Hilweşîna Gotarên Mezin û Hêmayên Mîtolojîk Di Novelên #Hesenê Metê# De
Esra Aksoy
Hesenê Metê; ew penaberek e ku di navbera cîhan û jiyanê de tim diçe û tê û li bersivekê digere.
“Xwezî aniha ev gotinên min bihatana nivîsandin!
Xwezî di pirtûkekê de berhev bibûyana!
Bi pênûseke hesinî, bi qurşûnê
Li zinaran bihatana kolanê ku her û her bimana”
(Tewrat: Hz. Eyup XIX:23-24) (Metê, 2000)
Bêwelatiya me kurdan bûye sedema xwerîbiya me, ew xerîbiya ku wek werîsekî bi sedsalan xwe li stûyê me pêçaye û em ji welatê xwe belavî çar alîyên dinyayê kirine. Dîaspora jî bûye navê xerîbiya me ya sedsalan. Baş e em kî ne? Em ew qewm in ku her yekî ji me, çi şervan û çi şivan, çi xwende û çi karker, çi nivîskar û çi wênesaz; her endamekê wê li her kuçeya vê cîhanê belav bûye. Hesenê Metê jî yek ji wan nivîskarên me yên mexdûrê xerîbîyê ye. Teyrekî bê per û bask e ku daxwaza welatê xwe dike, lê li kuçeyên Stocholma Swêdê asê maye. Lê xerîbî û penaberiya wî ne tenê penaberî û xerîbiyeke ji dûrî welatî ye. Ew penaberê jiyanê bi xwe ye. Ew navê lêgerîneke bêdawî ye ku ev lêgerîna wî bûye sedema şêwaza wî ya cihêreng û pirdeng ya vegêrana xerîbiyê. Ew xwedî perspektîf, şêwaz û rêbazekê taybet e di edebiyata Kurdî de. Ew bi hêman û temayên xwe yên balkeş ‘eynikeke realîst li ber xwendevanan datîne û wî bi vî awayî jî ciyekî bêhempa ji xwe re çêkiriye. Di vê nivîsê de ez ê hewl bidim behsa hêmayên mîtolojîk û hilweşîna gotarên civakî yên di novelên wî de cî girtine bikim.
Kurteyek ji bo jînenîgariya Hesenê Metê
Hesenê Metê di sala 1957an de li gundê Teîyê yê navçeya Erxanîyê ku girêdayî Diyarbekirê ye hatiye dinyayê. Ew ji ber sedemên malbatî, di diwazdeh saliya xwe de ji gundê xwe veqetiyaye û çûye bajarê Mêrsînê. Li wir xwendingeha navîn û lîse qedandiye. Ew di salên heftêyî de ketiye bin bandora siyasetê û di wan salan de hatiye girtin. Piştî ku derbeya leşkerî çêdibe ew mecbûr dimînê ji welat derkeve û berê xwe bide Îranê. Piştre bi awayekî xwe digihîne Îraqê û li wir tevlî refên pêşmergeyan dibe. Sê salan pêşmergetiyê dike û piştre ji ser Sûrî derbasî Swedê dibe. Sî salan zêdetir e li Stokholma Swêdê dijî û li wir ji bilî nivîskariyê debara xwe bi ajovaniya texsîyan dike. Wî gelek berhem nivîsîne û berhemên wî yên wek Tofan, Gotinên Gunehkar û Labîrenta Cinan bi gelek zimanan hatine wergerandin. Heta hinek jî bûne piyes (Epîlog). Ew ji bilî romannûsî û çîroknûsiya xwe wergêrekî jêhatî ye. Wî ji kesên wek Pûşkîn, Çehov û Dostoyevskî gelek berhem wergerandine zimanê Kurdî. Gelek kurteçîrok û novelên wî di antolojiyên tirkî, swêdî û almanî de cih girtine.
Hesenê Metê bi şêwaz û temayên xwe yên balkêş, di nava edebiyata Kurdî ya modern de ciyekî ciyawaz ji xwe re ava kiriye. Naverok û mijarên ku ew di berhemên xwe de dihûne, bi şêwazeke îronîk û rexneyî rengîntir dibin. Her wiha bi berawirdkirin an jî hilweşîna gotarên mezin jî xwendevanên xwe derdixîne rêwîtiyeke dûr û dirêj. Ew, vê rêwîtiyê bi hêmanên mîtîk kurtir dike û ev rewş jî dike ku di berhemên wî de efsûnek peyda bibe.
