12 Adarê
#Fêrgîn Melîk Aykoç#
Şerê xwezayê di destpêka meha Adarê de mîna ser û binbûnekê gelek gurr dibe. Li aliyekî hewa sar dixwaze li ber xwe bide, li aliyê din bi dirêjbûna rojan re tîna tavê êriş hewa sar dike. Li rexekê behna biharê û tîna tavê, li hemberê wê jî serma û rikberiya rêbaya dawiya zivistanê li hev sor dikin. Gelê me ev diyarde, yan jî şerê xwezayê li gor azmûnên xwe yê salan şirove kiriye û navê wê „gîskok“ danîye.
Di meha Adarê de tekoşîna gelê Kurd ya ji bo azadiyê jî wekî nûvejîna xwezayê bi hêvî ji nû ve pêt dibe, vê re şerê di navbera hêzên gelê Kurd û xwînxwariya hêzên dagirkeran de jî di parelêliya nakokiya xwezayê de her diçe dijwar dibe. Ango gelê Kurd bi bihar û nûvejînê re dibe yek û li dij dagirkerî û xişmê rêbaya zivistanê bi hemû hêza xwe ve ditekoşe. Lema meha Adarê di dîroka me de meheke herî taybet e. Xwîna gelê Kurd herî zêde di vê mehê de rijyaye û di heman deme de wê xwînê xwe guhezandiye nûvejînê, raperînên serfiraziyê û afirandina hêviyên biharî jî.
Ev meh wisa dagirtiye ku mirov nikane bi nivîsek û du nivîsan rastiya vê mehê li ber çavan raxîne. Mînak: heştê wî roja jinên cihanê, 12 hê wê Komkujiya Qamişlo û serhildan, 18 hê wê Hîroşîma Kurdan Halabçeya xwîn niqitand ser dilan, 21 ê wê roja vejînê Newroz û serhildana Kawayê hemdemî, 30 ê wê bîranîna Qomutanê nemir Egît û û.
Piçek dîrok
Heştê Adarê sal 1857, li cihana nû Amerîkayê, 40 hezar karkerên textilê yên jin li New Yorkê kar berdidin, lê bi destê polîsan di halên kar de derî di ser wan de tê girtin. Şewat derdikeve û 129 jin jiyana xwe ji dest didin.
12 Adarê sala 1971’an serfermandariya tirk li dij tekoşîna şoreşgerên ciwan yên di rêberiya Mahîr Çayan, Denîz Gezmîş û Îbrahîm Kaypakkaya de fermana pêşîlêgirtina terorê ragihandin serkariyê.
Di 12 Adara 1996’an de serkarên tirk ên faşîst li Gaziya Stembolê bi xwînxwarî gulle reşandin ser xwepêşandêrên; demoqrat, welatparêz, şoreşger, sosyalîst û Elewiyên berxwedêr ku bi piranî Kurd bûn.
Beriya yazdeh salan roja 12 Adara 2004 an hêzên dagirker ên Baas a Sûriyê di dema maça pêgogê de li bajarê Rojavayê Kurdistanê Qamişlo bi çavsorî gulle reşandin ser gelê me û12 welatarêzên Kurd qetil kirin.
Pejna danzdehê Adarê
Dagirkerên sûrî yên Baasî bi xiniziyeke bêbext xwestin ku bi vê kujeriya 12 ê Adarê çavên gelê me yê Rojava bitirsîne. Lê tersê wê bi şahadeta 12 giyanpakan re agirê berxwedanê xwe guhezand gef û gira li dij dagirkerî û xwînxwariyê. Ev raperîn bi hêz û nûvejîna biharî re li tevahiya Rojava belav bû. Her çendî nêzîkî 33 şehît jî hate dayîn, hewldan û provokasyona dagirkeriya Baasî vala hate derxistin. Mirov bi hêsanî dikane bibêje ku bingehê berxwedana vê roja me ku ji Rojava şewle da hemû cihanê, li gel tovên Tevgera Azadî li wir reşandiye ser axê, ta di wê berxwedana 12. Adarê de veşartiye û bûye kilîta azadiyê.
Ew raperînên bi biharê re geşdibûn, gelê me kire xwediyê hêzeke bê tewan. Ev bihara îsal ji biharên din cudatir e. Nûvejîna Kobanî bi vejîne xwezayê re hêvî û pêşbîra me derxistiye lûtkeyên herî berz, em li ber pêşa azadiyê ne. Wê Adareke din bibe azadiya gel û welatê rojê, wê ala şehîdan li ser her bihust xaka pîroz bi serfirazî li ba be. We dazdehê Adaran her bibe bîranîn û raperîn.[1]