Pirtûkxane Pirtûkxane
Lêgerîn
  

Kurdîpîdiya berfrehtirîn jêderê zaniyariyên Kurdîye!


Vebijêrkên Lêgerînê


Lêgerîna pêşketî      Kilaviya


Lêgerîn
Lêgerîna pêşketî
Pirtûkxane
Navên kurdî
Kronolojiya bûyeran
Lêgerîna naverokê
Çavkanî - Jêder
Çîrok
Berhevokên bikarhêner
Çalakî
Çawa lê bigerim?
Belavokên Kurdîpêdiya
Video
Sinifandin
Babeta têkilhev!
Tomarkirina babetê
Tomarkirina Babetê nû
Wêneyekê rêke
Rapirsî
Nêrîna we
Peywendî
Kurdîpîdiya pêdivî bi çi zaniyariyane!
Standard
Mercên Bikaranînê
Kalîteya babetê
Alav
Em kî ne
Arşîvnasên Kurdipedia
Gotarên li ser me!
Kurdîpîdiyayê bike di malperê xuda
Tomarkirin / Vemirandina îmêlî
Amarên mêhvana
Amara babetan
Wergêrê funta
Salname - Veguherîner
Kontrola rastnivîsê
Ziman û zaravayên malperan
Kilaviya
Girêdanên bikêrhatî
Berfirehkirina Kurdîpêdiya ji bo Google Chrome
Kurabiye
Dark Mode
Ziman
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی
Kurmancî
هەورامی
Zazakî
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Fins
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
Hesabê min
Çûna jûr
Hevkarî û alîkarî
Şîfre ji bîr kir!
Lêgerîn Tomarkirina babetê Alav Ziman Hesabê min
Lêgerîna pêşketî
Pirtûkxane
Navên kurdî
Kronolojiya bûyeran
Lêgerîna naverokê
Çavkanî - Jêder
Çîrok
Berhevokên bikarhêner
Çalakî
Çawa lê bigerim?
Belavokên Kurdîpêdiya
Video
Sinifandin
Babeta têkilhev!
Tomarkirina Babetê nû
Wêneyekê rêke
Rapirsî
Nêrîna we
Peywendî
Kurdîpîdiya pêdivî bi çi zaniyariyane!
Standard
Mercên Bikaranînê
Kalîteya babetê
Em kî ne
Arşîvnasên Kurdipedia
Gotarên li ser me!
Kurdîpîdiyayê bike di malperê xuda
Tomarkirin / Vemirandina îmêlî
Amarên mêhvana
Amara babetan
Wergêrê funta
Salname - Veguherîner
Kontrola rastnivîsê
Ziman û zaravayên malperan
Kilaviya
Girêdanên bikêrhatî
Berfirehkirina Kurdîpêdiya ji bo Google Chrome
Kurabiye
Dark Mode
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی
Kurmancî
هەورامی
Zazakî
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Fins
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
Çûna jûr
Hevkarî û alîkarî
Şîfre ji bîr kir!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2025
 Em kî ne
 Babeta têkilhev!
 Mercên Bikaranînê
 Arşîvnasên Kurdipedia
 Nêrîna we
 Berhevokên bikarhêner
 Kronolojiya bûyeran
 Çalakî - Kurdipedia
 Alîkarî
Babetên nû
Pirtûkxane
Dîroka kurdistanê 2
12-12-2024
Sara Kamela
Jiyaname
Hasan Bîter
26-11-2024
Aras Hiso
Pirtûkxane
NÎQAŞÊN FELSEFEYÊ 48
24-11-2024
Sara Kamela
Pirtûkxane
RÊZIMANE KURMANCÎ
10-11-2024
Sara Kamela
Pirtûkxane
Dîroka Kurdistanê 1
10-11-2024
Sara Kamela
Pirtûkxane
NÎQAŞÊN FELSEFEYÊ 47
10-11-2024
Sara Kamela
Pirtûkxane
Osman Sebrî 1905-1993 (Jiyan, Têkoşîn û Berhem)
07-11-2024
Aras Hiso
Pirtûkxane
Rewan
07-11-2024
Aras Hiso
Pirtûkxane
QÎRÎNA MIRINÊ
07-11-2024
Aras Hiso
Pirtûkxane
Zanhaweya Pêxember (Mewlûda Pêxember)
07-11-2024
Aras Hiso
Jimare
Babet
  534,936
Wêne
  114,225
Pirtûk PDF
  20,750
Faylên peywendîdar
  110,358
Video
  1,883
Ziman
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
293,595
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
91,236
هەورامی - Kurdish Hawrami 
66,506
عربي - Arabic 
33,277
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
20,657
فارسی - Farsi 
11,756
English - English 
7,879
Türkçe - Turkish 
3,697
Deutsch - German 
1,846
لوڕی - Kurdish Luri 
1,690
Pусский - Russian 
1,144
Français - French 
349
Nederlands - Dutch 
131
Zazakî - Kurdish Zazaki 
91
Svenska - Swedish 
72
Polski - Polish 
56
Español - Spanish 
55
Italiano - Italian 
52
Հայերեն - Armenian 
52
لەکی - Kurdish Laki 
37
Azərbaycanca - Azerbaijani 
27
日本人 - Japanese 
21
中国的 - Chinese 
20
Norsk - Norwegian 
18
Ελληνική - Greek 
16
עברית - Hebrew 
16
Fins - Finnish 
12
Português - Portuguese 
10
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Ozbek - Uzbek 
7
Esperanto - Esperanto 
7
Catalana - Catalana 
6
Čeština - Czech 
5
ქართველი - Georgian 
5
Srpski - Serbian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
Hrvatski - Croatian 
3
балгарская - Bulgarian 
2
हिन्दी - Hindi 
2
Lietuvių - Lithuanian 
2
қазақ - Kazakh 
1
Cebuano - Cebuano 
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
Pol, Kom
Kurmancî
Peyv & Hevok 
40,899
Pend 
24,978
Kurtelêkolîn 
5,719
Şehîdan 
4,308
Enfalkirî 
3,691
Pirtûkxane 
2,774
Çand - Mamik 
2,631
Navên Kurdî 
2,603
Jiyaname 
1,749
Cih 
1,164
Belgename 
291
Wêne û şirove 
184
Weşanên 
115
Cihên arkeolojîk 
61
Partî û rêxistin 
28
Vîdiyo 
19
Helbest  
10
Nexşe 
3
Pêjgeha kurdî 
3
Karên hunerî 
2
Wekî din 
2
Ofîs 
1
Li Kurdistanê hatine berhemdan 
1
Hilanîna pelan
MP3 
551
PDF 
32,684
MP4 
3,032
IMG 
210,533
∑   Hemû bi hev re 
246,800
Lêgerîna naverokê
Kurtelêkolîn
KCK: Li Sûriyeyê çareseriya...