Berhemên wî yên çapbûyî ev in:
Smîrnoff (çîrok,1991), Ardû (çîrokên gelêrî,1991), Labîrenta Cinan (novel,1994), Epîlog (çîrok,1998), Tofan (novel,2000), Gotinên Gunehkar (novel,2007), Li Dêrê (novel,2011), Pêsîrên Dayê (çîrok,2013), Îşev û Çîroka Dawîn (çîrok,2014), Hefsar (novel,2018), Kitêba Salê (çîrok,2020).
Hesenê Metê bi şêwaz û temayên xwe yên balkêş, di nava edebiyata Kurdî ya modern de ciyekî ciyawaz ji xwe re ava kiriye. Naverok û mijarên ku ew di berhemên xwe de dihûne, bi şêwazeke îronîk û rexneyî rengîntir dibin. Di heman demê de bi berawirdkirin an jî hilweşîna gotarên mezin jî xwendevanên xwe derdixîne rêwîtiyeke dûr û dirêj. Ew, vê rêwîtiyê bi hêmanên mîtîk kurtir dike û ev rewş jî dike ku di berhemên wî de efsûnek peyda bibe. Efsûneke ku xwendevan pê mest dibe. Di bingeha fikrî yan jî felsefî ya berhemên wî de nîqaşa qencî û xirabî ye heye. Rexneya normên civakî û dînî û sîyasî jî bi hosteyî di di berhemên xwe de nîqaş dike.
Lê gelek bandora dîasporayê jî li ser edebiyata Hesene Metê heye. Wekî aşkera ye dîaspora bûye navê penaberîya Kurdan ku ev sed sal in ew der ji xwe re kirine stargeh. Dîasporaya ku ji bo Kurdan pêşî Stenbol bû, bi guhertina şert û mercên sîyasî carna bûye Kafkasya, Başûr û Sûrî û dawiya dawî jî rêya Ewropayê li ber Kurdan vebûye. Em Stenbolê wek dîasporaya yekemîn bihesibînin, Swêd jî wek dîasporaya dawî ye. Em dibînin ku şert û mercên ku rê li ber wan vekirine, konteks û çerçoveya her yekê cuda be jî bi giştî dişibine hev. Di dîasporaya kurdan de ew kesên ku pêşî çûne bi piranî sîyasetmedar û mîlîtan in, yanî aktîvîstên sîyasî ne, lê piştî ku çûne Swêdê her yek ji wan veguheriye çalakvanekî çandî, edebî û hunerî. Di wan deman de ku ji bo pêşketin û geşedana edebiyata Kurdî li Kurdistanê îmkan tunebûn, Swêd bûye wek dermanê êşeke giran û ji bo geşedan û pêşketina edebiyata Kurdî roleke gelekî giring lîstiye. Li vir 29 weşanxanê hatine avakirin û gelek pirtûk hatine çapkirin. Kesên wek Mehmet Uzun, Mehmûd Baksî, Hesenê Metê, Lokman Polat û hwd. gelek berhemên hêja dane. Di nav van şertan de romana modern a edebîyata Kurdî li Swêdê afiriye. Roman û gelek cureyên edebî ji gelek aliyan ve xurttir û profesyoneltir bûne. Yek ji wan nivîskarên ku pêşî aktîvîstekî sîyasî û mîlîtan û paşê bûye çalakvaneke çandî, edebî û hunerî jî Hesenê Metê ye. Ew romannûs û çîroknûsekî gelekî hêja ye ku ev sî salî zêdetir e li xerîbiyê ye. Ew bi naverok û şêwaza xwe ya cuda di qada edebiyata Kurdî de xwedî ciyekî taybet e. Jiyanê serpêhatiyên gelek cuda anîne serê wî û ev rewş jî bûye sedema terz û ûslûbeke nû di berhemên wî de. Ew penaberek e di navbera cîhan û jîyanê de ku tim li bersivekî digere, lê ev pêvajoya lêgerînê gelek pirsan bi xwe re tînê û her pirsek jî bersivekî divê. Berhemên Hesenê Metê Bersivên wî yên li hember jîyanê ne. Di vê gotarê de ez dê li ser novelên wî yên bi navê Li Dêrê, Gotinên Gunehkar, Labîrenta Cinan, Hefsar û Tofanê bisekinin.
