Îro Sêşemê, şandeke #Rêveberiya Xweser# a Bakur û Rojhilatê #Sûriyê# beşdarî semşnera rûbirûbûna jinan li dijî destdirêjiya siyasî û civakî bû ku ji aliyê Partiya Yekîtiya Demokratîk ve hatibû organîzekirin.
Di semînerê de Birêz Hêvîn Îsmaîl (Hevseroka Meclisa Rêveber di Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Reqayê de) û nûnerên komîte û ofîsên Rêveberiya Sivîl amade bûn.
Xala yekem a semînerê tundiya civakê ya li ser jinê, ya duyemîn jî tundiya siyasî ya li ser jinê hate nîqaşkirin.
Semîner bi komkirina nêrînên beşdaran li ser her du aliyên nîqaşê bi dawî bû ku di jiyana civakî û siyasî de ji bo jinan bibe encamek.[1]
Kurdîpêdiya ne berpirsê naverokê vê tomarê ye, xwediyê/a tomarê berpirs e. Me bi mebesta arşîvkirinê tomar kiriye.
Ev babet 1,669 car hatiye dîtin
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!