Nirxandina Destxeta Mela Mehmûdê Bazîdî “Kêşana Lêkerên Kurdî”
Mikail BÜLBÜL - Mustafa ÖZTÜRK
Kurte
Armanca vê gotarê nirxandina berhema #Mela Mehmûdê Bazîdîyî# “Kêşana Lêkerên Kurdî” ye ku di sala 1886an da ji bo hînkirina kêşana lêkerên kurdîya kurmancî nivîsîye. Ev berhema Bazîdîyî jî wekî berhemên din gelekî giring e ku di koleksîyona destxetan ya Aleksandre Jabayî da cih girtîye. Berhem bi giranî li ser morfolojîya kêşana lêkeran e û zêdetirî bîst lêkerên kurdîya kurmancî wekî mînak pêşkêş kirine. Wî lêker li gor cihnavkên kesane û li gor demên borî, niha û dahatîyê û neyînîya van deman û dîsa li gor raweyên fermanî, aktîf û pasîf û hwd kêşane. Herçend piranîyê berhemê ji kêşana lêkeran pêk dihê jî, beşek biçûk ji vê xebatê li ser sentaksa kurmancîyê ye û behsa hêmanên hevokê û hevokên curbicur dike. Di vê gotarê da em hem li ser zimanê ku Bazîdîyî ev berhem pê nivîsîye hem jî mijarên ku di vê berhemê da cih girtine sekinîne û nirxandina wan mijaran kirîye.[1]
=KTML_Link_External_Begin=https://www.kurdipedia.org/docviewer.aspx?id=493932&document=0001.PDF=KTML_Link_External_Between=Ji bo xwendinê bikirtînin Nirxandina Destxeta Mela Mehmûdê Bazîdî “Kêşana Lêkerên Kurdî”=KTML_Link_External_End=
Kurdîpêdiya ne berpirsê naverokê vê tomarê ye, xwediyê/a tomarê berpirs e. Me bi mebesta arşîvkirinê tomar kiriye.
Ev babet 1,372 car hatiye dîtin
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!