Hilweşîna Gotarên Mezin Di Novelên Hesenê Metê De
Hesenê Metê, di bin karîgeriya postmodernîzmê de, li dijî vegêranên mezin û qaîdeyên sîyasî û îdeolojîk ên civatê û edebiyata Kurdî vê rebaza hilweşînê pir baş bi kar tîne. Ew yek ji wan nivîskaran e ku li hember vegêranên mezin û binyaddaner ên di edebiyata Kurdî de û gotarên hişk ên civakî berê xwe dide vegêrana çîrokên biçûk ên mirovên sade û perdeya reşûspî ya îdeolojiyên diyarkirî li ser kesayetên edebî hiltîne ku bi salên dûrûdirêj di edebiyata Kurdî da bûne normên sereke. Ji ber vê di çîrok û romanên xwe da cih dide gelek mijarên ciyawaz ku rengvedana pirdengî û pirrengîya jiyana hevçerx in. Derizandina zihniyeta feodal, tiraneya bi modernên rûkêş, îronîya ronakbîrên têkçûyî, parodiya kesayetên pêgir, rojhilatiyên bikompleks, berevajîtiya femînîstên rojhilatî, jiyan û trajediya
penaberan, çîroka evînên melodramîk, tengezariya ji jîyana malbatî, evînên têkçûyî, mirovên depresîf û gelek mijar û karakterên ciyawaz cih digirin ku rasterast nûnertiya jiyana pirdeng a serdema me dikin. Metê, bi şêwaza xwe ya îronîk, ku mohra nivîskariya wî ye, ji alîyekî ve nakokî, ciyawazî û dijberîiyên jiyanê nîşanî me dide, ji aliyê din ve bi heman şêwazê vegêranên mezin gumanbar dike û binyadên edebiyata berî xwe hildiweşîne. (Ergün, 2022, s. 3). Ligel van agahiyan di bin vê sernavê de ez ê li ser hilweşandina gotara dînî, hilweşîna lehengên ronakbîr û hilweşîna serok û partiyên otorîter bisekinim. Di vê çarçoveyê de ji bo nîşandana hilweşîna gotara dînî novelên wî yên bi navê Gotinên Gunehkar, Li Dêrê û Hefsar, ji bo nîşandana hilweşîna lehengên ronakbîr Labîrenta Cinan ji bo nîşandana hilweşîna serok û partiyên otorîter jî ji Tofanê sûdê bigirin.
Gotara dînî bêguman di nav vegêranên mezin de gotara herî bihêz û kevnar e, çinku bawerî girêdana herî xurt a însanan a bi jiyanê re ye. Ew bi sedsalan di dînên cuda de ji bo mirovahiyê bûye bersivek û stargehek. Heger meselê dîn û bawerî be gelek caran rexne û şîrove ne mimkin e. Ev gotar jî hêza xwe ji mekanîzmayên epistemolojîk distîne û xwe dispêrê wan. Lê rastiyeke Ademiyan heye ku ew dikarin bi rehetî vê rewşê ji bo armancên xwe yên xirab bi kar bînin û astengiya herî mezin ya li ser azadiya însanan û bi vî awayî bi rehetî pêşiya wan asê bikin ku ew tu carî ferq jî nekin. Hesenê Metê bi lehengên xwe vê gotarê bi awayekî profesyonel hildiweşîne.
Hesenê Metê, bi şêwaza xwe ya îronîk, ku mohra nivîskariya wî ye, ji alîyekî ve nakokî, ciyawazî û dijberîiyên jiyanê nîşanî me dide, ji aliyê din ve bi heman şêwazê vegêranên mezin gumanbar dike û binyadên edebiyata berî xwe hildiweşîne.