Kurtelêkolîn
MÛSÎQA DI MEM Û ZÎNA EH...
Pirtûkxane
Bender Feylî
Kurtelêkolîn
HÊMANÊN MÎTOLOJÎK Û KESAYET...
Kurtelêkolîn
PIRSGIRÊKÊN LI SER RÊYA AVA...
Prof. Dr. Celîlê Celîl : “Ez yekem kurdê Sovyetê me ku seredana Sûriyeyê kiriye û bê tirs li ser zargotina kurdî xebitiye.”
Kurdîpêdiya rojane dîroka Kurdistanê û Kurdan tomar dike.
Pol, Kom: Kurtelêkolîn | Zimanê babetî: Kurmancî - Upper Kurdish (Latin)
Par-kirin
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
Nirxandina Gotarê
Bêkêmasî
Gelek başe
Navîn
Xirap nîne
Xirap
Li Koleksîyana min zêde bike
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Dîroka babetê
Metadata
RSS
Li googlê li wêneyan girêdayî bigere!
Li ser babeta hilbijartî li Google bigerin!
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0

Prof. Dr. Celîlê Celîl : “Ez yekem kurdê Sovyetê me ku seredana Sûriyeyê ki...

Prof. Dr. Celîlê Celîl : “Ez yekem kurdê Sovyetê me ku seredana Sûriyeyê ki...
Prof. Dr. #Celîlê Celîl# : “Ez yekem kurdê Sovyetê me ku seredana Sûriyeyê kiriye û bê tirs li ser zargotina kurdî xebitiye.”
Hevpeyvîn: Ferîd Mîtan

Çi gava ku ji nivîskarekî Rojavayê Kurdistanê li tevger û xebata wêjeyî di salên 80 û 90’an de tê pirsîn, yekser navê profesor û doktor Celîlê Celîl tê gotin û gera wî ya li Rojavayê Kurdistanê tê bibîrxistin. Bi vê yekê tê nasîn ku bandoreke mezin a Prof. Dr. Celîlê Celîl di guherîna aliyekî ji şêwaz û çawaniya xebata wêjeyî de li Rojavayê Kurdistanê heye, nemaze di milê danehev û berhevkirina parçeyên folklor û zargotina kurdî de.
Prof. Dr. Celîlê Celîl di sala 1936’an de li Êrîvana paytexta Ermenistanê hatiye dunyayê. Li zanîngeh û akademiyên Ermenistanê, bawernameyên bilind di şaxên rojhilatnasî û kurdnasiyê de wergirtine. Paşê di heman zanîngeh û akademiyan de profesorî kiriye.
Tevger û atmosfera wêjeyî ya di hundirê malbatê de, hêla ku Prof. Dr. Celîlê Celîl di temenê ciwaniyê de dest bi berhevkirina folklorê bike û ji babetên kurdiyê nêzîk bibe. Prof. Dr. Celîlê Celîl xebata xwe di çarçoveya cografiya Ermenistanê de nehêla, lê belê “tûrikê dewrêşan avêt ser milê xwe” û di sala 1982’yan de berê xwe da Rojavayê Kurdistanê. Piştî sê mehan ji ger û berhevkirineke bênavber, tûrikê Celîlî berxweş bû û paşê ji daneheva tûrikê xwe pirtûka “Zargotina Kurdên Sûrîyeyê” berhem da.
Di vê hevpeyvînê de profesorê me bîrdanka xwe vexepart û kêliyên ku ne tên jibîrkirin û ne jî dubare dibin, vegotin. Her wiha beşek ji hevpeyvînê ji bo xebata malbata Celîlan a di hundirê Radyoya Êrîvanê de hatiye veqetandin û li ser hin babetên cuda cuda yên kurdiyê, Prof. Dr. Celîlê Celîl bîr û baweriyên xwe tîne zimên.
– Bi navê Rojnameya Bûyerpressê sipasiya cenabê te dikin ku te ev derfet da me û dema xwe ji bo veqetand.
Sipas ji bo we ku we ez bi bîr anîm.
– Di sala 1982’yan de te berê xwe da Rojavayê Kurdistanê û di pê gera sê mehan re, te ji tûrikê berhevkirina xwe pirtûka “Zargotina Kurdên Sûrîyeyê” berhem da. Ji ber çi te Rojavayê Kurdistanê wekî qada xebatê hilbijart?
Di jiyana min de tiştekî gelekî xemgîn bû ku ez ew qasî bi kesera Kurdistanê û kurdên vî welatê mezin dijiyam, lê rê venedibû ku em hevûdin bibînin. Ez bawer dikim ev kesera hemî kurdên Sovyetê bû.
Gava ku têkiliyên Sûriye û Sovyetê xweş bûn, di sala 1977’an de em grûpeke akademiyê di gera xwe de çend rojan li Urdin, Iraq û Sûriyeyê man. Îcar wê demê wekî xweşî û şêrîniyekê kete dilê û min xwest careke din vegerim. Di sala 1982’yan de kurdekî êzidî bi navê Mistefa ku ji Efrînê bû, hat mala me (li Ermenistanê). Ewî ciwanmêrî ji min re got: “Ji ber çi tu nayêyî?” Ji min re got ku ermeniyên Ermenistanê tên milê Sûriyeyê û xizm û nasên xwe dibînin.
