariyên Kurdîye!
Wêne û şirove
Di sala 1800`î de tabloya ku Kurdekî ji eşîra Caf'ê temsîl dike
Kurtelêkolîn
Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê: Em weke PKK li Rojava nîn in
Cihên arkeolojîk
Kereftû
Cihên arkeolojîk
Dalamper
Jiyaname
Resul Geyik
Jiyaname
Hasan Bîter
Cihên arkeolojîk
Mezarê Padîşehê Kurd ê Mîdî (Kî Xosraw- Kawa) 632-585 BZ
Cihên arkeolojîk
Qoşliyê
Jiyaname
Sîsa Mecîd
Jiyaname
Diya Ciwan
Kurtelêkolîn
Ji Kampanyaya Çetir banga Jiyana rojnamevanan biparêzin
Wêne û şirove
Kurdekî Batûmê bi cilûbergên neteweyî (sedsala 19an)
Jiyaname
Narin Gûran
Jiyaname
Mîna Acer
Pirtûkxane
Dîroka Kurdistanê 1
Pirtûkxane
NÎQAŞÊN FELSEFEYÊ 48
Jiyaname
Nesim SÖNMEZ
Jiyaname
Erdal Kaya
Pirtûkxane
Dîroka kurdistanê 2
Cihên arkeolojîk
Temteman
Wêne û şirove
Kinyazê Îbrahîm, Çerkezê Reş, Hecîyê Cindî 1985
Kurtelêkolîn
Hêlîn Umît: Di kaosa Rojhilata Navîn de gelê Kurd xwedî wezîfeya pêşengiyê ye
Kurtelêkolîn
JI MÎTOLOJÎYÊ BER BI TARÎXÊ Û JI LEHENGÎYÊ BER BI EVÎNÊ DESTAN WEKU ÇEMKEKE SÎWAN DI VEGÊRANA GELÎ DA
Wêne û şirove
Kêliya ku rêberê şehîd “Simko Axa Şikak” berî 96 salan giheşte bajarê Silêmaniyê
Kurtelêkolîn
Ji bo piştgiriya Rojava, şandeyek ji Bakur serdana Başûrê Kurdistanê kir
Jiyaname
Mecîdê Silêman
Wêne û şirove
Xwendekarên dibistanên kurdî li rojhilatê Kurdistanê, di sala 1965an de
Kurtelêkolîn
‘Rojava rûmeta me ye’
Pirtûkxane
RÊZIMANE KURMANCÎ
Jiyaname
Rojîn Hac Husên

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 16.08
| Peywendî | CSS3 | HTML5

| Dema çêkirina rûpelê: 0.484 çirke!