Di Gotinên Gunehkar de bi alîkariya Behram ku xwendekarê beşa îlahiyatê ye vê gotarê hildiweşîne. Hesta gunehê bi evînê, îlmê îlahî bi zanyariyên Mîrê Mezin, teolojiya îslamî bi teolojiya êzîdîtiyê û desthilata civakî û siyasî ya îslamî bi trajediya qirkirina ermenan hildiweşîne. Behramê ku di serî de bawermendekî temam e û girêdayî Xwedê ye piştî ku diçe mala Lûlû Xan û jina wî Geştîna Xanim û bûyerên ku li wir tên serê wî baweriya wî ya bi Xwedê êdî têk diçe. Hilweşîna gotarê pêşî bi evînê dest pê dike. Dilê Behram dikeve keça Lûlû Xanê ya bi navê Nagînayê, lê evîn li ber çavê wî gunehkariya herî mezin e. Xwe sûcdar dibîne li hemberî Xwedê û jê gazinan dike. Piştre ew di xew de diçe û di xewna xwe de tiştên balkêş tên serê wî. Di xewna xwe de ew bi Nagînayê re ku navê wê Demara ye û ew ji Ehlê Malê ye derdikeve rêwîtiyeke dirêj û dawiyê jî bi hev re dibin. Piştre Nagîna ji nişkê ve wenda dibe û li şûna wê bapîrê wê Markûs tê cem wî û Behram jê re dibêje min ji Xwedê bêhtir ji Nagînayê hez kir. Ev rewş jî dike ku Xweda li ber evînê têk biçe. Rewşa diduyan Mar e. Marê malê. Ew marê ku di gelek dînan de wek sembola xerabiyê û dijminê xwedê tê dîtin di vir de wek pîroz tê nîşandan. Dîsa bi vî awayî jî gotara dînî hildiweşîne. Bo nimûne çend rêz ji novelê vê îdîaya me piştrast dikin:
Çênabe... Çênabe ku narînî û şîrînayiya aferîdekî mîna maran bibe nîşaneya xirabiyê. Mar ne aferîdên kuştinê ne. Tiştekî welê pîroztirin di ruhê wan maran de heye ku... Lê kes nikare bibîne. (Metê, Gotinên Gunehkar, 2021, s. 22)
Behram, li perestgeheka Êzîdiyan rastî lehengê bi navê Mîrê Mezin tê û dixwaze hînî çîroka di navbera Xwedê û şeytanî de derbas dibe. Mîrê Mezin yanî Şeytanê ku wek sedema hemû nebaşiyên ku tên serê însanan tê dîtin, di vir de wek mexdûrekî tê nîşandan. Li gor vegotinên wî Xwedê tenê ji bo xwe tetmîn bike însan afirandin û her çiqasî wî ew şaş dîtiye jî Xwedê bi ya xwe kiriye, loma sedema bingehîn a van êş û derdên însanan Xwedê bi xwe ye. Lê dema Xwedê dît ku ademî ne di rêz û riya wî de ne, ew terk kirine û Ehrîmen kiriye sedemên van êş û janan. Li gor Ehrîmen zanîn gunehkariya herî mezin e. Bi vî awayî Şeytan dibe mexdûrek. Di Gotinên Gunehkar de Behram bi evîna xwe, Mîrê Mezin jî bi zanîn û rexneyên xwe yên li hember kirinên Xwedê gunehkar dibin û ev gunehkarî di eslê xwe de dibe sedema têkçûna baweriyê û kuştina Xwedê di dilê wan de.
Metê di novelên xwe yên bi navê Li Dêrê û Hefsarê de jî gotara dînî bi rêya Bilindê Zaxoyî û Germîyan bi du awayên cuda hildiweşîne. Di Li Dêrê de Bilindê ku jî êşa evîna dotmama xwe tengezar dibe gazinan ji Xwedê dike û bi rêya helbestekê Mueyed Teyîp dixwaze derdê xwe bi helbestê siviktir bike, lê ew helbest dibe sedem ku ji welat koç bike û berê xwe bide Swêdê. Lê li wir dikeve depresyoneke giran û biryara xwekuştinê dide. Piştre bi dengê naqosên dêrê ji mirinê dûr dikeve û di nav êş û janeke mezin de diçe dêrê. Bilindê misilman li dêrê di nav bawerî û gumanan de dikelê û piştre li ser deftera dêrê nameyekê ji Xwedê re dinivîse ku ew name ne wek ên din e. Pesnê Xwedê nadê û şikriya xwe jê re nake.
