WATEYA GOTINÊN ŞIVAN DI ARMANCA WAN DA VEŞARTÎ YE.
Aziz Mamoyan.
AmidaKurd, 2022.
Piştî belavkirina vîdêoya Şivan a di derbarê êzdîyan da hewar û hêwarzeyek rabû, hemû sazî û rêxistinên êzdîyan daxwîyanî belav kirin, helwesta Şivan a bê serûber rexne û şermezar kirin. Hinek kesayetîyan jî li ser vê bûyerê nirxandinên xwe pêk anîn…. Bi rastî hema di destpêkê da ez bi bawer bûm, ku Şivanê piştî wan daxwîyanî, şirove û nirxandinan dê bêhtir bi berfirehî vê helwesta xwe bike govtûgoyê û heya gazinên xwe jî bîne zimên, ku hinek êzdîyan ji wî ra çêr û dijûn gotine… Her çiqas ez bi xwe di wê bawerîyê da me, ku çi dibe, bila bibe, divê di nava gengeşî û gotûpbêjan da çêr û dijûn cîyê xwe nînbin, lê ji hêla dinê va, dema mirov gotinên Şivan dinirxîne, dibîne, ku ewî bi xwe gel anye provaktsîonê. Ji bo ku ev rast bê têgihîştin, em binihêrin, ka bernameya Şivan çawa pêk hatye û mijara wê çi bûye. Di navendekê da komek mirov berevî ser hev kirine, û Şivan mijara kuştina jinan di nava êzdîyan da davêje hole û ewê wek taybetmendîya wê civakê dinirxîne, xwe wek dadgerekî an terbîyekarekî dide pêş, ji êzdîyan ra dibêje, ka çima ew dest ji edetên xwe yên kevn bernadin! Û li vira bêyê rayê xwe mirov dixwaze, ji vî mirovî bipirse, ma kuştina jinan tenê taybetmendîya civaka êzdîyan e? Ma di nava misulmanan, xrîstîanan û yên dinê da bûyerên vî rengî pêk naên? Ma ne, bûyerên weha bingeha xwe ya netewî nînin, bingeha wan ji pirsgirêkên civakî-sotsîalî tê. [1]
=KTML_Link_External_Begin=https://www.kurdipedia.org/docviewer.aspx?id=438774&document=0001.PDF=KTML_Link_External_Between= Makaleyi okumak için tıklayın: WATEYA GOTINÊN ŞIVAN DI ARMANCA WAN DA VEŞARTÎ YE=KTML_Link_External_End=