Min jê re got: “Dê û bavê min sêwî mezin bûne. Kurdên Sûriye û Tirkiyê li kû û ez li kû?” Ji min re got: “Lawo ez jî xalê te û merivê dêya te me! Ka tu were…” Wî daxwaznameya seredanê ji min re hinart. Dema ku hikûmetê ruxset û rêdan da min, ez wekî çivîkan firiyam. Xewna min bû ku biçim welêt, da ku tûrikê derwêşan biavêjim milê xwe û gund bi gund bigerim. Ez bawer dikim ku ez yekem kurdê Sovyetê me ku seredana Sûriyeyê kiriye û bê tirs li ser zargotina kurdî xebitiye. Îcar dema ku ez giham, di rojên pêşîn de komunîstên Helebê ji min re got: “Tu ji welatekî komunîst î û li van deveran dijminên komunîstan hene. Ji bo ku em te biparêzin, em ê ji te re bibêjin li kû derê bimîne û li kîjan malê rakeve.” Min ji wan re got ez hatime ji xwe re bigerim û miletê xwe bibînim, bawer nakim ku tu kes min asteng bike. Dixwestin bandora xwe li min bikin, lê min qebûl nekir. Gera min dest pê bû. Dixwazim careke din bibêjim: Bi rastî ji bo min xewn û xeyal bû ku folklorê binivîsim.
Lê ez dibêjim herî zêde asta Tîrêj bilind bû.
– Şêwaz û rêbaza lêkolîna te ya li Rojavayê Kurdistanê bi çi awayî bû, tu çawa tevdigeriyayî, te çawa û ji kê ew parçeyên zargotinê berhev dikirin?
Wê demê êdî dengbêj û hunermendên kurd peyda dibûn û kaset jî dadigirtin. Min li cureyên sitranan, gotinên pêşiyan, mamik û hemî tiştên din dipirsî û qeyd dikirin. Min hem ji devê dengbêj û hunermendan, hem jî ji kesên temenmezin digirt. Gelek kesên ku min û wan bi hevûdin re xwendibû, welatiyên Qamişloyê bûn. Hema hemî xelkê Qamişloyê li dora min kom bûbû, min qet xerîbî nedît. Heta niha jî hemî li ber çavên min in. Mehmed Şêxo hebû. Xanima wî Hemşê qîza Qadiro bû. Mehmed Şêxo û birayê Hemşê Dr. Ismayîl, Dr. Hikmet û Dr. Heysem Qotreş, hemûyan li nik me li Sovyetê xwendibû. Min helbestvanên Qamişloyê dîtin û di fikra min de hebû ku helbestên wan bigirim û berhevokekê ji wan re çap bikim. Îcar rojekê ji min re gotin ku di sûka Qamişloyê de hatiye gotin ku Celîlê Celîl dê komeleya nivîskaran damezrîne. Bi rastî dema min bihîst ez tirsiyam! Îcar helbestvan û rewşenbîrên deverê li dora min civiyan û ji min re gotin eger tu komeleyeke nivîskaran ji me re damezrînî, hema serokê wê jî destnîşan bike. Min ji wan re got: “Bira can ez li vira mêvan im, ez kî me heta ku tiştên wisa bikim?” Min got eger ez tiştekî wisa bikim, neheqî ye; ez xerîb im û hûn çêtir hev dinasin. Min got berhemên we neketine destên min ku asta we binirxînim û serokekî ji we hilbijêrim, dema ez çûm li hev bicivin û di nava xwe de her tiştî çareser bikin. Xanimek ji Şamê jî hat, navê wê ji bîra min çûye, helbest dinivîsîn. Seydayê Tîrêj hebû, Keleş hebû. Lê ez dibêjim herî zêde asta Tîrêj bilind bû.
Ez li wê derê gelekî geriyam. Ez çûm Tirbespiyê, bûm mêvanê Mecîdê Haco. Paşê çûm heta bi Indîwerê. Li wê derê min seredana gundê Mezrê kir. Li wî gundî rêya erebeyê tunebû, hemî kevir bû, îcar em bi terektorê çûn. Cihekî beravî yî cinetî bû. Wekî dema di fîlman de dîmenan dikişînin da ku cineta sererd pêş xelkê bikin, min bi xwe ew cinet li wî gundî dît.
Ez çûm Dêrikê û bûm mêvanê mala Hecî Hesen (Bavê Adil). Zarên malê hemî zewicîbûn, lê di malekê de dijiyan. Îcar Hecî Hesen nû ji hecê hatibû, govendeke ecêb gerandin. Paşê bavê wan got: “Kuro min gelabiyekî zêde aniye, ka bînin li ber Celîl bikin, bila jê re be.” Îcar wan birayan pir xweş disitra, hem govendeke nedîtî digerandin, min texmîn nedikir ku lingên wan erdê digirin. Bang li min kirin ku bireqisim, min got: “Weleh ez wekî we nikarim.” Îcar her cara ku wî gelabiyî li xwe dikim, hezar carî du’a dikim, hetanî vê gavê jî ez wî gelabiyî li xwe dikim, aniha li Ewrupayê bi min re ye. Bîranîneke pir şêrîn e.
Silo Koro di folklora kurdî de teyrê başoke ye, çi qasî zana bû!
– Neteweyê kurd bi zargotin û folklora xwe pir naskirî ye, lê ji bo te, taybetmendiya zargotina kurdên Rojavayê Kurdistanê çi ye?
Min 3 pirtûk amade kirin, lê li Ermenistanê tenê rêdana çapkirina pirtûkekê dan min û min ew çap kir. Wê pirtûkê helbest, sitran, dastan, govend û tiştên wisa li xwe digirtin. Cilda duyan jî çîrok, pêkenok û berhemên vekirî ne. Ya sêyan gotinên pêşiyan û têderxistinok in.
