=KTML_Bold=Xuyang û Forma Rêzimanî ya Rewşan di Kurmancîyê da=KTML_End=
Ümran ALTINKILIÇ
Kurte
Xuyang têkildarî wê yekê ye bê ka barûdoxeka ji hêla lêkerekê ve şayesandî ji hêla katî ve çawa dixuyê. Du cureyên xuyangê hene: xuyanga rêzimanî û xuyanga ferhengî. Bi têkilî û ahenga van her du xuyangan maneya xuyangî ya hevokekê dihê pêkanîn (Smith). Lêbelê lêkerine zimaninan ji ber taybetîyên xwe yên navekî di hin xuyangên rêzimanî da nayên bikaranîn. Di vê çarçoveyê da di kurmancîyê da lêkerin hene ku di xuyanga berdewam da rû nadin. Lêkerên postûrê û yên têkildarî wan, hin lêkerên pêgirtin û kontaktê ji wan lêkeran in. Ev lêkerên rewşî ji ber taybetîya xwe ya puxt a statîk di forma rêzimanî ya xuyanga berdewam da nayên bikaranîn; ji bo ku wê maneyê bidin der, di forma rêzimanî ya rewşan da dihên bikaranîn ku ew form jî “partîsîpa borî + lêkera bûnê” ye. Armanca vê xebatê nîşandan û gengeşekirina vê taybetîya kurmancîyê ye, lê ne bi berfirehî be jî xebat herweha bi awayekî giştî cih dide xuyanga rêzimanî û ya ferhengî di kurmancîyê da; karîgeriya van her du xuyangan li ser hev gengeşe dike û herî dawî jî karîgerîya xuyanga zimanên biyanî li ser kurmancîyê nîşan dide.[1]
=KTML_Link_External_Begin=https://www.kurdipedia.org/docviewer.aspx?id=493927&document=0001.PDF=KTML_Link_External_Between=Ji bo xwendinê bikirtînin Xuyang û Forma Rêzimanî ya Rewşan di Kurmancîyê da=KTML_Link_External_End=
Kurdîpêdiya ne berpirsê naverokê vê tomarê ye, xwediyê/a tomarê berpirs e. Me bi mebesta arşîvkirinê tomar kiriye.
Ev babet 1,866 car hatiye dîtin
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!