Diyarname
Li bajarê #Silêmanî# bi beşdariya gelek weşanxaneyan 4’emîn Pêşangeha Pirtûkan a Navneteweyî ya Silêmanî hate vekirin. Di pêşangehê de bi dehan weşanxaneya hene ku stand vekirine. Ji Rojava û ji Bakur jî weşanxaneyan stand vekirine. Pêşangeh 10 rojan dê bidome.
Weşanxaneya Sîtavê ku navenda wê li Wanê ye bi pirtûkên xwe li pêşangehê ye. Xwediyê çapxaneyê Qahir Bateyî derbarê tevlîbûna pêşangehê de ji bo Rojnewsê wisa gotiye, “Ev cara duyem e em tevlî pêşangeha Silêmaniyê dibin, ev pêşangeh gelek baş in, bi van pêşangehan re xwendevanên başûrê Kurdistanê, nivîskarên bakurê Kurdistanê dinasin û dixwînin. Hevîdar im li bakurê Kurdistanê jî pêşangehên bi vî awayî werin vekirin û çapxaneyên ji başûrê Kurdistanê jî li wir werin dîtin.”[1]
Kurdîpêdiya ne berpirsê naverokê vê tomarê ye, xwediyê/a tomarê berpirs e. Me bi mebesta arşîvkirinê tomar kiriye.
Ev babet 993 car hatiye dîtin
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!