Li Rojavayê Kurdistanê Silo Koro ji min re anîn. Silo Koro di folklora kurdî de teyrê başoke ye, çi qasî zana bû! Wî digot û min bi dest dinivîsî. Cara duyan jî dema ez hatim, min Silo Koro li mala wî, li Xana Serê dît. Cara sêyan dema ez hatim, min ji xwişka xwe Cemîlayê re got gelek tiştên xweş li nêva kurdên Sûriyeyê hene, îcar ew jî bi min re hat. Cemîlayê sitranên kurdî dicivandin û dikirin nota. Tişta herî seyr û ecêb, çanda koçeran e! Cemîlayê got: “Cara pêşîn e ku li nava kurdan dibînim ku mirovek sitranên folklorî bi du dengan dibêje.” Ne tenê yekî digot, lê zêdetir ji yekî bû û li hev vedigerandin. Li nava koçeran dawetek çêbû, serî hebû binî tunebû. Di wê dawetê de dengê def û zirneyê nediçû hinan, ji ber vê yekê destekî din ê def û zirneyê anîn. Gelek taybetmendî û xalên balkêş di zargotina kurdên Sûriyeyê de hene. Gelek gotin di dilê min de hene dixwazim bibêjim. Kurdên Sûriyeyê ne tenê ji bo min, ne tenê ji bo kurdekî duyan, -salên 80’yan ji bo hin kurdan serdemeke pir xerab bû- di salên 80’yan de, malên hemî kurdên Sûriyeyê mêvanxane bûn. Kurdên Sûriyeyê gelekî nandar û dilovan bûn. Kurdên Başûr, Bakur û Rojhilatê jî di malên kurdên Rojavayê de raketine û jiyane. Îro jî ez ji bo rewşa we birîndar im.
– Di warê danehev û berhevkirina parçeyên zargotinê de, gera te ya li Rojavayê Kurdistanê bandoreke çawa li tevgera wêjeyî û lêkolînerî kir?
Li Qamişloyê mamoste Ebas Ismayîl hejmarek ji pêkenokan berhev kiribû û di pirtûkekê de çap kir. Di pêşgotina pirtûka xwe de nivîsîbû ku bandora Celîlê Celîl li wî hebûye. Cara sêyan ez hatim Sûriyeyê, yekî ji min re got: “Kesî ji me guh nedida folklor û zargotinê; jiyana me hemî îdeologî û siyasî bû. Piştî tu çûyî, me ji xwe re got ev profesor ji Sovyetê hatiye û ew qasî qîmetê dide zargotina me, helbet tiştekî binirx di vê zargotinê de heye!”
Kurmanciya şêrîn, paqij û zelal li nav kurdên Sûriyeyê zêde maye.
– Dema tu hatî Rojavayê Kurdistanê wêjeya nivîskî di çi astê de bû, ango tu wêjeya Rojavayê Kurdistanê ya nivîskî, di wan salan de çawa dinirxînî?
Wê demê li milê Qamişloyê baş bû, ji ber ku girêdana wan hem bi Başûr hem bi Bakur re hebû. Lê di heyamên berê de, kurdên Sûriyeyê gelekî pêşketî bûn. Di serdema Mîr Celadet Bedirxan de çapkirin û weşana kurdî di asteke herî bilind de bû. Yên wekî Tîrêj û Keleş jî, silsile û berdewamiya Mîr Celadet Bedirxan bûn.
Em li Hisiçayê diciviyan û me şevbuhêrkên wêjeyî li dar dixistin. Osman Sebrî û yên din di serdema Celadet de bûn û girêdayî wî bûn, lê yekî wekî Tîrêj ku peyhatiyê Celadet bû, pir jîr û zana bû. Wê demê qada çapkirinê tunebû, lê Selah Bedredîn gelek pirtûkên Sovyetê diweşandin.
Kurmanciya şêrîn, paqij û zelal li nav kurdên Sûriyeyê zêde maye.
Dema ku ez hatim berhevkirina folklorê tunebû, tenê xebata siyasî bû û partiyên we jî gelekî ji hev cuda bûbûn. Ez vê jî bibêjim: Ez ji hemûyan razî me, partiyên siyasî hemûyan qedrê min digirit. Di meydana alîkarî û mêvandariyê de, tenê kurdên dilsoz yên Sûriyeyê ne.
Ez bi xak, welat û girêdanê li Sûriyeyê hest bûm.
– Ji wan her sê mehên ku tu li Rojavayê Kurdistanê mayî, kêliyên ku nayên jibîrkirin, çi kêlî bûn?
Bavê min û dêya min sêwî bûn û ez li gundan mezin nebûme. Ez bi xak, welat û girêdanê li Sûriyeyê hest bûm. Li bal we problema kurdîtiyê tunebû.
Remo Şêxo li Helebê hebû, lehengekî komunîstan bû. Şevekê ez bûm mêvanê wî û em her du li odeya wî ya taybet raketin. Carekê di nîvê şevê de ez hişyar bûm, min dît Remo ne li nav nivînên xwe ye! Ez derketim, min dît Remo li ser banê xanî berikek raxistiye, ebayê xwe avêtiye ser xwe û kûr û şêrîn razaye. Roja din sibehê min ji Remo pirsî ku ji ber çi wisa kiriye, ji min re got: “Ez nikarim li cihê nerm rakevim, eger bin min ne hişk be xewa min nayê.”
Xwarin, razan, rabûn û danûsitandin bi kurdî bûn. Gelek tiştên balkêş hene ku ji bîra min naçin. Rehmetiyê Xelîl Sasonî -ez kor bibim ji bona wî, ev salek e miriye- çi qasî dilovan bû, çi qasî insan bû, çi qasî nazik bû… ewî gelekî alîkariya min kir.
Dema min milet û jiyana wê derê dît, min ji nû ve nasî ka ji ber çi ew qasî bavê min ax û ox dike, ji ber çi bi keser û dilşewat e li ser welêt.
