Welat Bihuşta Min e
Piştî ku yezdanê gewre, bê hempa û yekpare fermana roja paşdawî da ye, hinga pêşmerge li bin sîtava daristanê, li ber himêza çiyan li hev civiyabûn, bi hev re şêwra yekgirtinê danîbûn, eniya xwe bi lat û zinarên welat dixurandin, û tovê omîdan bi xaka welat ya pîtdan wer dikirin.
* * *
Ji destpêka toşê ve min evsaneya welatê xwe di çar pişkan de bi hûrbînî xwendiye, ji berbanga #dîrokê# ve Zeradeştê pêxember sirûda nasnameyê ji navkutka xwerista pirdan û comerd, ji reng, deng û dîmenê zimanê dayikê afirandiye, li ber kêla nemirên nependî ayetên Zendavesta bo bêzaran kirine baz bend, ji sincên firiştiyane xampera pêwanê bihuştê, li ser tabloya paraztî navê Kurdistan nîvisandiye.
* * *
Welato: Li ser lêvên te mame stiraneke xemgîn, bûme kilçîvê herdû çavên hêsirdayî, bûme keziyeke veçirî li ser milê periyan berdayî, xum-xuma cobaran li nêv bax û zeviyan, li êmîşên dehlên te yên çêjer bûme mêvanekî xerîdar, bûme xaleke xawer li jora tîpên navê te, bûme peyrewiyekî xwedawendane li ber mêrava te, salixekî şeyda
li ser nûçeyên geştyarekî eware, li dûv leylana te bûme gaziyeke dengirtî li benda hawara te.
* * *
Çelengiya te kirime dîlê evînê, biskeke şîlove li ser hinarkên rûyê te kirime evîndarê heyvê, bûme telpeke qetran li ser eniya mirovaniyê, bûme pirsgirêkeke aloz di gewriya dagîrkeran de, bûme razeke evra kaniyên terorîzmê ziwa dikî.
* * *
Kula min e ku zanibim tê bi kîjan zimanî nefretê bidî bextê minî likumî, tê bi kîjan zaravî jana bêdengiyê derman bikî, min li ser eniya xwe çiraxa evsaneyan daniye, warê te yê bihuştiyane li ser kolînka tarîewran terz û meşqe kiriye, li ser zendên xwe dîroka perçebûnê bi xîmava bextreşiyê dax kiriye, tenha ji bo ku razên yezdanê xwetenparêz, ji hemî zindîwarên gerdûnî re eşkere û bi têrutesel liba bikî.
* * *
Welato Qamişlo bûka şaran, cîwarê xoşewîst û lehenda şêran, çi bikim ku îro bêganeyên tundrew û nîjadperest lê bûne xwedî, û gelê Kurd şênewarê xaknîgariya resen lê ma ye mêvanekî sîgiran, çendî li zeviyên ziman yên kaleşûv paşaxa pyeva resen bikim tucar bi dawî nabî, çendî li nav gulîzarên şêwezariya zimanê mader paleya peyva hevwate, rewanbêje, civakî û wateguhêz bikim tucar gencîneya zimanê dîrokdêrîn vala nabî, lê her cîyê mixabinî ye zimanê ku bê sazî û kêmrêber her dimîne yadiyeke kulneder.[1]