Dayik şîrên xwe dimêjin
Rojda Erez
Gelo em dikarin hemû wateya têgehan biguherînin? Em dikarin pergala jiyanê serobino bikin? Zarok dikare dayika xwe biwelidîne? Dayik qet tê welidandin?
Êşa welidandinê neh meh û deh roj bû ne wisa?
Çend meh û deh roj derbas bûn?
Çend dayik welidîn, çend zarok welidandin…
Dayê Pelageya:
“Çima wisa dikî Pavel?”
Zarok:
“Dixwazim rastiyê bizanim!”
Gelo em dikarin hemû wateya têgehan biguherînin? Em dikarin pergala jiyanê serobino bikin? Zarok dikare dayika xwe biwelidîne? Dayik qet tê welidandin?
Zarok:
“Jiyana ku em dijîn, carekê bifikire! Tu hatiyî çil saliya xwe lê bi rastî jî tu qet jiyayî? (…)”
Dayikê di zikê xwe de zindiyek mezin kir, ew bû zarok…
Zarokî di nava mêjiyê xwe de fikrek mezin kir, ew bû dayîk…
Zarok:
“(…) Em plana tu xirabiyê nakin, tu jî dizanî. Heqîqet li aliyê me ye û em ê emrê xwe gorî vê heqîqetê bikin. Hemû sûcê me ev e! Baş e! Ji bo çi dilerizî?”
Dayê Pelageya:
“Ez ê wêrek bibim (…)”
Dayê Pelageya:
“Natirsim, lê (…) ji tirsonekiyê ditirsim dilê min”
Dayik qet ji bo xwe ditirse?
Zarok: “Te dê ew pelasahî ew tiştên riziyayî ku mirov didin ber şermê bibihîsta (…) me heqîqet fêm dikir. Te dê pîrozahî û xweşiktiya me bidîta!”
Dayê Pelageya: “Gotina te fêm dikim, bisekine!”
Lê zarok nasekine. Dayik nasekine. Bayekî hênik, bayekî zindî dikeve navbera her du welidînan. Her du dibin yek, her du dibin sedema welidîna berxwedanê.
Dayê Pelageya: “Binêrin! A niha ez dikarim biaxivim. Diaxivim, tiştên ku dibêjim ez bixwe guhdar dikim û ji guhên xwe bawer nakim. Min di emrê xwe de tenê tiştek fikirî bû: Di nav rojê de jiyana li qeraxê… Bi tena serê xwe li quncikekî, ji çavan dûr, eleqeya xwe bi kesî naynim (…) Niha jî her kesî difikirim. Ji tiştên ku hûn dikin zêde fêm nakim lê her kesî nêzîkî xwe dibînim, qenciya her kesî dixwazim (…)”
Çavên dayikan ber bi çirûska jiyana rastîn biriqîn. Zincîra bêdengiyê şikandin. Ez dibihîzim, hûn jî dibihîzin?
Leşker: “Tu sûcdar î dayê! Ji ber ku te zarokên xwe hînî ehlaq û rêzgirtina li hember Çar nekiriye, tu jî sûcdar î.”
Dayê Pelageya:“Belê, ji ber ku me ew tenê hiştin, ew dê zarokên me û me darizînin. Lewma jî mafê wan heye ku me mehkûm bikin.”
Kî tune ye li kolanan? Îro şemî ye. Derketine meydanan. Di destê wan de wêneyên kevin, hêviyên bêdawî. Li windahiyên xwe digerin. Bajar bajar, kolan kolan… Li ser û binê erdê dinêrin û dixwazin.
Dayê Pelageya:“Bila tirsa we ji tu tiştî nebe! Ji êşên ku we di dawiya emrê xwe de kişandine wêdetir tu tişt tune ye.”
Tiliyên westiyayî û her tim bi xwe bawer, carînan şikestî… Serî li ber qesra zaliman radikin. Li ser sînoran, li ber deriyê zindanan, nav gor û goristanan nobedar in. Nobedariya zindiyan. Nobedariya miriyan! Mirov li benda tofanekê dimîne. Gelo wê kengê qiyamet rabe, êdî li benda çi ye? Pêsîra dayikan dikele, şîr jê diherike. Li devê zarokên xwe digerin lê zarokên wan winda ne. Dayik şîrên xwe dimêjin. Bi şîrê para zarokên xwe, xwe mezin dikin.
Leşker:“Ji te re dibêjim, dengê xwe neke!”
Dayika Emîne xwe nagire. Dest bi lorîna xwe dike…
Leşker: “Ji te re dibêjim dengê xwe neke! Tu çima bêdeng nabî qehpik!”
Dayika Berfo şîrê xwe di qirika xwe de kom kir, rojekî wê bidaya Cemîlê xwe. Lê zarokê dayika Berfo hê jî nehatiye. Şîr zuha bû.
Dayê Pelageya:“Rihekî vejandî nayê kuştin!”
Dayê Taybet westiyabû. Bi bedena xwe ya biheybet xwe li kolanekî dirêj kir. Ewqas biheybet bû ku kesî nekarîbû wê rake.
Leşker:“Li sere wan xin!”
Dayika Uğur, Ceylan, Cemîle, Elvan, Mîraç… Dilop dilop zarokatiya zarokên xwe kom dikin.
Dayê Pelageya:“Aqil bi xwînê nayê tefisandin!”
“Her şev dimirim, her sibeh dîsa vedijim…” digot dayikekê. Gelo Siyapoş ewqas xwe vejandiye?
Leşker:“Devê xwe bigire û here!”
Dayê Pelageya:“Hûn nikarin agirê rastiyê bi deryayên xwînê bitefînin…”
Dayê Pelageya:“Şetîno! Tiştên ku hûn dikin tenê dibe sedema hêrsên nû. Wê ev hêrs jî rojekî we bifetisîne!”
Leşker, gewriya dayê dijidîne.
Dayê Pelageya:“Rebenîno!”
Girtîgeha Sîncanê
[1]