Ez mezin bûme, lê rihê min ê xortanî û ciwaniyê hêj gur e.
Kurdbûn ziman e. Xaka ku tu lê, tu dikarî navê wê jî biguherî, lê dema ku gel zimanê xwe winda kir, êdî mir.
– Di parastina koka neteweyê kurd de, zargotin û folklora kurdî roleke çawa lîstiye?
Kurdbûn ziman e. Xaka ku tu lê, tu dikarî navê wê jî biguherî, lê dema ku gel zimanê xwe winda kir, êdî mir. Ziman çand û rewşa gelan e. Di Rojhilata Nêzîk de çanda devkî gelekî pêşketî ye. Ez zêde naxwazim parçeyên din kêm bikim, lê kurdên Sûriyeyê û zargotina wan bandoreke mezin li min kiriye.
– Te bi hezaran ji gotinên pêşiyan jî dane hev. Ji aliyê wate, naverok û hûnandinê ve, tu çawa dikarî gotinên pêşiyan pênase bikî?
Te got bi hezaran, lê min bi dehên hezaran civandine. Li Êrîvanê, di sala 91’ê de min û Ordîxanê bira pirtûkeke gotinên pêşiyan çap kir. Wê demê me pêşniyar kir ku ev gotinên pêşiyan wekî branş têkevin dibistanên gundên kurdan, da ku mamoste dersan li ser wan bide û ji bo ku xwendekar jî bizane ka biratî, welatparêzî, dost û dijmin, baş û xerab, tema û destvekirî çi ne û çawa ne. Me derdora 250 pelî amade kir û babetên tê de dabeşandin. Yanî ev gotin gelek tiştan di nava xwe de dicivînin.
– Ji danehev û berhevkirina parçeyên zargotinê wêdetir, tu nabînî ku êdî pêwîstiya pirtûkxaneya kurdî bi celebên wêjeyê yên mîna roman û kurteçîrokê heye?
Li Tirkiyê êdî pirtûkên cuda cuda tên çapkirin. Lê gerek e hêj jî pirtir bibin. Çawa ku tiştek zêde dibe û tu bêjing dikî, tiştên hûr diçin û yên gir û mezin dimînin, edebiyat jî wisa ye; divê ku zehf bibe, ji bo ku hemûyan bêjing bikî û bixwînî û paşê bizanî kîjan çêtir e. Ev meydan aniha diçe û tê, carinan xurt, carinan jî hêdî ye.
Berhemên ku apê Hecî (Heciyê Cindî) bi navê xwe çap kirine, hemî ne berhevkirinên wî ne.
– Dema ku mirov jiyan û xebatên wêjevanên kurd ên Ermenistanê dixwîne, ji Heciyê Cindî bigire û hetanî roja îroyîn, piraniya wan giranî daye daneheva zargotin û folklorê, sedemên vê yekê çi ne?
Dema ku bolşevîk hatin, rê dan hemî neteweyan û ji wan xwestin ku danehev, berhevkirin, nivîsîn, xwendin û reweşenbîriya xwe bi zimanê xwe bikin. Di salên 30’an de ev tevger gelekî geş bû. Tîpên kurdî hatin çêkirin, rojnameyên kurdî hatin çapkirin, dibistanên kurdî vebûn û rewşenbîrên kurdan jî dest pê kir. Li Azerbîcanê jî berhevkirin û rewşenbîriya kurdî dest pê bû, lê li bal me (Ermenistan) xurttir bû. Ermenistan bû bigeha kurdên Azerbîcan û Gurcistanê jî.
Lê dixwazim tiştekî bibêjim: Berhemên ku apê Hecî (Heciyê Cindî) bi navê xwe çap kirine, hemî ne berhevkirinên wî ne. Wê hingê ne tenê kesekî berhevkirin dikir, lê belê grûp-grûp diçûn. Grûpên ermeniyan jî hebûn, ermeniyan gelekî baş bi kurdî dizanîbû û xebateke pir baş kirin. Ermeniyekî Muksê hebû, 20 şaxên Rustemê Zal nivîsîne. Îcar grûpa ermeniyan berhevkirinên xwe radestî seksyona (beş) kurdî dikirin û sekreterê seksyonê jî apê Hecî bû. Gelek ji wan kesên ku folklor berhev kiribûn wefat kiribûn û yên mayî jî bi temenê xwe mezin bûbûn. Paşê di salên 60’î de apê Hecî ew destnivîsên di dest xwe de (yên ku di seksyonê de bi dest xistibûn) û hin tiştên din jî lê zêde kirin û bi navê xwe çap kirin.
Ermeniyê ji Muksê navê wî Pûşîkyan bû. Pûşîkyan di berhemeke ermenî de li jêrê wekî not nivîsiye ku enstîtuya wan, şaxên Rustemê Zal berhev kiriye û bi kurdî nivîsiye. Îcar paşê di salên 70’yî de apê Hecî ew şaxên Rustemê Zal bi navê xwe çap kirin. Apê Hecî bi destekî bû, îcar ez her timî şaş dimam û çavnebarî li bal min çêdibû, min digot apê Hecî bi destekî ye, ez û Ordîxanê bira em bi çar destan in û ew ji me bêhtir berhevkirinê dike! Paşê min nasî ku apê Hecî destnivîsara wî ciwanmêrî bi navê xwe çap kiriye.
– Di warê belgekirin û parastina huner û folklora kurdî de, Radyoya Êrîvanê xebateke bêhempa kir. Malbata Celîlan, çi xebat di hundirê wê radyoyê de kir?
