Piştî #Şingalê# çi heye
Luqman Silêman
Çima wisa li Şingalê hat? Gelo hêza DAIŞê ji ya pêşmerge bihtir bû û dema pêşmerge çav li wan ketin bi şûnde vekişiyan? Yan çekê wan baştir bûn û karîn zora pêşmergan bibin? Yan Derûniya leşkerê DAIŞê baştir bû ji ya pêşmergan ji ber ku kilîta buhiştê di destê wan de bû? Yan pêşmerge weke tiralê Mûsilê li wan hatiye û ne dikarîn şer bikin? Yan ew ji bo ku pêşmergên partiyan bûn û ne yê Kurdistanê bûn û girêdanê wan bi partîtiyê ve bi hêztir in ji kurdistanê.
Ez bawer im ku hin xalên giring û sereke hene ew sedemê şikestina pêşmergan li Şingalê û hin deverên dî, ew jî li gor dîtina min evin.
1- Piştî bîst û sê sala hîn dezgiheke leşkerî ji bo avakirina leşkerekî yekalî nehatiya damezrandin.
2- Parvekirina bi rêveberiyê di navbera herdu partiyên sereke de Partî û Yekîtî.
3- Rêveberiya li kurdistanê ta niha Partî û Yetîkî ye.
4- Dezgihên Asayîşa li Kurdistanê jî Partî û Yekîtî ne.
5- Diziya ku îro li Kurdistanê heyî û nebûna demoqratiyek rast.
Di baweriya min de, gerek bû piştî salên notan ji sedsala borî, hemî komên pêşmergan hatibana herfandin, bingeha leşkerekî yekalî û dûrî partîtiyê û siyasetê û bi şêweyekî şîrav bihata damezrandin, tenê dilsoziya wan ji Kurdisnanê re ba û bi rengekî ekadîmî ew pêşmerge bihatana perwerdekirin û bi hemî rengan guhdan ji wê dezgehê re hebana, ew leşker jî ne li gor partîtiyê bihatana neqandin, hemî alavên berevaniyê ji wan re bihata pêkanîn û guhdan li wan û zarok û malbatê wan jî baş bihata kirin.
Asayîşeke giştî bi çavdêriya kesine pispor di warê ewlehiyê de hatibana avakirin, ew jî dûrî partîtiyê û siyasetê ba, tenê ji bo parastin û aramiya Kurdistan û miletê kurdistanê ba.
Avakirna hikûmetekê ne li gor berjewendiyê herdu partiyên mezin da ku hemî dezgih neyên hevbeşkirin li gor berjewendiyên partiyan xwe, lê gerek e li gor berjewendiya kurdîtiyê û miletê Kurdistanê û birîna diyardeya diziyê û dûrxistina hemî dizan ji dezgihên hikûmetê.
Gerek hemî dezgihên li kurdistanê heyî ne girêdayî partiyan bin, bila her pertiyek ji derveyî dezgihên hikûmetê karê xwe bike û perê hikûmetê ne li partiyan werin belavkirin. Gerek e ta niha bi sedê kargehên pîşesaziyê li kurdistanê hatiba avakirin, ma ne şerm e ku ta bi dew ji Îranê ji wan re tê, ew perê ku di bengên Uropî de razandine, ew yê miletê kurd in, gerek e ku niha bingeheke giran ji kargehên çekan re hatiba danîn û Kurdan xwe bi xwe çek ji xwe re çêkirbana.
Karmendên hikûmetê ne li gor wasîta bikevin di kar de, gerek e heryek li gor karînên xwe û bê wasîte bikeve nav karê avkirinê.
Ma gelo kes ji Nêçîrvan pêve nîne bibê serokê hikûmetê? lê diyar e ku wê bibin weke Libnaniyan serok divê xiristiyan be û serokek ji Sine bê û yê perleman ji Şîʼe bê.
Heger ku kar li Kurdistanê wisa birêve here, wê rojek were ku milet serî li ber wan rake û doza guhertinê li wan bike û ne dûr e ku weke welatên Ereban li me werê.[1]