Xwedê... Min ew qas çîrokên li ser te xwendin û min ew qas çîrokên li ser cenabê te guhdarî kirin ku... çawa bêjim ez êdî bi qasî mela û metranekî bi te dizanim. Lê bawer bike hîn jî min bawerî bi hebûna te tune. Tu bi xwe jî dizanî ti carî min bi te bawer nekir,min bi pêxamber û kitabên te bawer nekir, lewra heta niha jî ne bi hebûna te hesiyam,ne jî te tiştek nîşanî min da ku tu heyî. (Metê, Li Dêrê, 2011, s. 72)
Di Hefsarê de jî Germiyan da ku kuştina jina xwe û kurê xwe yê pênc salî ku li aliyê hêzên dewletê ve tên kuştin ji bîr bike û êşa wî siviktir bibe diçe Swêdê. Lê rewşa wî ya derûnî xerabtir dibe û dawiyê jî ew biryar dide ku hefsarê xwe nexê destê kesî û bi hefsarê hespê xwe yê ku wek sembola azadiya welatê xwe dibîne xwe dikuje. Rewşa Germiyan nîşaneya asêbûna li hemberî Xwedê û çarênûsê ye.
Hesenê Metê di novela xwe ya bi navê Tofanê de bi rêya Ehmedê Xanî yê ku ew wek kanona netewepeweriyê tê qebûlkirin û bi Bekoyê Ewanê ku wek nîşaneya nebaşî û xirabiyê tê sembolîzekirin gotara serok û partiyên otorîter hildiweşîne. Bekoyê Ewan di vir de wek mezlûmekî tê nîşandan ku wî tişta ku di qedera wî de hatiye nivîsandin pêk aniye ku bûye sedema nivîsandina berhema Mem û Zînê. Bekoyê ku pişî sê sed û sê salan dîsa tê dinyayê diçe cem Ehmedê Xanî û gazinan jê dike. Çinku wî ew wek sedema mirina Mem û Zînê nîşan daye û ji ber vê yekê jî êdî her kes jê nefret dike û wî bêyom dibînin ku navê wî jî li zarokên xwe nakin. Cizîra Botana berê jî ne wek aniha ye ew bûye Cizîra Xopan û êdî ew pîrozahî û rûmeta wê ya berê nemaye. Metê bi van gotinan gazinên xwe dike: Bajarê me êdî ne bajarekî mezin û pir giran e, êdî ne li ser heft çiyan e, êdî ne li ser sê sed û şêst û şeş derîyan e... (Metê, Tofan , 2013, s. 69)
Kesên wek Cîhangîr ku tu esl û hikmeta wan tune ye hatine ser rêveberiyê û însan wî wek Xwêda dibînin. Lê hizûr û aramiya berê ciyê xwe ji kaos û xerabiyê re hiştiye. Ew nîşan dide ku xerabiyên Beko ji çarênûsa wî bûn û wî tu carî bêrûmetî û xeberên ne baş li hember mîr û otorîteya xwe nekirine û tim bi giranî û bi exlaq û bi rêzgirtin li welatê xwe maye, lê kesên wek Cîhangîr ku xwe îro wek pêxember nîşan didin bûne sedema tofana duyem û otorîteyeke zordest û qirêjî li ser axa Cizîra Botan danîne. Bi vî awayî, yanî bi gilîkirina Cîhangîr û alîgirên wî li cem Ehmedê Xanî ku bavê yek ji pêşengê doza neteweperweriya Kurdan e, otorîteya serdest ya li ser serê Kurdan hildiweşîne. Bekoyê ku wek xerab û neqencekî serdema berê bû, bi vî awayî dibe mazlûmê serdemeke din.
Metê ji bo hilweşîna karakterên ronakbîr jî bi awayekî serkeftî di novela xwe ya bi navê Labîrenta Cinan de serlehengê xwe yê bi navê Kevarnot nîşan dide. Kevarnot mamosteyekî îdealîst û ronakbîr e û bi daxwaza guhertin û pêşxistina civakê derdikeve pêşberî xwendevan, lê di dawiya novelê de Kevarnot dibe yekî bicinketî û dîn ku ji gundiyên Gundê Dînan xeraptir dibe ku gundî êdî mecbûr dimînin ku giliyê wî bikin û wî ji kar bavêjin. Bi vî awayî Metê îdealîzekirina ronekbîriyê li hember çanda dînî û feodal hildiweşîne.