Dema Şerê Cîhanî yê Duyemîn dest pê bû, welatî û rewşenbîrên hemî komarên Sovyetê çûn leşkeriyê ji bo ku şer bikin. Bavê min (Casimê Celîl) berê li leşkeriyê derb xwaribû û 3 parsûyên pişta wî şikestibûn, ji ber vê hindê ew di Şerê Cîhanî yê Duyemîn de neçû leşkeriyê. Lê bavê min wê çaxê xwendina bilind a mafnasiyê bi dawî kiribû û bawername wergirtibû, her wiha çapemenî jî xwendibû. Îcar di dema şer de bavê min xebata xwe di nava milet de dikir, di milê îdeologî de dixebitî. Bavê min helbestvan bû, ewî dinivîsî û hevalên wî yên ermenî jî helbestên wî werdigerandin zimanê ermenî û çap dikirin. Bavê min di sala 1954’an de berhevokeke xwe ya helbestan bi navê “Elegez” çap kir. Paşê ermeniyan jî ew berhevok wergerand. Êdî wê berhevokê deng veda û xelkê zanî ku helbestvanên kurdan jî hene. Îcar Ermenistanê çend biryar ji bo kurdan sitandin; yek jê ew bû ku rojnameya Rya Teze bi birêvebiriya Mîroyê Esed careke din weşana xwe bidomîne, ya duyan jî ku Radyoya Êrîvanê bi serokatiya bavê min (Casimê Celîl) were vekirin. Ev biryar di dawiya 1953’yan de cî bi cî bû. Berî ku Mosko pereyan bihinêre, bavê min ji bo radyoyê berhevkirin dikir û Ordîxanê bira jî di warê wergerê de alîkariya wî dikir. Di sala 1955’ê de destek û pere ji Moskoyê hatin û xebata radyoyê bi awayekî fermî dest pê bû. Careke din Ordîxan bê pere alîkarî dikir, lê di sala 1957’ê de ji bo xwendina xwe çû Leningradê.
Birayê Xelîlê Çaçan wê demê li gund bû, li gund îmzeyên gundî û welatiyan berhev dike û dixe wekî raporeke nerazîbûnê li hember xebata Casimê Celîl û bi alîkariya mirovekî hildide Moskoyê..
– Lê Eznîva Reşîd û Xelîlê Çaçan kengê hatin?
Di 57’an de dema ku Ordîxan çû, êdî bavê min xebatkarekî dixwaze û wê demê (di 1957’an de) Xelîlê Çaçan tîne radyoyê. Ez mirovekî dîroknas im û her tişta ku dibêjim dokumentên wê li nik hene. Aniha daxwaznameya Xelîlê Çaçan a ji bo tevlîbûna radyoyê li nik min heye; kaxeza ku tê de nivîsiye ez bêkar im û berê min çi xebat kiriye, di dest min de ye. Wê demê radyo li jêr kontrola Wezareta Çandê ya Ermenistanê bû û ji ber ku bavê min di xebata xwe de pir çalak bû, Wezareta Çandê sipasnameyek diyarî wî kir. Di heman salê de hin kes raporekê bi bavê min hildidin Moskoyê û tê de dinivîsin ku Casimê Celîl siyaseta partiyê baş nameşîne. Birayê Xelîlê Çaçan wê demê li gund bû, li gund îmzeyên gundî û welatiyan berhev dike û dixe wekî raporeke nerazîbûnê li hember xebata Casimê Celîl û bi alîkariya mirovekî hildide Moskoyê.. Di nîvê sala 1958’an de siyaset û serokatiya radyoyê radestî Xelîlê Çaçan kirin û bavê min bû Berpirsyarê Beşê Edebiyat û Muzîkayê.
Dema ku Xelîlê Çaçan hat radyoyê pişta wî gelekî germ bû, her du birayên wî “Bayloz” û “Celîl” di artêşê de payebilind bûn.
Bavê min hunermendên Mêrdîn û Bişêrîkê tanîn û dengê wan qeyd dikir. Min bi xwe jî wê demê dest bi danehev û berhevkirina folklorê kiriye. Min li arşîva xwe nihêrî, lênûskeke min a biçûk heye, vedigere sala 1955’an. Bavê min di sala 1963’yan de dest ji xebata radyoyê berda. Nûrê du salan xebitî û çû bixwîne, Tîtal jî du salan xebitî û çû karê partiyê. Di 1967’an de Cemîla Celîl cihê xwe di radyoyê de girt û bû Berpirsyara Muzîka Kurdî. Bavê min di radyoyê de 700 sitran civandibûn. Cemîlayê ji 1967’an hetanî 2002’yan xebata xwe domand û 1700 sitran civandin. Jina min bi xwe jî “Gulîzara Casim” bîst salan di radyoyê de bêjerî kiriye. Ez berpirsyarê van gotinan im.
Ji bona kurdên Sûriyeyê ez ê çavên xwe derxim û bêxim bin lingên wan.
– Di van kêliyan de gelek guhertinên berbiçav li Rojavayê Kurdistanê dibin. Tu çawa li vê rewşê dinihêrî û ji bo demên bê çi pêşbîniyên te hene?
Bingeha her tiştên erênî: diyaloga di nav hev de û hevgirtin e. Hîn bin çawa danûsitandinê bi hev re bikin; ne ku êrîşî hev bikin û li hember hev bêhurmetiyê bikin. Xaleke ku hûn der barê wê de hemnerîn bin, li ser wê li hev bikin û gaveke hevbeş biavêjin. Hev binasin, bila çûn û hatin di navbera we de hebe. Xelk bi me dikene, tu li kû derê bibêjî doza kurdî, xelk kenê xwe dike. Ji bona kurdên Sûriyeyê ez ê çavên xwe derxim û bêxim bin lingên wan. Hûn hemî baş in, lê hema bifikirin çawa hûn ê bi hev re bijîn. Her kes li ser bîr û baweriya xwe, lê zererê negihînin hev. Cihên tûj negirin destên xwe, cihên nerm bigirin ber sîngên xwe.
– Hevpeyvîna me bi dawî bû, careke din sipasiya cenabê te dikim.
Ez dixwazim hêj ez sax im, bibînim ku Rojavayê Kurdistanê wekî rewşa ku min dîtî û hêj baştir be. Her bijî, sipas dikim.
[1]

Kurdîpêdiya ne berpirsê naverokê vê tomarê ye, xwediyê/a tomarê berpirs e. Me bi mebesta arşîvkirinê tomar kiriye.
