Di berdewamiya çalakiyên konferensa emnî li Munchen, Nêçîrvan Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û şandeya pê re, roja 16.02.2018ê. digel Angelino Alfano wezîrê derve yê Îtalyayê civiyan û rola pêşmergeyê Kurdistanê di şerê dijî DAÎŞê de bilina hat nirxandin.Di civînê de, Angelino Alfano pesina rola Herêma Kurdistan û pêşmergeyê Kurdistanê li şerê dijî DAÎŞê da û tekîd li ser dostanî û piştevaniya welatê xwe ji bo Herêma Kurdistanê kir û dilxweşiya xwe jî li hember destpêkirina danûstandinên navbera Hewlêr û Bexdayê nîşan da û hêvî xwest ew danûstandin serkeftî bin.Nêçîrvan Barzanî, ji bona wan hevkarî û piştevniya di dema şerê dijî DAÎŞê pêşkeşî pêşmerge û Herêma Kurdistanê kirine, sipasiya Îtalyayê kir û tekîd li ser giringiya rola Hevpeymaniya Navdewletî ya dijî terorê kir û got ku tevî têkşikandina DAÎŞê ji aliyê leşkerî ve, giringe hokarên çêbûn û dirustbûna DAÎŞ û terorê li Îraqê û hizrûbîrên teror û tunûtûjiyê bên binbirkirin.Rewşa herêmî û giringiya hevkarî û hevahengiya navdewletî ji bo berhingarbûna terorê mijarên din yên civînê bûn.[1]
Kurdîpêdiya ne berpirsê naverokê vê tomarê ye, xwediyê/a tomarê berpirs e. Me bi mebesta arşîvkirinê tomar kiriye.
Ev babet 710 car hatiye dîtin
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!