Di vegotina hilweşîner ya Hesenê Metê de îdealîzekirin û mikemelkirina lehengan tune ye, ew bi teybetî ji bo nîşandana gotarên serdest û pûçbûna wan şêwazeke îronîk bi kar tîne û lehengê xwe ji kesayetên xwedî qisûr hildibijêre. Ji bo piştrastkirina vê teknîke cîyekî giring yê “xewn” ê heye. Bûyer gelek caran di xewnê de derbas dibin ji ber ku xewn qada azadiya binhişa însanan e, bûyer li bi rehetû xwe dihûnin.
Gazin hene di novelên wî de; serlehengên wî tim gazinan li kesekî dikin. Wek mînak di Gotinên Gunehkar de Behram ji Xwedê gazinan dike, di Tofanê de Beko gazinan ji Ehmedê Xanî dike, di Li Dêrê de Bilindê Zaxoyî gazinan ji Mueyed Teyîb û Xwedê dike, di Epîlogê de Darînê Daryo gazinan ji Celadet Alî Bedirxan dike.
Di novelên wî de tim lêgerînek heye. Di Gotinên Gunehkar de Behram li rastiyê, Nagînayê û li ehlê malê digere, Di Labîrenta Cinan de Kevarnot piştî têkçûna xwe ya îdeolojîk li pênaseya cinan digere, di Tofanê de Beko li Ehmedê Xanî digere, di Hefsarê de Germiyan li mirinê û di Li Dêrê de jî Bilindê Zaxoyî li jibîrkirin û jiyaneke aramtir digere. Lê ew rêwiyên lehengan ku her dem piştî têkçûnekî dest pê dikin bi şikestin û bêhêvîbûbûnê diqedin.
Têkiliyên ew di nav metna xwe de datîne bi awayekî xurt bi raboriya edebiyata Kurdî re eleqedar in. Haya wî ji realîteyên civakî û dînî heye loma vegotineke wî ya realîst heye. Ew van realîteyan pîroz nake, berevajî wê sînoran xira dike û vegotineke plankirî û bi hosteyî wan gotarên mezin bi rêya efsane û mîtan û vegotineke îronîk serûbin dike. Dema wê tiştê dike jî zimanekî hêsan û zelal bi kar tîne. Ew ji berevajîkirina gotarên serdestan hez dike û bi pirsên felsefî li ser sirûşta mirovan disekine. Fikra li ser qencî û xerabiyê di berhemên wî de serdest e. Ew di bin karîgeriya postmodernîzmê de ye û li dijî gotarên mezin e. Ji ber vê yekê jî lehengên wî biqisûr in û wan lehengan jî bi zanebûn hildibijêre. Beko, Behram, Kevarnot, Bilindê Zaxoyî û Germiyan yek ji wan jî ne li gor gotara mikemeliyê ne, lê ew bi vî awayî bi rehetî ji xwe re qadeke derveyî mikemeliyê ava dike.
Di Novelên Hesenê Metê De Hêmayên Mîtolojîk
Xerîbiya Hesenê Metê bûye sedema gera wî ya li gelek welatan. Wî gelek milet û netewe nas kirine û xwe ji gelek aliyan ve pêş xistiye. Yek ji van aliyên ku êdî bûye nîşaneya terza wî, zanîna wî ya li ser mît û efsaneyan e. Metê ji bo vegêranên xwe xurttir û bihêztir bike gelek caran berê xwe dide mît û efsaneyan. Wî wek romanûs û çîroknûsekî Kurd ê berhemdar, bi piranî honak û çîroksaziya berhemên xwe li ser bawerî û hêmayên mîtolojîk ava kiriye. Hin mekanên mîtolojîk ji xwe re bijartine û bi hin karakterên giring yên di hemû bawerî û mîtolojiyan de hevpar bi kar anîne (Abdülsemetoğlu, 2019, s. 44). Hem bûyer hem jî navê lehengên wî gelek caran ji kaniya mîtan dinizilin. Ev rewş jî nîşan dide ku ew hem bi çanda xwe ya civakî û foklorîk hem jî ji mîtolojiya miletên derdora xwe û yên cîhanê agahdar e.