Ev babet 26 car hatiye dîtin
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Haştag
Çavkanî - Jêder
[1] Mallper | Kurmancî | https://buyerpress.com/ - 10-12-2024
Gotarên Girêdayî: 3
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî
Dîroka weşanê: 01-07-2018 (7 Sal)
Cureya belgeyê: Zimanî yekem
Cureya Weşanê: Born-digital
Kategorîya Naverokê: Gotar & Hevpeyvîn
Kategorîya Naverokê: Lêkolînewe
Kategorîya Naverokê: Çand
Kategorîya Naverokê: Komelayetî
Welat- Herêm: Kurdistan
Meta daneya teknîkî
Mafê telîfê ji xwediyê gotarê bo Kurdîpêdiya hatiye veguhestin
Kalîteya babetê: 99%
99%
Ev babet ji aliyê: ( Aras Hiso ) li: 10-12-2024 hatiye tomarkirin
Ev gotar ji hêla ( Sara Kamela ) ve li ser 20-12-2024 hate nirxandin û weşandin
Navnîşana babetê
Ev babet li gorî Standardya Kurdîpêdiya bi dawî nebûye, pêwîstiya babetê bi lêvegereke dariştinî û rêzimanî heye!
Ev babet 26 car hatiye dîtin
QR Code
Kurdîpîdiya berfrehtirîn jêderê zaniyariyên Kurdîye!
Kurtelêkolîn
HÊMANÊN MÎTOLOJÎK Û KESAYETÊN EFSANEYÎ DI DÎWANA MELAYÊ CIZÎRÎ DE
Jiyaname
Diya Ciwan
Wêne û şirove
Xwendekarên dibistanên kurdî li rojhilatê Kurdistanê, di sala 1965an de
Kurtelêkolîn
REWŞA GİŞTÎ YA BAJARÊN BAZÎD Û TÛLAYÊ AWİREK Lİ DÎROKA WELATÊN MELA MEHMÛDÊ BAZÎDÎ Û LEV TOLSTOYÎormları
Wêne û şirove
Kêliya ku rêberê şehîd “Simko Axa Şikak” berî 96 salan giheşte bajarê Silêmaniyê
Jiyaname
Sîsa Mecîd
Kurtelêkolîn
PIRSGIRÊKÊN LI SER RÊYA AVAKIRINA YEKÎTÎYA ÊZDÎYAN
Wêne û şirove
Kinyazê Îbrahîm, Çerkezê Reş, Hecîyê Cindî 1985
Jiyaname
Hasan Bîter
Pirtûkxane
Dîroka kurdistanê 2
Cihên arkeolojîk
Mezarê Padîşehê Kurd ê Mîdî (Kî Xosraw- Kawa) 632-585 BZ
Pirtûkxane
NÎQAŞÊN FELSEFEYÊ 48
Kurtelêkolîn
JI MÎTOLOJÎYÊ BER BI TARÎXÊ Û JI LEHENGÎYÊ BER BI EVÎNÊ DESTAN WEKU ÇEMKEKE SÎWAN DI VEGÊRANA GELÎ DA
Cihên arkeolojîk
Temteman
Cihên arkeolojîk
Kereftû
Wêne û şirove
Di sala 1800`î de tabloya ku Kurdekî ji eşîra Caf'ê temsîl dike
Jiyaname
Erdal Kaya
Jiyaname
Rojîn Hac Husên
Kurtelêkolîn
MÛSÎQA DI MEM Û ZÎNA EHMEDÊ XANÎ DE
Pirtûkxane
Dîroka Kurdistanê 1
Jiyaname
Nesim SÖNMEZ
Kurtelêkolîn
‘Rojava rûmeta me ye’
Wêne û şirove
Kurdekî Batûmê bi cilûbergên neteweyî (sedsala 19an)
Jiyaname
Mîna Acer
Cihên arkeolojîk
Qoşliyê
Jiyaname
Narin Gûran
Cihên arkeolojîk
Dalamper
Jiyaname
Mecîdê Silêman
Jiyaname
Resul Geyik
Pirtûkxane
RÊZIMANE KURMANCÎ

Rast
Kurtelêkolîn
KCK: Li Sûriyeyê çareseriya pirsgirêkan bi feraseta neteweya demokratîk dibe
23-12-2024
Evîn Teyfûr
KCK: Li Sûriyeyê çareseriya pirsgirêkan bi feraseta neteweya demokratîk dibe
Kurtelêkolîn
MÛSÎQA DI MEM Û ZÎNA EHMEDÊ XANÎ DE
04-01-2025
Sara Kamela
MÛSÎQA DI MEM Û ZÎNA EHMEDÊ XANÎ DE
Pirtûkxane
Bender Feylî
04-01-2025
Sara Kamela
Bender Feylî
Kurtelêkolîn
HÊMANÊN MÎTOLOJÎK Û KESAYETÊN EFSANEYÎ DI DÎWANA MELAYÊ CIZÎRÎ DE
06-01-2025
Sara Kamela
HÊMANÊN MÎTOLOJÎK Û KESAYETÊN EFSANEYÎ DI DÎWANA MELAYÊ CIZÎRÎ DE
Kurtelêkolîn
PIRSGIRÊKÊN LI SER RÊYA AVAKIRINA YEKÎTÎYA ÊZDÎYAN
06-01-2025
Sara Kamela
PIRSGIRÊKÊN LI SER RÊYA AVAKIRINA YEKÎTÎYA ÊZDÎYAN
Babetên nû
Pirtûkxane
Dîroka kurdistanê 2
12-12-2024
Sara Kamela
Jiyaname
Hasan Bîter
26-11-2024
Aras Hiso
Pirtûkxane
NÎQAŞÊN FELSEFEYÊ 48
24-11-2024
Sara Kamela
Pirtûkxane
RÊZIMANE KURMANCÎ
10-11-2024
Sara Kamela
Pirtûkxane
Dîroka Kurdistanê 1
10-11-2024
Sara Kamela
Pirtûkxane
NÎQAŞÊN FELSEFEYÊ 47
10-11-2024
Sara Kamela
Pirtûkxane
Osman Sebrî 1905-1993 (Jiyan, Têkoşîn û Berhem)
07-11-2024
Aras Hiso
Pirtûkxane
Rewan
07-11-2024
Aras Hiso
