Talanî û Nakokiyên Nixumandî
Ebas Mûsa
Hesekê û Jiyana #Hevbeş#
“divê em li ser jiyana hevbeş di navber pêkhateyên din jî (Kurd, Xiristyan û Ereban) de, rawestin. Û helbet wê ew mijar deriyin din li ser pêkhateyên din jî, veke.”
Di demekê de ku bajarê mîna Hesekê, li Rojavayê Kurdistanê, gellek pêkhate tê de dijîn (Kurd, Ereb û Xiristiyan…), di taxên pir-Kurd de kesin Ereb dijîn, bêyî ku tu pirsgirêkên nijadperestî peyda bibin, her wiha Kurd jî di taxên pir-Ereb de. Tim pirsgirêkên ku derdikevin girêdayî jiyana rojane ne, (dibe ku hin alozî derketibin holê piştî 2011an de).
Carinan dema ku pirsgirêk di navbera Kurd û Ereban de çêdibûn, tim kesin hebûn dixwestin ku wê bi mijara neteweyî ve girê bidin, partiyên siyasî yên Kurdî dixwestin bidin xuyan ku nakokî li ser mijareke netewperestî çêbûye, da ku nêrîna xwe – ya ku dibêje erebperestan tim dixwazin nakokiyan çêkin, da ku jiyana hevbeş pê biêşînin- pişrast bikin. Ev jî bi awayekî teng ne gihişte da bibe diyarde.
Erebperestên (Be’sî) wan jî ji aliyê xwe ve dixwestin ku vê nêrînê belav bikin,lê bi rengekekî berfereh, qena pirojeya “Be’s” pêk bînin, a ku li ser serkeftina neteweya Ereban avakiriye; di rêya erebkirinê re, ji ber dibêje: Kurd Îsraîlek din in di laşê welatên Erebî yî mezin de.
Lê eger em ji nêzîk ve li ser vê mijarê rawestin, gelo em dê çi bibînin?
Dibe ku ya rast ew be, hevjiyanek di navbera Kurd û Ereban de tim hebû, lê partiya “Be’s” dixwest ku nakokiyan bikar bîne, da ku pirojeya xwe ya erebperestiyê birêve bibe, lê em nikarin Kurdan an siyasetmedarên Kurd bi heman pîvanê bipîvin, ji ber ku tu pirojeyên Kurdperestî, bi wî rengê tund, di hişmendiya siyasî yî Kurdî de peyda nedibû, û ne jî pirojeyên bi wî rengî, ji ber ku (bi kêmanî) hema ne deshilatdar bûn.
Nêrînek di nêv civakê de peyda dibû – nemaze piştî hin bûyeran- ku ereb û Kurd tu carî ne dost in, bûyerê ku li gellek bajarên Kurdî bûyî (li Rojava), mîna Hesekê, Serêkaniyê…, talaniya ku bûyî piştî serhildana Qamişlo 2004an bi destê Erebên sivîl; ew talaniya ku hat belgekirin (talanî tenê li ser dikanên Kurdan bû, li bazarên giştî), lê bi erêkirina rêcîmê û pîrozbahiya Be’s bû.
Em dikarin bibêjin ku Be’s -nemaze piştî wê talaniyê – bawerî bi jiyaneke hevbeş û rewa di navbera kud û ereban de hinekî şikand, di wê demê de Kurdan nêrînek tûj û tund li vê mijarê nêrîn, lê her tim girêdayî bû bi hişmendiya Be’s, Kurdan nas dikir ku ev nakokî hatine çêkirin ji hêla Be’s û erebperestan ve.
Di jiyana rojane de, bi şêweyekî din li vê mijarê dihat nêrîn, di bajarên mîna Hesekê ku Kurd û Ereb bi hev re dijîn, bi rengekî xweşik, belkî rengin mîna xal û xwarzêtî yan kirîvantî, bêhtir bi roleke baş radibûn, tu pirsgirêkin mezin nebûn di bare jiyana hevbeş de, welatiyênKurd li taxên pir-ereb an kesên Ereb di taxên pir-Kurd de jiyaneke normal bi hev re derbas dikirin bêyî ku dijminayetiyek hebe.
Li himber vê nêrînê dibe ku nêrîneke din hebe, û dibe ku nêzîkî rastiyê be jî, ev nerîn dibîne ku nakokî her tim hebûn, lê bi tirsê nixumandî bûn, an jî mayîneke li benda destinan bû ku pê bilîzin û biteqînin.
Di bûyerên ku vê dawiyê li bajarê Hesekê qewimîn 18-19-2015an de, dîsa talanî çêbû (erê ne bi rengekî berfireh bû mîna 2004an, lê bi heman rengî bû), wêneyên ku çalakvanan belav kirin, dide xuyan ku dikanin hatine talankirin, ew dikan jî yên Kurdan in, wek ku nişteciyên bajêr û çalakvan dibêjin.
Dibe ku ev nameyek be ji rêcîmê, da bibêje: Ez dikarim talana we bikim, bi destên cîranên we yên Ereb, helbet tim kesin hen in ku amade ne vê namê bikin rastiyek dema ku rêcîm bixwaze.
Jiyana hevbeş di kirîzekê de ye, û girêdayî ye bi kirîza Sûriyayê ve bi tevahî, ji dema deshilatdariya Be’s û ta piştî serhildana Qamişlo 2004an û Şoreşa Adara 2011an ve, û eger em bixwazin li ser vê mijarê rawestin divê em li ser jiyana hevbeş di navber pêkhateyên din jî (Kurd, Xiristyan û Ereban) de, rawestin. Û helbet wê ew mijar deriyin din li ser pêkhateyên din jî, veke.[1]