Metê di novelên xwe de bêhtir di bin bandora mîtolojiya îslam û îranê de maye. Ji Ahûramazdayê bigirin heta Adem, ji Hacer-ul Eswedê bigirin heta Hermes û Hadesî, di novelên xwe de cî daye gelek kesayetên mîtolojîk yên cur bi cur. Mekanên wî jî xwedî efsaneyan in.
Metê di novelên xwe de bêhtir di bin bandora mîtolojiya îslam û îranê de maye. Ji Ahûramazdayê bigirin heta Adem, ji Hacer-ul Eswedê bigirin heta Hermes û Hadesî, di novelên xwe de cî daye gelek kesayetên mîtolojîk yên cur bi cur. Bi gelemperî di novelên wî de ji mîtolojiya Yewnaniyan kesayet û hêmanên wek, Hermes ku teswîra wî di Gotinên Guhehkar de Markûs e û Hades ku teswîra wî Şeytan an jî Ehrîmen e; ji mîtolojiya Xirîstiyanan Îsa û girê Golgotayê; ji mîtolojiya Îranê Ahûramazda, Ehrîmen, Behram; ji mîtolojiya Kurdan Memê Alan, Bekoyê Ewan û ji mîtolojîya Îslamê jî Adem, Habîl û Kabîl, Tofan û hwd cî digirin. Mekanên ku ew nîşan dide gelek caran xwedî efsaneyekê ne û ev efsane jî bi cin û perîyan ve eleqadar in. Di novelên wî de, di heman demê de hêmayên wek sêhr, kehanet, kevneşopî, kevir û hwd jî hene. Lê wek min nîşan dayî ev têgeh jî ji efsaneyan welidîne.
Rûdan û bûyerên mîtolojîk kêm zêde di hemû berhemên wî de tên pêşberî me. Bi ya min her yek ji wan rengek e ji edebiyata Hesenê Metê û heger ew tune bin ew ê şelû û bê reng bimîne. Lê herî zêde di Gotinên Gunehkar de, hema bêje em rastî hemû hêmayên ku li jor hatine rêzkirin tên. Ev berhema wî weke kaniyeke mîtan e, pirdeng û pirreng e. Hemû navên ku hatine bikaranîn sembolîk in û parçeyek ji mîtekê ne, yanî ne belesebeb in ew xizmeta armancekê dikin. Heman rewş di Tofanê de jî heye di Li Dêrê û Labîrenta Cinan de jî heye. Her dem lêgerînek heye ku ev lêgerîn ji têkçûnekê an jî ji gumanekê dest pê dike û di navbera mîtan de diçe û tê. Di nav vê rêwîtiya bêsînor de rastî dibe xewnek ku di wê xewnê de rbi awayekî tûj derdikeve pêşberî me û dike ku em jê bawer bikin. Lê dawiya vê lêgerîne tune ye ku hebe jî nebextewarî ye.
Wek encam, her çiqasî hesret, keser, êş, evînên têkçûyî, baweriyên hilweşiyayî, di berhemên wî de serdest jî bin, ew xwendevanan di dawiya rêwîtiyê de ji astekê derbasî asteke din dike û di dawiya dawî de peyama xwe bi hostetî dide û di dilê xwendevanan de ji xwe re textekî zêrîn ava dike.
Çavkanî
Abdülsemetoğlu, H. (2019). Hêmanên Mîtolojîk Di Romanên Hesenê Metê De. Teza Lîsansa Bilind . Mêrdîn.
Ergün, Z. (2022). Hilweşangerî Di Berhemên Hesenê Meteyî De. Anemon Muş Alparslan Üniversitesi Sosyal Bilimler Dergisi .
Metê, H. (2000). Epîlog. İstanbul: Avesta.
Metê, H. (2021). Gotinên Gunehkar. Wan: Peywend.
Metê, H. (2018). Hefsar. Stenbol: Peywend.
Metê, H. (2011). Li Dêrê. Stenbol: Nûdem.
Metê, H. (2013). Tofan . Stenbol: Peywend.
[1]