Pirtûkxane
QÎRÎNA MIRINÊ
07-11-2024
Aras Hiso
Pirtûkxane
Zanhaweya Pêxember (Mewlûda Pêxember)
07-11-2024
Aras Hiso
Jimare
Babet
  534,936
Wêne
  114,225
Pirtûk PDF
  20,750
Faylên peywendîdar
  110,358
Video
  1,883
Ziman
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
293,595
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
91,236
هەورامی - Kurdish Hawrami 
66,506
عربي - Arabic 
33,277
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
20,657
فارسی - Farsi 
11,756
English - English 
7,879
Türkçe - Turkish 
3,697
Deutsch - German 
1,846
لوڕی - Kurdish Luri 
1,690
Pусский - Russian 
1,144
Français - French 
349
Nederlands - Dutch 
131
Zazakî - Kurdish Zazaki 
91
Svenska - Swedish 
72
Polski - Polish 
56
Español - Spanish 
55
Italiano - Italian 
52
Հայերեն - Armenian 
52
لەکی - Kurdish Laki 
37
Azərbaycanca - Azerbaijani 
27
日本人 - Japanese 
21
中国的 - Chinese 
20
Norsk - Norwegian 
18
Ελληνική - Greek 
16
עברית - Hebrew 
16
Fins - Finnish 
12
Português - Portuguese 
10
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Ozbek - Uzbek 
7
Esperanto - Esperanto 
7
Catalana - Catalana 
6
Čeština - Czech 
5
ქართველი - Georgian 
5
Srpski - Serbian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
Hrvatski - Croatian 
3
балгарская - Bulgarian 
2
हिन्दी - Hindi 
2
Lietuvių - Lithuanian 
2
қазақ - Kazakh 
1
Cebuano - Cebuano 
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
Pol, Kom
Kurmancî
Peyv & Hevok 
40,899
Pend 
24,978
Kurtelêkolîn 
5,719
Şehîdan 
4,308
Enfalkirî 
3,691
Pirtûkxane 
2,774
Çand - Mamik 
2,631
Navên Kurdî 
2,603
Jiyaname 
1,749
Cih 
1,164
Belgename 
291
Wêne û şirove 
184
Weşanên 
115
Cihên arkeolojîk 
61
Partî û rêxistin 
28
Vîdiyo 
19
Helbest  
10
Nexşe 
3
Pêjgeha kurdî 
3
Karên hunerî 
2
Wekî din 
2
Ofîs 
1
Li Kurdistanê hatine berhemdan 
1
Hilanîna pelan
MP3 
551
PDF 
32,684
MP4 
3,032
IMG 
210,533
∑   Hemû bi hev re 
246,800
Lêgerîna naverokê
Kurdîpîdiya berfrehtirîn jêderê zaniyariyên Kurdîye!
Kurtelêkolîn
HÊMANÊN MÎTOLOJÎK Û KESAYETÊN EFSANEYÎ DI DÎWANA MELAYÊ CIZÎRÎ DE
Jiyaname
Diya Ciwan
Wêne û şirove
Xwendekarên dibistanên kurdî li rojhilatê Kurdistanê, di sala 1965an de
Kurtelêkolîn
REWŞA GİŞTÎ YA BAJARÊN BAZÎD Û TÛLAYÊ AWİREK Lİ DÎROKA WELATÊN MELA MEHMÛDÊ BAZÎDÎ Û LEV TOLSTOYÎormları
Wêne û şirove
Kêliya ku rêberê şehîd “Simko Axa Şikak” berî 96 salan giheşte bajarê Silêmaniyê
Jiyaname
Sîsa Mecîd
Kurtelêkolîn
PIRSGIRÊKÊN LI SER RÊYA AVAKIRINA YEKÎTÎYA ÊZDÎYAN
Wêne û şirove
Kinyazê Îbrahîm, Çerkezê Reş, Hecîyê Cindî 1985
Jiyaname
Hasan Bîter
Pirtûkxane
Dîroka kurdistanê 2
Cihên arkeolojîk
Mezarê Padîşehê Kurd ê Mîdî (Kî Xosraw- Kawa) 632-585 BZ
Pirtûkxane
NÎQAŞÊN FELSEFEYÊ 48
Kurtelêkolîn
JI MÎTOLOJÎYÊ BER BI TARÎXÊ Û JI LEHENGÎYÊ BER BI EVÎNÊ DESTAN WEKU ÇEMKEKE SÎWAN DI VEGÊRANA GELÎ DA
Cihên arkeolojîk
Temteman
Cihên arkeolojîk
Kereftû
Wêne û şirove
Di sala 1800`î de tabloya ku Kurdekî ji eşîra Caf'ê temsîl dike
Jiyaname
Erdal Kaya
Jiyaname
Rojîn Hac Husên
Kurtelêkolîn
MÛSÎQA DI MEM Û ZÎNA EHMEDÊ XANÎ DE
Pirtûkxane
Dîroka Kurdistanê 1
Jiyaname
Nesim SÖNMEZ
Kurtelêkolîn
‘Rojava rûmeta me ye’
Wêne û şirove
Kurdekî Batûmê bi cilûbergên neteweyî (sedsala 19an)
Jiyaname
Mîna Acer
Cihên arkeolojîk
Qoşliyê
Jiyaname
Narin Gûran
Cihên arkeolojîk
Dalamper
Jiyaname
Mecîdê Silêman
Jiyaname
Resul Geyik
Pirtûkxane
RÊZIMANE KURMANCÎ

Kurdipedia.org (2008 - 2025) version: 16.17
| Peywendî | CSS3 | HTML5

| Dema çêkirina rûpelê: 3.141 çirke!